TÎSKÊN KERÊ SIPÎ
Ma we hêçketina deve dîtiye ?
Kerê min ji wî devê ku, belkî we dîtibe, hartir bûbû.Hûnê ji min bawer bikin,ez zanim,tev ku bijîşkê pîç ji min bawer nekir.Çend peyvên wî hîn tên bîra min:
- Min dîtiye kûçik wisa dike,gur jî,lê ker ?. Ev ne mumkine.
Hetanî bi fermangehê ji min bawer nekir.Ma xwene ezê wê xwîna ku ji min rijiya ji bîr bikim? ji ber ku bi lez bi min ve nehatin.Lê hûn bi xwedê kin,eger we deveyekî hêçketî dîtiye,hûnê ji min re bêjin.Ew kerê min î sipî ku ji berî du salan de min ew kirî bû,çerm û hestî bû,di destpêkê de min ew bi ceh û kayê xwedî dikir.Heta ku vê dawiyê min cehê xurrû didayê.Pişt re ez ji we re bi çi sûnd bixum ku,ew bûbû weke yekî ji mala min.Hetanî ku carekê Selamo-destê we maç dike-peyvên cîranan ji min re guheztibûn:
- Ûsivê Dêhno,kerê xwe ji zarokên xwe bêtir delalî dike.
Ez roja xwe bi gazinan pê re derbas dikim, bi du guhên miç li min guhdarî dike,ew jî wisa nake ji bilî gava ku ez pê re dipeyivim,yan jî zire zira kera mê dibihîze.Heta ku min got qey hevale,lê hûn dibînin bê çi bi serê min aniye.Xweska we dîtibûya bê çawa deve hêç dikeve.Sibhan ji xwedê re,zivistana ku min ew kirî bû,hûn dizanin ku ker di zivistanê de erzanin û di havînê de,di dema bistanan de, buhane.Ya giring eve ku di wê zivistanê de peşkek tenê ji baranê nehat.Ya sitar,digel ku takî reş di porê min de nemaye jî,min tu zivistan wekî vê zivistanê zuwa nedît. Dibe ku tê bîra we,dema me bihîst ku mûyek ji mûyên sînga şêx di nav pelên Quranê de dîtin û ev jî yek ji nîşanên qiyametê ye,wek hûn dizanin.Ya giring ewe ku xwedê perda xwe avêtibû ser me û baran bariya.Dema ku me cilên xwe berevajî li xwe kirin,li cem goristanê, li kêleka bajêr, me nimêj kir û me destên xwe ber bi ezmanan ve bilind kirin, hetanî ku tiştê me dixwest dabû me.Lê bi rastî peyva ku hêrs xistibû nava min de ev bû:
- Vî kerê te ev zuwabûn bi ser me de anî.
Hûn bawer dikin ku mirovê li hember rûniştibû,wî jî pişta wî girt û got:
- Eger Palo li virbûya,wê mafê kerê bidayê.
Ev Palo yê han,wekî ku hinek ji we dizanin,gwîzan ji firaxên bavê xwe yên kurkirinê didizî.Ji lingan ve ker û pisîk girêdidan û dest bi jêkirina terî û kîr û guhên wan dikir.Palo cîranê me bû.Carekê diya wî sendoqek mezin mişt terî û guhên ker û pisîkan li qorzîkeke hewşê dîtibûn.Palo dev ji dibistanê berda bû.Van kirinên wî dinya tev de ji bîra wî biribû.Bêhna min pir fireh bûbû gava ku, Palo çû leşkeriyê,leşkeriya ku kerê min ji destê Palo rizgar kir.Lewra,ez jî pir li kerê xwe miqate bûm,hetanî ku vê dawiyê ez ji hinek kirinên wî tirsiyam.Yekcaran tîsk didan.Min sedem di cih de naskir.Yên ziktêr tenê tîskan didin.Serpêhatiyên min yên taybetî ez ajotim ber dergehê vê rastiyê.Kerê min nema guh dida gotinên min.Guhên wî nema miç dibûn.Cara dawîn min talik û zebeş ji bistan didan hev ta ku wan di xurcikê xînim.Min dît ku berê xwe bi du çavên beloq dide min.Dev li zenda min kir.Min got qey henekan dike. Ez hatim ku bikim hewar.Tu tişt li hawirdorên me tunebû.Cî vala bû.Leşkerên tirkan ji hêla bakur de li ser sînorin.Ker diranên xwe bêtir bi ser hev de anîn.Xwedê wekîl be,mîna talikekî tenûrî,dihatim! ku bibim du felqe.Ez pê re xeyidîm.Min bi destê xwe yê din çend kulm lêxistin.Tiliya min ya mezin ya destê rastê hatibû cûtin.Bi hêz min dikir qêrîn.Tilî dicûtin.Min xwîna xwe ya ku ji devê wî diniqutî didît.Ez li ber wî hatim xwar.Her du simên xwe yên pêşî danîn ser sînga min.Ker bûbû deveyekî hêçketî.Gelo we devê hêçketî nedîtine? .Xweska we dîtibana.Ji ber ku ez ji ser hiş çûbûm,min dît ku ji min dûr dikeve û ber bi aliyê rastê de diçe.Li ser riya gundê Hazdê,min dît ku,kesek bi pêş de, ber bi min ve tê.Min nikarîbû li ser lingên xwe bisekiniyama.Mêrik ez li matorê xwe kirim û nifir li leşkerên tirk dikir.Ji min re got:
- Kûçikên sînor gulle berdane te,ne ?
Nayê bîra min bê ka min çi jê re gotibû.Lê bi rastî mêrekî mêrxas bû.Min xwe nedî ji bilî ku ez di nav destên (bijîşkê cilsipî)de me.Wî jî ez derman nedikirim:
- Tu qaçaxçiyî,ne?
Yê polîs jî serê xwe hejand,dixwest min derewîn derxîne:
- Ker ...û vî tiştî tevdî bike !
Heta niha bi min re didin û distînin.Ji min dihat xwestin ku,ez derewan bikim,hetanî xwîna min a ku dihate rijandin, rawestînin.Lê min tu derew nekirin.Erê ker wisa kiriye,ker,ker.Ey serdema ker. Hûn bawer dikin bê kê di wê kêlîkê de derî li min girt?.Kerê min î sipî bi xwe bû û xwîna min a zuwabûyî li ser dev û lingê wî bû.Yekî ji wan digot:
- Ev nîşanên qiyametê ne.
Hêdî hêdî ker nêzîkî min bû.Ji nişkê ve her du çavên wî beloq man û mişt av bûn.Teyê bigota qey dixwaze tiştekî,ku min nizanîbû çiye,ji min re bêje,lê nepeyivî.Bi hêrs zirriya,zîvirî û bi bazdan berê xwe da qereqolê.
...............................................................................................................................................
|