LI BER SIYA DARÊN BILIND Helîm Yûsiv Di pêveka Radikalê, di hejmara 16.3.2007’an, di nivîseke Necmiye Alpay de ku bi navê “Dil meseleri- Araftakiler” de, gelek xalên ku mirov şaş û metel dikin hebûn. Wiha xuya dike ku xanim Alpay gelekî li benda vê derfeta zêrîn mabû, ya ku nivîskarekî ku ne bi zimanê xwe yê dê dinîvisîne dabû dest wê, da ku van dîtinên tevlihev pêşkêş bike. Piraniya dîtinên ku Alpay nivîsa xwe li ser avakirine, li ser zimanê min hatine gotin. Çend dîtinên ku min di hevpeyvîneke xwe de gotibûn, bi awayekî xerab û berevajî hatine zivirandin. Bê guman ev zivirandin ne ji nezanî yan ji xwebere çêbûye. Du xalên sereke di vê çarçoveyê de diyar in, yek jê biçûkxistina nivîskariya ku bi zimanê kurdî dibe. Ev refleks xweparastineke li hember hestên xwekêmdîtinê yên ku li cem wan nivîskarên kurd hene, yên ku bi zimanê serdestan dinîvisînin. Ev helwesta refleksiyane xwe di du hêlan de dide pêş, ji hêlekê de zimanê kurdî (lalûte-fafikî-li gor gotina wan-) nîşan didin, da ku rê li ber reva xwe ya ji zimanê xwe yê zikmakî vekin û ji hêla din de jî hewl didin ku nivîskarên vî zimanê birîndar -kurdî- heta karibin, bi awayekî biçûk û nezan û xwedî asoyin teng çarçove bikin. Xala din jî ewe ku, hinek nivîskarên bejinkinik dixwazin vê derfetê bikar bînin da ku xwe bidin ber siya wan nivîskarên bejinbilind yên ku kurd in û bi zimanê serdestan berhemên hêja dane dîroka wêjeyê. Di vê çarçoveya em qal dikin de, dema mirov nivîskarekî regezkurd û tirkînivîs bîne rêza bejinbilindên mîna Yeşar Kemal di romanê de û Ehmed Arif di helbestê de mirov zirareke mezin digihîne dîmenê rastiyê. Di qada nivîskariya kurdî de jî gengeşiyên li ser vê pirsgirêkê her û her li dar in. Di nav wan gengeşiyan de jî, bersiva min a li ser pirsa nivîsandina bi zimanê serdestan ev bû; Gelo çi qewimî hetanî ku di nivîsa Alpay de zihniyeta min û ya Dogu Perînçek bûne yek. Wiha xuyaye ku N.Alpay nivîsa xwe li ser nivîsa nivîskarekî kurd ê tirkînivîs Îlhamî Sîdar avakiriye ku ew bixwe yek ji nimûneyên vê mijara me ye. Î. Sidar gotinên min ên ku min li jor rêzkirine, wiha wergerandine tirkî Ez bawer dikim Î. Sidar di nav min û dewleta ku ew di bin siya wê de dijî şaş bûye. Yên ku giravan ji kesan re amade dikin li wir in. Zihniyeta şandina giravan li wê derê ye û qet min qala tu giravan ji tu kesî re nekiriye, daxwazeke min a wiha jî nîn e. Mebesta min bi wî cihê sêyem ew e ku di pêvajoya nivîsandina dîroka wêjeya kurdî de, pêwîst e keda van nivîskarên regezkurd û bi zimanên din nivîsandine neyê jibîrkirin û cihê wan bê parastin. Lê hinek rastî hene ku mirov bixwaze jî nikare li gor kêfa xwe wan bizivirîne. Yek ji wan jî ev e, nivîskarên kurd ew in ên ku bi zimanê kurdî dinîvisînin. Bê guman ev yek nayê wateya avêtina ji nasnameyê, lê mirov neçare ku mesafeyekê têxine navbera nivîskar û berhemên wî. Di vê mijarê de, dema qala nasnameyê dibe, em qala nasnameya wêjeyê dikin ne ku nasnameya siyasî ya kesan. Ev şirovekirina siyasî ji peyva nasnameya wêjeyî re ya ku em qal dikin hiştiye ku Î. Sidar wî mafî bide xwe ku devê me bigire û ji me re bêje: Ez bawer dikim nîv ziyane gava ku dayika mirov bi zimanê Xanî, Feqiyê Teyran û Cizîrî baxive û zarokekê-a wê diyê mezin bibe, bibe nivîskarê-a zimanê dayikeke cîranan. Û zirar temam dibe gava ku mirov nikaribe bi wî zimanê biyanî jî wêjeyeke bilind biafirîne. Wê gavê ne dayika wî pê serbilind dibe ne jî dayika cîranan. Ma ku em vê bêjin, xanim Alpay wiha rê li ber nivîsa xwe vekiribû: Avahiya ku li ser bingeheke çewt ava bibe, ji jor de çiqasî hoste xwe pê re bêşîne, dîsa jî dîwar, dê xwar bimînin. Dema mirov bixwaze kedekê di ber danasîna wêjeya miletekî de bide, mirov neçar e li çavkaniyên wê wêjeyê yên resen vegere, ewên ku bi zimanê wî miletî hatine nivîsandin û ji nav kûrahiya dilê dîrok û xaka wî miletî derketine. Dema mijar dibe kurd û zimanê wan, tirajediyeke mezin heye ku nivîskarên tirk, mîna yên ereb, nikarin xwe jê rizgar bikin, ew jî ev e, di neynika zimanê xwe re li zimanê me û wêjeya me dinêrin. Nizanim çima nikarin di neynika zimanê me re li wêjeya me binêrin.Gelo ew ji mirov qebûl dikin ku, di riya tirkên almanînivîs re mirov li wêjeya tirkî binere?. Eger qebûl nekin, çima di riya kurdên tirkînivîs re li wêjeya kurdî dinêrin. Zencîra pirsên wiha dê, bi dirêjbûna zencîra zilmê û kolonyalîzmê di dîrokê de, dirêj bibe. Jêrenot: |