Jin di bêrîka mêr de
Mêr,her ku li qatekê bi cih dibe,jin li qata jê bilindtir bi cih dibe û gava ku dikeve qata dawî,jin dikeve nav ewran.
Bêyî jinê nivîsar temam nabe.Her nivîseke sipehî weke jineke sipehî ye.Tu jina spehî jî tuneye ku bi dehê mêran di riya çûna ber bi malê de nakuje.Hertim jin bi guhê nivîsarê digrin û tê de difetisin.Bêyî mêr jî nivîsar gewdeyekî bêxwedî ye,bêkese û ew mêr -stûnê nivîsarê- piştî dîtinê ne ew bi xwe ye.Mabû mêrekî bê dil,ew dît,dilê wî yê kuştî ketibû ber lingên wî.Dil mezin bû,bû avahî.Li dergehê mezin xist,vebû,mêr derbasî dilê xwe bû.Tariyê ew daqurtand,lerizî.Çavên wî fireh bûbûn.Wî digot qey rû yê wî tev de bûye çav.Serê wî tijî çavên vekirî bûbû.Li dîwarên bilind dinêrî,maran bi zikê ban ve xwe dikişkişandin.Bi lingên bi demûş tîmsah xwe bi dîwaran ve digrin.Nalînên mêrên ku liba dawî ji ava canê wan dadiwerive.Teq req avahiyê dide pey xwe.Li ser erdeke tijî qelş,çirçirkên mîna beqan diqevaztin.Mişkên mîna beranan poç li hev dixistin. Kêzikek di wêneyê jineke reş de ji wî ve nêzîk dibe.Porê xwe yê gijikî û dirêj dadiweşand.Komên kêç û sipiyan ji ser rû yê wî difiriyan,pîrka wî hate bîra wî,dema çîroka wê pîrhevoka ku her şev dihat li ber serê wî yê gêj li ber xewê,û kêç bi ser rû yê wî de diweşandin.Pîrika wî,derzî derxist,ya pîrhevok bazdida,direviya û tîqtîqên mîna girî li dû xwe dihiştin.Destê xwe xist bêrîka xwe û ji dêvla derziyê reqek mirî derxist.Req ket ber lingê wî.Hemû dever ji gewdeyê wî hêdî hêdî dibûn çavin tirsiyayî.Xwe didît ku di nav reşikên şeva tarî de tazî maye.Du gavan paş de vegeriya.Bi dengekî bilind dikir qêrîn.Dîwarên bilind hejiyan.Tîmhas keniyan.Kêzika mezin giriya.Bû tîq tîqa mişkan û nema li hevdu xistin.Ji nişka ve ew mêr ji dilê xwe derket û derî bi dû xwe de girt.Piştî girtina derî avahî biçûk bû.Dîsa wekî berê bûbû dil.Ew danî kolanê û çû xaniyê xwe yê di binê erdê de.Di odeyeke biçûk de bi cih bûbû û pencereyeke biçûçik di jora dîwar re digiha kolanê.Rûniştevanê bin erdê di rojê de her kesê ku di ber pencereya re derbasbibûya ew didît,lê tu kesî ew nedidît,ji ber ku di nav tariyê de bû.Bi şev kesê ku di ber pencerê re derbas dibû ew di riya wê pencereya bi ronî re ya di binê dîwarê avahiyê de wî didîtin.Wî jî ji bilî pencereyên vêketî yên avahiya li hember wî,tiştek nedidît.Gumlekê xwe yê fireh ji xwe kir,bi darebanê ve daleqand.Kerteke çargoşe di bêrîka gumlikê xwe de dît,ew kişand.Lê nihêrî.Wêneyekî rengînî yê jinekê bû,dihisiya ku wê xweşik nas dike.Tim wê dibîne,lê navê wê nizane.Matmayî li wêneyê xweşik dinêrî.Teq reqa pirsan di canê wî de bilind dibû.Êşan sînga wî giran kiribûn.Wêne vegerand cihê wî.Gomlekê xwe li xwe kir û bazda ber bi dilê xwe de.Hîn wek xwe bû,cewrikekî mirî û li kolanê avêtî jê ve nêzîk bû.Dil dirêj bû û vediziliya.Bûbû çenteyekî (diplomasî)yê reş.Mêr rahiştê,çente weke laşekî giran bû.Di xaniyê bin erdê de ew danî bin serê xwe û xwest ku rakeve.
Ew wêne ji ku hat?
Kê ew xist bêrîka min?
Kî ye xwediya vî wêneyê xweşik?
Tiliyên xwe yên di nav hev de xistin bin serê xwe yê gêjbûyî û li ser text pal da û cihê serê xwe guhert.Di pencerê re siya tiştekî dît,pê re hinavên wî lerizîn.Bi qevzekê li jêra pencereya xwe ya sêwî rûnişt û li jina ku jipiya sekinîbû,ya qata jor,nêrî.Eve xwediya wêne,ev çi rewşeke seyre.Xwîn ji çente tê.Tayekî zirav ji xwînê li hawîrdora çentê reş î sîngvekirî,diherikî.Jinê ew nedidît,kir qêrîn.Deng nedigihayê.Jinê li dora xwe dinerî weke ku li xwediyê vê qêrînê bigere.Bayekî hênik biskên porê tarî bi xwe re difirandin.Çavên reş û tarî hundir dêmên sêvî gulgulî dikolan.Lêvên sor î bê sorav kenekî kevin û sermedî resim dikirin.Bejneke bilind û lihevhatî ku dûman ji cilên xewê dadiweşand.Wê li jêr dinêrî.Li aliyê wî dinêrî.Gelo hayê wê ji teqreqa vê odeya bin erdê hebû an na?.Gelo ew vî agirê ku laşê wî dixwe û xwînê di rehên wî de sar dike,dibîne an na?.Bilûr hilgirt.Tiliyên wî li ser qulikên bilûrê lîstin.Pê dihisiya ku canê xwe di bilûrê de vala dike.Nalîna wê ya xweş bilind dibû.Wê jî guhdarî dikir bêyî ku zanibe ev nalîn ne ji bilûrê tenê,belê ji canê mêrekî ku wêneyê wê di bêrîka gomlekê wî ya çepê de ye,bilind dibe.Ji bilûrê westiya.Jina li qata jor,bi çavên ku dikarin mirov weke gulpek av bikujin,li valahiyê dinêrî,lampeya oda xwe vêxist.Wê ew nedît.Bi hemû spehîbûna xwe vegeriya.Mêr nas kir wê dakeve.Ji xaniyê bin erdê bi hêrs derketibû,li kolanê li bendê ma.Qîzeke bejinzirav û lihevhatî (jênz)ekî teng li xwe kiribû ku erdnîgariya vî gewdeyê xweşik tev de berçav dikir.Sola wê rengînî gavên wê dixemilandin.Gomlek her du zendên ji berfê venedişart.Qirikeke sipî ku zencîreke zêr di ortê de,dilekî ji zêr ew dixemiland.Bi bêhnekê ku êş û gerînok dixiste her serî di ber re derbas bû.Dikir ku bi dû de here,da çîroka wêneyê ku di bêrîka çepê de şîn hatiye jê re bibêje.Gavekê tenê nikarîbû ji cihê xwe biliviya.Jin winda bû.Mêr,rehşewitî,jihevketî vegeriya xaniyê xwe yê bin erdê.Ketibû derya ramanan,wêneyê jinê mejiyê wî girtibû.Xwe di ser dîwarê wê jinê re avêt ber gelek dîwaran.Di gelek jinan de diramiya.Jinin xweşik heta tu bibêjî bes.Bi destên westiyayî cênîkên xwe guvaştin:
Heyyy...xwedêyo!
Bi hezaran jin di serê min de kom dibin û gewdeyê jinekê tenê jî tuneye ku ez wek kûçikekî xwe di nav sipehîbûna wê de bigevizînim,piçik miçikên wê gez bikim,pencên xwe di nermahiya cihokên wê de biçikînim,weke gurekî ku ji ber birçîbûn û çekan bireve.
Ez mirovekî kevnere me
di bajarekî de ku ne yê min e,bi cih bûme
dilbijokê jinekê me ku ew jî
dilbijoka xeynî min e.
Tu li vê razanê lo.Ev çima nayê?
Nalîn ji bilûrê anî,hetanî ku baweşkandinê nema hişt ku pif bike bilûrê.Ew avahî bixwe hate bîra wî.Avahiyê têra hemû lawiran dikir.Dînasor,penguen,masiyên mîna hespan,qirikên bizinan gez dikirin.Ew jin bi xwe ye.Av ji qulên pozê pilingekî mirî diherikî.Bahozên dîn dûpişkên firiyayî ji jor de dibarandin.Komek marên lihevbadayî bi hev re govend digerandin.
Di dilê roniyê de deriyek ronî dide.
Bi meşeke giran,jina qata bilind,xwediya wêne,ber bi mêrik de diçe.Cilên ku germahiyê dixînin nava wî de li xwe kiribûn.Pêş de çû,gavek tenê di navbera wî û wê de hebû..Yekser li çavên wî nêrî.Tevzînok ketin hestiyên wî.Wê destê xwe dirêjî qirika wî kir.Tiliyên wê yên zer dirêj bûn,reş bûn.Pûrtê xwe bi her du zendên wê girtibû.Jinê devê xwe vekir.Du rêz ji diranên kurmî xuya bûn,yeko yeko li ber lingên wî diketin.Destê xwe dirêjî çenteyê reş kir,dişibiya çenteyê wî,jinê dikir qêrîn (Sedem tu yî...Sedem tu yî.) kêrek derxist.Bişkoka wê dewisand,seriyekî tûj ji koka kêrê dirêj bû.Di bêrîka gomlekê mêrik de çikand.Xwîn herikî.Bi du çavên zirz li birînên ku kêra wê ya xedar di gewdeyê mêrik de vekiribûn,dinêrî.Piştî ku ketibû nav reşikên tariyê,jina ku gewdeyê wî perçe werçe dikir,goştê wî dixwar.Jibermayiyên hestiyên wî davête ber lawirê taryê.Piştî ku perçeyê dawî ji gewdeyê wî avêtibû,deriyê bi ronî di rû yê wî de hatibû girtin.Dûpişk û mar û jarmaran li hawîrdorê gewdeyê wê yê sipehî dipêçan.Cilên wê jê kirin.Dînasor gewdeyê wê yê tazî bilind kir.Jin ji jor de hate xwar û kete devê Dînasor yê vekirî,ew cût.Qirpe qirpa hestiyan di nav diranên wî de bilind dibû.Hawar hawara jina cûtî hino hino nizim dibû.Fişe fişa maran diket nav teqreq û girî û qêrînên tirsê.
Mêrik ji xew veciniqî.
Karê pêşî ku kir ew bû ku li bêrîkên gomlekê xwe,li wêneyê wê,geriya.Bêrîka gomlek vala bû.Cilên xwe tev de li nav hev xistin.Wêneyê wê di bêrîka şerwalê xwe de dît,bêtir veciniqî.Ket wê gumanê ku tiştekî şeytanî di vî wêneyê rengînî de ye,yana ma ev ji ku hat?.Û çawa ji bêrîka gomlek çû bêrîka şerwal ?.Roja din,wekî hertim jin derketibû ber pencerê û li netiştekî dinerî.Tu dibêjî qey ji wî re derdiket,ziq li çavên wê dinêrî û bi her nêrînekê re bi germahî bilind dibû û dadiket.Gava ku bisk ji ser dêman didan alî,dilê wî,li jêr xwe davêt ser erda xaniyê bin erdê,mîna sîsirkekê dipekiya.Piştî kontrolkirineke dirêj,naskir wê kengî ji malê derkeve,li benda wê ma.Xwe didît ku mêrekî bi sed mêrî ye.Jê ve nêzîk bû.Berî ku bipeyive,jinê pişta xwe dayê.Bi lez dimeşiya û gotinên tevlîhev digotin,lê gava ku wêneyê xwe di destê mêrik de dît,çavên wê çûn nîvê eniya wê.Pêrgî wî bû gava dixwest dakeve xaniyê xwe yê bin erdê.Cihê wî naskir.Bi şev derdiket ber pencerê û di pencereya wî ya bi ronî re lê dinêrî.Bûyerên van rojan hiştin ku bê dudilî jê nêzîk bibe.Di dema derketina wê de li bendê ma.Demeke dirêj çû bêyî ku sipehîbûna wê ji jor de tirsê bibarîne.Ev cara pêşî ye ku ket serê wî ku ev jin dibe ku bi tenê li jor bi cih bûbe,ji ber ku tucarî berî niha,tu kes li wêderê nedîtiye.Pencere vêket û ronî da.Destê xwe avêt cihê wêneyê wê,wêne hîn di bêrîka şerwal de ye.Germahî û bêrîkirina wî ew ber bi avahiya hember wî ve bezandin.Ji bo lê bipirse û sedemên nexuyabûna wê nas bike.Mêrekî şêst salî derî jê re vekir:
-Tu kê dixwazî ?
- Ev mala...?
Mêrê şêst salî,enî qermiçî,pirsa wî birrî bû:
- Em nû li vir bi cih bûne,em tiştekî ne li ser avahiyê û ne jî li ser xelkê wê dizanin.
Mêrik kêlîkekê di cihê xwe de sar ma.Bi girtina derî re veciniqî.Vegeriya xaniyê bin erdê.Cilên xwe yeko yeko ji xwe kirin û tazî xwe li ser text dirêj kir.Dilê wî ket erdê,lê nêrî.Wêneyê ku ketibû solê de bala wî kişand.Ev çi wêneyekî efsaneyî ye...Vêca ji bêrîka şerwal xwe berda hundirê solê.Li deriyê dilê xwe xist.Dîsa bûbû avahî.Derbas bû.Hundir vikî vala bû.Lê ne gelekî tarî bû.Ne teqreq,ne kes û ne jî pêjin,ji bilî tirsê tiştek nîne,valabûneke fireh û mezin bû.Ji her demê bêtir tirsê cihê xwe girtibû.Ji dil dixwest ku ev teqreq,ev reşikên şevê û kesên nenas vegerin.Tiştê bêtir tirs dixist hinava bêdengiyê teperepa basikên qirakên ku li ser serê wî belavbûyî bûn.Di agirê tenêtiyê de debar nedikir.Mêrik pişta xwe da avahiyê.Bi bazdan ji dilê xwe yê ku her û her teng dibe,derket.Jibîrkir ku derî bigre.Qirakên har berra dû dan heta ku kete xaniyê bin erdê.Li vir bêrîk û sol tev de li nav hevdu xistin ji bo wêneyê wê.Ne wêne û ne tu şop jî ji wêne li wan deveran hebû.Qirakan xwe li ser textê wî danîn.Bi basikên xwe gewdeyê wî yê tazî nixumandin.Derb li dû derbê hatin sînga wî.Bi sedan qirakên mezin li ser serê wî civiyan û destpêkirin çavên wî dan ber nikilên tûj.
............................................................................................................................... |