Nifşê bêjî
Qeyikên romana kurmancî di nav pêlên siyasetê de
Helîm Yûsiv
Detpêkê, zelalkirina çend xalan:
Mebesta min ji nifşê nû, nifşê me ye, ew nifşê ku di navbera salên 1990 heta 2010’an de bi nivîsandina roman, çîrok û helbesta kurmancî re mijûl e.
Zarokê bêjî, ew zarok e yê ku diya wî tê naskirin, lê bavê wî nayê naskirin, anku “bê bav e.” Di civaka me de, ev peyv wekî dijûn, sixêf, tê bikaranîn.
Jixwe di civakeke nexwendî û ji zimanê xwe dûrketî de, nivîskarê wî zimanê “ku bi kêrî tiştekî nayê” wê mîna bêjiyekî ku bi kêrî tiştekî nayê bê nirxandin.
Mebesta min ew e, ku “dê” ya me, dikare wêjeya kurdî an jî zimanê kurdî be, anku diyeke naskirî ye. Lê “bav”, bi gotineke din, pişt, xwedî ..li meydanê nîn e. Ew bav dikare dewlet be, dezgeh be, partî be, an jî aliyek xwedî îmkanên aborî be, dibe jî ku xwendevan be.
Ji bo vî nifşê ku bi nivîsandina romana kurmancî -ku mijara me ya vê nivîsê ye- mijûle, yek ji van “bavan” heye yan tune ye?
Em ê di vê nivîsê de, bi mînak û şîroveyan, li bersiva vê pirsa wêjeyî û siyasî bigerin.
Romanivîsên destpêka pêvajoyê (1930 – 1980)
Dema mirov li pêvajoya wêjeya kurdî ya van sed salên dawiyê binêre, yekemîn xala ku bala mirov dikşîne ew e ku ev wêje bi temamî ji nav kûrahiya siyasetê derketiye, wisa jî heta qirikê di nav siyasetê de maye. Ev diyarde mirov vedigerîne çavkaniyên xwe ku ew jî paşxaneya dîrokî, cografî, civakî û siyasî ya ku rewşa kurdan ya siyasî û parçebûna Kurdistanê di nav çar dewletan de bi xwe re anî. Bi awayekî ku kurd di nav dewlet, milet, welat û zaravayên cuda de hatin parvekirin. Hemû hewildanên wan yên civakî, siyasî û wêjeyî, roman jî di nav de, xwe dispêrin yek çavkaniyê ew jî ev e, têkoşîna kurdan ya siyasî ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa. Girîngtirîn rûdanên siyasî yên vê demê li Rojhilat damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê bû, 1946 û hilweşandina wê ya piştî yazdeh mehan. Li Başûr jî şoreşa rezbera 1961’ê heta 1975’an ya bi serokatiya Mela Mistefayê Barzanî bû. Ji bo kurdên li Kafkasyayê jî bandora ramanên Şoreşa Oktobera 1917’an û damezrandina Sovyetê bû.
Ji ber vê, eger em li jînanîgarî û berhemên romanivîsên damezrênerên vê pêvajoyê hûr bibin, her sê navên sereke yên ku di navbera salên 1930 heta 1980’an de tên beramberî me ev in: Erebê Şemo, Rehîmê Qazî û Îbrahîm Ehmed.
Erebê şemo: Endamê Komîta Navendî ya Partiya Komonîst ya Ermenistanê bû.(1)
Rehîmê Qazî: Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana-Îranê bû.(2)
Îbrahîm Ehmed: Yek ji Serokên Partiya Demokrata Kurdistana-Iraqê bû.(3)
Hêjayî gotinê ye ku naverokên her sê berhemên wan jî heta radeyeke mezin di bin bandora vê mijûliya wana siyasî de mane.
Wekî tê zanîn yekemîn romana kurdî “Şivanê Kurmanca” ya Erebê Şemo ye ku di navbera salên 1030 û 1935’an de hatiye nivîsandin û weşandin. Ew wekî bavê romana kurdî tê binavkirin.
Li pey wê qonaxê, di navbera salên 1950 û 1970 an de li Kurdistanê, li Başûr romana “Jana gel” (4) ya Ibrahîm Ehmed û li Rojhilat romana“Pêşmerge” (5) ya Rehîmê Qazî wekî romanên wê qonaxê têne naskirin. Her wisa romanên Eliyê Evdirehman, “Xatê” (1959) û “Gundê Mêrxasan” (1968) (6) û romana Heciyê Cindî “Hewarî” (1967) di wan salan de li Yêrîvanê-Ermenistanê hatin weşandin.
Xalên hevbeş di navbera her sê romanan (Şivanê Kurmanca, Jana Gel, Pêşmerge) û her sê nivîskarên wan de ew in ku hem berhemên wan, ji hêla naverokê ve, di bin siya siyasetê de ne û hem jî ew bixwe di pileya herî jor ya hêzên siyasî de cih digirtin. Bi gotineke din, roman di jiyana wan de ji pirojeyeke wêjeyî bêhtir mîna alaveke siyasî dihate nirxandin. Di ber karên xwe yên siyasî re dest davêtin nivîsandina romanê. Bi awayekî ku bîr û baweriyên xwe yên siyasî rasterast li romanên xwe bar dikirin. Di vê çarçovê de, hinekî rewşa Heciyê Cindî û Eliyê Evdirehman cuda ye. Malbata Eliyê Evdirehman ji wanê bar dike Qafkasyayê. Li wir li Yêrîvanê xwendina mamostetiyê diqedîne. Ew wekî leşkerekî di nav refên artêşa sor de tev li şerê cîhanê yê duyem dibe. Li Bakuyê jî xwendina pedagojiyê diqedîne. Ji 1955’an de heta mirina xwe 1994 wekî redaktorê rojnameya Riya Tezeyê dixebite. (7). Wisa xuyaye ku, beşa mezin ji jiyana xwe wekî rojnameger kar kiriye. Jiyana Heciyê Cindî jî ku malbata wî ji aliyê Qersê barkiriye Kafkasyayê û li wir pedagojî û fîlolojî dixwîne û jiyana xwe bi karê rewşenbîrî û çandî derbas dike. Ji rojnamegeriyê hetanî bi karê radyo, hetanî bi amadekirina alfabeya kirîlî ji bo kurdî û her wisa.
Xala hevbeş di nav van her pênc berhemên dîrokî yên girîng de ew e ku hemû piştî salên heftêyî (1970) bi kurmanciya tîpên latînî derketin. Tev ku yekem çapa “Şivanê Kurmanca” bi kurmanciya tîpên latînî hatibû weşandin (9), lê bi alfabeya kurdên Sovyeta berê derketibû ku hinekî ji alfabeya me ya niha cuda ye.
Di van salan de çend romanên din yên Erebê Şemo derketin: “Jiyana bextewar” (1959), “Dimdim” (1966) û “Hopo” (1969).
Rawestgeheke girîng: Hawar:
Girîngtirîn rûdana dîroka kurmanciyê derketina kovara Hawarê 1932 – 1945 û berhemên nivîskarên wê bûn. Mîr Celadet Elî Bedirxan jî di nav de, hema hema hemû nivîskarên wê birêveber û çalakvanên siyaseta kurdî bûn û piştî şikestina şoreş û serhildanên kurdên bakur berê xwe dabûn Binxetê – Sûriyê-. Li wir jî gelek ji wan dîsa bûn serok û birêveberên tevgera siyasî, bi taybetî Osman Sebrî û Nûredîn Zaza ku serokatiya tevgera siyasî ya kurdên (Sûriyê) kirin. Yan jî ji Binxetê beşdarî tevgera siyasî û çekdarî ya kurdên Bakur dibûn. Wekî mînak, piştî şikestina Serhildana Şêx Seîdê Pîran ya 1925’an bi her awayî hewildan ku tev li Şoreşa Agirî ya Îhsan Nûrî Paşa ya 1930’î bibin. Di vê çarç ovê de rêxistina Xoybûn 1927-1947 ya serxwebûna Kurdistanê dixwest bi destê wan hate damezrandin. Bi têkçûna hewildanên wan ên siyasî re dest bi karê wêjeyî û çandî kirin. Ji bo hinekan ji wan jî ev karê wêjeyî şêweyek ji şêweyên berdewamiya karê siyasî bû. Anku tenê ji bo pêkanîna armancên siyasî dest davêtin karê wêjeyî. Bi vî awayî wêjeya kurmancî, bi helbest û çîrokên xwe, bi nivîs û serpêhatiyên xwe, bi ziman û alfabêya xwe, li ser destên wan rewşenbîrên ku ji qada siyasetê dihatin, hate holê.
Wisa tê xuyakirin ku ne tenê roman, belê wêjeya kurdî bi giştî, bi taybetî ya kurmancî, berhemek ji berhemên siyasetmedarên kurd û siyaseta kurdî bû. Heta dawiya vê qonaxê jî wêjeya kurmancî mîna balindeyeke birîndar di nav derbên dagîrkerên Kurdistanê de, bi zor û zehmetî, bi destê têkoşerên kurd ji mirinê dihate rizgarkirin. Raste, dihat rizgarkirin, lê ji ber ku ew rizgarkirin û berdewamî bi destên têkoşerên qada siyasî bûn, ne bi destên têkoşerên qada wêjeyî bûn, ev wêje hem lawaz, hem jî ji sûdwergirtina ji pêşketinên teknîkî yên girêdayî form û honandinê yên di wêjeya cîhanê de hatibûn holê, bê par mabû.
Mirov dikare bibêje ku siyasetê roleke du alî lîst. Ji aliyekî de roleke erênî bû ku, di parastina ziman û damezrandina alfabe û nivîsandina berheman de bi dîmen dibe. Aliyê neyênî yê mijarê jî ew e ku wêjeya kurdî mabû dîl û hêsîra mijarên siyasî û bi çavê alaveke siyasî lê dihat nêrîn, ne ku bi çavin wêjeyî û hunerî. Tunebûna pisporên wêjeya kurdî, yên ku karê rêxistinî û siyasî yên rojane nekin, zirareke mezin gihande asta hunerî ya berhemên wêjeya kurdî. Her wisa ev bandor li cem salên heştêyî jî nehate rawestandin. Rola siyasetê her ku çû zêdetir bû, lê reng û awayê xwe guhert. Ji bo ev nirxandin zelal bibe, divê mirov vê pêvajoyê, bi taybetî di warê romanê de, bişopîne.
Romannivîsên navbeynkar an yên “pir” 1980 – 1990
Dîmenê parçebûn û belavbûna kurdan çawa ye, wisa jî romana kurdî xwe dispêre wî demenê belawela. Ka em li gor sala weşanê, bi mînakan çend romanên vê qonaxê destnîşan bikin:
- Romana Kurdê rêwî ya Seîdê Îbo-1981.
- Romana Xanê ya Birîndar – 1982.
- Romana Soro ya Birîndar - 1983.
- Romana Pala bêşop ya Xemgînê Temê – 1983.
- Romana Hêlîn ya Mahmûd Baksî – 1984.
- Romana Tu ya Mehmed Uzun – 1984.
- Romana Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo – 1986.
- Romana Stokholmê te çi dîtiye bêje ya Bavê Nazê -1987.
- Romana Wendabûn ya Şahînê Soreklî – 1987.(10)
- Romana Zeviyên Soro ya Nûrî Şemdîn – 1988, ku ew bixwe Nacî Kutlay e.
Ev deh roman mînakên vê qonaxê ne. Di nav van nivîskaran de hinek hebûn ku tenê ew roman nivîsandin û rawestiyan, mîna Nûrî Şemdîn. Hinek jî hebûn ku berdewamkirin û hejmara romanên xwe bilind kirin heta heftan, mîna Mehmed Uzun. Hinekên din jî mîna Bavê Nazê û Şahînê Soreklî li kêleka nivîsandina çîrokan, nivîsandina xwe ya di warê romanê de jî berdewam kirin.
Di vê qonaxê de, ji bo naskirina paşxaneya siyasî ya romana kurmancî, mirov neçare ku ji Derbeya Leşkerî ya 1980’yî li Tirkiyê dest pê bike. Di encamê de, piranî yan jî hemû siyasetmedarên kurd ku vê dawiyê, wê wekî nivîskar bêne naskirin, berê xwe dan Ewropa û Îskandînavyayê. Li wê derê, di encama têkçûna partî û rêxistinên xwe yên siyasî de, bi temamî berê xwe dan qada wêjeyê. Li bakurê Kurdistanê jî, bi taybetî bi destpêkirina şerê çekdarî re, dîmena siyasî ya kurdan jî hêdî hêdî zelal bû. Rêxistin û partî hinek hiliyan û neman, hinek jî mezin û berfireh bûn.
Di nav vê xirecira siyasî de, piraniya van siyasetmedarên berê yên bakurî, ku niha nivîskar in, li Swêdê bi cih bûn û bi alîkariya derfetên ku qanûnên wî welatî ji bo zimanê dê, li hember koçberên xwe vedike, kurdan jî karîbû, heta radeyekê, wan derfetan ji bo zimanê xwe bikar bînin.
Bi vî awayî, ji bilî Sovyeta Berê, pencereyeke din jî li zimanê qedexekirî vebû û ew ava romana kurdî ku li Ermenistanê bi ser hev de kom bûbû û di bin qeşa Kafkasyayê de sar mabû, li Swêdê û Ewropayê ji xwe re cihokeke nû dît û dîsa ew pêvajo bi destên wan navên ku me li jor hejmartin dîsa herikî.
Di nav vê gelemşeya siyasî de û bi germbûna şerê azadiyê yê dijwar ku kurdan li dijî dagirkerên welatê xwe dikirin. Bi bilindbûna dengê kilaşnîkof, tang, top û firokên şer re û bi bilindbûna hejmara qurbaniyên ku kurdan ew di riya azadî û serxwebûna xwe re didan, deng bi temamî ji qada wêjeyê biliyabû.
Ji nişke ve, di medya û çapemeniya tirkan û ya kurdan de jî, her gava ku qala wêjeya kurdan, yan jî romana kurdî dibû, navê bi tenê yê dihat gotin her Mehmet Uzun bû.
Ev çi qewimî gelo ku nivîskariya zimanê kurdî, wêjeya kurdî û romana kurdî di navê Mehmed Uzun de hat qurmiçandin û qedandin.
Çawa û çima ev rewşa dûrî rastiyê hate holê, di riya vê şîroveya jêr re, em ê hewil bidin ku li bingeha vî dîmenê çewt û yê ku romana kurdî di hundir wî de hatibû asêkirin de, bigerin. çavkanî jî, bê guman, siyasete.
Mehmed Uzun,
romannivîsê kurd, yan siwarê hespa boz ya dewleta tirk?
Bi têkçûn û vemirandina Şoreşa Êlûnê ya 1961’ê ku li başûrê Kurdistanê bi rêberiya Mele Mistefayê Barzanî dest pê kiribû û siya xwe hetanî 1975’an avêtibû ser her çar parçeyên Kurdistanê, tevgera siyasî ya kurdan li Bakur, bi kelekeleke germ dest bi rêxistinbûnê û livandinê kir. Her çendî destpêk di nav refên çepgirên tirk de be, lê dîsa jî di nav çar pênc salan de, bi dehan rêxistin û partiyên kurdan hatin damezrandin. Di nav van rêxistinan de, bi her awayî şer, pevçûn û nakokiyên mezin hebûn. Lê, hemû di yek xalê de digihiştin hev du, ew jî bikaranîna zimanê tirkî bû. Bi gotineke din, li Bakur, zimanê siyasetê yê kurdan ji destpêkê heta niha her tirkî bû. Li aliyê din ê sînor, li Binxetê (Sûriyê) ku bi temamî kurmancîaxêvin rewşa rêxistinên siyasî yên kurdan hinekî cuda bû, lê zimanê siyaseta kurdî yê nivîskî yê hemû rêxistinên kurd li Rojava erebî bû. Ji rawestandina Hawarê û hetanî 1968’an ku Cegerxwîn kovara Gulistan derxist yek belavok bi kurdî dernediket. Anku zimanê siyaseta kurmancîaxêvan li her du aliyên sînor ne kurmancî bû.
Bi hatina salên 1980 û bi Derbeya Leşkerî re, rê û qedera van rêxistinan û siyasetmedarên ku vê dawiyê wê bibin romannivîs û nivîskar hêdî hêdî zelal dibû.
Hinek ji wan berî wê demê û piraniya wan piştî wê demê berê xwe dan Binxetê, ji wir jî çûn Ewropa û Îskanîdavyayê. Gelek ji wan di girtîgehên dewleta tirk re derbas bibûn û serboriyeke siyasî ya têkçûyî li pey xwe hiştibûn.
Piştî ku, di nav wan partî rêxistinên pir de, Partiya Karkerên Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir, bi derbasbûna demê re, ligel rêxistin û dezgeh û partiyên derd û dora xwe serkêşiya tevgera siyasî ya kurdên Bakur kir û heta niha, dema amadekirina vê lêkolînê. Ew rêxistin û partiyên bakurî yên din, yan biçûk bûn, yan jî hiliyan û bêhêz û bêkes man, yan jî serok û rêberên wan bûn xwedî malper, bûn rojnameger û nivîskar.
Wisa jî di 26’ê adara 1985’an de, li dijî hêzên gerîlayên kurd, dewleta tirk hêzên cerdevanên (Kurd) ava kir û kurdên xwe berdan pêxêla kurdên azadîxwaz. Pê re jî, di qada wêjeyî û rewşenbîrî de, dest bi amadekirina zemîna çêkirina (Kurdên spî) kir. Tabloya siyasî ya wê demê li Bakur ev bû.
Vê yekê çi bi xwe re anî?
Çi têkiliya vê kurteşîroveya siyasî bi romana kurmancî re heye?
Ez ê bêm ser bersiva van pirsan.
Di nav salan de, bi taybetî piştî salên 90’î li Tirkiyê û li bakurê Kuirdistanê, di dîmena wêje û romana kurdî de tenê Mehmed Uzun hate xuyakirin. Ne dîrok ji romana kurdî re ma, ne jî nûnerên ziman û wêjeya kurdî man. Ji bilî çend navên “mirî”, ne kesek berî Mehmed Uzun hebû û ne jî kesek piştî wî. Gelo ev rewş çawa hate holê?. Bi rastî rewş wisa bû?, yan jî ev rewş aliyekî rastiyê bû, ku bi dilê hin aliyan bû û aliyên din yên vê rewşê bi israr dihate binaxkirin û veşartin?
Çend gotinên giştî di der barê romanên Mehmed Uzun de:
Mehmed Uzun heft romanên kurdî li pey xwe hiştin.(Tu-1984, Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê-1987, Mirina kalekî rind-1989, Siya evînê-1991, Bîra qederê-1995, Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê-1998, Hawara Dîcleyê-2001-du cild.) Di nav nifşê xwe de, siyasetmedarê herî zêde guh da aliyê xwe yê nivîskariyê. Yê xwedî hejmareke herî pire ji romanan. Piraniya romanên wî biyografîk in, anku jiyana kesayetiyên naskirî yên dîroka kurdan in. Mîna Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg, Evdalê Zeynikê, dengbêj û her wisa.
Wekî tê zanîn, ev şêwe, nivîsandina romanan li ser jînenîgariya kesayetiyên dîrokî û naskirî, hêsantirîn şêwe ye. Ev hêsanî pala xwe dide van her du sedeman. Yek jê ew e ku ev kesayetên navdar li cem xelkê gelekî hezkirî û naskirî ne, wiha jî her kes mereqa jînanîgariya wan dike. Di nav xelkê de, berî ku bêne nivîsandin, xwendevanên van romanan hazir in. Navekî wekî yê C.Bedirxan, yan jî Evdalê Zeynikê bi serê xwe dikare bibe sedema bidestxistina romanê. Nexasim li cem kurdan û di vê dema hişyariya neteweyî û bilindbûna asta tekoşîna siyasî de ku tîbûneke mezin ji naskirina dîrokê re bi xwe re anîbû.
Sedema din jî ew e ku, ji bo nivîskarê romanê meteryal û melzeme hema hema li ber dest hazir in. Piştî lêkolîneke biçûk mirov dikare bibe xwedî agahî û zanebûnên berfireh li ser tevna romana ku tê nivîsandin. Anku mijar û melzeme amade ne, nivîskar bi hesanî dikare wan bîne cem hev û romaneke (qalind) binîvisîne.
Dema mirov van romanan bi hûrbînî dixwîne, mirov bê kedeke mezin li dehên şaşîtî û kêmasiyên girêdayî naveroka romanan, wisa jî li likumandinên mezin di awayê honandina tevnên van romanan yên sist û dirêjkirî û jihevvezilandî, rast tê.
Lê, heta mirov li paşxaneya siyasî ya vê mijarê nekole, mirov nikare bigihêje bersiveke zelal ji wan pirsên me yên ku me li jor kiribûn re. Ev paşxaneya siyasî hem xwe dispêre kesayetiya Mehmed Uzun û xisletên wî yên takekesane û helwestên wî, hem jî xwe dispêre pirojeya demdirêj ya dewleta tirk û bandora dewletê di çêkirina zihniyeta kurdan a siyasî de. Bi awayekî ku tevgera kurdan a siyasî, bi taybetî di mijara ziman û wêjeyê de, dibe kopiyeke berevajî ji zihniyeta wê dewleta ku li hember wê şer dike.
Zelalkirina mijarê:
Ji 1984’an de têkoşîn û berxwedana kurdan, sal bi sal, dewleta tirk ber bi dîtina gihayê rastiya kurdan yê di bin kevirê kolonyalîzmê de, ajot û ew neçar kir ku piştî salên 1991’ê hebûna kurdan, wekî kurd, bi awayekî “dekorîstîk be jî” bipejirîne. Vî rêzefilmî ji wir dest pê kir û wisa dewam kir,
- Kurd hene, lê zimanê wan tune ye
- Zimanê wan jî heye, lê devoke û ne zimanê nivîsandinê ye
- Zimanê wanî nivîsandinê jî heye, lê yê dema Osmaniyane û çend kilasîkên wan hene ku ew kilasîk jî yên me, yên “Turkiyê” ne.
“Vê dawiyê serokwezîr û serokê dewleta Tirk jî doza xwedîderketina li Ehmedê Xanî jî kirin”
- Bi berdewamiya berxwedanê re, di vê dema me ya destnîşankirî de, gihîştin vê pêpelûkê ku bibêjin, dibe ku zimanê wan ê nivîskî û wêjeya wan jî hebe, lê dîsa jî dikarin van romanên xwe yên hemdem bi zimanê dewletê bixwînin û mînaka vî zimanî û vê wêje û romana modern jî Mehmed Uzun ê ku “Yê Turkiyê hemûyî ye.”
Çima Mehmed Uzun ?
Bê guman, berhemdarî û xwedîderketina li romanê û berdewamiya di nivîsandina wê de, yek ji faktoran e. Eger mesele li cem sînorê romana kurdî bimaya û rê li ber bikaranîna wî ya ji bo projeyê dewletê bihata girtin, dê niha nirxandinên me jî ji wî û ji helwestên wî re û ji paşxaneya siyasî ya berhemên wî re, bi awayekî din bûya.
Di van salên “dijwar” yên dewleta tirk de, ku şerê çekdarî yê kurdan berfireh bûbû, pê re tevgera siyasî ya kurdan xurt û berfirehtir bûbû. Li aliyê din, rewşa siyasî ya cîhanê hate guhertin û hewildanên Tirkiyê jî ber bi ketina nav Yekîtiya Ewropayê re germ bûn û bi her awayî dewletê dixwest ku xwe ji kirîterên “Ewropayê” nêzîk bike. Ji ber têkilbûna berjewendiyên aborî, dewletê karîbû bi Ewropayê jî tevgera kurdan ya siyasî wekî tevgereke terorê bide qebûlkirin û wisa binav bike. Êdî, kurdbûn nema dibû sûc. Li şûna wê, têkiliya bi tevgera kurdan ya siyasî re bû sûc. Anku tu dikarî kurd bî, bi kurdî biaxivî, binîvisînî, lê dijberî û dijminayiya “Terorê” şert e. Di vê çarçoveyê de, pirojeyê “spîkirina” kurdan berdewam kir.
Ji lew re, derdorên dewleta tirk yên birêveber û çêkerên “Kurdên spî”, ev yek ji xwe re kirin armanc, bihêzkirin û qezenckirina “rewşenbîr û nivîskarên” ku yan têkiliya wan bi tevgera “terorê” re tune be, yan jî dijberî wê tevgerê bin. Xala giring ev bû, ji ber wê jî eger ev derdor ji nav girtiyên siyasî yên berê bin, yan jî ji bermayiyên rêxistin û partiyên biçûçikmayî û heliyayî bin, dîsa xemnake.
Bi vî awayî nivîskar, rewshenbîr, çapemenî û dezgehên tirk ketin dewrê.
Yek ji taybetmendiyên balkêş yên vê dewletê ew e ku li hember azadî û serxwebûna kurdan hemû alî û derdorên neteweya tirk bi çep û rastên xwe, bi general û sivîlên xwe, bi dezgeh û çapemeniya xwe, bi nivîskar û rewşenbîrên xwe, dikevin nava tevgereke harmonî. Ji bo vê armanca pîroz, rêlibergirtina azadiya kurdan, hemû dibin yekdest û yekdev û yekbawerî.
Ji bo xurtkirina eniya kurd ya dijberî “tevgera terorê” li xelekên qels geriyan. Yek ji wan xelekên pêdiviya dewletê pê hebû dikarîbû bi hesanî di nav kurdên li Siwêdê de bê dîtin. Baştirîn nivîskarê ku ew kirasê spî li bejn û bala wî dihat, li gor derdorên dewletê, “Mehmetçîk”Uzun bû. Hem bi rastî nivîskarekî xwedî berhem bû, hem jî dilsoziya xwe ya bi dewletê re, di dema gurbûna şerê li dijî “Tevgera terorê” re ji Swêdê rê girt û hat bû “Mehmetçîk”, an leşkerî ji artêşa dewleta tirk re kir. (11)
Herwisa ji rêxistineke têkçûyî û li ber helandinê“Rizgarî“ hatibû, ku bi her awayî dijberiya „tevgera terorê“ dikir.(12)
Lê, her çendî ew ji hemû romanivîsên kurd çalaktir û zîrektir be û xwedî berhem be, lê dîsa jî divê di bin sîwaneke maqûl û cihê baweriyê de derbasî vî dergehê mezin yê wêjeya hemû Tirkiyê bibe. Ji bo bê şubhe karibe derbas bibe, pêdivî bi hinek tedbîran hebû. Divabû Yekîtiya Nivîskarên Tirk wî hemêz bike û wî xelat bike û hate xelatkirin. Divabû romanên wî bi tirkî û li weşanxaneyên mezin yên Tirkiyê bêne çapkirin û belavkirin û wisa bû. Divabû ku ew ji hêla xwe de, xwe wekî nivîskarekî cîhanî û pirzimanî bide nîşandan ku milkê hemû Tirkiyêye û dijî teror û cudaxwaziyê ye û wisa bû. Ji bo balkişandina çapemeniya Tirkiyê û ya cîhanê divabû ku ji bo romaneke kurdî doz lê bê vekirin û dûre jî, ji bo ku isbat bibe ku Tirkiyê wekatekî nêzîkî kirîterên Ewropayêye, divabû dozê qezenc bike û ji ewropiyan re diyar bibe, bi zimanê kurdekî ku, Tirkiyê welatekî cihê azadiya raman û derbirînê ye û bi kurdî û ...her wiha.
Ka em guh bidin çend helwestên Mehmed Uzun yên ku di 19.04.2002’yan de, ji dadgeha ewlekariya dewleta tirk re, dibêje:
“Peywira min cihêxwazîkirin nîn e, pêkanîna yekîtiyê ye. Ji bo min tişta bingehîn ne dabeşkerî (cihêxwazî)ye, pêkanîna yekîtiyê ye. Ez dabeşkeriyê (cudaxwaziyê) ne tenê wekî ehmeqiyê dibînim, di heman demê de wekî ramaneke xetere jî dibînim.”(13)
“Ne ji bo cihêtiyê biafirînim, ji bo tişta heyî dewlemend bikim, dinîvisînim.”(14)
“Min mafên kêmnetewa tirk a Bulgaristanê parast û ji bo van mafan çi ji destê min hat, min hemû pêk anî..”(15). Ew dixwaze ...“ ..xwe bigihîne Tirkiyeke şareza, murefeh û demokratîk.”(16)
Her wisa ew dibîne ku demeke dirêj di ser ketina Tirkiyê ya riya parastina wijdanê mirovan re, derbasbûye:
“Tirkiyeya ku ji zû ve ye ketiye riya piyarî û wijdana mirovî...”(17)
Ev nimûneyeke ji dehên nimûneyan, bi taybetî di hevpeyvînên bi rojnamevanên tirk re, ku Mehmed Uzun xwe ji nivîskarekî kurd bêhtir wekî nivîskarekî ku bi gelek zimanan dinîvisîne ku yek ji wan zimanan kurdî ye dide pêşkêşkirin, wisa jî qala “integerekirina kurdên Tirkiyê“ dikir.!. Ew hêleke, ji hêla din de jî xwe wekî afirênerê zimanekî pêşkêş dikir. Dema ji bo peyva xwe ya “Min zimanek afirandiye” dikete tengasiyê, mebesta xwe, ne zimanê kurdî, lê wekî zimanê romanê şîrove dikir. Bi vî awayî jî rê li ber nivîskar û rewşenbîrên tirk vedikir, da ku ew nezanî û tunebûna agahiyên wan yên li ser ziman û wêjeya kurdî bibin derew û li her derê, wekî ku rastiyên dîrokî bin, belav bibin. Projeya dewletê jî, ji bo bê şubhe û bi selametî biçe serî, hewcedarî wergerandina van derewan bû. Berztirîn mînak di vê çarçovê de Yaşar Kemal e, ku li ser wêjeya kurdan û Tirkiyiyê her dem Mehmed Uzun wekî wêjevanê kurdan yê bi tenê pêşkêş dikir:
“Li Tirkiyê gelek wêjenas derketin. Nazim Hikmet derket, Saik Faik derket. Gelek mirovên din jî derketin. Lê di kurdî de tenê Mehmedekî wê heye.”(18)
Derewên Yaşar Kemal yên li ser Mehmed Uzun û li ser romana Kurdî:
“Îro zimanê kurdî bi Mehmed dest pê dike.”(19)
Li vê derê mebest ji peyva “ziman” çibe bela bibe, mebest zimanê kurdî be yan jî zimanê romanê be, bi her du wateyan jî, ev gotin ji rastiyê dûr in.
Yaşar Kemal, mîna her nivîskarekî din, di bîr û baweriyên xwe û di nirxandinên xwe de, azad e. Ew ji kê hez bike yan jî neke, ew derdekî wî ye. Lê, ne ew, ne tu nivîskar, ne xwediyên wî mafî ne ku, nirxandinan li ser romanivîsandin û wêjeya zimanekî bikin, ku ne bi wî zimanî dizanin, ne jî di der barê wêjeya wî zimanî de, xwedî agahî ne. Yaşar Kemal nivîskarê zimanê tirkî ye û kurdekî ku nizane bi kurdî bixwîne û binîvisîne, vî mafî ji ku tîne ku nivîskarekî bîne û wî bike yekem kesê ku zimanê me ji wî dest pê bike.
Yaşar Kemal ê tirkînivîs vê wêrekiyê ji ku tîne ku derewek e wisa mezin, wekî rastiyeke dîrokî, ji me re pêşkêş bike?
Jixwe bi vê qayîl nabe. Mîna ku ji hemû berhemên romana kurdî jî agahdar be, dîsa wî mafî dide xwe û romana Uzun wekî yekemîn romana kurdî, an jî “romana pêşî” binav dike:
“Gava min romana Mehmed Uzun xwend ez şaş mam, çawa di zimanekî de romana pêşî ew qasî pêşketî, dewlemend û bi hosteyî dikarîbû bihata nivîsîn...”(20)
Yaşar Kemal û pê re jî çapemeniya tirk û derdorên rewşenbîriya tirkan û kurdên spî bi hev re mîna “koralekê” ev derew dubare û dehbare kirin, hetanî ku bû baweriyeke hevbeş ya gelek kurdan jî. Vê yekê hinek ji nivîskarên nifşê nû jî xiste bin bandora xwe, wekî mînak, Yaqob Tilermenî, M. Uzun wekî maratonvanê bi tenê yê wêjeya kurdî bi nav dike ku ne li pêş û ne jî li paş wî kesek tune ye:
“Mehmed Uzun, di qada wêjeya kurdî de maratonvanê tenya ye ku di pêşbaziya sed metreyî de, ne li nik wî, ne li pêşiya wî, ne jî li paşiya wî tu maratonvanên din tune ne.”(21)
Yaşar Kemal li ser gora Uzun jî heman derew dubare kirin:
“.. Kevirê yekemîn ê esasî yê zimanê kurdî daniye.”(22)
Ev pêlên deryaya derewên ku bi her awayî li ser kurdan dihatin ferzkirin, nema rê didan qeyikên rastiya ku dema dihat gotin jî ne deng diçû kesekî, ne jî rê li ber wan dengan vedibû ku ev dîmenê çewt yê wêjeya kurdî hinekî sererast bibe.
Hetanî bi rexneyên cidî yên nivîskarên mîna Remezan Alan, bi her awayî dihatin paşguhkirin û ji hêla van derdorên siyasî hem yên tirk û hem yên kurd- vê dawiyê- tune dihatin hesibandin. Rexne carinan li zimên bû:
“...wî bi domdarî digot: “Min ji bo romana kurdî zimanekî nû afirandiye, lê di eslê xwe de ew ji sînorên vegotineke çîrokbêjî derneketibû..”(23)
Carinan jî van rexneyan wisa bal dikişandin ser çewtî û nenormalbûna rewşa pêşkêşkirina berhemên wî yên di kurdî de lawaz û bi tirkî bi awayekî din bûn:
“...Yanê pirtûkeke ku di tama edebiyatê de pênc hevokên wê nîn in, bi nivîsên A.Omer Turkeş û Muhsin Kizilkaya rûspî dike, ya rast saziyeke wisan li pêşiya me ye ku bi van nivîsan, me amade dike...”(24)
Berevajî wê, piştî 1999’an û guhertinên ku destpêka sedsala nû di siyaseta azadîxwaz ya kurdên Bakur bi xwe re anîn, êdî ev dîmen bi destê tevgera kurdan ya siyasî hat rûniştandin û Mehmed Uzun ê nexweş, mîna qehremanekî ku serkeftinin mezin bidestxistibin li welatê xwe, li Amedê, hate pêşwazîkirin û hembêzkirin û bi temamî ev derewên ku bi salan e dewlet û rewşenbîrên xwe û kurdên xwe dixwestin bikin rastî û nikarîbûn, êdî ew armanc bi temamî pêkhat.
Balkêş e ku hin der û dorên siyaseta kurdan bi dewletê û der û dorê wê re kete pêşbaziya spîkirina navê Mehmed Uzun û ketin nav hewildanan, da ku hin rastiyan bi kurdan bidin jibîrkirin û li hember nivîsên dijî projeyê dewletê di çapemeniya xwe de sansûr bikin, wekî mînak, kovara W’yê, ku niha ji Weşanê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ye û berê bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê derdiket, di hejmara xwe ya 13’yan de, di dosyeya li ser Mehmet Uzun de, gotara Mahabad F. Arda ya ku vê diyardeya mijara me rexne dike, sansûrkir, ew neda weşandin û li şûna wê hejmarek tijî nivîsên ku ji tirkî hatibûn wergerandin li ser M.Uzun derxistin. Di vê hejmarê de 48 wêne û portreyên M.Uzun hatibûn bicihkirin. Arda di nivîsa xwe ya sansûrkirî de wisa nivîsandibû:
“Birêz Uzun 10 sal li ser navê nivîskariyê ji swêdiyan pere wergirt ku ji bo li ser wêjeya kurd kar û xebat bike. Piştî deh salan eger pêwîst bê dîtin deh salek din an demek kintir carek din tê dirêjkirin. Piştî ku Uzun fam kir dê êdî pere nedinê, di wê demê de ‘lîsteyek’ derket ku PKK’ê navê 200 kesî kiriyê ku dê 200 kesî bikuje û navê Mehmet Uzun jî di nav de ye. Di nav van ‘200 kesan’ de, bi tenê navê Uzun hat zanîn û derket pêş û propoganda wî hat kirin. Wî bi xwe ji çapemeniya tirkan û swêdiyan re digot ‘navê min di lîsteyê de ye’ di Roj TV de jî derdiket digot: ‘masmedya swêd û tirkan derewan dikin’. Heman tiştî di Ozgur Politikayê de jî nivîsand.
Gelo bi nexweşketina Mehmet Uzun re ev dokument hemû winda bûn an jî ji bîr bûn?”(25)
Ez ê li cem vê mînakê rawestim û vegerim ser nirxandinên Yaşar Kemal yên ji helwest û kirinên siyasî yên Uzun re, ku di dema koçkirina Uzun de gotibûn:
“...Ev mirov di polîtîkayê de jî li ser xwe rawestiyaye. Li wir jî tu xeletî nekirine, herdem lanet li tundiyê aniye..”(26)
Ez bawer dikim, mebesta wî bi “xeletî nekirine” ew e ku tu caran piştgiriya “tevgera terorê” nekiriye.
Bi vî awayî, ew dîmenê ku li ser dihat karkirin û xebitandin, da ku bi her kesî bê qebûlkirin ev bû. Y. Kemal rola xwe heta dawiyê bicih anî. Ji wir û pê ve piroje êdî berdewam dike û “kandîdatên” nû têne amadekirin. Anku “kevirê esasî” yê romana kurdî, piştî M.U tên amadekirin. Pê re jî TRT 6 tê vekirin û dibe platformeke geş ji bo ku ew piroje ber bi serkeftinin din de here.
Roman û dagîrkerî (kolonyalîzim)
Gelo rast e ku M.U ew “xeletî” nekiribû?
Tev ku romana wî ya “Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” li ser şerê li Kurdistanê û Tirkiyê bû. Anku çawa “xeletiyeke” wisa dikare nebe, tev ku nivîskarekî kurd romanekê li ser şerê di navbera artêşa dewleteke dagirker û şervanên azadiyê yên kurd de binîvisîne. Ew “xeletî” bibû yan nebibû?. Ez ê hewl bidim piştî vê kurteşîroveyê, li gor xwendina xwe ya ji romanê re, hinekî nêzîkî bersivê bibim.
Di dîroka wêjeya cîhanê de, mirov li gelek mînakan rast tê, ku welatê nivîskarê xwediyê romanê ji hêla artêşeke dagîrker ve hatibe bidestxistin û li hember wê artêşê şer tê kirin. Nêzîktirîn mînaka vê yekê romana “Bêdengiya deryayê” ya Vircor e. Ev roman li ser dema dagîrkirina naziyên elman ji Frensayê re. Nivîskarê romanê Jean Marcel Bruller e. Cara yekem romana wî di bin navê Vircor de, di sala 1942’yan de derket. Vircor jî navê cihekî ye ku sembola berxwedana frensiyan bû dijî naziyên almanên dagîrker.
Çîroka romanê bi kurtayî wilo ye, serbazekî artêşa dagîrker ya nazî bi navê Werner von Ebrennac dixwaze li cem malbateke frensî ku ji kalik û keçeke ciwan ku biraziya wî ye, pêk tê. Serbazê alman bi her awayî dixwaze têkiliyê bi keçikê yan bi apê wê re deyne. Roman hemû li derdora awayê berxwedana vê keçikê, an vê malbata ku welatê hatiye dagirkirine û li hember vê dagîrkeriyê bêdengî hilbijartine. Hemû rengên têkiliyê bi vî serbazê dewleta dagîrker re red dikin û xwediyên helwesta xwe dimînin. Serbazê alman dixwaze xwe ji wan nêzîk bike û bi xwe re diaxive ku ew dixwaze her du çand, ya firensî û ya elmanî, bi hev re bijîn û...lê ji ber ku ew serbazê artêşa dewleteke dagîrkere, hemû gotinên wî li hewa dimînin û têne redkirin. Ev helwest dibe sedem ku yê serbaz di xwekuştinê de bifikire û ...heta dawiyê.
Em niha vegerin ser romana Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê, di nav romanên M.U de ev tenê li ser şerê li Kurdistanê yê dijî artêşa tirk nivîsandiye. Di romanê de navê Kurdistanê derbas nabe. Ew wekî welatê çiyayan û Tirkiyê wekî welatê mezin têne binavkirin.
Beramberiyeke biçûk :
- Welatê ku hatiye dagirkirin: li wir Frensa ye – li vir Kurdistane“nayê binavkirin”
- Artêşa dewleta dagirker: li wir artêşa alman e – li vir artêşa tirk e.
- Serbazê artêşa dagirker: li wir Werner von Ebrennac e- li vir Baz e.
- Jina ku yê serbaz dixwaze pêre têkiliyê deyne: li wir keçikeke frensî, bi apê xwe re dijî.- li vir keçeke kurd e, şervaneke bi navê Kevokê ye.
- Stûnê bingehîn yê romanê: li wir awayê têkiliya serbaz û keçika frensî ye. - li vir awayê têkiliya yê serbaz û keçika kurd e, ji hev du hezdikin û roman çîroka evîna wan vedibêje.
Encam:
Nivîskarê frensî M. Bruller, keçekê ji welatê xwe yê dagirkirî tîne û li hember serbazekî artêşa dagirker ya alman wê bêdeng dike. Bêdengiyeke wisa ku mîna bêdengiya deryayê ye, ji derve de hêdî û ji hundir de tijî qêrîn û protestokirin û redkirina dagirkeriyê ye.
Nivîskarê Kurd M. Uzun, keçeke şervan ji welatê xwe yê dagirkirî tîne û li hember serbazekî artêşa dagirker ya tirk dixîne deryaya evîneke kûr. Şervana keç ya kurd dike Kevok û serbazê artêşa tirk dike Baz û wan ber dide nav pêlên hezkirin û evînê.
Tev ku serbazê alman nerm e, kulturhez û diltenik e, lê dîsa jî, ji ber ku dagirkirina welatê wê li wê navê ye, ji hêla keçika frensî ve tê redkirin.
Serbazê artêşa tirk yê M. Uzun xwînmij, kujer û qesasê serê şervanên kurd e. Dîsa jî keçika kurd dibe evîndara wî û ew evîn dibe mijara romana M.Uzun ya ku ew bi tenê li ser dagîrkirina Kurdistanê û şerê azadiya kurdan ku heta niha lidare nivîsandibû.
Hêjayî gotinê ye ku ev “serkeftinên M.Uzun yên di warê romannivîsandinê de ku berî her tiştî yek ji encamên wî projeyê demdirêj yê dewleta tirk e, wisa jî ji hêla tevgera siyasî ya kurdên bakur re hate qebûlkirin û “efsane”kirin, bûn sedem ku ji bo hin “nemzetên”din yên vê “rol”a nepîroz bidin ser riya wî. Bi hêviya ku teqlîdkirina wî, wan jî bigihîne wê radeya M.U xwe gihandê.
Romannivîsên ku di qonaxa 1990 – 2000 de derketin
Ez dixwazim di destpêkê de, li Bakur û Rojava, dîmenekî giştî ji rewşa siyasî re, ragihînim. Ew dîmenê ku di pencereya ziman, çand û wêjeya kurdî re, tê dîtin.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di van salan de, pêşketinên dîrokî hatin holê. Pêşketinan di dema Ozal de û piştî rakirina qedexeya li ser kurdî, bi awayekî berbiçav rûdan. Heta radeyekê be jî, lê têkoşîna kurdan ji bo bidestxistina mafekî bingehîn ji mafê mirovan, bi vê yekê encam da. Rojnameya heftane "Welat" di 22'ê reşemiya 1992'an de, bi kurdî hate weşandin, bi "Welatê me" berdewamkir û "Azadiya Welat" wekî yekemîn rojnameya rojane 15'ê gelawêja 2006'an de dest bi weşanê kir.
Dezgehên kurdan yên mîna Enstîtu û navendên çandê hatin vekirin. Kovarên mîna Rewşen, JiyanaRewşen û Rewşenname derketin û bi derxistina kovara W'yê berdewamkir. Weşanxaneyên kurdan dest bi weşandina pirtûkên kurdî kirin, li Stenbolê destpêkir û li Amedê dewam kir. Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZPKurdî) hate damezrandin û ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê kurd daketin meydanan. Li derveyî welêt jî yekemîn televizyona kurdî ya satelit MedTV di 15 gulana 1995'an de, dest bi weşanê kir, bi MedyaTV, MezopotamyaTV û bi Roj berdewam kir. Ji bilî vê tevgera medya û weşanê ya organîzekirî, bi dehan kovar û rojname û çalakiyên ziman û çanda kurdî hatin holê. Ev aliyekî meselê bû.
Li aliyê din jî, ev hemû hewildan di warê guherandina zimanê siyaseta kurdan ji zimanê serdestan ber bi kurdî de, biserneket û di qada siyaseta kurdan de, ew zihniyeta ku zimanê serdestan dide pêş her û her ma desthilatdar.
Li aliyê dinî sînor, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tevgera siyasî roj bi roj dibû piçik û parî. Her partiyeke kurdan bû du û sê û çar partî. Zimanê siyasetê yê nivîskî erebî bû, lê geşbûneke berbiçav di derxistina kovarên kurdî de çêbû û hêdî hêdî vê geşbûnê cihê xwe da çilmisandin û sistbûnê. Bi awayekî fermî zimanê kurdî qedexe mabû û pirtûkên kurdî, bi çapeke xerab, bi dizî û bi zehmetiyên mezin dihatin çapkirin û belavkirin.
Li her du aliyên sînor dijwarî lidarbû. Li Bakur şerê çekdarî, gihişte asta xwe ya herî bilind û bi avakirina rêxistinên çete û kujerên rewşenbîr û welatperwerên kurd re dewletê rûyê xwe yê herî qirêj û gemar diyar kir. Li aliyê din ê sînor jî jenosîda spî di asta xwe ya herî bilind de bû. Bi bilindbûna asta berxwedana kurdan ya dijî dagîrkerên welatê wan re, asta berhem û karê wêjeyî yê kurdî, roman jî di nav de, kete asteke din û nîşanên xweavakirin û pêşdeçûnê li ber çavan zelal bûn.
Mirov nikare vê qonaxê wisa bi temamî ji qonaxa berî wê cuda bike, ne jî ji ya piştî wê. Piraniya romanivîsên ku di van salan de derketin, bi taybetî yên di salên dawiya vê qonaxê de, bi awayekî çalak beşdarî berhemdayîna qonaxên pêşiya me bûn, wisa jî berdewam dikin. Mebesta me ji vê dabeşkirinê, danasîn û destnîşankirina xalên hevbeş yên van nifşên romannivîs yên ku beşdarî pêşdebirina pêvajoya romana kurdî bûne. Ez dixwazim destpêkê, wekî danasîn, navên hemû romanivîsên ku di vê qonaxê de derketin, ligel navên berhemên wan û sala weşandina berheman, li gor demê, rêz bikim:
1- Azad Ehmed (Bavê Şîhîn)
1- Yên Perîşan – Beyrût – 1991.
2- Berxikê kesk - Semakurd-2008
2- Medenî Ferho
1- Berxwedan Jiyan e – AbeCe - Belcîka-1994
2- Mîza Mihemed - Nûdem-1995
3- Xaltîka Zeyno - Doz-1998
4- Marê di tûr de - Pêrî-1999
5- Xewnên pînekirî – pêrî – 2001.
6- Dora Bacinê bi dare - Tevn - 2007
7-çîroka me - do – 2009.
3- Bûbê Eser
1- Gardiyan - Roja Nû-1994
2-Jiyanek- Bajar – 2004.
4 - Hesenê Metê
1- Labîrenta Cinan – Welat-1994.
2- Tofan -Apec - 2000.
3- Gotinên gunehkar Avesta – 2007.
5- Xurşîd Mîrzengî
1- Sînor – Jîndan-1995.
2- Ristemê Zal – Rewşen – 1999.
3- Belqitî - Komal - 2004
6- Mihemed Dehsiwar
1- Çirîskên Rizgariyê – Newroz-1995
7- Ihsan Colemergî
1- Cembelî Kurê Mîrê Hekarî - Apec-1995
8- Silêman Demîr
1- Sorê Gulê - Nûdem-1997
2- Koç - Roja Nû-1998
3- Piştî bîst salan - Doz - 2007
4- Kassandra – Avesta – 2010.
9- Mustafa Aydogan
1- Pêlên Bêrîkirinê - Nûdem-1997
10- M Beşîr
1- Sofî Remo – Medya-1999.
11- Lokman Polat
1- Kewa Marî - Helwest-1999
2- Fîlozof - Helwest-2002
3- Rojnamevan – Pêrî - 2002
4-Robîn – veng – 2004.
5- kodnav viyan – Helwest – 2006.
6- Parola operasyonê – Helwest- 2008.
12- Zeynel Abidîn
1- Binefşên Tariyê – Doz-1999
2-Girava stêrkên vemirî – Evra velag-Berlin – 2004.
3- Bigrî heval- Evraverlag-Berlin- 2007.
13- Îbrahîm Seydo Aydogan
1- Reş û Spî - Doz-1999
2- Leyla Fîgaro - Mîr-2003
14- Fêrgîn Melîk Aykoç
1- Mamosteyê Zinaran – Rewşen-1999.
2- îlên li ber pûkê – rewşen- 2002
15- Laleş Qaso
1- Se şev û sê roj - Nûdem-1999
2- Wêran – Pelda- 2002
3- Xezeba Azadiyê - Pelda-2000
4- Ronakbîr - Pelda-2003
16- Helîm Yûsiv
1- Sobarto – Avesta-1999.
2- Tirsa bê diran – Avesta- 2006
3- Gava ku masî tî dibin – Lîs- 2008.
17- Bavê Nazê
1- Çiyayên bi xwînê avdayî – 1978
2- Stockholmê te çi dîtiye bêje - Förtattores Bokmaskin-1987
3- Dara pelweşiyayî – Duhok 2002- Lîs 2010.
4- Miriyê heram - Lîs - 2009.
18- Şahînê Bekirê Soreklî
1- Wendabûn - Instituya Kurdî Beşê Elmanî-1987
2- Veger - yekîtiya nivîskarên Duhokê - 2006
Ji bilî Mehmed Uzun û Mehmûd Baksî ku her du çûne ber dilovaniya Xwedê, berhemên Bavê Nazê û Şahînê Bekirê Soreklî, li kêleka çîrokê, di warê romanê de jî berdewam kirin. Ji ber vê yekê, me navên wan jî li navên vê demê zêde kirin. Wisa jî, ne bi navê Nûrî Şemdîn, ne jî bi navê Birîndar nema tu roman derneketin.
Taybetiyên vê qonaxê di pêvajoya romana Kurdî de
- Romana Kurdî ji qonaxa ku mîna alaveke siyasetê be, derbasî qada wêjeyê bû. Bi her awayî ber bi xweseriyê de çû. Ji nav lepên mijarên siyasî û jînanîgariya kesayetên dîrokî xwe berda qada civakî û derûnî ya kurdan. Ji siyasetê naveroka xwe ber bi rengîniya jiyanê ve ajot.
- Ji hêla teknîk û honandinê de, cudayî û sûdwergirtina ji teknîka romana nûjen ya zimanên din, hêdî hêdî, diyar dibû.
- Piraniya nivîskarên vê qonaxê hewldan ku nebin qurbanên siyaseta dewletên dagîrker, wisa jî nebin alavên piropagandaya siyaseta kurdan.
- Zimanê romanê ber bi resenî û asteke bilindtir de çû û bi demê re, kêm zêde dikarîbû li ser Kurmanciyeke Standard bê axavtin.
– Her çendî hinek ji van nivîskaran berdewamiya qonaxa berî xwe bin, hinekên din jî bi awayekî çalak beşdarî qonaxa ku wê bê de bûn. Vê yekê rê, bi temamî, li ber wan dîtinên ku romana kurdî nedidîtin, girt. Roman Kurdî bû rastiyeke wêjeya kurdî ku, hêjayî nirxandin, rexnekirin û diyarkirina astên cihê û cudaye.
Romannivîsên qonaxa salên 2000 heta 2010'an
Ji bo binavkirina nifşekî, mirov nikare wî di nav deh salan de asê bihêle. Dibe ku dabeşkirina navan û berheman li gor demê, an ku di hundirê deh salan de, alîkariya me ji bo pêvajoya lêkolînê û zelalkirina danasînê bike, lê ji bo binavkirina nifşê nû yê romana kurmancî, divê mirov nav û berhemên her du qonaxên dawiyê bîne cem hev:
1- Adil Zozanî
1- Kejê (Pêrî-2001)
2- Mişextî (Lîs-2009)
2- Reşad Akgül
1- Veger (Rewşen-2001 )
2- Evdalkovî (Mezopotamya- 2004 )
3- Newroz Saîdpour
1- Viyan ( Sî-2002 )
4- Remezan Alan
1- Saturn (Avesta-2002)
5- Mezher Bozan
1- Av zelal bû (1-2-3-4, Pêrî-2002 -2004- 2006-2008)
2- Zêna (Nûbihar - 2007)
3- Zarokên me (Pêrî - 2005)
4- Asim (Pêrî - 2007)
6- Torî
1- Mendik (Berfîn-2002)
7- Kemal Orgun
1-Li Qerexa Şevê Hîvron ( Sî-2002)
8- Omer Dilsoz
1- Hêviyên Birîndar (Aram-2003)
2- Bêhna axê (Berçem - 2005)
3- Neynika dilî (Aram - 2009)
9- Jîr Dilovan
1- Zenga Zêrîn (Mezopotamya-2003)
10- Menaf Osman
1- Girê Şêran “Serhildan” (Aram-2003)
11- Eyup Kiran
1- Dewrêşê Evdî (Mîr-2003)
2- Pilingê Serhedê (Elma, 2005)
12- Jan Dost
1- Mijabad (Belkî - 2003)
2- 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de. (Avesta-2007)
3- Mîrname (2008. Avesta)
13- Abbas Abbas
1- Xewnên siyarî (Pêrî - 2004)
2- Şivanê berxan (Pêrî -2004)
3- Dengbêjê picûk (Pêrî - 2005)
4- Helbestvan (Pêrî - 2005)
5- Neviya ciyayekî (pêrî - 2006)
14- Mîran Janbar
1-Ardûda (Lîs - 2004)
15- Riza çolpan
1- Serhatiyên Rustem û nemerdiya namerdan (Veng - 2004)
16- Lokman Ayabe
1-Jar lê Sermest (Belkî - 2004)
2-Gava jiyan (Belkî - 2007)
17- Mehdî Zana
1- Ay dayê (Tevn - 2005)
18- Yaqob Tilermenî
1- Kitim-Sêbareya Mêrdînê 1 (Lîs - 2005)
2- Qerebafon- Sêbareya Mêrdînê 2 (do - 2009)
3- Bavfileh- Sêbareya Mêrdînê 3 (do - 2009)
19- Dilawer Zeraq
1-şevên winda wêneyên meçhûl (Lîs - 2005)
20- Firat Cewerî
1- Payiza Dereng (Nûdem - 2005)
2- Ez ê yekî bikujim (Avesta- 2008)
21- Atilla Barişer
1- Mandalîn (Elma 2005)
22- Sabrî Akbel
1- Evîna Pînhan (Nûbihar - 2006)
23- Diyar Bohtî
1- Gul bişkivîn (Mezopotamya - 2006)
2- Mexmûr (Mezopotamya - 2007)
3- Soryaz (Do - 2008)
24- Serkan Birûsk
1- Sê Terîş (Apec - 2006)
25- Nesîp Tarim
1- Xezal (Belkî – 2007)
26- Yunus Eroglu
1- Nameyek ji Xwedê re (Lîs - 2007)
2- Otobês (Lîs - 2010)
27- Arîn Zîn
1- Ez stêrka sîpan im (Bercem – 2007)
28- Aram Gernas
1- Toqa Lanetê (Doz - 2007)
29- Îlhamî Sertkaya
1- Kilama Sîlanê (Pêrî - 2007)
30- Îbrahîm Osman
1- Evîna mêrxasekî (Lîs - 2008)
31- Edîb Polat
1- Ristemê Zal (Evresel - 2008)
32- Mîr Qasimlo
1- Wêneyên keserê (Pêrî - 2008)
2- Giyanên bahozî (Do - 2009)
33- Şener Ozmen
1- Rojnivîska Spînoza (Lîs - 2008)
2- Pêşbaziya çîrokên neqediyayî (Lîs - 2010)
34- Hesen Huseyin Deniz
1- Hêvî herdem heye (Do - 2008)
35- Zarife Demir
1-Kela Bilind (Apec- 2008)
36- Ali Huseyn Kerim
1-şopa rojên bihurî (Rewşen - 2008)
37- Hesenê Alê
1- Sêwiyên rojhilat (Stil-offset- 2009)
38 - Newaf Mîro
2- Keleşê reş (Pêrî - 2009)
39- Cîhan Roj
1- Gîtara bê têl (Do – 2009)
40- Abdullah Pertev Işik
1-Mirinên bêwext (Astare - 2009 -Istanbul)
41- Mehmet Yilmaz
1-Doktor Dîno (Ava - 2009)
42- Ozgur Kiyak
1-Rêwîyên Bêwelat (Do - 2009) (32)
Di nav van her du qonaxên derbasbûyî de, hin nav û berhem hene ku wê bandora xwe li pêvaoya romanê ya salên pêşiya me jî bikin. Dijwariya karê vî nifşî, ligel tunebûna piştgiriyê, rewşa wî nêzîkî rewşa bêjiyan kiriye.
Nifşê ku bi keda xwe ya takekesane, bi tenê, bêxwedî, bêpişt, bê"çapemenî", bêreklam, bêwerger, bêpere, bêxwendevan, bêdewlet, bêxwedî û bêxwedan, rahiştiye barê pêşxistina wêjeya miletekî parçebûyî û bê dewlet. Her wisa bilindkirina asta zimanekî qedexekirî ku bi hêzên çar dewletên pişaftinkar hatiye dorpêçkirin, ji xwe re kirine mijûlî û erk.
Taybetiya vî nifşî ya sereke ew e, ku bi zimanên dewletên serdest, pêzanînên xwe yên di derbarê romanê û çawatiya nivîsandinê bidest xwe ve anîn û bi zimanê xwe -kurmancî- nivîsandin. Ne derfet hebû ku bi kurdî pirtûkên li ser teoriya romanê, şêwe û metodên teknîkî yên nivîsandinê û dîroka pêvajoya wê, bixwînin. Ne jî romanên kurdî, yan bi kurdî, bi wê hejmara ku tê xwestin, li ber destan hebûn, ku xwe bi zimanê xwe ava bikin. çend navên girîng, di wê navê re, bên mal û milkê zimanên serdest. Ji bilî peyva "regezkurd" ku di vê çarçoveyê de ji danasînê pêve tiştekî nabêje, nikaribû li ser van romanivîsan bê gotin. Ew jî tiştekî li wêjeya kurd zêde nake. Mirov dikare vê rewşa neasayî ya romannivîsên kurd bi du awayan şîrove bike. Aliyê erênî ew e, ev nivîskar ên ku bi zimanekî din xwendin û bi zimanê xwe nivîsandin, man dilsozê zimanê dayikê û bi fedakarî û kedeke mezin xwe gihandin radeya romanivîsandinê. Wisa, ji bo berhemê bixwe jî, zemîna serkeftinê hate amadekirin.
Di romanên li ser rewşa kurdan de, zimanê resen yên kesên romanê bixwe kurdî ye, wisa jî di dema nivîsandinê de, kurdî dimîne. Vê reseniyê, rê li ber bidestxweveanîna kûrahiya rihê civaka kurd û êşên wê yên xedar de jî, vekir. Di romanên ku bi erebî, yan bi tirkî, li ser kurdan têne nivîsandin, nivîskar bixwe neçarî wergera zimanê kesên xwe yên romanê dibe û ev yek bandoreke xerab li asta romanê û ya karekter û zimanê wê dike. Ji bilî wê, romanivîs bixwe dibe şirîk û hevparê talankirina çanda xwe û guheztina hin taybetiyên civaka kurd ber bi zimanê serdestan ve ku di encamê de ji wêjeya wan re dibe mal.
Aliyê neyênî yê vê rewşa "duzimanî" ew e, ku nivîskarê kurd nikaribe xwe bi temamî ji bin siya zihniyet û mentelîteya zimanê dewleta serdest rizgar bike. Forma zimên û awayê avakirin û sazkirina hevokan ya zimanê din, carinan ji bo zimanê romanê yê kurdî dibe sedema zirareke mezin. Bi vî awayî, roman mîna romaneke wergerandî tê xuyakirin. Carinan jî vê bandorê xwe berdida kûrahiya mejî û ramanên nivîskêr. Her çendî nivîskarekî wiha, bi kurdî binîvisîne, lê dîsa jî bi hişmendiya dewleta xwediya zimanê xwendina xwe, tevdigere. Vê bandorê xwe di hin mînakan de nîşan dida, wekî biçûkxistina ziman û wêjeya kurdan, reva ji binavkirina Kurdistanê û xwepêşkêşkirina wekî nivîskarekî pirzimanî an jî niştimanî. Ango bi kurdî dibin alîkarên pilanên dewletên ku kurdî qedexe dikin.
Tevlihevkirina mijaran û pêdiviya têgihiştinê:
Yek ji sîmayên vê rewşa me behs kir tevlihevkirina mijaran e. Mînaka wê, di danûstendinên li ser romanê de, diyar dibin.
Li cîhanê, piştî şerê cîhanê yê duyem û bi avakirina dewletên neteweyî re, danûstendinên li ser romana berî û piştî dema dagirkirin û kolonyalîzmê dest pê kirin. Pêre jî romana nûjen, modern û vê dawiyê jî "postmodern" û piştî wê û her wisa... Bi hevgirêdanek di navbera naverok û formên romanê de hebû. Bi taybetî li cîhana Rojava ku roman wekî serencama "bajaran" û pêşdeçûna çîna birjuwaziyê ve hate girêdan. Şaşîtiya mezin di qada wêjeya kurdî de, ew bû ku kesên hatin û behsa romana kurdî kirin, ew nirxandinên ku li ser romaneke din hatibûn holê, ji xwe re kirin pal û pişt. Kesên ku xwestin behsa romana kurdî bikin, hatin û behsa çend klîşeyên hazir kirin û her ew klîşe hatin dubarekirin. Geh qala tunebûna romana kurdî dibû, geh jî rastiya rewşa romanê dibû qurbana nirxandinên kesên bê agahdarî ku piraniya wan romanan nexwendine.
Di vê der barê de, divê mirov çend xalên girêdayî taybetiya pêvajoya romana kurdî bibîr bîne:
1- Di demekê de ku li her deverê behsa qonaxên piştî dema dagirkeriyê “kolonyalîzmê" dibû, Kurdistan, wê çaxê û heta niha jî, mêtîngeheke “koloniyeke" di nav dewletan de, parçebûyî ye. Jixwe, wê ev rewş bi her awayî ji welatên din cuda, siya xwe bavêje ser romana kurdî jî.
2- Her çendî roman wekî berhemeke “Burjuwaziyê“ an "bajarvaniyê" û li Rojava ji dayik bûbe, lê dîsa jî ji bo hemû mirovayetiyê bûye mal. Romana nûjen, modern, xwe nema dispêre wan mercên destpêkê yên ku roman derxistin holê. Bi vî awayî, roman ji bo her miletî çi be, ji bo kurdan jî ew e.
Bindestî û parçebûna kurdan û welatê wan, wisa jî qedexekirina zimên, di riya nivîsandina romaneke kurdî ya nûjen de ku di asta romana zimanekî, an miletekî din de be, nabin asteng.
Berevajî wê, rewşa aloz ya kurdan, dikare bibe çavkaniyeke dewlemendiya mijaran, wisa jî ji bo afirandina romanê, bibe zemîneke alîkar.
3- Balkişandina ser taybetiya pêvajoya romana kurdî, nayê wê wateyê, ku romana kurdî ji derveyî pêvajoya romanê ya cîhanê ye.
Balkêş e, her gava ku beramberiyeke wisa çêdibe, bi her awayî, wêjeya kurdî, romana kurdî, pêre jî romanivîsên kurd, têne biçûkxistin.
4- Divê ev her du alî ji nav hev du bêne derxistin, aliyek ev e: paşdemayîn û bindestiya kurdan, parçebûna welêt û tunebûna dewleteke neteweyî, bi yek peyvê “paşdemayîn"a civakî û siyasî.
Aliyê din jî ev e: Rewşa romana kurdî. Ango paşdemayîna kurdan nayê wê wateyê ku romana kurdî jî paşde bimîne. Têkilî heye, lê dibe têkiliyeke berevajî be. Civakeke paşdemayî dikare bibe xwediya wêjeyeke "pêşdeçûyî".
Divê ev rastî, bi awayekî zelal, bêne fêmkirin. Dewletên dagirker dikarin rê li ber hemû projeyên siyasî û civakî yên kurdan bigrin, lê tu artêş û dewlet nikarin rê li ber nivîsandina romaneke xweşik bigrin.
Siyaseta kurdan, heta niha, bi girîngiya wêjeya nivîskî nehisiyaye û bi awayekî ku tê xwestin, dest dirêjî ziman û wêjeya kurdî nekiriye. Vê dawiyê, dewlet, bi girîngiya vê meselê hesiyane û dest avêtin qada ziman û wêjeya kurdî. Hem hewildan ku "nivîskarên xwe yên "kurdînivîs" çêbikin, hem jî mentelîteya xwe, bi kurdî, derbasî wan deverên civaka kurd bikin, ewên ku bi hemû hêza çek û zordariya xwe ya giran nikarîbûn xwe bigihînin wê derê.
Yek ji sedemên girîng yên bêjîbûna nifşên nû yê wêjeya kurdî jî xwe dispêre vê bêtalihiya siyaseta kurdan û birêvebirina vê siyasetê bi zimanê dewletên dagirker.
Dewleta kurdan nîn e. Gelo kurd û tevgera wanî siyasî, ji bo geşbûna romana kurdî, çi dikin?
Pirseke bi vî rengî, hinekî komedî û hinekî jî bi mirov xerîb tê. Ji ber ku tiştek bi vî navî "Romana kurdî" di nav kar û bar û pilan û mijûliyên siyaseta kurdan de, bi hemû dezgehên xwe ve, tune ye.
Girîngtirîn xal, di vê der barê de, tunebûna projeyan e. Anku, dema pilan û pirojeyên "çand û huner û kultûrê" têne danîn, raman û xeyalên birêveberên siyaset û dezgehên kurdan ji lidarxistina festîvalan, her ji çend salan carekê, an çend rojên ji bo semîner û xwendinên wêjeyî, an jî konferansekî zimên bi wêdetir naçe. Du, sê rojan, bi dehên nivîskar û wêjevanan têne cem hev. Yan di nav xirecira muzîk û stiranan re dengê wan naçe tu kesî, yan jî wan çend rojan hev du dibînin, biryar û ramanên xwe ji hev re dibêjin û vedigerin malên xwe û çalakî li wir diqede.
Heta niha haya min jê tune ye ku "butçeyek" biçûçik be jî ji bo romaneke kurdî hatiye veqetandin. Ne ji bo nivîsandinê, ne ji bo belavkirinê, ne jî ji bo wergerandina bo zimanên din.
Heta niha xelateke binirx ji bo wêjeya kurdî, ne li çar parçeyên Kurdistanê, ne jî li derve, nehatiye terxankirin.
Hemû xelatên ku di rojên wêjeyê de têne belavkirin, yan kaxet maxetin ji bo dilxweşkirinê ne, yan jî tiştik miştikên sembolîk û erzan in. Ev yek jî nîşaneke berbiçav e ji nirxdayîna kurdan ji bo berhemên wanî wêjeyî.
Di vê der barê de, ji bilî hewildanên "donkîşotî" yên romanivîsên kurmancî, tiştek li meydanê nayê dîtin.
Bi keda xwe, bi îmkanên xwe yên takekesane, romanivîsê kurmanciyê, mîna bêjiyekî, di nav civakeke ji ziman û rihê xwe yê resen hatiye dûrxistin, li ber xwe dide û bi zimanê dayika xwe yê qedexe dinîvisîne.
Her "bêjiyek" bi tena serê xwe, li deverekê romana xwe, bi kedeke mezin, digihîne ber destê weşangerê kurd. Bi vî awayî "bêjiyek" li vir, "bêjiyek" li wir, bi dilsoziyeke mezin, her yek ji hêla xwe de, taseke av ber dide cihoka romana kurmancî, ya ku êdî rê li ber herikandina ava wê nema dikare bê girtin.
Ji 1995'an û vir de, ew "bêjî" yên belawela, dikarin mîna nifşekî nû, bêne dîtin.
Ew cihoka romana kurmanciyê, hêdî hêdî, dibe çem. Ew çem, roj bi roj, ber xwe fireh dike û berê qeyikên romana kurdî ber bi deryaya mezin ya wêjeya cîhanî ve dajo.
Çend encamên giştî :
- Sal bi sal, hejmara romanivîsên kurmanc zêde dibe. Nîşanên vê yekê jî, hejmara romanivîsên her qonaxekê ji qonaxên ku me behskirine. Diyar e ku wê ev hejmar, di salên li pêşiya me de, hîn zêdetir bibe.
- Zêdebûna hejmara berheman, zêdebûna teknîk, şêwe û awayên honandinê bi xwe re anîn.
- Bi giştî, ev roman nebûn fîlm û rêzefîlm. Derfeta belavbûna berfireh ya van romanan, heta niha, çênebûye. Hem ji girseyên mezin dûr mane, hem jî, dûrî rexne û nirxandinên berfireh man. Nimûneyê awarte hebin, dîsa jî pir hindik in. Wekî mînak, divê meriveke yê romannivîs di asta jina serokomar de be, heta ku romana wî bibe fîlm. Li Başûr, bi îmkanên keça Îbrahîm Ehmed, Hêroxan, ku xanima Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û serokomarê Iraqê C. Talabanî ye, romana bavê wê "Jana gel" wekî fîlm hate kişandin.
- Hema hema tunebûna jinên romanivîs di kurmanciyê de, ji bilî navekî yan diduyan, nîşaneke ji nîşanên rewşa xerab ya civaka kurd û rewşebîriya wê ye.
- Tev hemû guhertinên ku rewşa cîhanê ya nû, ji piştî salên nodî de, bi xwe re anîn. Tev hilweşandina kelehên îdeolojî û ramanê li seranserê cîhanê û eşkerebûna girîngiya ziman û wêjeyê ji bo her miletî, dîsa jî nivîskarê kurd bi hewildanên xwe yên şexsî û takekesane re, bi tenê, hate hiştin. Romanivîsê kurd jî bi romana xwe ya ku (nayê) xwendin û (nayê) firotin re tenê ma. Wekî mînak, hemû karên ji bo pêşdebirina ziman û wêjeya kurdî, li benda biserketina sosyalîzmê diman. Bawerî ew bû ku wê sosyalîzm hemû pirsgirêkan çareser bike û her wiha, li şûna wê niha "demokrasiyê" cih girtiye...
- Di vê dinyaya global de, ji berê bêhtir, berjewendiyên dewletên dagirker bi hêzên mezin, wekî Amerîka û Ewropayê, re dibin yek. Dibe ku kurd, di eniya pêşdebirina ziman û wêjeya xwe de jî, hemû dinyayê li hember xwe bibînin. Pencere, li her derê li hewildanên pêşdebirin û vejandina ziman û wêjeya kurdî bêne tengkirin.
Wekî mînak, demekê Yekîtiya Sovyetê pencereyek bû, demekê jî hin dewletên Ewropa û Îskadînavya, lê niha...dibe ku dewletên Ewropayê ji bo kurdî, mîna Tirkiyê û Sûriyê tevbigerin. Ev yek li şûna ku kurdan bitirsîne, divê wan li zimanê wan, wêje û çanda wan, germ bike. Kurd, ji bo ziman, wêje û çanda xwe çi bikin, ew e. Ev rastiya giştî, ji bo romanê jî derbas dibe.
- Tev hemû astengiyan, ew deriyê romana kurdî ku li gor rewşa siyasî, geh vedibû û geh jî dihate girtin, ji niha û pê de dê vekirî bimîne û wê tu rewşên siyasî nema karibin wî derî li afirandin û nûkirinê kilît bikin. Ev yek ji bo romanivîsên kurd ezmûneke giran e. Serkeftina di vî warî de ji bo wêjeya me pêdiviyeke bilez e.
Ji bo dîmena romana kurmancî, bi temamî zelal bibe, pêdivî bi agahiyên li ser rewşa vê romanê di nav kurmancên rojhilatê Kurdistanê û kurdên Sovyeta berê de, heye. Her wisa romanên herêma Behdînan li başûrê Kurdstanê. Ev jî mijarên lêkolîneke taybet in, ku wê piştî demekê encam bide.
…....................................................................................................
Jêder:
1) Romana „şivanê Kurmanca“ ya Erebê şemo, amadekar Mistefa Aydogan, weşanên Lîs, rûpel 4.
2) Romana Pêşmerge, weşanên Nûdem, ç apa sêyem, 1997.
3) Romana Jana gel, ç apa yekem, wergêr Elî şêr, weşanên Apec, Stokholm, 1992.
4) Jana gel: Di pêşgotina vê romanê de hatiye nivîsandin( Nivîsandina vê romanê digihêje sala 1956 an,lê aloziya zeman wisa lê kir ku piştî deh - yazde salan bê belavkirin...Rûpel 9, Kemal Fuad, li başûr, 21.10.1971 dane ya kurmancî ya bi tîpên latînî,ji wergera Elî Şêr -Apec-1992).
5)Pêşmerge: Ev roman di sala 1960 î de,li Êrîvanê.Di sala 1962 an de li Bexdayê, tê çapkirin.Di sala 1964 an de li Bakûyê,bi zimanê Azerî tê weşandin. ( Pêşgotina çapa kurmancî bi tîpên latînî,weşanên Nûdem,Stokholm,1997 kurmancî ya wê:Ziya Avci)
6) Romana Xatê xanim, Eliyê Evdirehman, weşanên Belkî 2004, Istanbul, rûpel : 2.
7) Heman jêder.Rûpel:1.
8) Romana Hewarî, Heciyê Cindî, ji weşanên Lîsê, ç apa sêyem, Amed 2008. Rûpel: 4.
9) Romana „şivanê Kurmanca“ ya Erebê şemo, amadekar Mistefa Aydogan, weşanên Lîs, rûpel..-
10) Hinek agahiyên li ser nav û dema weşandina romanan, yên di di van nivîsan de derbas dibin, ji lîsteya romanên kurmancî ya ku Ibrahîm Seydo amadekiribû, hatine girtin.
11) Di salên 90’î dema herî xerab de ku gund dihatin şewitandin, her roj mirov dihatine kuştin, serîhildan dibûn û qiyamet bû... Birêz Mehemed Uzun 15.000 ewro pere da dewleta tirk û bi ser de jî çû mehekê li Egeyê eskerî kir. Ji malbata wî bi xwe jî şehîd ketin, ew qasî felaket bi serê kurdan re hatin. Ev helwesta Uzun bû skeç (şano) û di Med-TV de hat lîstin.
Mahabad F.Arda: ji amidakurd.com/15 çile 2007.
http://www.amidakurd.com/kevin/modulesc420.html?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=489.
12) Weku têbîniyekê li ser çûna Mehmed Uzun ya leşkeriya Turkiyê, ez dixwazim vê xalê zelal bikim. Eger M.U li Turkiyê an li bakurê Kurdistanê bûya, bê guman wê nirxandina ç ûna wî ya leşkeriyê jî bi awayekî din bûya. Anku ev rexne nikare bi vî awayî li nivîskarekî Kurdî din bibe ku ji neçarî, ji ber mana li welêt, biç e leşkeriyê. Mesele ew e ku ji Siwêdê, bi qîm û reza xwe, rê bigre û here ji qrtêşa Tirk re bibe leşker.
13-17) pirtûka planetK ya Bienalle 2009, rûpel 23 – 30.
18-19) Kovara W, hejmar13, zivistan-2007. Rûpel 91.
20) Romana Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê, avesta 1998, rûpel 351.
21) Kovara W, hejmar 13, zivistan-2007. Rûpel 28.
22) Ji A.Welat 14.10.2007
http://www.rojaciwan.com/haber-29086.html
23-24) Bendname, Remezan Alan, Avesta-2009, rûpel 14.
25)Jiamidakurd.com-15.çile.2007. http://www.amidakurd.com/kevin/modulesc420.html?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=489
25) Mahabad F.Arda: ji amidakurd.com/15 ç ile 2007.
26) Ji A.Welat 14.10.2007
http://www.rojaciwan.com/haber-29086.html
27) Ji bo sererastkirina agahiyên di derbarê romannivîsan û berhemên wan de, daxwaz ji hemû xwendevan û nivîskaran ew e ku alîkariya me bi sererastkirina agahiyên şaş bikin, herwisa agahiyên nû heta dawiya 2010 an, eger hebin, ji me re bişînin.
…..........................................................................
Beşê yekem ji nivîsê di kovara “W” yê, hejmar31’ê de, di dosyeya li ser romana kurdî de, hatiye weşandin. Beşê duyem jî di hejmara 32 ê de,hejmara Gulan-Pûşper 2010.
Herwisa wekî 5 xelekan di diyarname.com de, di navbera 02.04.2010 û 05.06.2010 de, hate weşandin.
…................................................................................................................................ |