copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

"Min xwest navnîşana tirsê destnîşan bikim"

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Helîm Yûsiv romaneke nû nivîsand. Romana ku bi navê “Tirsa bê diran” ji Weşanên Avestayê derket li ser tirsa kurdan radiweste. Tirs, serîhildan, dîrok, bîranîn û gelek kîteyên din… Me bi Helîm Yûsiv re li ser romanê, tirsê û kîteyên din hevpeyvînekê pêk anî…

Tirs ji bo te çi ye? Tu çima ew qas li ser tirsê disekinî?

Tirs roleke mezin di jiyana me de dilîze. Ev rol ji zarotiyê de dest pê dike û bi mirinê bi dawî dibe. Tirsa ji bav, ji Xwedê, ji civakê, ji polîs û girtîgehan, ji bobelatên ku wekî qanûn hatine bicihkirin, ji nexweşî û tenêtiyê, ji evînê, ji pêşeroja nediyar, ji kalbûn û pîrbûnê û berî hemûyan tirsa ji mirinê… Ev hemû dikevin nav hev û mîna mişkê ku di xew de têkeve paşila mirov, bêyî ku hayê mirov jê hebe veciniqandin û bêhna xapandinê li pey xwe dihêle. Taybetiya rewşa me, wekî kurd, hiştiye ku tirs di havînan de bibe siya mirov û di zivistanan de bibe ewrê ku her kêlîkê bibe zîpikên kevirî û giyanê mirov birîn bikin. Min bala xwe dayê ku di jiyana her kesekî ji me de tirseke wiha heye, veşartî ye, nayê dîtin û li ser nayê axaftin jî. Di hundirê her mirovekî ji me de termê miriyekî heye, min xwest ez bela xwe di wî termî bidim û wî şiyar bikim. Min xwest ez balê bikişînim ser vî niştecihê xwîngiran yê ku mohra xwe di kûraniya dilê welatê me yê perçebûyî de kolaye. Her kes wî nas dike lê kesek bi ser de nayê. Di vê romanê de min xwest ez navnîşana tirsê destnîşan bikim. Dê û bavên wê nas bikim. Tirs dijminekî xedar ê jiyanê ye, jiyanê xera dike, mirovan bê şeref û bê heysiyet dike, wan pûç û bê rol dike. Min xwest ku ez vî dijminê çermqalind wiha tazî bikim û bê kiras û perde wî deynim ber neynikan. Dîsa jî ez ditirsim ku li vê navnîşanê neyê zeftkirin û hewildana min bi avê de here.

 Ma kurd bi rastî jî ditirsin... Ger ditirsin çima û çawa her gav serî hildidin?

Divê mirov vê meselê hinekî ji nav hev derxîne. Tirs li her deverê heye. Cihê ku mirov lê heye tirs jî heye. Cudayiya me ji kesên din ew e ku tirsê, li welatê me, konin berfireh vegirtine. Di hundirê me de cih girtiye bi awayekî ku rabûn û rûniştina me, çûn û hatina me, helwest û tevgerên me li gora wê têne destnîşankirin. Du faktorên sereke hene, yek bindestiya demdirêj û ya din jî dûrbûna desthilatdarên welatê me ji şaristanî û medeniyetê. Van her du faktoran hiştine ku li ber deriyê her malbatekê, her kesekî/e ji me, begçiyekî porgijik, xwîntal, devbixwîn û hov bê danîn. Ev begçiyê ku jiyana malbatê serobinoyî hev dike û di hundir her yekî/e ji me de şikefteke tije gumgumok vedike, tirs e. Tirseke wihaye ku bi mirov re diçe her derê û tenê mirin dikare bêhna wê ji bin çermê mirov derxîne. Di dîrokê de qonaxin hene ku pêwîstiya herifandina van şikeftên hundirê mirovan tê holê. Di nav her miletî de, kurd jî di nav de, yên ku li dijî berfirehkirina wan şikeftan bi wêrekî li ber xwe didin hene. Dem tê û hêza hemû berxwedêran digihêje ser hev û dibe serhildan. Ji ber ku tirsê şaxên xwe di xaka Kurdistanê de kûr avêtiye, serhildanên kurdan jî yan bi sînor in û yan jî temenkin in. Li hêla din jî, li hember serhildêrekî deh xwefiroş û xayîn û îtîrafkar derdikevin. Dema tu bingeha xwefiroşî û xiyanetê bikolî, dê tirs derkeve holê.

 Karakterên te balkêş in. Yek ji wan jî Tûtino ye. Tûtino, gelo anarşîst e?

Tûtino mirovekî xwedî felsefe ye, gihiştiye wê baweriyê ku êdî hêz tenê dikare rewşa mirovan biguhere. Hêz bi wateya xwe ya aborî her tişt e, wiha jî dibe jêdera hêzeke leşkerî ku dengê wê ji hemû dengan bilindtir e. Li hember rola hêza aborî, ji ber ku perê wî tune ye, siloganên felsefeya xwe bilind dike û li hember guregura hêzên leşkerî jî şûrê xwe yê textikî. Ev aliyekî wî ye. Ji aliyên din de, dibe ku hinek anarşîstî li cem Tûtino hebe, lê ew bixwe ne anarşîst e.

 Ji lehengan cihê “Kalo” taybet e di romanê de. Kî ye Kalo?

Kalo pireke di navbera duh û îro de. Di navbera bûyerên dîrokî yên jibîrbûyî û yên dema me de. Xwediyê çîroka serhildana Şêx Ubêdulahê Nehrî dijî her du rêjîmên Îran û Tirkiye (Osmaniyên wê demê) ye ku doza welatekî serbixwe û azad dikir. Kalo çîrokên xwe berdewam dike hetanî ku li ber çavên wî û bi destê zilamên rêjîma Sûriyê xwîn dirije, ji wê kêlîkê de gotina çîrokan radiwestîne, ji ber ku dengê serhildana Adarê ya kurdên îro bilind dibe. Kalo dizane ku xwîn dawiya gotinan tîne. Her dem dengê çekan û yê kuştinê li welatê wî ji yê xeberdan û axavtinê bilindtir e. Kalo nîşana wî tayî ye, ewê ku dîrokê mîna çîrokeke dubarebûyî dirêse. Kalo xwediyê xewnên mezin yên şikestî ye. Dixwaze bi wê turumpe ya xwe ba bide nexşeya cîhanê û wê binepixîne û wê mîna wê li xwezayiya wê girover vegerîne, lê binê cîhanê bi qule û girover û mezin nabe.

Li Amûdê, dema ez zarok bûm, kalekî rihsipî ku herdem çîrokên xwe û Sultan Evdilhemîd digotin hebû. Navê wî Osê Şaro bû. Her gav, li ser riya çûn û hatina dibistanê, em zarok lê diciviyan. Wî geh li bilûrê dixist û geh jî qala Sultan Evdilhemîd dikir, yê ku – li gor gotina wî – ew welat hemû dabû bi jinekê bi navê Fatima Muxrubî.

Di romanê de her ku ez li Kalo rast dihatim, ew dîmenên Osê Şaro dihatin ber çavên min.

Di gelek çîrokên te de dîn hene. Di vê romanê de jî. Çima tu her dînan ji xwe re dikî leheng?

Dînbûna ku bala min dikişîne ew dînbûna felsefîk e. Di vê romanê de dîn bi vî awayê ku her kes nas dike, tune ne. Dibe ku mirov li Kalo yan li Tûtino wekî dînan binêre, lê her yek ji wan felsefeyeke wî ya jiyanê heye. Bi nêrîneke kûr, rewşa me çawa tê dîtin gelo?. Têgeh hemû hatine berevajîkirin. Ango kî dîn e, kî bi aqil e, ev pirs bixwe cihê danûstendinê ye. Di civaka me de rola aqil qels e. Paşdemayîna me li hember cîhana rojava, wekî mînak,hiştiye ku cih li bikaranîna aqil teng bibe û rê ji afirandinê re nemîne. Li şûna wê cûtin serî hil dide. Tiştê ku aqilê xelkê afirandiye li cem me dibe benîşt û em wî tiştî hazir û bi derengî dicûn. Tiştekî din jî heye, yan bi paş de yan bi pêş de, em direvin. Yan çavên me li duh in yan jî li sibe ne. Em nikarin di roja xwe de bijîn. Ev rewş me dajo ber baweriyeke wiha ku êdî welatê me ji her tiştî bêtir dişibe nexweşxana dînan û em jî mîna nexweşên ku dermanê wan di destê xelkê de be. Wiha li me hatiye. Ji lew re, di civaka me de, mirov çiqasî xwezayiya xwe biparêze, ew qasî tê tawanbarkirin. Ez dixwazim çend mînakan bidim. Mirovek dema ji xwendinê hez dike – xwendina pirtûk, kovar û rojnameyan – dibe cihê tinaziyan û jê tê xwestin ku here karekî ji xwe re bike û dev ji vî karê dînan berde. Mirovek gava, vekirî, li hember zordaran serî hilde û bi wêrekî xwedî li rastiya xwe derkeve. Bê guman, dê mîna dînekî lê binerin. Mirovê bi xwe û rastiya xwe re dirust, di rewşeke çewt û şaş de, mîna kesekî bê aqil, ehmeq û dîn tê nirxandin. Di vê çarçovê de ez li dînbûnê dinêrim. Dînên ku l

i hember vê rewşa ku biaqilan em tê de hiştine, dengê xwe bilind dikin, hêjayîne ku bibin mijara roman û çîrokên me.

Lehengê te dibêje, “Bi destxistina dilê keçikekê li zanîngehê, ji bidestxistina serxwebûna Kurdistanê zehmetir e” Ma bidestxistina dilê keçikekê ew qas zehmet e?

Di nav vê tevlihevî û wêraniyê de ya ku tirs wê li pey xwe dihêle, ben li qirika evînê jî tê hev. Mirovê tirsiyayî mirovekî têkçûyî, qels, xapînok û durû ye. Dema ku pêla evînê tê û mirovên wiha dide ber xwe, kelem li pey kelem di riya wan de derdikevin. Mirovê tirsiyayî nikare evîndarekî serkeftî be, ji ber ku evîn, di civakeke qatil wekî civaka me de, bi hewceyî wêrekiyeke mezin e. Tirsê, derba xwe ya xedar, ji mêr-xort bêtir li jinê-keçê dixîne, ji ber ku zora li ser wê dijwartir û girantir e. Wiha jî şikeftên tirsê di hundirê wê de kûrtir û firehtir in. Deriyê dilê wê jî bi ser de tê girtin. Di civaka mêran de, kilîtên derî di destên mêran de ne. Îca dema ku evîn tê mêrekî tîne hember mêrekî din. Ev rewşeke pir aloz bi xwe re tîne û bi sedan çîrokên evînê têne binaxkirin. Îca di hundir serdestiya van bend û rêdanên ku me gotin de, dibe ku rewşeke awarte rû bide û mêrê evîndar li jineke evîndar, ne ku li mêrekî din, rast bê. Tenê wê gavê dibe ku evîn bi zewacê encam bide.

Evîn tiştekî wiha ye ku ne tenê dema di dil de be zor e, belê dema li ser zimên be jî axavtina li ser dîsa zor e.

 Dîsa gotina “Li vî welatê hezkirin naçe serî” Ma ev çi hezkirin e ku naçe serî?

Di romanê de, hezkirina Leyla û Mûsa heye. Leyla di hezkirina xwe de ji Mûsa reyalîstir e. Dizane ku lawê apê wê di devê riya wê de ye, dizane ku rewşa Mûsa li gor şert û mercên zewacê ne amade ye, dizane ku ew tevliheviya siyasî ya kambax ya ku tê de dijîn êdî ne zemîneke pak e ji bo berdewamiya hezkirinê. Leyla zanibû ku wê hezkirina wê di pêçekê de bimre, ji lew re xwe heta dawî nedida dest evîndarê xwe. Çawa ku şer tê û diqewime, agir gur dibe, û her aliyekî şer dixwaze bi kêmtirîn zirar ji wî şerî derkeve, hezkirin jî wiha ye. Destpêkirin ne bi destê mirov e lê gava tê û diqewime mirov nema dizane xwe çawa ji nav derxîne. Leyla dikarîbû rêzên pêşerojê yên hezkirina xwe bixwenda û li gor wê bi Mûsa re ketibû têkiliyê. Encam jî ew bû ku hezkirin li welatekî wiha naçe serî. Eger bav û ap û pismam bihêlin, feqîrî nahêle. Eger feqîrî bihêle, hebs û zindanên dewletê nahêle, eger zordar bihêlin Xwedê nahêle. Li xakeke wiha ku dengê kuştin û qedexekirinê lê bilind e, hezkirin serîşikestî ji meydanê paş de vedikişe. Hezkirin dikare her gav û her kêlîk çê bibe, lê dikare her gav û her kêlîk bê kuştin jî.

 Pirtûk li ser tirsê ye, lê her mirovan dide kenandin. Tirs û ken… Di vir de nakokî nîn e?

Jiyan li ser van nakokiyan avabûye. Li her cihê ku zordarî lê serdest e û diktator desthilatdar in bejna ken jî bilind e. Mirov dikare ji pirbûna pêkenokan û pêşketina wêjeya qerfî û hunera karî6katur vê yekê nas bike. Di nav van tirajediyan de yên ku tirs li pey xwe dihêle, hinek bûyer û rûdan hene ku kenê guran – wekî ku dibêjin – bi wan tê. Dema tu şûrê Tûtino yê textikî û silogana wî ya dijî cîhanê deynî ber tang û top û çekên giran yên generalên ku êrîşan dibin ser xelkên me li welêt û zarokên me dikujin, bê guman dîmeneke karîkaturîk tê resimkirin û dibe mirov ji dil bikene, lê kenekî çawa? Hetanî bi rengê ken tê guhertin. Ev kenekî reş e, wiha wî bi nav dikin. Ji hêla din de jî ji bilî ku temenê mirovan dirêj dike, ken bixwe metodeke berxwedana li hember çewtiyên mezin û mirinê ye. Ew serobinoyîbûna ku me qal kir, ew berevajîbûna têgehan hemû mijarên kenê ne. Yek ji sedemên ku kurd heta niha neqeliyane, tev ku ji her miletî bêtir têne kuştin, ew e ku heta vê gavê dikarin bi dengekî bilind û ji dil bikenin. Di zimanê me yê gelêrî de jî cêwîtiya ken û girî, ken û mirinê bala mirov dikşîne. (Ez ji kena fetisîm). (Ez keniyam û keniyam heta ku ez mirim..Ez mirim hingî ez keniyam). Bala xwe bidê, çawa ken bi fetisandin û mirinê bi dawî dibe.
Naxwe di dara jiyanê de xemgînî qurm e, kok e û ken şaxekî darê ye.

 Bikaranîna Sykes tiştekî balkêş e. Û axaftineke di navbera Sykes û lehengê te de heye, dibêje, “Kurd hê jî mehkûmê duh ne”. Gelo hê jî wisa ne?

Têkçûn bi dû de ye. Ji bo miletekî têkçûyî du nîşanên berz hene. Yek jê çavên wî ber bi paş de zîvirî mane. Bi şev û roj serê xwe bi qehremanên berê re, bi împeratorî û mîrnişînên berê re, bi dîrok û bermayiyên berê re, çi rast, çi derew û her wisa. Ya din jî çêkirina sembolên pîroz û gera li Xweda û pêxemberan e. Kesekî ji nav xwe bi awayekî seyr wî bilind û mezin dikin ku ji çermê mirovan derdixînin. Bi mezinbûna wî kesî re, girse û her kes pêre biçûk dibe. Ango kes dikeve şûna Xweda yê ku xelasî ya her kesî li ser destê wî ye û kilîta bihuşta gel jî di  bêrîka wî de ye. Ev yek jî encameke sereke ye ji encamên têkçûnê û xeyalên şikestî ku di riya girêdana hêviyan bi kesekî re xeyalên xwe dicebirînin. Ji xwe re li serokekî dewleteke Ewropa yan Rojava binêre, ku mîna karmendekî ji karmendên wê dewletê ye, bi hêsanî di riya qanûn û hilbijartina re tê guhertin. Ez li Almanyayê dijîm û li seranserê vî welatî posterekî serokê Almanyayê daliqandî nîn e. Pêşniyara çêkirina peykerekî jê re wê li Almanyayê mîna pêkenokekê be ku kesek pê nekene. Vê rewşê bide ber rewşa dewleteke Rojhilata Navîn. Yan jî mirov gava hejmara peykerên Ataturk li Tirkiyeyê û peykerên Hafiz Esed li Sûriyê bîne bîra xwe û li çûn û hatina serokan ser desthilatdariyê li Ewropayê binêre mirov dikare wê cudayiya di navbera miletên têkçûyî û miletên jîndar de nas bike. Eger rewşa milet û dewletên ku li welatê kurdan serdest in wiha be, dê rewşa kurdên bindest çawa be?. Nexasim ku mirovê bindest herdem serdestê xwe ji xwe re wekî (îdol) mînak dibîne.

Ev nayê wê wateyê ku mirov xwe ji dîrok û bermayiyên xwe qut bike, yan jî wan paşguh bike. Xwestek ewe ku mirov karibe bi awayekî zanistî bi paşeroj û pêşeroja xwe re têkeve têkiliyê, da ku karibe serdestê roja xwe ya îro be. Mîdiyan, horiyan, kotiyan, sobariyan çi kirin, çi nekirin ew ji min re nabin cihê serbilindiyê. Cihê min îro ro li cîhanê li ku ye? Ez kî me û çi dikim, giringtirîn pirs ev e. Bersiva vê pirsê dibe ku bibe cihê serbilindiya min an bibe cihê xemgîniya min.

******

Kurtejiyan:

Helîm Yûsiv di sala 1967’an de li Amûdê hatiye dinê. Heta niha nivîsên wî de gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Digel amadekirina bernameyên ji bo televîzyonê, ew karê xwe yê nivîsandinê jî didomîne.

Pirtûkên wî yên ku heta niha hatine weşandin:

- Mirî Ranazin (Çîrok, Stenbol, 1996) (Ev pirtûk ji bo tirkî jî sala 1998’an de hate wergerandin)

- Mêrê Avis (Çîrok, Stenbol, 1997)

- Jinên Qatên Bilind (Çîrok, Stenbol, 1998)

- Sobarto (Roman, Stenbol, 1999)

- Memê bê Zîn ((Çîrok, Stenbol, 2003)