Hevgirtina rewşenbîran di navbera xeyal û daxwazên giran de Helîm Yûsiv Destpêkê divê ez li xwe mikur bêm ku di qada afirandin û rewşenbîriyê de baweriya min bi karê bihevre ( cemaî) pir kêm e. Weha jî hêviyên ku mirov dikare li ser encamên vî karî girêde wê pir hindik bin. Ji ber ku afirandin bi taybetî û rewşenbîrî bi giştî pirojeyeke tekkesane ye, ango rûdaneke ferdî ye. Bi vê têgihijtinê mirov dikare ji hewildanên komkirin û civandina nivîskar û rewşenbîr û hunermendan nêzîk bibe.Wekî din, tenê di çarçoveyeke siyasî de, mirov dikare van komkirinan giring bibîne û ev nayê wê wateyê ku ev yek ji bo pêşxistina bizava rewşenbîrî yekcar ne giring e. Lê, em bixwazin nexwazin wê têgeha ( rewşenbîr ) neyê wê wateya xwe ya asayî û giran. Ji bo em hinekî dûrî dîtinên giştî bibin û bên ser mijara xwe, baweriya min ew e ku ev pirsa ku ji hêla komîta kargêr ve hatiye kirin ( pîvanên rewşenbîriyê çi ne ? )pirseke ne di cihê xwe de ye. Ji ber vê jî, nîqaşa ku li ser vê mijarê bê kirin wê bê ser û ber be. Selîm Biçûk jî hatiye ser xefka bersivê û gihijtiye encamin tevlihev. Selîm weha dinîvisîne: ( Eger di vê babetê de em vegerin ser pirsa Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve HRKRD û bi pîvanên jor lê bikolin emê bibînin ku ev sazî tenê hewldanek bû ber bi pirsgirêka rewşenbîriyê ve.) Nizanim çima Selîm qala vê saziyê di dema derbasbûyî de dike ( hewldanek bû ).Çima ne hewildaneke, ji ber ku ev hewildan hîna berdewam e. Ne tenê wilo, belê Selîm ji vê yekê wirdetir diçe: ( Di baweriya min de şaşiya herî mezin ew bû ku ev bîr û boçûn ji hêla ramanî ve têr guftûgo nebû. Bingehek dîtiyarî(theorî) ji bo vê avakirinê nehat danîn. ). Di baweriya min de jî, eger guftûgo li ser vê mijarê bêne vekirin wê bi salan dawiya wan neyê û çarçova karê vê hevgirtinê tiştekî din e. Ango, bêyî şîroveyên dirêj, divê mirov têbigihêje ku ev peyva rewşenbîr, di vê çarçova destnîşankirî de, weke HRKRD, di nav du kevanan de ye û mebest jê ew kes in yên ku bi karê nivîsandin, huner û ragihandinê mijûl in. Rast e, ev gav di bin giraniya bûyereke siyasî de hat meydanê lê ne pêwîst e ev hewildan her û her bimîne dîl û hêsîra rûdanên siyasî. Ji hêla din de jî, ez dixwazim wê Idiyalîstî û mîsaliyeta Selîm Biçûk rexne bikim, weke ku şaş mabe, bê çawa hîn ji kongirê yekemîn de hin kesan dixwestin vê hewildanê beravêtî bikin.Weke ku jibîrkiribe ku em ji miletekî ne ku ji her teyrikî bêtir nêzîkî kew e. Di dîroka me de jî diyar e, her ku du kurd bicivin, wê heft kurd li hember wê lihevkirin û civînê derkevin. Ji ber vê jî, hinek kesên ku bi navê ( rewşenbîriyê ) hatin kongirê yekemîn û nikarîbûn xerabikin, berî dan namûs û şerefa endamên sereke yên vê lihevkirin û hevgirtinê û dest bi karê xwe yê ( rojnamevaniyê ) kirin. Eger Selîm ji xweparastina komîta kargêr yan hinek endaman aciz bûbe, ev helwest bixwe ji hêla min de nayê fêmkirin, ji ber ku ev xweparastin beşekî giring e ji karê giştî yê vê hewildana ber bi avakirin û pêşdexistina tevgera rewşenbîrî ve. Ji hêla min de jî ew helwestên sist yên komîta kargêr li hember qeşmer û çop û gemara ku ji kongirê yekemîn derketibû cihê rexnekirinê ye. Hevgirtina ku nikaribe xwe û endamên xwe biparêze wê nikaribe wijdan û heysiyeta hemû rewşenbîrên miletekî biparêze. Ev xal bixwe yekser girêdayî pirsa rewşenbîriyê ye. Xala din jî ya ku ez tê de ne weke Selîm difikirim ev e, Selîm weha dinîvisîne : (divê deriyê endametiyê hîn firehtir bibe û hemî beşên zaniyariyê bicivîne.). Baweriya min ew e ku di derdorên rewşenbîrî de ev hevgirtin berfirehtir bibe, ne ku bijîjk û parêzeran jî, weke mînak, bike endam. Ji ber ku ev beşên din yên zanistiyê rêxistinên wan cuda ne. Ji bilî mînakên awarte, weke mînak, bijîjkek an parêzerekî ku di warê nivîsandin an rojnamevaniyê de jî çalak be, dikare bibe endam. Ev têbîniyên min li ser gotara Selîm Biçûk û ( daxwazên wî yên giran ) hebûn. Ez dixwazim çend têbîniyan li ser gotara ku bi erebî ji hêla Hoşeng Osê ve hatibû nivîsandin jî binîvisînim.Tiştê di gotarê de bala min kişand ( xeyal ) bû. Her nivîskarekî kurd û Hoşeng Osê jî di nav wan de dema li welêt dijî, çiqasî ji rewşê agahdar be jî, lê dîsa jî dimîne xwedî xeyalin dî, li ser Ewrupayê û rewşa nivîskariya kurdî, civaka kurd û siyaseta kurdî, li Ewrupayê. Ev xeyalên Hoşeng jî di pêşniyarên wî yên di derbarê aboriya hevgirtinê de xwe didin pêş. Ji bilî pereyên endametiyê, pênc aliyên din ji bo alîkariya aborî destnîşan kirine. Ka em yeko yeko li ser her pêncan bi kurtî rawestin.yek, partiyên kurdî û kurdistanî. Bêguman dema ku tu ji endamekî hevgirtinê re vê pêşniyarê bibêjî, wê bikene, ji ber ku piraniya partiyên kurdî nikarin alîkariya xwe û endamên xwe bikin û kirya riya endaman ji bo çûna konfiransê partiyê gelek caran dibe asteng. Jixwe partiyên xwedî imkan jî wê pereyan bidin terefdarên xwe û wê tucarî nedin vê hevgirtina serbixwe.Ya diduyan, kurdên sûryê yên li Ewrupayê dijîn. Ez bi sedan nas dikim lê hemû kurdên ku ez wan nas dikim ne amade ne ku perê xwe bidin bi pirtûkekê yan bi rojnameyekê yan jî bidin hevgirtineke rewşenbîran. Dibe hinek hebin lê min bixwe ew nedîtine. Ev herdu xal me dajon ber wê xeyalê ku civaka kurd û partiyên kurdan li Ewrupayê çêtir in ji welêt. Nizanim Hoşeng dizane yan na ku him civaka kurd û him jî partiyên kurdan li welêt, tev hemû xirecira xwe, ji yên li Ewrupayê pêşdetir û bêtir cihê hêviyê ne. Eger hêvî mabe. Her sê pêşniyarên dî jî ev in, saziyên Ewrupayî û pirojeyên aborî û buhayê pirtûk û belavokên hevgirtinê. Jixwe imkanên hevgirtinê ji bo pirojeyên aborî nîn in, û piraniya endaman li buhayê riya hatina xwe ya kongir dimînin heyirî. Weha jî imkana çapkirin û belavkirina pirtûkan nîn e û hevgirtin jî weke sazgeh, heta niha bi awayekî fermî nehatiye naskirin, hetanî ku alîkariyê ji ti saziyên ewrupayî bistîne. Ev zêdeyî pênc salan e ku li Elmanyayê dijîm lê heta niha min nedîtiye ku di riya saziyin Elmanî re, ti pirojeyên kurdî yên rewşenbîrî û serbixwe birêve çûne. Eger bûbe jî, hayê min jê nîn e. Mebesta min ew e, ez bawer nakim Hoşeng Osê ev pêşniyar kiribana, eger li Ewrupayê bijiya.
|