copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Kurmancên romantîk
û pêvajoya soranîkirinê

Helîm Yûsiv

Berî û piştî belavkirina banga nivîskarên kurd ya di derbarê xwedîderketina li kurmanciyê de,gelek dîtin û nerînên tevlihev derketin holê.Di baweriya min de çavkaniyên vê tevliheviyê vedigerin wan hewildanên ku qala wan di bangê de hatibû kirin.Hewildanên wan derdorên ku bêyî biryareke resmî ji hikumeta Kurdistanê dixwazin kurmancî-behdînî,weke zimanê perwerdê,ji dibistanên başûr bi temamî rakin.
Di vê gotarê de ez dixwazim li ser vê mijarê ji du hêlan de rawestim.Yek jê,helwesta hikumeta herêma Kurdistanê-li ser zimanên berpirsiyaran.Ya din jî li ser nivîs û şîroveyên ku li ser vê mijarê heta niha belav bûne.

Kurmanî hêdî hêdî ji holê tê rakirin:

Dema mirov li hemû alavên çapemeniya fermî li başûr dinere,mirov yekser li peyva Kurdî rast tê,lê Kurdî tenê soranî ye.Çend rojname û kovarên kesan ne tê de,bi giştî,kurmancî li kêleka soranî nayê dîtin.Di vê çarçovê de malpera Kurdistan TV mînakeke awarte bû ku weşana xwe heta berî du mehan, bi kurmanciya tîpên latînî dikir,lê em îro çi dibînin?.Sê ziman li pey hev di malperê de ne,Ingilîzî.Erebî û Kurdî,jixwe Kurdî jî soraniya bi tîpên erebî ye.Li şûna kurmanciya bi alfabêya latînî soraniya bi alfabêya erebî hatiye bicihkirin.Herweha Kurmancî jî li kêlekekê di bin navê (Destpêk)de mîna linkeke cuda hatiye veqetandin!
Bê guman ev mînak dengvedaneke berbiçave ji wan hewildanan re.

Bizavên veşartina vê pirsgirêkê:

Tiştê balkêş di axavtina serokê perlemanê Kurdistanê E.Miftî de ewe ku dibêje,Kurmancî ne qedexeye û her kes dikare bi zaravayê xwe baxive.Başe,li Sûryê jî wehaye,( Ez bi hêvî me ku ev beramberî şaş neyê fêmkirin) ti qedexekirina resmî û bi qerar ji perleman tuneye,lê mesele ne eve.Mesele ewe ku perwerdekirin bi vî zimanî – Kurmancî - li dibistan û zanîngehên Kurdistanê bê kirin.Balkêşe jî ku serokwezîr N.Berzanî di gotina roja yekem ya destpêkirina sala nû ya xwendinê de bal kişande ser giringiya fêrbûna bi zimanên ingilîzî û firensî bêyî ku bi çend gotinan be jî qala vê pirsgirêka hestiyar bike.Gotin jî – weke herdem - bi soraniyeke petî bû,tev ku serokwezîrê birêz ji malbateke kurmanc tê.Ev têbînî jî cihê pirsê ye.Gelo berpirsiyarên hikumeta Kurdistanê û yên dezgehan çima herdem di televizyon û çapemeniyê de bi soranî daxivin?.Pirs ji wanên ku zimanê wan yê dê Kurmanciye, tê kirin.

Malperên kurmancî û helwestên ecêb:

Li şûna ku malperên kurmancî rastiya vê meselê bişopînin,yan bi temamî paşguh kirin yan jî bi şîroveyên seqet ev mijar nirxandin û ( tiştên li ber dest ) ji xwendevanan re pêşkêşkirin.Ji wan ez ê du mînakan bidim.Malpera Avestakurd.net çû bi wezîrê çandiniyê re ( yê ziraetê ) hevpeyvîn li ser perwerda bi kurmancî çêkir.
Bê guman ev mînak tirajediyeke din li kurmanciyê zêde dike.
Dibe ku hinek bêjin,wezîrê çandiniyê berê wezîrê perwerdê bû.Başe,jixwe di dema berê de,di dema vî wezîrî de,ev pirsgirêk tunebû û ev hewildanên ku niha têne kirin ne ewqasî eşkerebûn.Pirs jî eve,çima ev malper bi wezîrê perwerdê yê niha re hevpeyvînekê li ser vê mijarê çênake û pirsa pêşeroja- dahatûya- kurmanciyê jê nake ?.Weha jî, mîna malperên din,bersiva serokê perleman ya diplomatîk û dûrî pirsgirêka bingehîn weke manşet belav dike. Van tevliheviyên weha hiştin ku banga nivîskarên kurd di Netkurdê de jî weha bê pêşkêşkirin

 ( her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdîstina Federe ragihand ku tişteke bi vî rengî nîn e jî dîsa nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerên kurd ketin nava tevgerê; li hemberî vê yekê îmze berhev kirin û tevî metna daxwazên xwe ew gihandin Barzanî.)

Diyare ku Netkurdê dibêje ku ( tiştek bi vî rengî nîne jî,lê dîsa...)jî van nivîskaran imze berhevkirin!
Nivîsa ku vê şîroveya Netkurdê piştrast dike ji hêla birêz Rojda Çelîker ve,di nefel.com de,hatiye nivîsandin.Du kêmaniyên bangê dibêje,yek jê ku weke tê xwestin piştgiriya hikumeta kurdistanê nehatiye kirin.Ez tênegihijtim bê çawa birêz Çelîker ev bang bi nivîskarên Amedê ve û bi bakur û bi Pkk ve girêdaye.Tev ku amadekarên bangê bêtir ji rojava û başûr bûn û ji çar perçeyên Kurdistanê nav hene.Lê ji ber ku ev mijareke siyasî ye û dûrî mijara vê gotarê ye,emê li ser têbîniya wî ya din rawestin.Birêz Çelîker weha dinîvisîne:

( Kêmasiyek dî ya Bangê jî ev e: gelo di vî pirsgirêkê de mirov dikare behsa ”ewên ko dixwazin kurmanciyê bi temamî di warê hînbûn û perwerdehiyê de ji holê rakin” bike? Kesek wisa heye gelo? Ez bi xwe ne bawer im ko kesek xwe bi vî awayê formule kiribe an bi xwe wendabûyina kurmancî an bi karanîna tîpên latînî bixwaze. Tona agresîv û tehdîtkar a Bangê bala mirov dikşîne û mirov acis dike.)

Li vêderê careke din ew rastiya me kurdan ya tal tê bîra mirov,ew jî eve,ku hayê me ji hev nîne û em nikarin nivîsên hevdu bixwînin,ji ber ku hayê birêz Çelîker ji nivîsên ku bi erebî an bi tîpên erebî derdikevin nîne,digihêje vê encama romantîk ku êdî bawer nake kesekî ku bixwaze tiştekî weha bike,hebe.Başe,ka em bi hev re – bi kurtayî be jî – ji navgelek mînakan, vê mînakê bixwînin.Muhsin Ciwamêr bi erebî di 09.08.2006 an de di malpera KNN de weha dinîvisîne:

( Min bihîstiye ku perlemanê Kurdistanê biryar daye ku soranî bibe zimanê fermî yê perwerdê li dibistan û peymangeh û zanîngehan li seranserê welêt.Ev gaveke giringe ber bi dawîanîna perçebûna li ser bingeha zaravayan....
Tî zanîn ku zaravayê serok Mistefa Berzanî kurmanciya bakur bû, bahdînî bû, lê piraniya gotin û xîtabên wî bi soranî bûn.Heman tişt kurê wî kak Mesûd û neviyê wî Nêçîrvan jî dikin...
Ev tê wê wateyê ku serokên kurdan di hundir xwe de û di piratîkê de li hev kirine ku dê zimanê nivîsandin û hevpeyvînê soranî be...Dê soranî mîna zaravayê (Qureyş) be...
Eger ev nûçe rast be,ev mizgîniyeke...ji ber ku,bi çi behaneyê be jî xwendin û perwerda bi zêdeyî zaravayekî nîşaneke sore ya xeterê ye ku li ser bingeha zaravayan rê li ber perçebûna netewe û milet vedibe...
.........
Min di nameyekê ji serok kak Mesûd Berzanî re qala xetera xwendin û perwerda bi zêdeyî zaravayekî kiribû....
Ku divê xwendin bi yek zaravayî be,ev tenê yekîtiya me ya neteweyî heta roja qiyametê misoger dike...
Eger awayê diktatorî di gelek waran de şaşî be, lê bi ferzkirina yek zaravayî de û ji bo yekkirina ziman û edebiyatê,ev awayê diktatorî tiştekî başe.....
...................................................................................
Weha birêz M.Ciwamêr berdewam dike ku wî di cîhamê de miletek nedîtiye ku bi du zaravayan dixwîne û....dibêje ku zaravayên din jî dikarin bibin alîkar ji bo dewlemendkirina soranî......hd.
Gotar dirêje,heta ji min hat,min bi kurtayî naverok ragihande wan kes û derdorên ku bawer nakin ku hewildanên cedî ji bo jiholêrakirina kurmanciyê li başûr hene.
Bê guman M.Ciwamêr ne yê bi tenê ye ku vê yekê eşkere dixwaze.Li hember van hewildanan jî helwesta nivîskar û weşangerê kurd Mueyed Teyib jî,cihê rêzê ye. - Evro-hejmar 155,30.08.2006- Di hevpeyvînekê de gotinên serokê perleman rexne dike û dibêje ku pirotestokirina biryareke weha, eger dekeve ,dibe ku bi xwepêşandanan bête pêşwazîkirin...
Mebest ji van mînakan jî balkişandina ber bi cediyeta vê mijarê ve ye.
Bê guman wê bangeke nivîskaran nikaribe vê pirsgirêkê çareser bike,lê dikare bibe helwesteke giring dijî çewtiyeke dîrokî ku heta vê gavê jî hêvî heye ku bisernekeve.

...........................................................................................................................................................