Nivîskar Helîm Yûsif Bersiva 25 Pirsên AVESTA dide 03 Adar 2009 Sêşem Saat 22:46 1. Van rojan bûye moda, TRT-6 çawa dibînî? Madem mode ye, axavtina li ser modeyan ne karê min e. Lê hema bi gotinekê, qesrek e ku li ser kayê hatiye avakirin. 2. TRT-6 wê tesîreke çawa li ser televîzyonên kurdî çêbike? Wê ti tesîrê neke, ji ber ku ew bi xwe di bin tesîra televizyonek e kurdî de ye. Heta niha wisa xuya ye. 3. Gotina herî zêde jê hez dikî çi ye? Lorîn 4. Gotina qet jê hez nakî? Pere 5. Tiştê ku tu pir jê aciz î? Xapandin 6. Çi dihêle tu bigirî? Zarokê sêwî, yan jî dema zarokek dikeve nav pencên tengayiyekê. 7. Çi dihêle tu bikenî? Min ken ji bîr kiriye. 8. Te dixwest çi karî bikî? Her kar ji pêvî nivîskariyê. 9. Ji kîjan xwarinê hez dikî? Bacanên reşî biraştî. 10. Cixarê dikişînî? Çima? Ez çixarê nakşînim, ji ber ku bi zirar e. 11. Çi te bi heyecan dike? Destpêkirina nivîsek e nû. 12. Stran yan jî helbesta pir jê hez dikî? Strana Ciwan Haco "yar te çi ji min kir" û ji folklor strana Cîranê ya bi dengê Sîmar. Ji helbestan helbesta şevname ya Ehmed Huseynî. 13. Di nav Kurdan de kîjan kesayetiyê diecibînî? Ebdullah Peşêw ji wêjevanan. Leyla Zana ji siyasetmedaran. 14. Dema bi tenê dimînî kîjan stranê ji xwe re dibêjî? Her ji çend rojan strana li ser zimanê min tê guhertin.Ya niha "kirasê te melese"ye. 15. Dengê herî nexweş ji bo te? Dengê xijiqandina kevçî di binê beroşeke vala de. 16. Ji kîjan rengê sporê hez dikî? Futbol. 17. Bajarê herî zêde jê hez dikî? Amûdê 18. Dixwazî li kuderê bijî? Li deverekê ku zilim lê tunebe, lê mixabin ew dever li ser rûyê erdê tuneye. 19. Tu ji kîjan taybetmendiya xwe hez nakî? Hizirandina bi dil û dilpakî. 20. Tu ji kîjan taybetmendiya xwe pir hez dikî? Bêhnfirehî û Sebir. 21. Tu xweziya xwe bi çi tînî? Ez xweziya xwe bi wan kesan tînim ku bi şixulandina destên xwe debara xwe dikin û baş dijîn bêyî ku serê xwe bixebitînin û dilê xwe biêşînin. 22. Dijûna (xebera) herî xerab ya ku tu dikî çi ye? Ji ber ku ez ji Amûdê me û bi afirandina xeberên giran em têne naskirin, ji bo kes şok nebe, ez bersiva vê pirsê nadim. 23. Ji çi ditirsî? Rojek bê û ez ji oksejîna nivîsandinê bê par bimînim. 24. Kesê/kesa ku te dixwest her demê li cem te bû ya kî ye? Diya min. 25. Pirsa ku te dixwest ji te were kirin û heya niha nehatiye kirin çi ye? Tu yê kengî bimrî? |