Min bi kurmancî gotibû Helîm Yûsiv Tev ku min xwestibû bi kurmancî ez dîtinên serokê Enstîtuya Amedê guftûgo bikim, lê dîsa jî jihevtênegihijtineke berbiçav derkete holê. Ez careke din helwesta xwe ya li hember wan dîtinan dubare dikim, ew dîtinên ku dixwazin soranî ji bo me bikin standart. Bingeha danûstendinê jî ev bû. Bi giştî jî serê mijarê ber bi meseleyên exlaqî ve kişandiye, wekî ku her kes li dijî karê wan ê zehmet û mezin be, ji bo xizmeta hemû zaravayên kurdî. Baweriya min jî ew e ku soranî ne bi hewceyî xizmeta birêz Berbir û Enstîtuya Amedê ye. Xizmet û karê ji bo soranî di parçeyê Kurdistanê ya azad de dibe, têr dike û zêdeye jî. Her wiha mesele kiriye mesela wijdan û rûmetê û wiha berdewam dike (Kesên xwedî wijdan û rûmet tiştê ji bo zimanê zikmakî bike ev e; di her warî de pêşdebirin e û lêxwedî derketin e. Lêxwedî derketin û pêşdebirin ne li Parîsê dibe û ne li Stenbolê dibe, bibe wê li ser axa welat bibe). Ji bîr dike ku pêşdeçûna kurmanciyê ji heştê salî de ji derveyî welêt dibe û wê her bibe jî. Baweriya min ew e ku li her derê mirov dikare gavên girîng ji bo pêşdebirina zimên bavêje û ne tenê li welêt. Eger birêz Berbir qala kurdistana bakur dike, qala Amedê dike, ez bawer dikim zimanê serdest li vî parçeyê welêt tirkî ye. Ne tenê di derdorên fermî yên dewletê de, belê di nav civakê de û li bazar û kolanan jî. Îca di nav civakeke kurd de ku zimanê tirkî lê serdest e wê birêz Berbir çawa karibe bibêje ku tenê li welêt pêşdebirin û lêxwedîderketin heye. Ji hêla din de jî xwediyên dîtinan – ku ez yek ji wan im – wekî kesine bê agahî û bê lêkolîn dîtinên xwe dibêjin, dinirxîne û dozê li me dike ku em herin bibînin bê çiqasî zehmetiyê dikşînin (ez wekî rêvebirê desteya Enstîtuyê ji ber êrîşên ku bingeha xwe ji bêagahî û lênekolînê û nenasînê digirin, aciz im. Dixwazim ew kes Hogir BERBIR û her wiha rêveberiya Enstîtuyê kî ye û li wir çi dike bibînin). Birêz Berbir xwe aciz neke û ji her kesê ku karê Enstîtuya we binirxîne nayê xwestin ku bê mêvandariya we û we bibîne. Mirov bi berhemên xwe heye. Mirov be, yan sazî be, berhem navnîşan û danasînin ji bo wan. Eger ez te nebînim jî, lê ev nayê wê wateyê ku ez berhemên te jî nabînim. Ya girîng ji bo me berhemdayîn e. Îca ji dêvla ku tu berê xwe bidî me, berê xwe bide serokê Enstîtuya xwe, bê çawa ji bo zêdeyî pazde milyon kurmancî dixwaze soranî bike standart. Hûn li Amedê ne, mezintirîn û girîngtirîn bajarê kurmanciyê ye. Eger we gavek, biçûçik be jî, ji bo pêşxistina kurmanciyê avêtibe hûnê cihê xwe di dilê me de bibînin, lê ji we nayê xwestin hûn kula soranî û goranî têxînin pêşiya kurmanciyê. Tu kes ji me ne li dijî karê we ye, yan jî dixwaze karê kurdewariyê li Amedê rawestîne û hewce jî nake mirov hevdu tawanbar bike. (bi zanebûn an jî nezanî hin kes an jî derdor naxwaze ku li Amedê saziyeke bi vî rengî rola xwe bilîze. Ji bo têkbirinê çi pêwîst be dikin). Bê guman wê derdorên wiha hebin, lê ev derdor navnîşanên wan diyar in, lê dema mirov qala rolekê bike, divê bingeha vê peyvê jî hebe. Balkêş e gava ku birêveberê desteya Enstîtuya ziman li Amedê, bala xwe bidin navê wê, bibêje ku (Ez nabêjim rêvebirê Enstîtuyê Zimanzan an jî akademîsyen in..... Em bi çavê şagirtên ziman li xwe dinihêrin). Ez bawer dikim cihê şagirtên zimên dibistan e yan jî kursên hînbûn û fêrbûna zimên in, ne avakirina Enstîtuyên zimên e. Mebesta me ew e ku karekî cidî di ber pêşxistina kurmanciyê de bibe û dema sazgehek ava bibe, ew sazgeh bi rastî bibe layiqî navê xwe. Ji navên mezin û giran bêtir hewcedariya me bi kar û berheman heye.
|