copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Guhê jêkirî

Kêlîka ku ket derî,devê diya wî bi gazekê ji hev vebû:
 - Lawo kanî guhê te Remo...Rebeno.
Bi dengê diya wî re destê wî dirêjî cênîka wî bû.Tiliyên wî li şûna guhê wî yê çepê vala çûn û hatin.Remo veciniqî.Çavên wî çûn  nava serê wî,diya wî bi her du piyên wî girt.Bi çavên mişt pirs li dewsa guhê windayî nerî.Serê wî zîvirand.Guhê rastê di cih de bû.Lê hinekî sor bûbû,gotinên diya wî mîna dilopên tirsê bi ser de hatin xwar:
  - Qey naêşe lawo,kê wilo kir ji te Remo?
 - Na naêşe,sibe ez ê herim cem bijîşk.
Lê (sibe) nehat û... nehat. Raket,rabû dît ku hîn şeve.Demjimêr digeriya.Bû heft.Bû deh.Şev neçû.Rojek din çû,lê roniyê neda ser reşahiyê.Ji nişkê ve bû qerebalix.Xelk derketin nava gund û li çareyekê geriyan ku ji vê rewşê derkevin.Bû xire cira gundiyan:

 - Ka em çi bikin ?!
Hinek beziyan mizgeftê û dest bi nimêj û gaziyan kirin.Hinekan rojî girtin,şekir û berx kirin (sedqe).Sibehê dîsa ro nehat der.Teneke derxistin.Bi dar û bêran kirin teqereq.Weke berê dema ku heyv veşartî dima.Vê carê ne heyv,ne sitêr,ne jî ronahî tiştek nedihat xuyakirin.Her xortin dişandin bajarên dûr ji bo ji reşahiyê rizgar bibin.Wan jî ev bersiv bi xwe re tanîn:
 - Ev karê xwedê ye....Ev ne karê me ye.!
Bi vî awayî gund bûbû kulmek tenî.Dizî pir bû,kuştin zêde bû,kertfiroşên şensê)Yanesîb( bûn bi sedan.Boyaxçî,ettar,dendikfiroş,namûsfiroş,cûzekar,qumarçî,qaçaxçî,bazirganên bê bext,sikakên gund tijî gemar bûn:
  - Gund paqij bû ji her tiştê paqij.
Roj bi roj xelkê ronahî jibîr dikir,bûn hevalê şevê.Reşî bû konê tevan.Karê xwe weke berê berdewam kirin.Lê Remo nikarîbû ev rewş bipejiranda.Ji ber vê yekê ji xwe re bi melûlî digot:
 - Ne dûre ez guhê xwe yê din jî li serkim.
Tevî ku ji diya xwe sedema jêkirina guhê xwe veşart.Lê gelek mirovan pê zanîbû.Rojekê ji rojên xwedê berê xwe da bajêr.Li postê siwar bû,Remo dît ku poste incex pêncî salî bigihêje bajêr.Pîrekek di postê de za.Du,sê jin avis bûn.Dawetin lidarxistin û zewicîn.Dîsa poste negihijt.Hinek mirin,ew bi rê de veşartin û poste negihijt.Remo bû pîzot.Arama wî fûriya,şewitî,hat ku dev li xweke.Poste,terembêl,kemyon,ker,tiştek nehat.Teker teqiyan,ew guhertin.Bû xirecira wî û ajovanê postê.Xwe rakişandin hev.Rêwiyan ew ji hev kirin.Kulmoza leşkeran der bû.Serokê wan zirt lê kirin:
 - Ez ê guhê te yê din jî jêkim eger tu zimanê xwe dirêj bikî.
Remo bawer nedikir ku ev rawestandin ji postê bi xwe ye.Bi xwe nikarîbû.Dengê wî her kêlîkê bilind dibû:
 - Bi xwedê ev sûcê ajovanê xeware.
Xwest ku ajovan (dergisyon)bide dest wî. Lê ji tirsa leşkeran newêrî bû. Pite pita wî ji guhê ajovan neket.Rêwiyên siwarên postê li ber dilê wî didan û digotin:
 - Remo em tev de wek te ne,ma qey tu ji me çêtirî?
Yekî qelew ji dawiya postê xwe rakişand Remo.Bi rûyekî tirş got:
- Ma qey tu ji xatûnêyî û em ji cêriyê ne law ?De bihêle poste bimeşe.Te serê me gêj kir heyran.Xwedê ji te razî be,em dixwazin rakevin.
Piste pist xurt bû.Remo kêfxweş bû,çend mirovên din ketin rêza wî,zarokan dest bi girî kirin.Bêtir kêfa wî hat.Çare ewe ku ew bibe ajovan.Lê dema ku nêzîkayî li ajovan kir,tiliya wî çû ser bişkokeke sor û dewisand.Poste mişt leşkerên har bû.Bi qepera Remo girtin.Tu kesî negot çima,bû bire bira leşkeran:
 - Kî mêre wê serê xwe rake,wek Remo!
Serî tev bi hev re tewiyan.Kêrekê guhê Remo xist ber lingên wan.Xwîn bi qirikê ve herikî,gewdê wî jî hate xwar.Li erdê bû wek kelax.Leşkerekî guhê jêkirî bilind kir û bi sistî got:
 - Vî guhî ji bîr nekin ha.! Ceza wî eve yê ku dilê ajovanê me bihêle.
Remo yê bêhiş bi xwe re vegerandin û xelkê dest bi xewê kir.Ji xewê radibûn,xewa wan dihat.Berdestkê ajovan jî av dida yê şiyar.Tu kesî nizanî bû ku ew av tijî dermanê xewê ye.Tev de xewixîn.Gêj bûn.Gelek caran ajovan radiket û poste wilo diherikî.Kesekî newêrî bû bigota (na) yan (çima?).Ajovan di bin simbêlan re dikeniya dema didît ku her yek li ser guhê xwe yan pozê xwe,ditirse.Ew şeva giran nema xwe ji ser gund dida alî.Reşî bû kirasekî ji hesin û xwe li laşê gund pêça.Remo li gund bû Remoyê bi guhekî.Gundî,her yek bi xwe daketibû.Çi dibû,çi dihat serê wan,digotin:
  - Ev qedera me ye.
Koçên biyaniyan li hawîrdorên gund bûn xelek.Fermangehê erdê gundiyan giş li wan parvekir.Tev de kirin xwedî qad û malên çemento.Çandinî,terektor,terembêl,demançe,çek dan wan.Gundî ketin hev de ji ber tirsa leşker û biyaniyan.Hinekan malên xwe ji wan re vekirin û di nav hev de gotin:
 - Qedera me ye.
Lê biyanî bi birina erdan tenê qayîl nebûn.Bistan talan dikirin.Ava çem gemar dikirin,çavên xwe berdan bênderên gund.Cênîkên Remo lêxistin.Di xwe de keliya:
 - Heta vir û bes!.Sibe wê bên jinên me ji me bistînin.Ket nav gundiyan û zengilê xeterê lêxist.Hinekan cilikên bênamûsiyê avêtin ser çavên xwe û mîna çirçirkan rawestiyan.Lê ji serpêhatiya postê zanîbû ku pişta wî li dîwarekî ji kayê ye.Ev gundiyên pepûk tu carî fêrnebûne ku serê xwe hildin li ber zora biyaniyan ku dewlet ji wan re bûbû bav:
 - Em ê bi zorê bênderan bajon.Mafê me ye!.Dewleta me ya (hevpar)ev daye me.
Gundiyan rahiştin dar û bêrên xwe û berê xwe dan cihê ku biyaniyan terektorên xwe amade kiribûn ji bo ajotina erdê bênderan.Tev deyekdest derketin pêşiya wan û qêrîna Remo bilind dibû:
 - Em vê zorê qebûl nakin.Yan em kuştî yan em nahêlin hûn bênderên me bajon.
Deng tevlîhev bûn:
- Ji xwedê bitirsin lawo.Ma qey çavên we têr nabin?.Xwedê mala we xera bike.Xwîna we rijiyaye çavên we bavo.
Biyaniyan bi zimanê xwe vedigerandin:
 - Cihê hûn jê hatine,vegerinê.Divê hûn malên xwe barkin,ne em.
Xuyabû peyv nema sûd dikin.Bi dar û bêran ketin nav hev.Wê şevê mêr û xortên gund hemû mêvanên zindanê bûn.Şeva din bênder tev de ajotin.Di bin siya demançên leşkeran de,biyaniyan genimê xwe çandin.Gundî tev de lingkul,devbixwîn,serpelixî vegeriyan malên xwe.Bû kûrekûra diya wî û desmalek da dest ji bo şûna her du guhên jêkirî veşêre.Bi dengekî xav jê re got:
 - Qey qedera me ye ku hetanî mirinê em kole bimînin.
Remo ma bê guh.Goştê wî,dem bi dem,dadiwerivî,canê wî zuha dibû,çavên wî sist dibûn.Li neynikê dinerî,ji xwe ditirsiya,her dihat ku bipeyive zimanê wî dibû textikek kevin.Kerteke sar ji bêrîka xwe derxist.Bi çavin tijî mirin lê nerî,xwend ( Biyaniyên.....)Nifûsa wî di nav her deh tiliyên wî de qeto qeto bû.Di pencerê re qetên nifûsê li bahozê siwar hatin.Bûn cîq û firiyan heta ku winda bûn.Remo tengirî bû.Derket devê derî,dengê diya wî hatê:
 - Vê şevê tê herî ku lawo?
- Ez ê herim nav gund yadê.
Gundî bi qelemaçan dilîzin.Malek bê qelemaç tuneye.Remo gavek avêt.Li gewdê xwe nerî,destê wî jêket.Vegeriya rahişt destê xwe û meşiya.Hemrîn hate bîra wî,qîza Cemşîd,yara wî ya zemanekî,dema ku du guhên wî hebûn,dema ku mirov bû.Lê dema ku navê wî bû Remo yê bi guhekî Hemrînê hat guhertin,ji wî ditirsiya û jê dûrdiket.Çawa berê dema wî didît,kulîlk li rû diketin,niha wilqasî madtirş û rûzuha dibe dema wî dibîne.Lingê Remo hilweşiya,ket,li dû ma,zîvirî,di ber xwe de got:
 - Wek diya min dibêje,ev jî qedera min e.
Pisîkeke sipî xist çewalekî û berê xwe da gir-mezelê gund-.Li cem gora bavê xwe koncalek kola.Rahişt pisîka sipî,her du destên xwe li qirika pisîkê pêçan,û bêhn lê çikand.Ew fetisand,zîqînî ji pisîkê hat û termê wê li ber sola wî ket.Di guhê pisîkê de bi nermî digot:
 - Tu Hemrînêyî...Navê te Hemrîne.....
....û keniya.
Laşê pisîkê di koncalê de dirêj kir û di bin axê de veşart.Komek kevir danî jora axê.Li qelavîzka rûnişt û serê xwe danî ser her du çogên xwe.Dest bi girî kir,çav lê sor bûn,xwest vegere mal.Bi rê de,serê wî jêket,gindirî nav heriyê,matmayî ma:
 - Havîn û herî!
Devê wî bi du lêvên pûç peyivî:
 - Tu çi serê xwe dêşînî.Ro nema tê,nema tê.
Her du çav ji cih derketin û hêsir barandin:
 - Ji bo xwedê tê razê....Te xew li me kiriye hesret.
Pozê wî yê ketî kire xinexin:
 - Hemrînê çû û hey çûûû.
Enî qul bû,şikest.Mejiyê wî li nav heriya rê rijiya û got:
- Li min bibore Remo ku,ez bûm sedema êşên te.Lê zanibe,dilê te jî,alî min kir hetanî ku me temenê te tunekir.
Dilê wî mîna gogeke sor di heriyê de çikiya:
- Ez berê kuştî me,kuştî jî nikarin tu kesî bikujin.
Dil,mejî,çav,dev,poz û ling tev de di reşiyê de bûn.Ketin nav hev,bûn laşek,bûn mirovek perîşan û jar navê wî Remo ye.Remo vegeriya mal.Derî vekir,şev dereng bû.Mala wî du ode bû,yek ya diya wî bû yek jî ya wî bû.Bêriya diya xwe kiribû.Perî dihatin bîra wî,dema diya xwe raketî didît.Destê xwe peland.Derî li diya xwe vekir,qêjîniya kûçikekî birîndar jê hat.
Termê diya wî,ye werîs li qirika wê gerandî,li valahiya odê dihejiya û pisîkeke sipî,mezin û qelew û birçî,li hêviya ketina laşê diya wî bû.Saw kete nav xwîna wî,tevzînokan goştê wî cûtin.Reviya derî bi hêz gir,xwest ku têkeve oda xwe.Bi zirzî derî vekir.Çavên wî ketin du çavên fireh û beloq de.Laşê wî jî,weke yê diya wî,di dilê reşiyê de daleqndî dihejiya.Li zimanê xwe yê kişiyayî ziq dinerî û mîna dîwarekî derizî hate xwarê.
...........................................................................................................................................................