Mersûm 49 jiyana Kurdan serobino kir: Di roja 10. 09. 2009 an de salek di ser derketina Mersûm 49 re derbasdibe. Ji Birukselê heta Qamişlo, ji Şamê heta Berlînê, bi hemû awayan, Kurdan derxistina vî Mersûmê nijadperest şermezarkir û hîna jî meş û pirotestoyên Kurdan berdewamin. Mersûm çiye? Mersûm ew biryar e ya ku serokomar imzeya xwe davêje bin. Serokomar biryareke berê yan jî yasayeke berê diguherîne û ew biryar dibe biryareke nû û ji roja belavkirinê ve, bi hêza yasayê, dikeve warê pêkanînê. Naveroka Mersûm 49: Çavdêrên Kurd bi derketina vî mersûmî re şîroveyên balkêş dan. yek ji wan şîroveyan ew e ku ev mersûm tolhildana desthilatdariya Şamê ji serhildana Kurdan ya 12 Adara 2004 an. Rêjîm bi hemû hêzên xwe yên istixbaratan ve, li hember hêrsa Kurdan ya ku di Adara 2004 an de teqiyabû, bêçare mabû. Kurdan peykerê Hafiz Elesed hilweşandin û bi awayekî girseyî mîna yek destî li seranserê rojavayê Kurdistanê û hetanî bi Şamê dîwarê tirsa çil salî hilweşandibûn. Derxistina Mersûm 49 jî mîna şêweyekî ji şêweyên siyaseta feqîrkirin û hewldana sertewandin û bêçarekirina Kurdan hate destnîşankirin. Gava mirov rewşa jiyana Kurdan li Rojava û li Sûriyê bizanibe, wê ev nirxandina derbasbûyî hinekî din ji rastiyê ve, nêzîk bê dîtin. Ji ber paşguhkirina herêmên Kurdan, ew herêm bê pîşsazî û pêşketin man. Ji sedî sedên xelkên Kurd jiyana xwe ya aborî di riya erd, çandinî, mal û milk, eqar û karûbarên girêdayî cotkarî û çandiniyê. Sala ku baran jî neyê, perîşanîya ku digihêje asta birçîbûnê dibe para Kurdên rojava. Zuhabûna siyaseta dewletê dikeve ser zuhabûna erd û ezmanên wan û her kes feqîr û bê çare dimîne. Bi kurtayî, pûçkirina tevgera kirîn û firotina erdan, ya avakirinê û herwisa tê wateya pûçkirina aboriya herêmê û dibe sedema birçîkirin, koçberkirin û xeniqandina xelkên Kurd. Di vê çaçovê de, vî mersûmî derbeke mezin li aboriya „herêmên sînor“ anku yên Kurdan xist û encamên wê roj bi roj xwe di koçkirin, perîşankirin, mirin, belengazkirin û qirkirina „xelkên herêmên sînor“ didin der. Wergera Mersûm 49 ya Kurdî:
„Mohra“ wezareta Dadê ……………………………………………………….. Komara Erebî ya Sûrî Mersûmê rêbazker, hejmar (49) Serokomar Ev bendên jêrîn pala xwe didin destûrê bingehîn. Bend(1) Ev bendên jêrîn ji yasaya hejmar (41) ya 26. 10. 2004 an, bi vî awayî, têne guhertin: Bendê yekê: Bi ti awayî, bêyî destûrwergirtinê(ruxset), nabe ku avahiyek yan jî erdek, eqarek ji herêmên sînor bê avakirin yan bê veguheztin yan jî bê bidestxistin û ji hêla kesan yan „dezgehan“ ve, zêdeyî sê salan, bê bikaranîn. Bendê çaran: A- Her doza girêdayî bicihkirina mafekî ji mafên ku di bendê yekê de hene û nîşanên wan nayêne danîn, li xwediyên xwe vedigerin, eger destûrwergirtin ne di nav dosyeya girêdayî wê dozê debe. Herwisa divê hemû agahiyên di bendê 31ê de ji biryara 186 an ya sala 1926 an liber çavan bêne girtin. Bendê pêncan: Hemû kiryarên girêdayî jidestderxistina bizorê ya eqarên herêmên sînor ku derdorên girêdayî wezareta Dadê, di rêya mazata eşkere re, pêktînin, girêdayî dana wê destûrwergirtina destnîşankirîne. Eger kesê ku eqar di mazatê de bidestxistiye wê destûrwergitinê bidestnexîne, divê ew eqar careke din di riya mazata eşkere re bê firotin. Bendê şeşan: Eger sê meh di ser bidestxistin yan kirêkirin yan jî bikaranîna wî eqarê herêma sînor re derbasbûn û daxwaznameya destûrwergirtinê ji aliyên têkildar re nehate pêşkêşkirin, bi her awayî bikaranîna wî eqarî tê rawestandin. Bendê heftan: Di dema bidestxistin yan kirêkirin yan jî bikaranîna eqarê herêma sînor de, ku divê sê salan derbas neke, divê ew kes – xwediyê eqar – ligor dema di bendê şeşan yê vê yasayê de hatiye destnîşankirin, aliyê birêveberî cihê eqar agahdar bike. Bendê dehan: Ev yasa di van xalan de nayê pêkanîn: Dema mafê bidestxistin, kirêkirin yan jî bikaranîna eqar yê aliyekî giştî be. Bend(2) Her deqê dijî vî „mersûmê rêbazker“ tê rawestandin. Bend(3) Ev mersûmê rêbazker di rojnameya fermî de tê weşandin. Dîmeşq 10. 09. 1429 – 10. 09. 2008 Z. Serokomar
Çend têbîniyên şîroveyî: - Di Mersûm de herêmên sînor dubare dibe, parêzgeha Hesekê bi temamî weke herêmeke sînor hatiye destnîşankirin. Palpişteke dîrokî: Ev Mersûm ji ku hat?
Cara yekem ku mersûm ji bo berbendkirin û qeydkirina erd û eqarên herêmên sînor zêdeyî sê salan derket, mersûm 193 yê sala 1952 an bû . Sedemên derketina wî mersûmî di van xalan de hatibûn destnîşankirin: …………. |