Bakurê dil - Gername Beşê yekem: Min herdu çavên Zînê dîtin. (2) Deng ji seydayê min nehat. Ez nîv sax û nîv mirî ji ba wî derketim. Li paş cihê wî kon vegirtibûn û dengbêjên Serhedê li hev civiyabûn, qîrkiribûn kilam û stranan. Qiyameta dengbêjiyê bû, qiyameta min. Nizanim çibû hişt ku wê kêlîkê ez bizîvirim. Bi wê zîvirandinê re çavên min li du çavên ku ev sêsed sal in ez li benda wan im, ketin. Çav çavan nas dikin. Çavên evîndaran mîna mirovên ku hevûdu nas dikin, dema rastî hev bên, di cih de, li hevdu xwedî derdikevin. Min gazî û hewara xwe careke din bir şêxê xwe û min jê re got: -Min herdu çavên Zînê dîtin seydayê min. Bi vê hevoka min re, ez bawer dikim hevalê min î Murad Batgî bû ku ez birim ber dîwarekî li paş gorra Xanî û ji min re got, ” ev dîwarê miradan”e. Dîwarekî qulqulkî bû û li jêrê pir zixur û qehfikên biçûk hebûn. Xelk jî yeko yeko dihatin û kevirên xwe yên biçûk bi dîwêr ve dizeliqandin. Tiştek dixistin dilê xwe û zixurê xwe bi dîwêr vedikirin. Eger bikeve miradê mirov pêk nayê û eger bi dîwêr ve bimîne naxwe hêvî heye ku ew miradê ku te xistibû dilê xwe ewê bi cih bê. Bi tirseke mezin ez li ber wî dîwarî sekinîm. Gelo şêxê min ê were hewara min? Min miradê xwe xiste dilê xwe û min kevirekî biçûk bi qulka dîwêr ve eciqand. Bi tirs min destê xwe kişand, kevirê min bi dîwêr ve ma. Ez dihatim ku bifirim. Naxwe şêxê min toba min pejirandiye û ezê bibim xwediyê çavên Zînê. Ji wê gavê û vir de hêviyeke mezin ketiye dilê min. Min nema zanîbû pirbûna xelkê ya wê rojê ji ber ku ew roja Înî ye loma xelk hatine mizgefta Xanî, yan sedemin din hene. Tiştê bala min kişand jin jî derbasî hundurê mizgeftê dibûn. Li jora çiyayê di ser Qesra ISHAQ PAŞA re qulikeke vekirî bala min kişand. Hevalê min tiliya xwe ber bi wê ve dirêj kir û got, “navê wê qulika şeytên“e. Bi hev re me berê xwe da jor û em bi çiyê ve hilperikîn. Em gihan cem wê qulka vekirî, min xwe tê re derbas kir û min ji Mûrad re got: -Mûrad tu qelew î, tu nikarî bê viyalî. Lê texmîna min rast derneket û Mûrad jî tê re derbas bû, heta em daketin bi du cihan ez birîn bûbûm. Ew çiya hemû li aliyekî, çiyayekî din, bilind, mezin û pêşanîka xwe ya ji berfê nû şeh kiribû, serî weha hilda bû, mîna hespekî ku lingên wî li erdê bin û bi serê xwe ewrên spî bide alî. Belê, ew bi xwe bû, heybet û mezinahî û bilindbûn bi hev re dibin yek peyv, dibin Agirî. Berî pêncî û sê salan hevalekî min hebû ku evîndarê vî çiyayî bû. Carekê pirtûkeke kevnik û pelzer hilgirtibû û qala IHSAN NÛRÎ PAŞA û serhildana wî dikir. Fotografê çiyayekî mezin derxist û ji min xwest ku ez lê binêrim. Bi nerîna min re aciz bû û zîq li kumê serê min nêrî, gava dît ku ez tênegihîjim bê ew çi ji min dixwaze, ji min re got: -Kumê xwe hilde hevalo, ev çiyayê Agirî ye. Wê çaxê min kumê xwe hilda, da ku ez hevalê xwe nexeyidînim û di bin sinbêlan re ez pê dikeniyam, lê a niha vê kêlîkê gava ez li Agirî dinêrim, ne tenê mirov dixwaze ji bo wî kumê serê xwe hilde, belê ji heybeta wî dilê mirov saw digre û dikeve taya rêzgirtinê. Beyazîdê jî mala Xanî avêtiye ber lingên Agirî û pala xwe daye hêrs û bedewî û şewata agirê dilên evîndarên ku di çîrok û kilamên dengbêjan de dişewitin. Ne tenê xelkên Beyazîdê, belê xelkên derdorên wê jî bi sedan hatibûn. Gava rastî Şêxo yê dengbêjê IXDIRî hatim, yekser min pirsa malbata hevalê xwe Mehmet Aktaş ku min ew li Berlînê hiştibû, kir. Xwişka wî Xecê, piştî neh salan nû ji girtîgehê derketibû. Nizanim çima wê kêlîkê min telefonî Mamet kir û min xwest ku bi xwişka xwe re biaxive. Min li xwesteka wî pirsî, got ku divê ez kulmek ax ji ser gora Xanî jêre bibim. Piştî qedandina civata dengbêjan hevdîtina jinên nivîskar bi gel re hebû, ji ber ku bi Tirkî bû, me berê xwe ji bo bêhnvedanê, da otêlê. Wê êvarê se’et şeş nexweşxaneyek bi navê “Ayşenur Zarakolu“ vebû û se’et ji heftan heta heyştan xelk ber bi cihê konserê ve dimeşiyan. Di wê şevê de xweştirîn hest koroya zarokên Belediya Beyazîdê dan min, gava ku bi hev re li ser dikê stranên Kurdî “ez berf im, xezala min were“ digotin, hestên min bi dengê wan re mîna pinpinîkan ber bi ezmanê qedexekirî yê zarotiya min de difiriyan. Piştî wê, min ev hestên xwe bi awayekî din ji Muqedes xanim re mîna sipasiyê gotin, wê jî got: -Zilamê min Beyrem serê xwe gelkî bi zarokan re êşandiye û ew hînî stranên Kurdî kirine Piştî zarokan, him bi Kurdî û him bi Tirkî Rojîn stran gotin. Min ji xwe re digot ku xuyaye Rojîn baş xwariye û birçîbûn li paş xwe hiştiye, loma jî dengê wê weha zelal û bilind dibe. Carna elektirîk qut dibû, min nema dizanîbû ku hinek ji qazîvkan re wilo dikin an jî jixweber weha dibe. Bi taximê xwe yê sor Seher Dilovan derketibû da ku stranên xwe bêje. Peyvên stranên wê yên Kurdî jî di nav pencên peyvên Tirkî de rengekî cuda didan stranê. Weha hêdî hêdî ez û Mûrad, berî ku konser biqede em vegeriyan otêlê. Dema me xwest em xwarinê bixwin, em bi endamên koma şano ya Amedê re li ser yek masê rûniştin, ji ber ku bi Kurdî nizanîbûn, Mûrad di nav min û wan de werger dikir. Li odê ez berî Mûrad di xew re çûm. Lîstika wî ( stand up) ya komedî ku li gor herêman tê guhertin, roja din bû. Ango çend kesên naskirî li Beyazîdê divê bibin cihê qerf û tinaziyan, ji ber vê yekê Mûrad şiyar ma û ji xwe re li nêçîran digeriya. Êdî Xwedê wê ji diya kê bistîne ku sibe di lîstikê de têkeve devê Mûrad. Roja din serê sibehê me berê xwe da cihê panelê. Kerem Soylu li ser Xanî axivî û Felat Dilgeş jî li ser aliyê fîlozofî yê Xanî rawestiya. Şefîq Beyaz panêl birêvedibir û Osman Ozçelik li ser Cegerxwîn axivî. Him ew bi guhdaran dida naskirin, him jî hinek helbestên wî dixwendin. Ligel ku ji bo min tiştekî nû li ser Cegerxwîn tunebû jî, lê tiştê ku kêfa min pê dihat ew bû ku siyasetmedarekî kurd weha serê xwe bi wêje û edebiyata Kurdî re diêşîne. Ew di nav siyasetmedarên Kurd de mînakeke pir kêm e, ji ber ku ne tenê wêjeyê davêjin paş guhê xwe, belê zehmete ku mirov siyasetmedarekî Kurmanc ku deh pirtûkên Kurdî xwendine bibîne yan jî navên deh nivîskarên Kurd bizanibe. Wê rojê grûbeke şanoya firensî bi şanogeriyeke bêdeng temaşevan bi xwe ve girêdabûn. Di wê navê re Mûrad Batgî nêçîrên xwe dîtibûn û ”stand up” a xwe zimandirêj(s) pêşkêş kir. Nêçîrên wî Nacî Kutlay, Osman Ozçelik, û Muqedes xanim û hinekên din bûn. Mûrad heta dawî temaşevan bi xwe ve girêdan û kulîlkên kenekî bilind li ser lêvên temaşevanên xwe belav kirin. Wê êvarê girupa şanoya Belediya Amedê jî “şerê jinan” pêşkêş kir, lê him bi Tirkî bû ku min fêm nedikir û him jî tinaziyên vê şanogeriyê yên qerfî nikarîbûn, mîna zimandirêj ken belav bikirana.. Tiştê ku bala min di konsera KAZO ya şeva duyem de kişand ew bû ku di nav strana wî ya folklorî de peyva “lêkolînerê” hêja Feqê Teyran derbas bû.Wê şevê hemûyî ez bi vê pirsê mijûl bûm, gelo çawa Feqê Teyran li cem Kazo bû lêkolîner? Roja sêyem, roja dawî ya Festîvalê bû, serê sibê ji suhbetê bêtir ez di wan kesan de difikirîm, ew kesên ku di wê xwîn û xwêdanê de, di wê keda mezin ya ku hatiye dayîn de, piştî zêdeyî heftê û pênc salan derfet vekirin ku li bajarê Ehmedê Xanî, li ser çîrok, roman, helbest, destan û êşên Kurdan bi Kurmancî bête axavtin. Ji bo xwediyên vê kedê spasî têr dike gelo? Ez di axavtina xwe de li ser wêjeya Kurmancî bi giştî û bi taybetî jî li rojavayê Kurdistanê ( Sûryê), li ser têkilî û serboreya xwe ya di vî warî de rawestiyam. Tiştê bala min kişand ji wêjeyê bêtir, pirsên haziran li ser rewşa Kurdên Sûryê bûn. Piştî imzekirina pirtûkên xwe, ji ber ku panêlek bi Tirkî hebû, min careke din berê xwe da şêxê xwe, min dixwest ez çavên xwe ji wan deran têr bikim û her tiştî, çi biçûk û çi mezin be, bikim perçeyek ji hişmendî û giyanê xwe. Beyazîd ji Amûdê bêtir dişibe Dêrika binxetê, an jî Tirbesipiyê, lê Agirî û hevalên xwe wan deveran dikin deverin bê mînak. Naxwe ev bajarê mele Mehmûdê Beyazîdî ye, bavê pexşana Kurdî ye ku di sala 1797 an de ji dayik bûye. Xwediyê “adat û risûmetnamea ekrad” e, wêjeya Kurdî ya sedsala nozdan deyndarê keda wî ye. Yê ku berê xwe dabû Erzerûmê û bi Alexsander Jaba, konsolosê Rûsî re lêgerîn, lêkolîn û berhemin giranbuha li pey xwe hiştin ew e. Bayezîd an Beyazîd, çima ewqas navên giring dabûn çanda Kurdî gelo. Dibe ku bandora cih be ku ew li ser sînorên sê Imperatoriyên mezin be, Rûs, Osmanî û Îran. Wekî din dibe ku geşbûna ramanên neteweyî yên Kurdî, li vê deverê ku şoreşa Agirî û tîrêjên çavên serhildêrên Ihsan Nûrî Paşa yek ji encamên vê geşbûn û şiyariyê be. Her tiştî li vê derê tiştek ji herêma ku ez jê têm dianî bîra min. Dîmen carna komedîk bûn, carna jî pir trajedîk bûn. Min li Agirî dinerî, girê şermola yê Amûdê dihat bîra min, girekî axîn, herifî, biçûk û jibîrbûyî. Eger girekî weha biçûk bandoreke weha mezin li me kiribe û min û hevnifşên min, me serê xelkên xwe bi nivîsandinên li ser şermola gêj kiriye. Ev Agirî yê bilind, mezin û bi heybet ku ji sedê salan de, mîna dergevanekî ji dergevanên erd û xelkên me ye, di wêjeya me de çima weha bêdeng maye gelo ? Her weha Behra Wanê jî, mîna firehî û zelaliya çavên jineke spehî ku mirov nexweşê hezkirina wê be, xwe li ber çavan radixîne. Li hember wî çemê Amûdê yê zuha û çikyayî yê bi navê ( Xenzîr) tê bîra min. Ango êdî kes nikare lomeyan ji kesekî weke min bike, ku ji nav dilê toz û axa herifî û zuhayiyê bê kêleka Behra Wanê, li bin lingê Agirî û di bin sîwana şêxê xwe de çavên Zînê bibîne. Ji îro pêde tu kes nikare bêje min, tu ne evîndarekî mezin î. Wê êvarê, piştî ku me riya xwe bi cihê karê jinan xist, ku vekirina wî yek ji çalakiyên Festîvalê bû, me berê xwe da salona mezin da ku li lîstika “Prometheusê zincîrkirî“ ya Teyatra Jiyana nû binêrin. Wê şevê temaşevanên şanogeriyê him bi ziman û him jî bi navên weke Prometheus û Zeyos, ketibûn heyr û belayê. Piştî wê, ezê ji Kemal re, lîstikvanê sereke yê ku rola Prometheus dilîst, sedemên nerazîbûna xwe ji lîstikê rêz bikim. Berî hemû sedeman, hilbijartina senaryoyeke ne Kurdî ne rast e, çimkî ew gelkî dûr î jiyan, atmosfer, efsane, destan û giyana Kurdan e. Tev ku di lîstikê de dixwestin hinek mesajên girêdayî rewşa Kurdan bidin. Di baweriya min de ew keda ku ji bo dekor û şarezayiya lîstikvanan li ser sehnê dan, li ber ava biyanîbûna deq û atmosfer û rûhiyet û zimanê şanogeriyê çû. Şeva dawî bû, bi hezaran xelk ber bi cihê konserê ve diherikîn. Grûba kesk ya mûzîkê stranên xweş hilbijartibûn. Koma Asemîn, çendîn li ser sehnê weha ciwan û spehî ye gava keçên Kurd bi hev re ew stranên xweş digotin, weha jî dilê min sar bûbû gava ku ne li ser sehnê bin, hemû bi hev ra bi Tirkî diaxivin. Dema li otêlê ez li endamên vê koma xweşik rast hatim mirov bixwaze nexwaze, di dilê xwe de weke Kurdekî ziman ê wî qedexekirî wê bi vê yekê biêşe. Gava ku Ferhad Tûnc distira ez li endamên girûba Kesk rast hatim, ku rewşa wan ji min re him xweşik, him jî trajedîk xuya bû, çimkî hemû mamoste bûn û hemû jî ji bo karê xwe yê di ber mûzîka Kurdî de ji kar hatibûn avêtin. Wê şevê ji ber mijûlbûna Mûrad ligel Ayten bi pêşkêşvaniyê em hinekî dereng vegeriyan otêlê. Li salona otêlê him ew, him ez, emê bi lez axavtinên xwe bi du rojnamevanên mêvan re biqedînin û zû razên, da ku sibe zû em berê xwe bidin Wanê. (3) Beşê sêyem : Amed nêzîke bira, lê xewn dûr e. dêvla Toriyan ve, pêkenokan li ser xelkên Amedê çênakin ?. Bûyer jî ev bûn: Li ber otobusa ku wê biçe Amedê alîkarê şufêr li ber bagajê rawestiya bû, da ku firaxên rêwiyan têxîne bagajê.Yek ji wirde hat, çentê wî li piştê bû. Yê alîkar (muawin) jê pirsî: Tu yê biçî Diyarbekir ? Mêrik got, na, ezê biçim Enqerê. Muawin dîsa bi dizî jêre got, yaho tu yê biçî Enqerê çi ?, wer here Diyarbekir, cih di otobusê de pir in. Mêrik got, karê min li Enqerê heye, Enqerê. Muawin dîsa bi hêrs gotê, yaho biçe Diyarbekir ha, tu yê biçî Enqerê çi ?. Feqîrê rêwî weha şaş û mat mabû, û ne min û ne wî me fêm nedikir bê çima ewqas dixwest wî bi zorê bişîne Diyarbekir. Bûyerê duyem jî, di otobusê de, îca alîkarê din, yê ku avê li rêwiyan digerîne. Gava eskerên kontrolê otobus sekinandin, nasname hemû birin, berî otobus bimeşe, eskeran nasnameyên rêwiyan li wî alîkarî (muawinî) vegerandin, da ku li rêwiyan vegerîne. Jixwe di nav wan de, ya min tenê pasaport bû ku li hember nasnameyên rêwiyan pir mezin xuyadikir. Gava muawin gihijt rastî me, Mûrad pasaporta min jê xwest, da dest min û çû. Gava Mûrad nasnameya xwe jê xwest, muawin şaş mabû û got, ma ev pasaporta mezin ne bi we herduyane ?. Jixwe Mûrad jî ji pirsa wî şaş mabû. Ev cara yekem bû, di jiyana xwe de, ku ez dibînim kesek difikire ku du mêr bi pasaportekê bin. Bûyerê sêyem, dora yekê şevê em gihijtin Amedê, ji ber tunebûna ( Donmiş )an, em li yekê siwar hatin ku me bigihîne nêzîkî mala Mûrad. Rêwiyek li cem ajovan rûniştibû, her kesî qala germê dikir, wî jî digot, derdê min ji yê her kesî girantire. Her kesî, li van deran germe, yê min tenê gava destê min germ dibin, lingên min sar dibin, dicemidin, û gava lingên min germ dibin, destên min dicemidin. Vêca ev her sê kes, her sê bûyer, ku di roja çûna Amedê de qewimîn, hinek guman bi min re çêkirin. Lê, Amed tiştekî din bû. Dilekî çarde derî bû. Çawa di çîrokên gelêrî de, qala qesrên çarde derî dikirin, Amed jî weha bû. Her tu deriyekî vedikî û dilê xwe bi dîtin û naskirina wê xweş dikî, deriyekî din li ber te vedibe ku hemû dîmenên berî xwe diguhere û deriyekî dîtir tê, û her wisa. Amed jineke pir serî, pir gewde, pir renge, lê bi yek giyanî ye. Berî niha, gava Amed dihat gotin, Qamişlo, an Efrînê ji bajarên kurdên Sûryê dihate ber çavên min, lê niha tiştekî dine. Ji hêla mezinbûnê de, tu dikarî bidî ber Helebê an Şamê, lê ji bo kesekî weke min, ku zêdeyî deh salan li Helebê mabe, Ameda kevn wê yekser Heleba kevn bîne bîra wî, sûr, sikak, û dergeh, berî her tiştî û piştî her tiştî dîrok. Dibe ku di sedsala yazdan de be, berî hezar salî, min tiştekî xwe li vir windakiribû. Di dema merwaniyan de, bi hatina selcûqiyan, ne tenê Diyarbekir, belê Meyafarqîn jî pêre bûbûn şahidên vê windabûnê. Çibû ku windabû, dikim û nakim nayê bîra min.Wê ev hest, di her çar rojên ku ezê li Amedê bimînim de, wê bi min re bimînin. Dibe ku di roja dawî de ezê nasbikim bê min çi windakiriye. Wê rojê hemû xwişk û birayên Mûrad, bi hatina me re, ji xew rabûn. Jixwe diya wî jî şiyar bû. Me şîv xwar û em ketin nav cihên xwe li benda sibeha yekem ku ezê li Amedê bibînim. Min xwe negirt heta derketinê, di pencerê re, serê sibê, min li wan derdoran nerî. Mîna ku berê min dîtibe, bêhna welête, reng û dengên ku çend salin ez jê dûrketime. Min nema zanîbû ne ez weha hest dibim, ne jî rastî wehaye. Hilma ax û ezmanê Amedê xwe li cil û bergên hestên min girtibû, ez tevlihevbûm. Li Amedê jiyan diaxivî, me berê xwe da navenda bajêr û bi rê de Mûrad telefonî nasên xwe dikir, ji bo ku bên suhbeta ku îro wê li navenda çanda Dijle û Feratê çêbibe. Em destpêkê çûn pirtûkxaneya Avesta, da ku em silavekê li Songul bikin. Songul zewicîbû, bûbû dê û li Amedê nêzîkî pirtûkxaneyê bi cih bûbû. Di navbera mal û pirtûkxanê de diçe û tê. Hetanî bi dîwarên pirtûkxaneya Avestayê jî ji zimanê tirkî nefilitîbû, weha jî ji fotografên ku ji bo sûka Turkyê baş in. Tenê Cegerxwîn weha bi awirin zuha, cemidî û xemgîn ponijî mabû, weke ku bibêje ( Ev çi tofana tirkîtiyê ye li vêderê bavo ? , îca Diyarbekir, ne dereke din.) Mirov ji dervede, li kolanên navenda bajêr, bi hasanî, dibîne ku jiyan bi tirkî dimeşe. Kurdî maye li kêlekan û li Olu Camî.! Berî ku bibe êvar û dema suhbetê bê,me xwest em biçin serdana ajansa Dijleyê ku li cihekî ji vanên herî xweş bû. Weha jî rojnameya hefteyî Azadiya welat, navenda xwe anîbû wêderê. Em çûn serdana Televizyoneke herêmî ku bi navê ( gün ) weşana xwe bi tirkî dike, weha jî Radyoya ku bi kurdî stranan diweşîne û bi kurdî axavtin qedexeye. Keçeke kurd î delal bi tena serê xwe di Radyoyê de dixebitî. Wê rojê tev nexweşiya xwe hatibû ser kar, da ku weşan neyê rawestandin. Em çûn serdana Belediya mezin ya Diyarbekir, berî her kesî, em derbasbûn cem karmendekî ku berpirsyarê peydakirina kare li Şaredariyê. Em derbasbûn cem Mem Mîrxan, ew pirtûkên kurdî yên li ser masa wî hestin seyr bi min re çêkirin. Ev avahiya Belediya mezin bû, ezê pişt re nasbikim, ku pênc Belediyên biçûk pêve girêdayîne. Nizanim çima kêfa min ji beşdarbûna van serokên Belediyan re, di suhbeta min de hat û ev yek cihê şanaziyê bû. Vê yekê bala min kişand ku pirrên wan, li gor ku min dîtin, bi kurdiyeke baş diaxivîn û pirtûkên kurdî bi dest xwe digirtin. Normal, li welêt jî û heta niha, bigiştî, ez ji berpirsyaran nefret dikim. Vê carê, kêfa min ji wan re dihat, dibe jî sedemên vê yekê ne hewceyî şîrovekirinê bin. Navenda çandê ya Dijle û Ferat, him bi xwe xweşe, hewşeke vekirî, odeyên pir, çayxane û him jî ew bixwe li cihekî kevnare û xweşe. Xweza, kevnayî, nûbûn û kulîlkên azadiyeke fedyok serê xwe di wan deran de dirêj dikirin. Li wê hewşê, bi hazirbûna birreke amediyên xweşik suhbet li ser edebiyata kurdî bû, li ser birînên Bedirxaniyan û Hewara wan a ku li Şamê bilind bû, herweha hêviyên li şamê nîvco man û qurmiçîn. Li ser serxet û binxetê, li ser çîrokên ku bûyerên wan li ser lêvên me zuha dibin, berî ku em bêjin. Li ser vê evîna vêketî ya ax û hebûn û zimanê dayikê. Di dema imzekirina pirtûkan de, Mûrad bala min kişand ser kesekî lal ku li kêleka min rûniştibû û ziq li destê min dinerî gava min pirtûk imzedikirin. Digot, li vir jî dîn xwe li te digrin. Ez bi wî dînî kêfxweşbûm, bi Amedê û dîtina nivîskarên wê yên ciwan ku dara kurmanciya kesk bi xwîn û xwêdan a xwe av didin. Weha yekser bi Dilawer Zeraq û Yaqob Telermenî re, yên ku berê min hinek çîrokên wan xwendibûn, ligel Sîdar ku yek ji du ciwanên berpirsyarên kovara ( kulîlka ciwan )e, min xwest bi wan re, wê şevê, ez êşa kurmanciya nivîskî parve bikim, û ji nêzîkayî rewşa wan nasbikim. Gazin û derd û azarên kurmancînivîsan, li her derê, nêzîkî hevin. Rewşa siyasî ye, civaka ku ji zimanê xwe hatiye dûrxistin, sersariya dezgeh û saziyên kurdane bo zimên û bêxwedîbûna vî zimanê şêrîn, mîna qeyikeke bêkes ku pêlên Tirkî, Farisî, û Erebî wê davêjin wêderê vêderê. Jixwe Yaqob bi hevalekî xwe re li sirgunê dijiya, li cihekî ku tenê xwedê û faşist li wêderê hene. Ji sirgun a xwe, ji bo demeke kin hatibû, ez û wî herdu wê şevê bûbûn mêvanê Dilawer. Ezê wê şevê nasbikim ku Dilawer ji Farqînê û Yaqob ji Qiziltepeye. Roja din, ezê Sacîde keçeke kurde ku bi kurmanciyeke weha zelal diaxive nasbikim, ew jî ji Nisêbînê ye, lê hemû li Amedê bi cih bûne, herweha nîro Mem Mîrxan jî hat û me berê xwe da nav sikak, kolan, quncikên kevnar û bermayiyên hezarê salan. Deriyin dîtir ji deriyên dilê Amedê wê rojê li ber me vebûn. Bi MEM re, em derbasî malekê bûn ku pênc şeş tenûrên dadayî têdene, ew mal jî girêdayî Belediyê bû. Jinan nanê tenûrê çêdikirin. Min şîşa tenûrê ji destê jinekê ji wan girt. Min arî tev da, da ku agir gûrtir bibe û pîzotên bin ariyê serî hildin. Ez ew bixwebûm, rihê min ew tenûr bixwebû, Amed jî ew agir bû, di giyan de gûr dibû û pîzot belavdikirin. Ne dawiya xweşiya gerrê dihat, ne dawiya agir, ne jî dawiya vê êşa ku Amed dide mêvanê xwe, gava ku mîna jineke spehî, lê birîndar, hembêz dike. Ez ( mêvanê dilê te me ) Amedê, bi kurmancî ji min re bêje were cem min. Bi kurmancî bêje, min bêriya te kiriye. Bi kurmancî bêje, bê ka min çi li vêderê, li cem te, windakiriye û ez li çi digerim. Vaye min dilê xwe ji te re şilfî tazî kiriye û mîna dunyanedîtiyekî ez li kolanên te digerim. Dew ê bi Ni,na, û ava sûsê vedixum. Ji ber germê, ez xwe didim ber siya sûrê te û bi hestên xwe yên dadayî, di deriyekî din re ji deriyên te yên bê hejmar re, derbasdibim. Em vedigerin bajêr, berê xwe didin pirtûkxaneya Hunerê ya RECEB ê mêvanperwer. Li wir Seîd Veroj yê kovara War û lêkolînerê kurd Eyûb Kiran yê ku pirtûkek li ser Derwêşê Evdî amade kiribû, emê bibînin û careke din jî Mamet ê ( Dema nû) dibînin. Axavtinên bêsînor, ku mîna kolan û sikakên Amedê li hev digerin û naqedin. Bi Bêrîvan a ku min nameyek jêre ji Brukselê anîbû, ez çûm pirtûkxaneyeke din, ji bo hevdîtina birrek nivîskar û edebiyathezên kurd. Helbestvanê tenik Arjen Arî jî, bi porê xwe yê ku daye ber pêlên sipîbûnê, bi sinbêlên xwe yên westiyayî, bi rûyê xwe yê rehet û ji min nêzîk, hate wir. Piştî civat belav bû, min û wî, me berê xwe da mala nivîskara kurd ku bi tirkî dinîvisîne Sûzan Samancî, ji ber ku min soz ji berî rojekê pêre dabû. Sûzan xanim bi du keçên xwe yên biçûçik re, ligel keçeke din li mal bû. Nedret xanim Zana, Songul û zaroka xwe jî li wir bûn. Piştî şîvê mêvanin din jî hatin. Roşan Lezgîn ê ku pirtûka Samancî ya çîrokan wergerandibû kurdî jî hat, wekî din pirtûka wî ya çîrokan ( li bin dara biyê )him bi zazakî û him bi kurmancî derketibû. Wê şevê Roşan bi wergera axavtina di navbera min û keçika mêvana Sûzan xanim de, kedeke mezin da. Tiştê ku rengekî din dabû civatê bîranînên Nedret xanim li ser seydayê Cegerxwîn bûn, di dema mana wî ya Siwêdê de. Şev zû qediya. Li kolanê gava emê ji hev belav bibin, carekê min dît ku her kes bi min daketiye û her yek dibêje keremke em biçin cem me. Çi bersiva ku wan razî bike tunebû. Min mesele avête ser Arjen, da ku ji pirsa tu yê li kubî, xelas bim. Carekê min dît Arjen telefonî malê dike û ji maliya xwe re dibêje ku mêvanekî me heye, ji ber ku tênegihijtibû çima min wehakir. Piştî em tenê man, min ew mecbûr kir ku telefon bike û bêje mêvan nayê, ji ber ku min biryar dabû ku ez li otêlê bim wê şevê. Gava Arjen xwest biryara min biguhere, min xwe li serhişkiyê danî û min anî bîra wî ku ji Amûdê me, yanî kurt-kurmancî eger riya otêlê nîşanî min nede ez bi tenê diçim dipirsim. Gava karmendê otêlê xwe li erebî kir xwedî, min ji Arjen re got, xwedê bi te re, emê sibe hev bibînin. Min qet rêwî li otêlê nedîtin. Di odeyeke paqij û fireh de kûr raketim wê şevê. Adinî rojê, dema berî nîro min telefonî Dilawer kir û min jêre got ez li otêlê, li benda te me, şaş ma. Nû ji wirde hat, digot, em li Amedê ne û tu diçî otêlê, lê ez li biryara xwe poşman nebibûm. Vaye tev ku derve germe jî, lê dîsa emê xwe berdin nav dil, hinav, kolan û sikakên Amedê, Yaqob jî giha me. Di vê gerrê de min baş (olu Camî) naskir û bi baldarî min li civatên belawela yên xelkên wêderê dinerî. Weha jî ( Xana delîlan )ji wan deverane yên ku mirov carekê tenê bibîne, têr dike ku heta hetayê di bala mirov de bimîne, ev girêdayî sihr û bandora wan deverane. Hinek cih hene mîna hinek jin in, dibe ku ne ewqasî xweşik bin, lê bi bandorin, bi dîtina yekem re mohra xwe li hişmendî û dilê mirov dixînin, qet û qet nayên jibîrkirin. Rojên Amedê, mîna xewnan, kinbûn. Roja din dîsa , Dilawer, hevala wî Aynûr, Sacîde, Yaqob, Sîdar, Mem û ez, me xwe avêtibû hembêza kolan û cadeyên bê dawî. Êvarî, him soza min bi Arjen re hebû, him jî divabû me şanogeriya Mûrad, stand up, li salona mezin ya Belediya Amedê bidîta. Heta em gihijtin wêderê bilêt nemabûn, him jor tije bibû, him jî li jêr, ku di riya ekranê re li şanogeriyê dinerîn. Temaşevanên şanogeriyê têra xwe keniyan wê êvarê, tev ku tayekî xemgîniyê yê zirav jî di nav deqê komedî re herdem serê xwe dirêj dikir. Piştî wê Arjen em vexwendin malê ser şîvê, Mûrad jî gihijt me. Xwarina wê şevê xwarinên Amûdê û Qamişlo anîn bîra min, ji ber ku xanima Arjen ji Nisêbînê bû. Piştî belavbûna civatê, me berê xwe dabû mala Dilawer ji bo razanê. Roja din, dama vegerê hatibû. Heman hevalên xweşik ez gihandibûm balafirgehê. Li wêderê, berî xatirxwestinê, Sacîde, weke diyarî, di nav çarçewekê de wêneyekî zarokên Amedê, da dest min. Bi xewn û xeyalê zarokekî ji wan zarokên li benda roj û şevên sernixumandî ku di wêneyan de behetî mabûn, ez jî ber bi ezmanê Amedê ve bilind bûm, vegeriyam Stenbolê. Îmad û Rizo li benda min bûn, Rizo hevalekî kevne ji Qamişlo bû û li Helebê me bi hev re dixwend, helbestin kurt bi kurdî dinîvisîne, lê tenê salê carekê yan du caran dinîvisîne, û tiştê herî dawî ku di bala wî de ewe ku helbestên xwe belav bike. Îmad jî xwendekarekî ji Dirbêsiya binxetê ye, niha xwendina xwe li Stenbolê berdewm dike, lê berî herduyan jî BAQÎ yê ku hevalên dilsoz yên siyasetê û çepîtiyê ku di salên heftêyî û heyştêyî de, li Sûryê kardikirin, tanîn bîra mirov. BAQÎ ji ber sedemên siyasî ji Sûryê reviya bû Îranê, li wir hatibû girtin gotibû ez ji Turkyê me, ew dabûn Turkyê li wir jî hatibû girtin. Ango ji ber hebsên Sûryê reviya bû ketibû hebsên Îran û Turkyê, niha jî vaye li ber mine û gave qedehê hildide çavên wî bi kêfxweşî dilîzin.Wê şevê, çi devera xweş li Stenbolê hebû BAQÎ berê me dabû wir. Stran, dîlan, dans û govendên cuda heta berê sibehê lidar bûn. Digot, ev şev şeva te ye, tu kes nikare ji te re tiştekî bêje, weha jî tu çi bixwazî wê bê ber te. Mîna wan dêwên girs ku ji şûşeyên çîrokên pîrikan derkevin BAQÎ wê şevê her tişt li ber destan raxistibû. Weha bi derpiyê xwe yê spî dida pêşiya me di wê şeva reş ya Stenbolê de û kulîlkên kêf û şahî û pirotestokirina çerxa feleka ku berevajî digere, li wan deveran belawela dikirin. Ji ber ku dem tunebû ez biçim Izmîrê serdana mala xwişka xwe. Min telefonî xwarzyê xwe Luqman kiribû, da ku ez wî li Stenbolê bibînim. Luqman mîna birayê xwe yê din nû ji hebsê derketibû, digot, fêda ku min kir ez di girtîgehê de fêrî tirkî bûm. Haziriya xwe û zewacê dikir. Ez bi telefonê, bi hevala wî Ayten re,axivîm,ji bo çalakiyeke jinan li Enqera bû, ji ber qerebalixê dengê wê ketibû. Bi Luqman re min Evdile Koçer dît , ew nivîskarê xwînsivik yê ku berî demeke kin pirtûka Govend derxistibû, ew li gor nivîsên xwe yên tijî qerf û tinazî û henek xemgîn xuya dikir. Hat bîra min ku ken berhemeke ji berhemên xemgîniyê ye. Rojên min ber bi xelasbûnê de diçûn. Êvara dawiyê Ebdula Keskîn û ez , em bûn mêvanê Muhsin Kizilkaya li mala wî. Ji ser xaniyê wî Stenbola bi av, avahî,bermayiyên kevnar, ronahî û sayîbûna xwe mîna gewdeyê jineke spehî ku bi gerdeniyekî ji mircanan hatiye xemilandin xuya dikir. Muhsin dest bi wergera berhemên Hesenê Metê kiribû. Çîrokên bijarte hatibûn weşandin, mabû (labîranta cinan). Axavtin û serpêhatî ji labîrantekê dirêjtir dibûn dilê wê şeva min a dawî li Stenbolê. Roja dawî, roja xatirxwestinê bû, weke ku li hatinê ez hatibûm Avestayê, weha jî li vegerê min çend Memên xwe yên bê Zîn xistin bin çengê xwe û min xatir ji xwediyê wê xwest. Li balafirgehê, weke ku mirov ji şerekî giran derketibe, weha westiyayî min xatir ji evdile Koçer xwest, û balafira Elmanî bi lez û bez zikê erdê qelaşt û berzûrî perrê ezmanan bû. Careke din gund û bajar, çem û çiya û oqyanos biçûçik dibûn. Pêre hêdî hêdî êşeke sivik û tayekî zirav ji xweşiyê xwe li bakurê dilê min pêça bû. Ev cara yekeme ku hestin cuda, keftelefteke weha bê hedan, dikeve dilê min. Min nizanîbû ne ji pirbûna ewqas Memên ku di bin çengê min de ne, ku di nav evînê de gêj mane, ne jî sûcê herdu çavên Zînê bûn, ku min wê rojê li pey xwe hiştibûn. Wê rojê di kolan û sikakên giyan de, çi qewimî bû ez nizanim, tenê ez dizanim ku teprepeke mîna teprepa lingên hespekî birîndar û reviyayî xwe berdabû aliyê bakur ji dilê min î germ, û her sê aliyên din bi baldarî guh didan vê teprepê. Ev teprepa ku hino hino dikete rengê muzîka straneke xweşik ya bêrîkirinê. |