copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Ebû Bekir Çelebî, here ji xwe re karekî din bibîne

Helîm Yûsiv

Di bin siya tunebûna dewleteke Kurdî de, kî bê kar maye, rabûye û ji xwe re di bin navekî seyr de karek dîtiye. Yek ji van navên bê wate û bê naverok (Enstîtu ye...). Di van çend salan de, çar pênc Enstîtuyên kurdî çêbûn û serokên wan jî, mîna dikançiyan, wan Enstîtuyên seyr, bi awayekî seyr bikar tînin.

Hinek ji wan pirojeyan didin aliyên têkildar ên wan dewletên ku lê dijîn û perê wan projeyan dixînin bêrîka xwe û Enstîtuyê mîna dikana malbatê ji bo bêrîka xwe bikar tînin. Hinek jî heykeleke vala ji xwe re kirê dikin û çend bêkaran dibînin ku li pişt du sê komputeran dema xwe derbas bikin û bi  navê lêkolînên li ser ziman û çand û wêjeya kurdî bipeyivin. Hinek jî ....rewş li ber çavaye û her kes vê metelokê dizane (Ji derve de nav giran e, ji hundir de malek wêran e).
Ev raman di serê min de diçûn û hatin dema ku îro di sê malperên kurdî de (A.Welat – Diyarname – Celadet) min ev sernivîs dixwend (Serokê Enstîtuya ziman li Amedê – Ebû Bekir çelebî – dibêje, bila soranî (ji bo kurdî) bibe standart). Kesê ku bixwaze agahiyên berfirehtir li ser vê Enstîtuya seyr û dîtinên serokê wê yên seyr bixwîne, dikare vegere van malperan.

Vê yekê ez, du caran, şaş hiştim. Yek jê ku dîtineke wiha ji -xwedêgiravî - sazgeheke kurdî li Amedê (ne li Hewlêrê yan Silêmaniyê ) derkeve û bi navê serokê wê. Ya din jî ev tevlihevî û (şorbe) ya ku xwediyê vê dîtinê dixwaze bi ser serê me û Kurmanciya me ya şêrîn de birijîne.

Ji hêlekê de serokê birêz doza alfabêya latînî dike û ji hêla din de jî doza bikaranîna gramera soranî dike ya ku mê û nêr tê de nîn e.

Ji bo bikaranîna tîpên latînî dikare vê dîtinê pêşkêşî rewşenbîrên başûr ên soranîaxêv bike û bi taybetî Ferhad Şakelî. Eger ev pêşniyar bê pejirandin, bê guman, wê gaveke bi pêş de be.

Ya din jî, bikaranîna gramera soranî, jixwe gramera soranî ji bo kurmancî qet nabe, ev jî rê li ber vê yekê vedike ku, divê pazde mîlyon kurmanc dev ji kurmancî berdin û bi soranî binîvisînin, heta ku zimanê me standart bibe.!

Behane jî –l igor serokê Enstîtuya ziman a Amedê – ev e (Soranî hem di hêla gramerê de, hem jî di hêla sîstematîk de rûniştiye. Her çiqas hejmara kurmancan zêde be jî îro hêjmara kesên ku bi kurmancî dinivîsîn û dixwînin 5-6 hezar e. Lê bi soranî ne wisa ye. Îro mîlyon û nîvek xwendekarên soranî hene. Di her hêlê de pêş ketiye. Zimanê fermî yê dewletê ye).

Nizanim çima serokê birêz ew qasî serê xwe dêşîne û dûr diçe, him wê kurdên bakur hînî soranî bike û him jî wê kurdên başûr hînî tîpên latînî bike. Û  ya kambaxtir ewe ku mirov vê riyê weke riyeke hêsan bibîne ji bo standartkirina kurdî. Yanî divê yekî diyarbekrî ji dêvla tu çawayî? vê pirsê wiha bike (çonî kakacan?) û ji dêvla ku bibêje rewş xerabe, vê bibêje (wezekanî qore). Ez bawer nakim ku serokê birêz ji rewşa soranî agahdar be yan jî bi soranî zanibe, ji ber ku pêşniyareke wiha tê wateya nezaniya bi bingeh û awayê bikaranîna vî zaravayê kurdî ku him di bin bandora farisî de û him jî di bin bandora erebî de maye.
Ez nizanim ciwamêr ev hejmar (5-6 hezar) ji ku anî ye û ji ew qas mîlyon kurmanc tenê 6 hezar hiştine ku bi kurmancî dixwînin û dinîvisînin. Wiha xuyaye haya serokê birêz ji rewşa kurmancî jî nîn e, ji ber ku hejmareke wiha dikare li rojavayê Kurdistanê (di nav kurdên Sûryê) tenê de bê dîtin.

Bikaranîna Soranî li başûr :

Dema mirov vegere dîroka bikaranîna vî zaravayî li başûr, berî her tiştî, bêhna plan û projeyên perçekirin û jihevdûrxistina kurdan tê. Ji ber ku dewletên dagîrker ji rewşa kurdan û welatên wan baş agahdar in, li başûr, bi giranî rê dan ber geşbûna soranî û bi tîpên erebî. Du sedemên bingehîn hene, yek, bisînorkirina bandora zimanê kurdî li ser kurdên perçeyên din yên Kurdistanê ku piraniya wan – dibe ji sedî 75 be – bi kurmancî dipeyivin ne bi soranî. Geşbûna soranî wê bandorê li kurdên derveyî Iraqê neke. Ev plan bi taybetî di bin bandora dewleta Tirk de hatiye birêvebirin û bi taybetî di sala 1926’an de û pişt re jî di peymana 11’ê Adara 1970’ê de. Ji aliyekî de berjewendiyên rêjima Iraqî têne parastin ku wê xetera firehbûna qezencên şoreşa êlûnê negihêje hemû Kurdistanê. Ji hêla din de jî ev yek li gor berjewendiyên dewleta Tirka ye, ku wê ne soranî û ne jî tîpên erebî nikaribin bandora xwe li kurdên Bakur bikin. Bi vî awayî wê kurd parçe parçe bimînin û roj bi roj wê dîwarên tênegihijtinê di nav wan de bilindtir bibin. Nemaze ku tevaya kurdên rojava û Sûryê ji aliyekî de û tevaya kurdên Bakur û Tirkiyê ji aliyê din de, dane ser riya rêberê mezin Celadet Alî Bedirxan, ji hêla bikaranîna latînî de û ji hêla gramerê de jî.

Ez bawer dikim ku dijminên kurdan heta radeyekê bi ser ketine. Nîşana serkeftina wan jî ev dîtinên wiha sosretin ku ji Amedê îro têne bihîstin. Ango têkçûna behdînî û kurmanciya kurdên Başûr ne bes e hetanî ku em doza têkçûna kurmanciya Bakur jî bikin û bi behaneya standartkirinê.

Kurmancî sazkartir, paqijtir û kevintire

Serokê birêz qala helandin û qirkirina kurmanciyê dike û van milyonên ku bi kurmancî jiyana xwe dikin, tenê 5- 6 hezar dînasor dibîne ku ew jî li ber nemanê ne. Pirs jî ev e, gelo heta çi radeyê ji geşbûna kurmanciyê agahdar in, ku di van bîst salên dawiyê de gavin mezin ber bi pêş de û ber bi standartkirinê de davêje. Wekî din jî, eger mirov bala xwe bide bingeha her du zaravayên sereke, kurmancî him ji hêla kevinbûna xwe de û him ji hêla dewlemendiya biwêj û reseniyê de li pêş e. Giringtirîn û kevintirîn klasîkên kurdan bi kurmancî ne. Berhemên kilasîkên kurmac ji yên soranî kevintir in.

Bi yek carê re serokê birêz ji me dixwaze ku em van gavên hêja yên Celadet û Cegerxwîn û nifşê wan, her wiha ev pêşketinên giring ên van salan ên kurmanciyê li pey xwe bihêlin û ji ber ku (mîlyon û nîvek xwendekarên soranî hene û soranî pêş ketiye), em soranî ji bo xwe bikin standart. Ne tenê wiha, belê soranî wekî zimanê dewletê dibîne, tev ku zimanê dewleta Iraqê erebî ye û heta vê rojê, li gor agahiyên min, dewletek bi navê Kurdistanê nîn e. Ligel ku hêviya me mezin e ku nêzîk û ne dûr Kurdistan bibe dewleteke serbixwe.

Wekî encam mirov dikare vê nerîna mijara gotinê wekî reveke bi pêş de bi nav bike. Lê gava nerîneke wiha seqet ji (sazgeheke ji bo pêşxistina zimên) derkeve, ev yek mirov xemgîn dike, bê çiqasî ev mirovên kurmancîaxêv xwe bê çare û bê pilan dikin.

Ji hêlekê de jî dibe ev matmayîbûn hinekî sivik bibe dema qala peywendiyên bi Başûr re dibe. Eger mirov hinekî vekirî jî baxive, di vê rewşa nû de, ji bo gelek aliyan başûr bûye mîna çêleka bi şîr. Kî projeyekî wî hebe û ji hêla aborî de bêhêz be, berê xwe dide Başûr û doza alîkariyê dike. Ez vê yekê heta dawî şaş nabînim, lê divê xwediyên van projeyan kurmanciya me ya birîndar nekin qurbana fînansekirina projeyên xwe.

Serokê birêz dibêje (Pêwendiyên me bi gel Başûr hene, lê wekî tê zanîn ew niha ji bo ku hikûmeteke yekgirtî damezrînin di nava hewldanan de ne. Eger ku hikûmet dirust bû, em ê dest bi xebatên 'Konferansa Esasî' bikin).

Îca, eger berê serokê birêz li Başûr û dixwaza pirsgirêka standartkirina zimanê me li wir çareser bike, ew azad e, lê divê ev yek nebe sedem ji bo propagandaya soranî û biçûkkirina kurmanciyê.

Ebûbekîr Çelebî, diyar dike (ku Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê ji bo pêşdeçûn, standartbûn û geşbûna zimanê kurdî hate avakirin)

Em jî jê re dibêjin ku bi van dîtinan ne zimanê kurdî pêş de diçe û ne jî standart dibe û ne jî geş dibe.

Îca, qurbana çavan, eger karê we tunebe hûn dikarin biçin şaredariya Amedê, dibe ku ji were karekî baştir peyda bikin, û dev ji me û vî zimanê me yê ku ji dest we perîşan bû ye, berdin.
Zimanê me bi avakirina Enstîtuyên  zimên yên bê zimanzan bi pêş de naçe. Qedexekirin û biçûkkirina zêdetirî heştê salî bes e. Kurmancî wê bi destên zarokên Hawarê pêş de biçe û roj bi roj wê ber bi standartkirinê ve here.

Em kurmanciya xwe bi çi zaravayên din yên kurdî be jî naguherin.