Cejna devbixwîn Erê xalo, Ezê rabim serê vê êvarê, careke din, berê xwe bidim xalê xwe yî bi şaşik û cube. Xalê min î qencê xwedê, yê welî û xwedênas û îmam, û cejna wî, careke din, pîroz bikim. Cejna te pîroz be îmamê min, xwedênas û seydayê min. Cejna te pîroz be xalo. Cejna te bi xwîn û kuştin be. Cejna te û xwedayê ku ev pêncî salin tu jêre diçî sicûdê pîroz be, cejna qadî û hevalên wî yên li çarçira ya bidarvekirî pîroz be, cejna apê Mûsa ku bi stiriyên qerf û henekan li hember artêşekê disekinî, pîroz be. Ew tang û top û çekên giran û klaşinkof û zindan hemû li rihê wî dihatin hev, pê nikarîbûn, hetanî ku berê xwe dan hevalên te xalo, berê xwe dan xwedayê te yî mezin û partiyek bi navê wî, subhanehû we teala, çêkirin, û bi emrê xwedayê te xalo, ji paşde hatin apê Mûsa û heftê sal ji pêkenokên şêrîn bi çend gulleyan, li Ameda şehîd, di nav xwînê de hiştin. Ev ne cara dawî bû ku bi navê xwedê pêxemberên kurd dikujin xalo, û ne cara yekem jî bû. Ez qatilan ji çavên wan nas dikim xalo, eynî qatilê wê rojê bû, yê ku dosyayên Aşitiyê yên Qasimlo di nav xwînê de hiştin û çû, xwe avête hembêza yekîtiya Ewrupa ya xweşik, da ku bazarê germ bike û diplomasiya bi xwîn ya dewletên cîran berdewam bike. Hişê Ewrupa di bêrîka wê de ye xalo. Wê di kur re xwîna ku di bin maseyên Resturanta MIKONOS de, hîn zuha nebûye bibîne, û di çend sêwiyên qels de, yên ku Qasimlo yê kuştî li dû xwe hiştine, bifikire. Hîn xwîna serokên te yên kuştî li ser şaşikên Ayetullahan zuha nebûye, û sûretê Xumeynî li mala te daleqandiye xalo. Vaye ezê careke din bêm cejna te pîroz bikim, şaşika te deynim aliyekî, cubeyê te deynim aliyê din, weke ku xwedê tu dayî, te şilfî tazî bikim û di teşteke kurdî de serê te bi xwîna kuştiyên Hewlêrê bişom. Ezê dê û keçên Hewlêrê li hev bicivînim îro, keviran bidim destên wan û bera bên ji bo recmê. Eyd û erefate îro xalo. Kî hêjayî recmê ye, tu, yan ew Iblîsê feqîrî gunehkar. Bela jinên Hewlêrê negrîn îro, bela bên û berê xwe bidin Şamê, cihê peyker û gora Selahudînê Eyûbî, û xweliya salan bi ser serê wî û ( Qudsa wî ya şerîf ) de dakin. Erê xalo. Vaye îro, yekî weke te, hatibû cejna kurdan pîroz bike. Çawa Selahudîn rojên erebên xwe li Qudsê kiribûn cejn, eyn weke wî, vaye hûn jî cejnên me bi xwînê pîroz dikin. Pîroz be xalo, fîdakariya we ya ji bo buhiştê pîroz be. Ji hêlekê de jin xwe bi rext û dînamêtan dipêçe û berê xwe dide cihê vê partiyê, û ji hêla din de mêrekî bi şaşik û cube berê xwe dide cihê wê partiyê, û jixwe piştre bi hevre, li axretê, wê berê xwe bidin buhiştê. Dibe li wir bi hev re bizewicin û zarokin weke te, bawermend bînin xalo, kî dizane ?, û çi bi zarokên Hewlêrê hatibe îro bela bê. Jixwe ku ji dêvla du partiyan ve yekbûya wê kuştî kêmtirbûna xalo, lê xemnake. Wê xwedayê te aciz bibe, eger cejnek bê kuştin di ser kurdan re derbas be, jixwe gunehe xalo, gunehe û tucarî xwedê qebûl nake ku kêf derbasbe Kurdistanê. Ev kurdên sêwî, kurdên bê heval, kurdên bê dost û pişt, çi dikarin bikin ji pêvî ku li ( ey felek bo te dinalim....., ew çima bextê me hoye em bê dost û bê kesin ) careke din û careke din guhdarî bikin.............û divê û divê û divê bibin yekdest xalo. Ev kurdên ku xwedayê te ew di nav Ereb û Tirk û Farisan de ji bîr kirine, ji dêvla ku îro ji bo cejnê herin cem hev, bela ji bo kuştî û birîndarên xwe herin û bên cem hev xalo. Erê xalo. Qatil ji kîna dilê xwe xuyaye, ji nefretê, ji hezkirina xwedayê te jêre, ji wan niqutên xwînê ku ji serê tiliyên wî weşiyan nav ava ku me yê di sibeha cejna qurbanê de vexwaribaya. Qatil xuyaye xalo, waye di hembêza xwedayê te de paldaye û xewnan dibîne. Nasnameya wî tirkî ye, sûrîye,îranîye, erê, eger ne wehabe, dîsa weha ye xalo. Ez mizgîniyeke din didim qatilan, vaye Newroz tê. Kanîn çi diyarî we ji me re ji bo vê cejna ku bê, hazir kirine. Zarokên Elî kîmawî û neviyên ( Eyad ibin Xenem ) ku bi şûrê xwe ev zimanê xwe yî pîroz kiribûn zimanê bav û kalên me. Ezê vê êvarê guleke bi xwîn diyarî Selahudîn bikim û bêjim, heyfa kulîlkên keda te ya zer û mirî, heyfa mêra ku bibin qehremanên malên cîranan û mala wan wêran be, ne heyfa te, lê heyfa xwediyên wê xwînê ya ku herdem û hercar te tîne bîra min. Vaye Newroz hat xalo, emê ji niha de temîniyê li dê û xwişkên xwe bikin, da ku xwe ji hîdad û xemgîniyê re hazir bikin. Xwedayê te tenê dizane xalo bê wê xwîna kurdan li kuderê û çawa di vê Newroza ku bê de bê rijandin. Xwedayê te tenê dizane, ji ber vê jî, waye îro li Hewlêrê di bin simbêlan re dikene. Vaye careke din, Emerîka dilê qatilên me dixe cih de, wan tetmîn dike ku dewleteke kurd çênebe. Soza berdewamiya bindestiya me dide cîranên me yên qatilên zarokên me. Ev ne tenê mêrkuj û qatilên giyanê mirovanin xalo, tu dikarî ji Mehdî Xoşnaw bipirse, bê evên ku îro diyariyên cejna qurbanê ji me re şandin kî bûn. Ev qatilên helbestêne xalo. Helbesta dawî ya ku qatilê wî pê da nivîsandin li ser kuştinê bû xalo. Dibe ku ew efsane ya cejnê, şaş ji me re gotibin xalo, ne berxek bû, û ne beranek bû yê ku bibû cangoriyê xewna Brahîmulxelîl û ji dêvla kurê wî Smaîl ve hatibe serjêkirin. Xwedayê te yî mezin dibe ku mirovek şandibe ser wî çiyayî wê rojê, û kuştina mirovan helal kiribe. Baş zanibe ku kurd ne berxikên Brahîmulxelîlin xalo, da ku herdem û her gav bibin qurbanên baweriyên we. Ji ber vê jî vaye yeko yeko di ser wan dîwarên herifî re, di ber kavilên xewn û dîwarên hilweşiyayî re û di ber wê tizbiyê re ya ku kuştiyekî li pey xwe hiştibû, derbas dibin. Yeko yeko li her sê qatilên cîran dinerin, û wan nas dikin ji wê xwîna kurdan ya ku di bin nenûkên wan de, hişkbûye. Yeko yeko di guhê kurdistana xwe de dibêjin, ez bi qurbana axa te bim û hew. Ez îro bi te û hevalên te daketim xalo û min tiştek ji bîr kir, ji derveyî êşê jî çend peyv di bin zimanê min de hene îro xalo, yek ji wan sipasî ye, Sipas Mehdî Xoşnaw. Sipas Samî Ebdulrehman. Sipas şewket Yezdîn.Sipas .....Sipas ji vî kerwanê şehîdên îro re. Sipas ji bo we hemûyan ku we berê heştê milyon çav, daye ber bi cihekî de, ku we çil milyon dil kiriye yek. Sipas ji we re ku îro we hemû kurd kirin yek. Erê xalo, jibîrneke, vê îna ku bê, dema tu diçî mala xwedê ji bo limêjê, ji dêvla şekirê eydê ve, kulmekê ji xwîna kurdan, bi xwe re bibe ji xwedayê xwe re û bêje, ev diyariya dewletên cîrane ji bo te, dibe ku hinekî kêfa wî ji kurdan re bê, û bihêle ku ev cejna ku tê, xwînê bi xwe re neyne Kurdistanê. Ji bo xwedê xalo, carekê tenê bela ez bibînim ku di cejnekê de zarokek li Kurdistanê bê tirs dikene û pişt re ez mirim jî nebêje rehma xwedê lêbe, ji ber ku ezê kêfxweş çûbim gorê. Erê xalo, Carekê tenê gidî, ma wê çi bibe ku zarokekî kurd bikene û xwedê li kurdistanê neyê xezebê.? Erê xalo, çavê qatilan û dewletên cîran bar nabe, ji ber vê, eger vê carê tu çûyî mizgeftê, ji pêvî ( cîranan ), ji xwe re, ji me re û ji her kesî re duayan bike, belkî xwedayê te carekê tenê dengê te bibihîse û li me û li te bê rehmê.
|