copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

 

Ev hevpeyvîn ligel Rojnameya Ozgur Politika çêbûye

Hevpeyvîn: Yeko Ardil

Ev projeya Gava Sêyemîn ji ku derket, berê jî hizrek wiha li gel te hebû yan na?

Ji berê de,vê yekê bala min kişandinû ku hemû pirtûkên kurdî yên ku têne weşandin,bê nirxandin û rexnekirin dimînin.Gava ku ez ji welêt derketim û derfeta karê di televizyoneke kurdî de li ber min vebû,yekser bala min çû ser dagirtina vê valahiyê.Jixwe bernamê navê xwe jî ji wir girtiye.Gava yekem nivîsandine,ya duyem xwendine,gava sêyem jî dê nirxandin û rexnekirin be.Her çiqasî bernameyeke televizyonê nikaribe bi karekî weha giran rabe,lê dîsa jî dibe bizavek ber bi vekirina deriyê danasîn û nirxandina pirtûkên Kurdî ve.

Çend salên te li gel Gava Sêyemîn temam bûn?


Bernama yekem di 11.11.2000 î de,di MezopotamyaTV de hate weşandin.Bername destpêkê her du heftan carekê bû,lê pişt re bû heftane.Pişt re di MedyaTV de  û niha jî di  RojTV de berdewam tê weşandin.

Di bernameçêkerinê de çiqas serkeftî yî, bername gihiştiye armanca xwe, bi çavên Helîmê rexnegir gava tu li xwe binêrî?

Ez bixwe nikarim bibim xwediyê nirxandineke weha ku ez bêjim,di bernameçêkirinê de serkeftî me yan na.Lê divê ez li xwe mikur bêm ku min li gor derfetên ku rewşa nivîskariya kurdî dide mirov destpêkir.Herweha li gor rewşa televizyona kurdî û weşana wê ya ji derveyî welêt.Bernama ku min dixwest ez sazbikim bi awayekî din bû.Du rexnegirên pispor ligel nivîskarê pirtûkê têkevin nav gengeşiyeke wêjeyî,û di encamê de,mirov bi dîtinene zelal-weke nirxandin-ji bernamê derkeve,lê ev tişt ,ji ber wan her du sedemên me gotin,ne gengaz bû.Ji bilî wê imkanên ku ji hêla televizyonê ve,ji bo bernameyeke weha,têne veqetandin bi sînorin.Weke mînak,ji bilî kamîra û derhêneriyê,hemû amadekariyên din ez bi tena swerê xwe dikim.Eger du alîkarên din hebûna wê rewşa bernamê jî bi awayekî din bûya.

Teqrîben chiqas kes li te bûne mêvan, heta niha?

Heta niha zêdeyî sed û bîst nivîskarî bûne mêvanê bernamê.

We heta niha çi ji hevdu fahm kiriye?

Armanca bernamê ne ewe ku ez û ew çi ji hevdu fêmbikin,armanc ewe ku hinekî rewşa wêje û çanda kurdî bê nîşandan û zemîneke hevnaskirinê bê sazkirin.Mezintirîn pirsgirêka kurdan ewe ku heta niha baş hevdu nasnakin.Hevnenaskirin jî dibe sedema nefret û jihevdûrketinê.Di jiyanê de jî wehaye,tu nikarî ji mirovekî ku tu wî nasnakî hezbikî.Kurd heta niha nivîskarên xwe nasnakin.Nivîskarên kurd hevdu û berhemên hevdu nasnakin.Nivîskarek li başûr tê xwendin û hezkirin li bakur nayê naskirin û berevajî vê yekê jî raste.Di vê çarçovê de,ji kovar û rojnameyan bêtir televizyon dikare rolekê bilîze.Bi taybetî bernameyên wêjeyî.Ji her tiştî bêtir wêje dikare sînorên di nav kurdan de rake.Lê pirs ewe,gelo, di televizyonên kurdan de,çiqas dem û çiqas  imkan ji bernameyên weha re têne veqetandin.

Ji ewçend mêvan û berheman hizr an jî tabloya ku di serê te de pêkhatiye, çi ye?

Her çendî ne bi dilê min be,lê dîsa jî ez neçarim vê rastiya tal bibêjim.Berî ez dest bi vê bernamê bikim,min nizanîbû ku ewqas pirsgirêkên wêje û çanda kurdî alozin.Dibe ku sedem derketina min a derveyî welêt be jî.Li derve asoyên dîtin û naskirinê firehtir û mezintirin.Hem mana li derve û hem jî karê bernamê rê li ber têkiliyên nû vekirin.Dema kurdek li perçeyekî Kurdistanê dijî bêtir mijûlî pirsgirêkên wî perçeyî dibe,lê li derve û bi çêkirina bernameyeke weha re mirov neçare ku mijûlî pirsgirêkên wêjeyî yên her çar perçeyên Kurdistanê bibe.Birînên her perçeyekî ji Kanserê girantirin,îca çawa ku mirov rahije birînên her çar perçan.Birîn kûrtir,girantir û tablo dijwartir û aloztir xuya dike

Te bi xwe jî bi erebî dest bi nivîsînê kir û dûre li kurdî vegeriyayî. Gava tu li wan rojan vegerî û ji wir de li îro binêrî, çi guherîn hene?

Ez herdem dibêjim ku ez bi du zimanan dinîvisînim û herweha berdewam jî dikim.Guhertina ku van salên dawiyê bi xwe re anîn ewe ku xwendin û nivîsandina bi kurdî bêtir ez ber bi xwe ve kişandime.Bi derketina ji Sûryê, xwendina bi erebî,derdor,jêder û çavkanî,li ber dest kêm bûn.Vê yekê bandora xwe li nivîsandina min ya bi erebî kiriye.Ez tucarî nabêjim ku divê Kurd bi erebî,tirkî û farisî nenîvisînin.Na,divê kurdên ku di van her sê zimanan de serkeftî, hebin,lê berî her zimanî zimanê dayikê.Pêwîstiya kurdan bi pênûsên xurt,di zimanên din de,heye.Divê di her zimanî de kurdên ku karibin vê êşa me ya mezin ragihînin,hebin.

Serpêhatiyên te yên balkêş bi mêvanên te re çi ne? Gelo piştî rexneyên te dilê kesî/ê ji te dimîne?

Bûyera herî balkêş di çêkirina vê bernamê de ewe ku mêvanê min î yekem Mehmûd Baksî bû.piştî tomarkirina bernamê bi demeke kin,koça xwe ya dawî kir.Min ji xwe re got ku destpêk wehabe,dê îş xerab be.Her mêvanek bê,vegere malê,bimre.Naxwe,wê ev bername di demeke kin de bibe sedema qirkirina nivîskarên kurd.
Lê weha nebû,bername berdewam dike û roj bi roj,elhemdulilah,nivîskarên kurd pirtir dibin.
Bê guman,mêvanên ku aciz dibin jî hene û yên ku sixêf jî kirine hene.Lê yên ku rexne kirine,tunene.Tenê birêz Medenî Ferho carekê bername mîna rûniştina li ser kursiyê mirinê û pirsên min jî mîna pirsên axretê binavkiribû.

Kesê ku tu herî zêde jê memnûn mayî û te gotibe; başe ku ev hat bernameya min kî ye?

Gelek kes hene.Gelek nivîskarên kurd hene ku hatina wan î bernamê ez kêfxweş kirime.Ji piraniya wan memnûnim.Hinek tên ji bo li pesindanê guhdarî bikin,gava ku nabînin aciz dibin û dixeyidin.Yek ji wan birêz Mamet Uzun,piştî tomarkirina bernamê ji birêveberiya televizyonê xwest ku bername neyê weşandin,lê bi ya wî nebû.

Xwerexneyiya te ya li ser bernameyê heye? An jî rexneyên hin derdoran çêdibin, wekî mînak tê guhê me ku dibêjin: Helîm kesên hezkirî an jî nêzîkê xwe tîne bernameyê...gelo tu bêedaletiyekê wiha dikî yan jî ev gotegot in? An jî; pîvanên te (belkî jî yên tv yê bin) çi ne, ji bo beçdarîkirina bernameyê?

Ji sedî sed wê kêmaniyên min di vî karî de hebin.Tiştê ku ji min tê,ez dikim.Lê her tişt jî,ne mumkine ji mirov bê.Hinek nivîskar hene,ez wan nasnakim û min berhemên wan nedîtine û navnîşana wan jî nizanim,ka ez ê çawa wan vexwendî bernamê bikim.Hinek nivîskar hene ku nikarin bên cihê ku televizyon lê ye ( Ewrupa ).Hinek hene nayên televizyonê....Ne kesên nêzîkî xwe,belê her kesê ku berhema wî ketibe destê min û imkana hatina wî hebe,ez hewil didim ku bê bernamê.Birêveberiya televizyonê,ji bilî aliyên teknîkî,têkildarî kar û barê bernama Gava sêyemîn nabe.Pîvana ku ji bo beşdariya di vê bernamêde heye tenê ewe ku mêvan xwedî berhemeke wêjeya kurdî be,an jî xwedî kedeke berbiçav be di vî warî de.
Eger kesekî,e ku li gora vê pîvanê hebe,û imkaniya hatina wî hebe, û hayê me jê tunebe,ew dikarin me agahdar bikin û em ê bi kêfxweşî wî vexwendînin bernamê.Li aliyê din jî gelek rexne tên ji me re li ser hinek mêvanên ku ne di asteke rewşwnbîrî yî layiq û baş de ne.Lê,armanceke din jî ji yên vê bernamê ewe ku rewş û asta vanên xwedî berhem,çi qenc çi xerab, li ber çavan raxîne.

Bandora sirgûniyê ya li ser hunera te çawa çêbû?

Ez bi kurtayî dikarim bêjim ku sirgunî ji bo min ne tiştekî nû ye.Heta niha min piraniya jiyana xwe li sê deveran qedandiye.Amûdê,Helebê û Elmanyayê.Ez li her sê deveran jî sirgun bûm.Min sirguniyek bi yeke din guhertiye.Sirguniya li Amûdê ez tê de dijiyam bi gelekî ji vê sirguniya li Elmanyayê dijwartir bû.Sirguniya giyan û hiş ji sirguniya fîzîkî bê exlaqtire.Ji bo min dunya hemû sirgune.

 

 

Tu di romana kurdî de behsa Cihekî Sêyemîn dikî, ku ev jî ji bo kurdên bi zimanên biyaniyan dinivîsinin derbasdar e, ev cih çi ye, naveroka wê çi ye?

Di baweriya min de,em neheqiyekê li wan nivîskaran dikin ewên ku kurdin û bi zimanên din dinîvisînin,dema ku em wan li derveyî wêjeya kurdî û li derveyî çanda kurdî dibînin û em wan weke nivîskarên ereb,tirk,faris binirxînin.Bi taybetî ewên ku ji bo kurdayetiya mijarên berhemên xwe û ji bo helwestên xwe ji hêla desthilatdarên van zimanan ve têne redkirin.Mînaka herî naskirî ji bo me Selîm Berekat e.Raste ne nivîskarekî zimanê kurdî ye,lê ne nivîskarekî erebe jî.Di pêvajoya wêje û edebiyata kurdî de divê ked û berhemên vanên weha neyê jibîrkirin.Her divê cihê wan hebe.Cihê wan ne di nav wêjeya kurdî de ye,lê nivîskarin kurdin,ne tenê weku regez,belê weku naveroka berhem jî,ji lew re divê cihekî sêyem ji bo wan bê dîtin.

Tu hê jî bi erebî dinivîsînî? Li gorî te kurd çima nikarin dev ji zimanên serdestan berdin?


Mafê te û pirseke weha hebû,dema ku tenê min bi erebî binîvisanda.Lê di ber nivîsandina bi zimanê xwe re,ez carcaran bi erebî jî dinîvisînim.Xwezî min karîba bi hinek zimanên din jî binîvisanda.Hemû ziman têra vê êşa me nakin.Carna qêrîna mirov bi hewceye ku bi hemû zimanan belav bibe,da ku bêtir bê fêmkirin,da ku firehtir,bilindtir û zelaltir bibe.Pêwîstiya me bi nivîsandina bi zimanê serdestan jî heye.Divê ji serdestan re bi zimanê wan bê gotin bê em kîne û rastiya me çiye.Têgihijtin tênegihijtin,ew tiştekî dine.Jixwe serdestên ku Kurdistan di nav xwe de perçekirine tenê ji zimanê sîlah fêmdikin û tenê dengê çekan diçe guhên wan,lê ez fêm nakim çima em ewqasî didin pey xeyalên vala.Hetanî ev rewşa bindestiyê û zor û qedexekirinê li welatê me hebe,wê hejmareke mezin ji kurdên me jî, ji neçarî bi zimanên wan serdestan bixwînin û binîvisînin.Divê tekoşîneke dijwar ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerda dibistanan û zanîngehan lidarkeve.Divê Kurdî bibe zimanê bazarê û wesîleya qezenckirina kar û pera û alaveke pêwîst ji bo jiyanê.Wê gavê wê Kurd bi zimanê xwe bijîn,ne bi yê serdestan.Mesele bi xwestek û hêviyan çareser nabe.

Bang, peyam an jî xwestekeke te ya dawî heye?

Xwesteka min a dawî ewe ku em hinekî din bê kompleks tevbigerin.Ji xwestek û daxwazên xal û xwarzê,hevalo delalo,derbasî peydabûna riyên çareseriyeke zanistî,ji pirsgirêkên xwe yên bingehîn re,bibin.