Vî çemê derewan rawestînin Helîm Yûsiv Di şopandina vê gengeşiyê de ya ku piştî “Konfiransa Mehmed Uzun” derkete holê, berî her tiştî, belengaziya wêjeya kurdî bala min kişand. Di vê kurtenivîsê de, ez dixwazim bala wan pêlewan û mirîdên ku bi navê wêjeya kurdî dixwazin qehremaniyên xwe û şêxê xwe ji bo me pêşkêş bikin, bidim xuyakirin ku, êdî wêjeya kurdî nema bêxwedî ye. Her kes nikare çi bê ber devê wî bibêje û xwe, yan şêxekî xwe, bike destpêka wêjeya kurdî yan jî afirînerê zimanê kurdî yê modern. Eger hinek naxwazin bawer bikin ku, ew qonaxa derewan qediyaye, roj hatiye ku kumên xwe deynin ber xwe û bifikirin. Ez ê ji Mehmed Uzun û pêlewaniyên wî dest pê bikim: Ez bi xwe şaş dimînim bê M. Uzun (wêrekiyeke) wiha ji ku tîne ku, ev gotinên bê bingeh bibêje, bêyî ku kurekî ciwamêran bipirse bê ma gelo ev ziman çi ye evê Uzun qala wî dike. Ez dipirsim, eger nivîskarekî miletekî din ev gotin kiriba, ne ku rexnegiran li ser wî wiha gotiba, wê ew nivîskar nebiriba nexweşxaneyekê ji bo tedawiya pisîkolojîk? Xala din a ku ez dixwazim li cem rawestim qapûtê ku Mehmed Uzune jê derketiye. Ciwamêr xwestiye wî qapûtê xwe yê tirkî li hemû nivîskarên kurd bike, hetanî ewên ku bi tirkî nizanin jî. M.Uzun dibêje: M. Uzun dikare her qapûtî li xwe û li nivîskariya xwe bike, lê mafê wî tune ye ku qapûtê tirkan û wêjeya wan li nivîskarên kurd bike. Eger bixwaze dikare qenciyên Yeşar Kemal bi awayekî din lê vegerîne, lê bêyî ku heqaretê li nivîskarên kurd û nivîskariya kurdî bike, nexasim ku hejmareke mezin ji wan dûrî bandora tirkan û wêjeya wan in. Eger ew tunebûna pirtûkeke girîng di wêjeya tirkî de şerm dibîne û xwe wekî parçeyekî wê wêjeyê bibîne ew azad e, lê bikaranîna navê kurdan û zimanê wan ê qedexe û wêjeya wan bi vî awayî sosreteke mezin e. Xala din ew e, dema ku mirov bala xwe dide kesên ku di konferansê de axivîn, mirov dikare hinekî nas bike bê M. Uzun wê wêrekiyê li cem kê û di nav kê de bikar tîne. Ji xwe re guh bidin vî ciwamêrê ku qala teoriya xwe ya ji bo wêjeya kurdî dike. Omer Turkeş (Rojnameger): Ka em ê tenê ji bo romanê bibêjin. Romana kurdî ya yekem di salên 1930’yan de ji aliyê Erebê Şemo ve hatiye nivîsandin û roman çap bûye. Belkî birayê me bêje, ew kurdê Sovyeta berê ye û ez li ser yên Kurdistanê dibêjim. Baş e, di navbera 1956-1962’yan de romana “Jana Gel” ya Îbrahîm Ehmed ji başûr û ya pêşmerge ya Rehîmê Qazî ji rojhilat derketin.Baş e,dibe ku birayê me bêje em li ser bakur diaxivin, baş e. Dîsa 1983’yan de zeviyên Soro û piştre jî romaneke Mehmûd Baksî heye. M.Uzun di 1985’yan de dest pê kir. Îca ev birayê me ev baweriya xwe li ser çi bingehê ava kiriye, Xwedê zane. Ew nebes bû, vêca ciwamêrekî din tê qala sirgûniyê dike: Şeyhmus Diken (Nivîskar): Bala xwe bidin vê hevokê wêjeya modern a kurdan. Ez nizanim çima ev ciwamêrên ku peyvan bê ser û ber davêjin di wê baweriyê de ne ku ji wêjeya kurdî agahdar in û dikarin bibin xwediyên nirxandinên wiha giştî. Lê dibe ku bersivên gelek pirsên ku me kirin li cem Muhsin Kizilkaya bin, gava ku qala nimûneyeke zindî ji van nimûneyan dike: Muhsin Kizilkaya Bê guman gava ku mirov nizanibe bixwîne, mirov dikare her tiştî bibêje. Û her tiştî ji mafê xwe bibîne. M. Kizilkaya ev mînak ji bo pesindana romana Uzun aniye û bawer dike ku roman ew qasî bûye tiştekî girîng li cem vê jina gundî ya nexwendî. Bêyî ku qala rola reklam û propagandaya kesan û ya çapemeniyê bike. Sosret ew e ku bi nîşandana vê mînakê re Kizilkaya doza bawerkirineke wiha li me jî dike. Baweriya vê jina gundî ne ji xwendina romanên Uzun hatiye, wekî ku diyar e, lê ji hêlên din yên siloganîk tê. Ew aliyê ku Uzun gelekî dide pêş. Ez bawer dikim ku hayê wî jê tuneye ku silogana televîzyona El Cezîre ya erebî ji salan de ev e: '' Em dengê kesên ku dengê wan hatiye birîn in''. M.Uzun dibêje: Ez hêvî dikim ku ev kurtegotar nekeve bin siya şiroveyên şexsî. Mebest ew e ku rê li ber bêxwedîbûna wêjeya kurdî bê girtin. Bi navê wêjeya kurdî ev cînayetên ku di rojê de dibin bêne rawestandin. Mirov rêzgirtineke mezin dide her kesê ku keda wî di pêşxistina wêjeya kurdî de hebe, M.Uzun jî yek ji wan e. Lê, em ji mafê xwe dibînin ku em vê daxwazê bi dengekî bilind bikin, da ku ew û romanên wî bi awayekî dirust û bi pîvanên zanistî û bi şîroveyên bi bingeh bêne nirxandin. |