Wêjeya Kurdî li rojavayê Kurdistanê Helîm Yûsiv Çend agahiyên dirokî: Bi hatina şerê cihanê yê yekemin re, û bi ketina "mirovê nexweş" - imperatorya Osmanî re, Inglîz u Firensiyan berê xwe dan rojhilat û bi li hevhatina 1916 an,ya ku bi navê Saykis-Bîko tê naskirin, Kurdistan je pêre hate perçekirin û li her aliyekî ji aliyên welatê me rewşeke cihê û taybet hate çêkirin. Weha ji bilî başûr û rojhilat beşek ma girêdayî dewleta Sûriyê - binxetê - û beşê dî - serxetê - bi dewleta Tirk ve girêdayî ma. Serxet (bakur) û binxet (Rojava, an Başûrê biçûk), ev binavkirin ji wê xeta hesini ya tirênê ya ku dinavbera herdû beşan de wek sînor bi cih bûye, hatîye kirin. Di bîraninên xwe de Cegerxwin li ser hatina Firensa weha nivîsandîye : "Firansa carekê di sala 1920´an de hate Cizîrê. Li gundê Qîrogero leşkergeha xwe çêkir û dest bi zor û setemê kir."(1) Lê melayê Namî weha dibêje: "Di sala 1920´an de welat bi tevayî, ango welatê Sûriya dikete bin destê hikûmeta Firensa de. Di sala 1923´an de leşkerê Firensawî digihîşte herême Cizîrê û di gulana wê salê de, bi tank û topên xwe ve çadir û xeyfetên xwe li ber çemê Qîro vegirtin. (Qîro li ber ava çemê Cerihê Girekî biçûk e, dikeve başûrê bajarê Tirbesipiyê)"(2). Di nav vê tevliheviyê de û piştî avakirna komara Tirk li ser hesabê qirkirin û binpêkirina miletên dî serhîldan û şoreşan Kurden jî dest pê kirin û bi taybetî şoreşa 1925´an û têkçûna wê ko bû sedema reva ronakbîr û şoreşgên Kurdan ber bi binxetê û berdewamkirina kar û barên xwe yên şoreşgerî û rewşenbirî. Di vê tiyêde vî karî bi sazkirina Xoybûnê di sala 1927´an de encam da. Di pirtûka "Dîmenin ji dîroka winda" em van agahiyan dixwînin: "Di sala 1927´an de civata Xoybûnê hat damezrandin û di dîroka Kurdan de bû rêxistineke pirr giring... Malikên Xoybûne li bajar û gundên Kurdan hatin avakirin. Malik ji pênc endaman pêk dihat.."(Rûpel 33). Pirraniya birêvebir û endamên Xoybûnê ji bakurê Kurdistanê bûn lê cih û giraniya karê wê, ji bilî bakur, bêhtir li rojava - başûrê biçûk - bandora xwe dihişt. Ji nav refên wê Mîr Celadet Elî Bedir Xan li Şamê dest bi weşandina kovara HAWARê kir. Ev kovar bû hîmê bingehîn di rêya damezrandina alfabêya Kurdî ya Latînî de. Ne wilo tenê, belê bû bingeha ziman, çîrok û helbesta Kurdî - zaravê Kurmancî - ya nûjen. Celadet li gel birayê xwe kamîran bi derxistina HAWAR û RONAHÎ re ji salên 1932´an de heta 1946´an qonaxa dîrokî di warê sazkirina ziman û wêjeya Kurdî ya nûjen de dan damezrandin. Gelek navên din wek Osman Sebrî, Nûridîn Zaza, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Ehmedê namî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar û gelekên din pê re bûn û bûn xwedî roleke giring di vê pêvajoya dîrokî de weke nifşekî damezrêner yên destpêkê. Bandora karê her navekî ji van dikare bibie mijareke serbixwe lê ji encamên vî karî, ji hêla rêxistinî de, mirov dikare li ser mînakeke biçûk û berbiçav raweste (Nadiya ciwanên Kurd li Amûdê). Cegerxwîn dibêje: "Di sala 1937´an de Amûd şewitî û talan bû. Di sala 1938´an de, me li wir Nadiya Ciwankurd vekir" (Rûpel 225). Lê Mele Naiyifê Heso (Seydayê Tîrêj) vê serpêhatiyê bêhtir dide xwiyakirin: "Di havîna sala 1938´an de, li gor biryara civata Xoybûnê Nadiya Ciwankurd li bajarê Amûdê hate damezrandin. Serok û berpirsiyarê wê Mihemed Elî Şêxmûs (Şiwêş) bû. Di vê nadiyê de dibistanek zimanê Kurdî hate vekirin û cara pêşîn bû ku xortên Kurd bi zimanê dayika xwe û di dibistanek Kurdî de dixwendin. Temenê xwendevanan 15 sal û bi jor de bû... Di nadiyê de Koma Rêçenasên Kurd (Koma Keşafên Kurd) hate çêkirin... Cara yekemîn bû ko rêÇenasên Kurd di kolan û cadeyên Amûdê de, bi cilên xwe yên wek hev.. û li ser sînga her rêçenasekî ala rengîn, ala kesk û sor û zer, çikandî bû.. û merrş û sirûdên Kurdî digotin."3 Ji hêla din de jî rola "Hicreyên Feqehan" berbiçave, ko heta wê demê bi sedan ciwanên Kurd di xwendegehên oldariyê de perwerde dibûn. Her çiqasî xwendina dersên olî bi zimanê Erebî jî be, lê dîsa bi Kurdî dihate şîrovekirin. Şêx Efîfê Huseynî, yek ji wan "Talib"an yên feqehan, pirtûkên ko di hucreyan de dihatein xwendin dihejmêre, ji wan "Zirûf û terkîb di nehwê de" (bi Erebî: El-Zirûf welterkîb fî Elnehû), dibêje ko hatibû wergerandin bo zimanê Kurdî4. Weha 19 pirtûkan dihejmêre ko bi tevayî li ser "Nehû, rêziman" Erebî ne. Ev yek xaleke pirr balê dikşîne ko hemû pirtûkên ko gerek ji bo perwerdekirineke olî bin, bi tevayî pirtûkên perwerdekirina zimanê Erebî bûn. Bi vê yekê helwesta Mele Şêxmûs an (Cegerxwîn) weke feqehekî ko di van hucreyan de bû, tê fêhmkirin ko dijminayîyeke dijwar bi mele û şêx û hemû girêdanên çewt yên Kurdan bi Islamê re da meşandin. Bê guman di çarçew mijara me de Cegerxwîn dikare bibe rawestgeheke serbixwe. Cegerxwîn û rola wî di pêşxistina wêjeya Kurdî de Piştî rawestandina HAWAR, RONAHÎ, STÊR û ROJA NÛ û belavbûna rêxistina Xoybûnê li gel guhertinên ko siyaseta cîhanê û ya dewletên dagîrker ji aliyekî de û xwenûkirina Kurdan jî ji hêla rêxistinî ve, bi giştî ji bilî Cegerxwîn hemû rewşenbîr û nivîskarên Kurd di bin tarîbûna rewşa siyasî de bêdeng, bê berhem û bê pirtûk man û nivîsên wan, heta berî demekê kurt, mabûn malên rûpelên HAWARê û yên dîrokê. Hetanî, di warêrojnamegirya bi Kurdî de, bêdengiyê ji 1946´an de dest pê kir heta 1968´an ko Cegerxwîn bi derxistina kovara Gulîstan ev bêdengî şikand. Herweha berhemên wî mîna baranê bi ser zuhabûna erda wêjeyê de dibariyan (1. Pirîsk û pêtî, 1945, Şam; 2. Sewra Azadî, 1954, Şam; 3. Kîme ez?, 1973, Beyrût; 4. Ronak, 1980, Rojanû, Stockholm; 5. Zend-Avesta, 1981, Rojanû, Stockholm; 6. Şefeq, 1982, Rojanû, Stockholm; 7. Hêvî, 1983, Rojanû, Stockholm; 8. Aşitî, 1985, Rojanû, Stockholm). Li gel nivîsên mîna Cîm û Gulperî, 1984; Gotinên pêşiyan, 1957; Destûra zimanê Kurdî, 1961; Ferheng 1+2, 1962; Salar û Mîdya, 1973; Tarîxa Kurdistan 1+2, 1985-87; Folklora Kurdî, 1988; Jînenîgariya min, 1995. Ji sala 1958´an û vir de, tevgera Kurdan ya siyasî hatiye avakirin. Lê hemû hewldanên Kurdan ber bi destxistina mafên bingehîn ve heta niha bi ser neketine. Ji salên 1958´an de û vir de eynî siyaseta kevn ya inkarkirinê tê meşandin. Ji bilî mana zêdeyî 150.000 Kurd bê nasname û ji bilî projeyê kembera Erebî bi hemû encamên xwe yên siyasî, civakî û aborî yên xerab, bi her haî erebkirina nav û deverên Kurdan berdewam e. Herweha qedexekirina ziman û çand û hebûnê bi tevayî berdewam e. Di hundurê vê rewşa dijwar de û li bin siyê, wêjeya Kurdî li ber xwe dide. Rola kovar û rojnameyan Heta niha tu rojnameyên rojane an heftane derneketine. Pêwîste bê gotin ko, bi giştî, kovar û rojnameyên Kurdî girêdayî rêxistinên siyasî ne. Li gel ko li ser bergên hemû kovaran dihate nivîsandin "derbixwe", lê rastî tiştekî dî bû, Ji bilî çend mînakên awarte mîna Aso an Gurzek gul an Zanîn û vê dawiyê Zevî. Ji kovarên ko derketine Gulîstan, Stêr, Pirs, Gelawêj, Xwinav, Rê, Roj, Bihar û Dugir li Swêdê. Pexşana Kurdî (Çîrok û roman) Çîroka Kurdî - Kurmancî- ya nûjen bi çîrokên Hawarê dest pê dike. Bi taybetî çîrokên Nûredîn zaza û çend hevalên wî. Lê hemû çîrok weke pirtûk nehatin çapkirin (van salên dawî hinek gav hatin avêtin, mînak weşanên Nûdem û Apec li Swêdê û weşanxaneya Avesta li Stenbolê). Weha bêdengî heta salên heyştêyî, di warê afrandinê de dirêjdike. Li vêderê hewldanên Cegerxwîn hene ko di 1956´an de Reşoyê Darê li Şamê weşand, ko ew bi xwe çîrokeke gelêrî ye. Li gel çend çîrokên helbestê mîna Cîm û Gulperî (1948, Şam) û Salar û Mîdya (1973, Bêrût). Lê ev hewldan nakevin warê afrandineke pexşaneyî de. Hêdî hêdî, bi weşandina kurteçîrokên "Hêsir û Baran" re yên Bavê Nazê ev bêdengiya dirêj hate şikenandin. Di sala 1987´an de romana xwe ya yekem "Çiyayên bi xwînê avdayî" çapkir. Piştre "Stokholmê te çi dîtiye bêje", roman û çîrokên "Govend li ber mirinê" (1996). Piştî wî navin din derketin. ko bi ber hemên xwe pexşana Kurdî ber bi asoyên nûde ajotin, mîna Çewaz Husên (Siwarê Êşê, 1994), Şahînê Bekirê Soreklî (Namûsa Êmo, Windabûn û berhemin din), Azad Elî (Yên perîşan - Roman), Pîr Rûstem (Çivîkên beravêtî, Pilindir, Pûtvan..) û Çewaz Evdî (Xewaro - Çîrok), Xemgînê Remo (Çîrokên Deşta Mêrdînê), Heybet bavê Helebçe, Qado Şêrîn, Ciwanê Evdal û hinekên din. Helbesta nûjen Dibe ko helbestên Qedrî Can di Hawarê de mînaka herî zelal û berbiçav bin di vî warî de. Lê Cegerxwîn bi şêweyê helbesta xwe gelek nav di bin baskê xwe de hiştin û heta niha. Ji vê malbata hunerî helbestên Tîrêj, Keleş, Salihê Heydo û gelekên din hene ko mane girêdayî kêşsaziyê di warê nivîsandina helbestê de. Lê pêla nûjenyê ya ko helbestên hemû zimana dabû ber xwe weha helbesta Kurdî jîdabû ber xwe ko di van salên dawî debi dehan, eger em nebêjin bi sedan nav derketin. Ji wan Ehmed Huseynî, Tengezarê Marînî, Fethulla Huseynî, Rizoyê Xerzî, Jan Dost, Hekîm Sefqan, Royarê Amedî, Diya Ciwan, Arşevê Oskan, Nezîr Palo, Rûxweşê Zîvar, Mihemed Hemo, Axîn Arif, Ferhadê Îcmo, Hoşeng Broka, Jana Seyda ...hwd. Gelek navên din hene ko xwedî berhemên çapkirî ne, bê guman, ev nav hemû hêjayî lêkolîn û nirxandinên rexneyî ne. Dibe ko valabûna meydana rexnekirinê bûbe yek ji sedemên tevliheviya ko îro di helbesta Kurdî de li dare. Lêkolîn û werger Tunebûna sazgehên çandî rê li ber pêşketina lêkolîn û wergerê girtiye. Hemû keda ko di vê riyê de tê dan encama hewldanên çend kesa ye mîna Mele Ehmedê Zevengî ko kedeke mezin bi şîrovekirina dîwana Melayê Cezîrî daye. Herweha werger û şîrovekirina Jan Dost ji Mem û Zîn re, weha jî lêkolînên hêja yên Konê eş li ser Bedirxaniyan û bi taybetî Mîr Celadet û li ser serhildana mala Eliyê Ûnis û şoreşa Agirî. Li gel lêkolînên Deham Evdilfetah li ser zimanê Kurdî û pirsgirêkên wî, weha jî Izedîn Naso, Keça Kurd û Alan Osman di warê ziman de. Rexne Ji bilî çend nivîsên Deham Evdulfetah û Xalid Mihemed û kurtegotarên kovar û rojnameyên çandî ev meydan hema hema tê xuyakirin. Weha rewşa şanonivîsînê jî bi gelekî neçêtire. Ji bilî kurteşanoyên ko di newrozan de dihatin pêşkêşkirin û çend berhemên Ehmed Ismaîl wê meydanê kêm nav dane pêş. Wêjeya zarokan Kêm nivîsar hene ko berê xwe dane zarokan, yên hene jî bi derengî nivîsandin. Di vê çarçewê de Ferhadê Îçmo (Landik..), Konê Reş (Sîpan..şagirtê Bedirxan) û şeş pirtûkên helbestî yên Younes Behram û çîroka Bizê ya Mistefa Revîd derketine. Bi kurtî, Kurdên erebnvîs Ji encamên dagîrkirina welatê Kurdan pirbûna Kurdên ko bi zimanê wan dagîrkeran dinîvisînin. Ev rewş li her çar perçên Kurdistanê diyare. Ev encameke xwezayî ye (natural). Wê ev rewş bi berdewambûna dagîrkirinê re berdewam bike. Ji ber vê em berhemên van nivîskarên Kurd yên ko bi zimanê biyanî dinîvisînin dixwînin hundur çarçewekê taybet de. Mînaka herî xuyanî berhemên Selîm Berekat in. Ji piştî sala 1973´an debi helbestan dest pê kir û heta niha bi helbest û romanên ko piraniya wan mijara wan pirsgirêkên civaka Kurdî berdewam dike. Di warê lêkolînê de navê Ibrahîm Mehmûd weke lêkolînerekî xwedî ked û berhemên giring xwe dide pêş. Di warê çîrokê de, ji salên heftheftêyî û virde Nîroz Malik û ji heyştêyî û virde E.Rehman Sîdo, Ehmed Umer, Xorşîd Ehmed, E.baqî Yûsif, M. baqî Mihemed, Pîra Yûsif û Rojîn Cima ..h.d. Herweha di helbestê de hamid Bedirxan, Cemîl Darî, Taha Xelîl, Luqman Mehmûd , Mihemed Efîf, Ibrahîm Hiso, Luqman Dêrkî, Ibrahîm Yûsif, Nesret Hebeş, Hisên Hemzê û gelekên din hene ko heta vê gavê bi zimanê erebî berhemên xwe yên wêjeyî diweşînin. Çalakiyên wêjeyî Bi awayekî ne fermî, bi dizî û di zêrzemînan de, di hemû helkeftinên wêjeya Kurdî de, mîna roja rojnamegeriya Kurdî û rojên dî weke roja koçkirina Cegerxwîn, rola koma Xanî ya wêje û çanda Kurdî ko li Helebê karê xwe dike roleke berbiçave. Ji sala 1993´an de, salê carekê di 22 22 meha 10´an de Mihrecanek helbesta Kurdî li dar dikeve. Di 7´ê meha 12´an de ji sala 1997´an de roja çîroka Kurdî sazbû. Li gel belavkirna xelatên çîrok û helbesta Kurdî, weha jî karên hêzên siyasî ko carcaran hinçalakiyên wêjeyî li dar dixînin. Mînaka balkêş karê Kombenda Kawa ya wêje û çanda Kurdî ye ko, li gor agahiyên berpirsê wê, dora 50-60 pirtûkî, pirraniya wan bi Erebî ne, belavkirne. Têbînî Di warê wênesazî - Resm, wênekêşî, şano, xwendina sînema, lîstikvanî û cureyên din yên hunerê - civaka Kurd xwedî derdoreke hunerî ye, lê ji ber ko ev cure ji derveyî mijara vê lêkolînê ne, em li ser wan ranewestiyan. Nirxandinek giştî Bi giştî, berdewamkirina qedexekirina li ser zimanê Kurdî li gel siyaseta "inkarkirin" û çewisandinê rê nadin pêşxistinên giring di warê wêjeya Kurdî de li rojavayê Kurdistanê, binxetê. lê guhertinên nû yên ko ketine rewşa cîhanê de, bi taybetî ji hêla tiknolojî ve, derfetên nû li ber wêjeya Kurdî vedikin. Her çiqasî ev rewş bûbe sedema bingehîn ya koçkirna gelek nivîskar û rewşenbîran jî, lê dîsa Asoyên nû li ber pêşdegavêtinê vekirin, ko dîroka afirandinê vê rastiyê bi xwe re tîne. Pirê caran dijwarî û êşên mezin dikarin wêjeyeke bilind bi afrînin. -------------------------------------
|