copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

 

HEVPEYVÎNEK BI NIVÎSKAR HELÎM YÛSIV RE

Hevpeyvîn: Mûsa Silêman

1. Kenê tal, ku şêweyeke rojane ye, şêweyê mirovên “biçûk“ e Wekî ku desthilatdar me bi nav dikin,ev mirovên di çîrokên te de, bizava jiyanê bi rêve dibin, gelo xeyalekî te ne, an bi rastî li Amûdê, û li tevaya binxetê, ev kes hene ?

Kesên mîna kesên di çîrokên min de li her deverê têne dîtin.Ev kes jî ji çîrokekê ta bi çîrokekê têne guhertin.Carna karekterên wan ji karekterên hevalin min têne girtin. Carna ji sîmayên çar pênc kesan, di çîrokê de, tenê yek kes tê hohê.Carna jî ez bi xwe me.Lê ji kesan bêtir ji boyî min tecrube giringe.Kesên çîrokê her çiqasî ji xeylê bêne afirandin, lê dîsa jî bingeh ev jiyana rojane ye, ya ku temenê mirov didize û mîna cilikê, ji bin piyê mirov tê kişandin. Tenê mirin mirov vediciniqîne.Xeyal çiqasî dûr û bilind here jî, dîsa lingên wê li erdê têne dîtin.Weke mînak, xewn çiqasî tevliheve û para xeyalê çiqasî têde mezine, dîsa jî ji detayên jiyana rasteqîne pêk tê.Dibe ku di xewnê de, gelek tiştên dûrî hev bêne cem hev, sax û mirî bêne cem hev, lê dîsa jî tecrubeya te bi wan saxan re, bi wan miriyan re heye.Di hişmendiya te de gihijtine hev, çîrok jî carna weha mîna xewnê ava dibe.Hişmendiya te wan bermayiyên şewata te û agirê ku dilê te niha di nav de dijî, tîne cem hev û çîrokeke nû tê holê.Cudayiyeke giring heye, ew jî eve, ku xewn bê mentiq, bê rêbaz têne hûnandin, lê çîrok bi rêbazên hunerî têne hûnandin.Ģîroka bê mentiqê hunerî, termê heywanekî  ye.

2.      Berdewamiya pirsê jî ev e: çima ev kes lehengên Helîm Yûsivin, çima ne ew kesên gazinokî, û giryokî ne, ken li dijî taliya jiyanê dikare çi bike? Gelo şêweyekî, hedan û benckirina êşê ye, an çekekî berxwedana mirovên “biçûk“ li dijî dagirkirina kesên“mezin“ ji xewnên wan re ye?

Pir hesane ku tu kurdan bigirînî, lê ya zehmet ewe ku tu van kurdên ku ken jibîrkirine bide kenandin.Ez, li vêderê, ne li ser tiqtiqê û wî kenê asayî dibêjim, na, mebesta min kenê reşe.Ew kenê ku li ser bingeha têgehên felsefî, û ji dil, derdikeve.Pêwîstiya kurdan jî, ji her tiştî bêtir bi ken heye.Ken alaveke berxwedanê ye. Li hember vê qiriktalî û feqîrî û perîşaniya ku Kurd tê de dijîn, ken, bi taybetî li nik Kurdan, dikeve rengê jiyanê.Bi kurtayî be jî mirov dikare qala wêjeya devkî bike. Bala xwe bide gotin û melodiyên stranên kurdan yên kevin. Melodiyên wan heta radeyeke mezin nêzîkî girîne.Dengbêj gava ku destê xwe datîne ser guhê xwe, û dibêje, dengekî mîna dengê girî, derdikeve. Weha jî em li ser bi sedan stranên şîniyê û hewar hewarê mezin bûne.Li hêla din jî, dengê wêjeya kurdî ya nivîskî qels û lawaz bû. Ji bilî du sê berhemên naskirî, meydana wêjeya nivîskî ya kevin vala û bê bandor tê dîtin.Em zarokên girî ne, lê divê em çanda ken biafirînin.Li hember van tirajediyên li pey hev yên ku di dîroka me ya kevin û nû de rêz bûne, yek ji sedemên mana kurdan li ser piyan ewe ku heta niha dikarin ji dil bikenin.

3-Te jiyan weha buhurandiye: zaroktî û destpêka ciwaniyê li Amûdê,paşê te jibo şandina zanîngehê çûye metropola Sûrî Heleb, paşê jî te berê xwe daye Elmanya bêdil, wekî kurdekî, û hîn taybettir wekî mirovekî ji Amûdê, têkiliya di navbera te û cî“cî tevî mirov û efektên din yên jiyanê “ de çi bandor li te û li nivîsên te kiriye?

Ji bo min, rola cî ( cih ) di nivîsandinê de, ne roleke serekeye.Tev ku bandora cih li ser gelek nivîskaran bandoreke bingehîne û bi guhertina cih re şêwe û naveroka nivîsên wan tên guhertin, lê nivîsandin ji bo min encama şewateke hundirîne. Ew şewat bi min re cih bi cih digere. Ev nayê wê wateyê ku cih, heta dawî, bê bandore.Derbasbûna cihekî nedîtî û jiyana têde mîna derbasbûna çîrokeke evînê ye. Her cihekî nû, jineke nû ye.Weha jî mijareke nû ye ji bo afirandinê.Du aliyên guhertina cih hene, yek neyênî ye. Dema ku mirov ji cihê xwe yê yekem qut dibe, mîna mirov ji kaniya mijaran qut bibe. Germayiya têkiliyê namîne û cihê nû dibe kelem di riya berhemên nû de.Nivîskar him ji çavkaniya nivîsên xwe qut dibe û him jî nikare çavkaniyeke nû bibîne.Aliyê erênî jî ewe, ku mirov bi keşifkirina cihekî nû re dikare bibe xwedî agahî û tecrubeyên nû. Weha jî materyalên nivîsandinê têne guhertin û dewlemendtir dibin.Her cihê ku ez lê jiyame siya xwe avêtiye ser hinek nivîsên min. Ji Amûdê bigre hetanî bi Helebê, û hetanî Elmanyayê.Ez giringiyeke mezin didim tecrube ya kesayetî, ya şexsî, di nivîsandinê de. ji ber vê jî cihê ku ez lê bijîm, erda ku ez li ser bigrîm, ezmanê ku ez li bin bikenim wê bibin mijarên nivîsên min.Hinek nivîskarên Kurd hene, sîh salî li Ewrupayê dijîn û dîsa jî tenê karin li ser gundê xwe li welêt binîvisînin.Ev kêmaniyeke mezine ya wêjeya kurdî li derveyî welêt.

4-Dîsa jî di vê pêvajoya kor ya felekê de, Helîm Yêsiv xwe di çavên mirovên dora xwe de çawa dibîne, ji Amûd a Zergayê û bavê Mihemed, ta Heleb a rewşenbîrên ereban , ta Berlîn a çav şîn û xwîn sar.Helîm çiqasî bi xuya bazdana li dû jiyanê hatiye guvaştin û strandin, û ev dîmen: Helîm çiqasî dinav rêzên çîrokê te de veşartiye an jî diyare?

Jiyana min bi gelek aliyên xwe yên giring ve, ji jiyana her kurdî ne dûre.Eger bi dîmeneke giştî ez meselê ragihînim.Lê, di vê derbarê de, mirov neçare ku qala hinek taybetiyan bike.Dema hevîrê rihê te di teşta nivîsandinê de, bê stirandin, bê guman, wê ne derbasbûna te ya tecrubê weke xeynî te be, ne jî derketina te ya ji tecrubê wê weke ya kesekî din be.Ez hinekî zû bi xwe hisiyam ku êdî jiyan û nivîsandin, ji bo min, du peyvên cudane, lê bi yek wateyê ne.Ango, ez  nenîvisînim, ez ê mirar herim.Eger rojekê te bihîst ku ez nema dinîvisînim, nasbik ku dilê min rawestiyaye û ez ne li jiyanê me.Jiyan jî, ji bo min ewe ,ew çend rêzên ku min nivîsandine.Ģawa oksejîn ji bo jiyanê giringe, weha jî , ji boyî min, nivîsandin, di vê çarçovê de, têkiliya di navbera jiyan û nivîsandinê de tê duristkirin. Girêdayî vê xalê jî, perçak ji giyanê min di bin çermê her çîrokekê ji çîrokên min de veşartiye.Carna dikarim xwe di kirasên kesên çîrokên xwe de veşêrim, carna jî hefsarê êşê ji destê min difilite û ez û kesên çîrokên xwe dibin yek giyan, yek ziman û yek fîgûr.Nivîsandin encameke yeksere ji encamên êşê, êş ji giyan dertê, giyan jî  bi peyvan re dibe yek, dibe çîrok.

5-Di hevpeyvînekê bi Mano Xelîl re, ew dibêje, zanîna zimanê erebî di hundirê min de mirovekî dikuje! Tu çi dibêjî, nexasim te bi erebî jî nivîsandiye! Gelo tu poşmanî? An jî gengaze rojek were ku tu poşman bibî liser van nivîsandinan, liser zanîna xwe ji erebî re, liser çanda erebî ku dibin çermê me de genî bûye?

Ez wekî Mano Xelîl nafikirim.Materyalên Mano ji bo filimçêkirinê tiştine din in û yên me, peyvin.Zanîna her zimanekî ji bo min kilîteke nû ye di dest de, mirovekî nû ye, çandeke nû ye.Heta radeyekê ez wan hestên Mano qala wan dike fêm dikim, ji ber ku tiştekî xwezayîye dema ku helwestên kurdekî li hember erebî, farisî an tirkî bêne stendin.Desthilatdarên ereb, tirk, û faris bi salane ku zimanê me qedexe kirine.Bersiva herî durist, li dijî wê qedexekirinê, di nerîna min de, ewe ku kurd karibin baş bi van her sê zimanan binîvisînin, lê berî hersiyan jî zimanê Dê.Ji bo Kurd ber bi serxwebûn û azadiyê de biçin, pêwîste ku pênûsên giring yên kurdan di qada her zimanî de hebin.Mebesta min ew pênûsên  xwedî nasname ne ku karibin rastiya kurdan bi xwendevanên wan zimanan bidin pejirandin, ne ku di nav wan zimanan de bihilin û taybetiya xwe winda bikin.Ez ne poşmanim ku min bi erebî nivîsandiye û hîna jî, li gor derfetên xwe, dinîvisînim.Ezê poşman nebim jî, berevajî wê, xwezî min bi gelek zimanên din jî zanîbûya, da ku min hinek din ji vê êşa giran, ji vê êşa kor ya ku em di nav de, bi belengazî, digevizin, ji bo her kesî ragihandibûya.xwezî min bi zimanê teyr û tilûran jî zanîbûya, ji ber ku hemû ziman têra vê êş û qiriktaliya me ya bê sînor nakin.

6-      Di cezîra binxetê de di serdema me de, çandeke çep gurr bibû, di hundirê vê çandê de pencereyeke Cîhannas û mirovane ji me re vebibû, hem jî serpêhatiyên zor xerab jî, yên xerab ewin, ku di çepên ereban de çandek roj bi roj eşkere dibe, ew jî çanda Faşîzma çep, û faşîzma mafên mirovane, ango sembolên çep û mafên mirovan“qaşo“ amadene jibo sitembarên ereban bêne kuştin, lê di eynî demê de jî amadene kurd û kurdistanê bi darkekî kiftikê bişewitînin, ev çand berî sûrî li tirkî û iraqê heye, mixabin heta li vî welatî jî ne zêde veşarti ye, lihemberî vê zikreşiyê, çavnebarbûnê, vê faşîzma ku xwedî taybetiyeke cîhaniye li hemberî kurdan, “mirovê“ di hundrê me de heta çiqasî dikare debar bike û bi hêvî be ku di cîhanê de hêj xêrxwaz hene ?

Di baweriya min de cîhan li ser hêzê ava bû ye.Pirsa mafan jî, yekser girêdayî hêzê ye.Li daristanan çawa bihêztirîn lawir (heywan) serdeste, weha jî li vê dunya ya me.Du hezar sal têra mirovayetiyê nekirin ku asta hewanîtiyê derbas bike.Hemû felsefe û teyoriyên ku mirovayetiyê li pey xwe hiştine jî, hewildanin ( Sêzêfî ) ne, ji bo bilindkirina kevirê dadmendiyê ber bi serê çiyê ve.Felsefeyek li pey ya din têk çû, û jiyan her weke xwe meşiya heta roja îro.Xuyaye ku ew dîtinên teyorîk ku te weke ( çand ) nav lê kiriye, kirasin fireh bûn ji bedena mirovan re, mebesta min ew mirovên di asta herî bilind de ne.Teyoriya çepîtiyê jî di vê çarçoveyê de, kete rewşeke komedî.Ez dixwazim mînaka çepên ereb bidim. Nizanim em bi awayekî komedîk vê yekê binirxînin yan bi awayekî tirajedîk.Komonîstên Sûryê bi şev û roj piştgiriya xwe ji bo Kûba, Nîkaragwa, Fîlestîn, Lawos û Cezîra Girînada û hetanî bi Mozembîq, eşkere dikirin, lê Kurdistana di bin çengê xwe de nedidîtin.Komonîstên Kurd berî yên ereb Kurd weke milet binav nedikirin û kesên ku doza mafê kurdan jî dikirin li cem wan cihê şubhe û tawanbariyê bûn, ango di eniya dijminên wan de bûn. Bi pêla çepîtiyê re, xwedê giravî, çare di sosyalîzmê de didîtin. Niha jî pêleke nû heye ku çareserkirinê di Demokratiyê de dibînin.Hetanî bi Ewrupiyan, ji bo dostên xwe yên Tirk aciz nekin, meselê girêdayî mafê mirovan dihêlin.Weha mesela kurdî binav dikin.Rewşeke weha hatiye holê ku mesela kurdî bûye mîna  sêgoşeya BERMODA.Dibêjin sêgoşeyeke weha heye ku her tiştê derbasî sînorê wê dibe winda dibe. Di siyaseta li hember kurdan de jî, her tişt tevlihev dibe.Dema dibe mesela Kurdistanê, çepê ereb dibe nijadperest, çepê Tirk dibe Kemalîst, çepê  Ewrupî dibe demokratîxwaz û dijî şidetê û kurdan jî mîna neteweperest an nijadperest dibînin.Li hember Kurdan jî dewleteke Ewrupayî carna ji dewleta Tirk sertir dibe û bêtir bi ser kurdên çalak de diçe. Temamî rojê, deqe bi deqe, vekirî qala mafê mirovan û demokrasiyê dibe. Bi şev jî, gava ku çapemenî radizê, sîlah  û çekan difroşin rêjîmên  generalan.Nizanim çima em bê hemdî xwe herdem siyasetê û exlaq tevlihev dikin, tev ku mîna agir û avê ne.Weha xuyaye ku hemû hewildanên xweşikkirina rû yê mirovayetiyê têk diçin. Berjewendî bingeha têkiliyane.Di rewşeke weha de jî, her yek ji me mîna ( Sêzêf ) ê belengaz dixwaze kevirê armancên xwe ber bi jor de bigindirîne. Tev ku diyare jî ku têkçûn an mirin serdeste, lê dîsa jî dunya ji Sêzêf û Donkîşotan xalî nabûye.

7-Dîsa girdayî vê çanda mirovane, carcaran ku em bi kurdîbûna xwe mijûl dibin, em bi xwe ji xwe dipirsin: gelo em ne nijadperestin? Helîm Yûsiv wekî nivîskarekî kurd çawa li vê pirsê dinere?  Ango nijadperestî çiye, kengî kurdayetî sînorê mirovahiyê derbas dike û dibe   xeter! û  kengî mirovahî xayintiyê bi xwe re dike, û dibe sêpiya dardakirina    kurdayetiyê ?

Li Ewrupayê û bi taybetî li Elmanyayê hesasiyeteke mezin ji peyva ( Nationalist ) – Neteweperest -heye.Ji ber ku Naziyan ev peyv bi awayekî bikaranîn ku heta roja îro bûye bela serê Elmanan li her deverê.Li her welatî li dîroka xwe ya dema pêvajoya bikaranîna vê peyvê, diterpilin.salê carekê jî, bi kêmanî lêborîna xwe ji cihûyan, weke mînak, dixwazin.Baweriya min ewe ku, berevajî rewşa ku li Elmanyayê çêbû, pêvajoya bidestxistina mafê neteweyekê mîna netewa kurd dikare bibe pêvajoyeke giring ber bi çêtirkirina şert û mercên milyonên mirovan de.Ango dikare yekser têkeve xizmeta pêşveçûna mirovayetiyê de.Bi vî rengî peyva ( Nationalist ) li Kurdistanê dikare wateyeke erênî hilgire.Bi navê netewa Elman Hitler milyonên mirovan şewitandin, lê xebata bi navê netewa Kurd  dikare bibe sedem ku bi milyonan zarok ji zimanê dayika xwe mehrûm nemînin û di dibistanan de pê perwerde bibin.Ev yek rê li ber pêkanîna peymanên mafên mirovan jî vedike.Ez bi xwe ji nijadperestiyê nefret dikim û wê weke têgeheke xeter dibînim. Kesên nijadperest jî mîna kesin nexweş dibînim ku bi hewceyî dermankirinê ne. Lê divê mirov vê jî bibêje, pirê caran nijadperestiya ku di nav  hinek kurdan de derdikeve, reakisyonin dijwarin li hember nijadperestiya Tirk û ereb û farisan.Nizanim çima di pirsa xwe de tu cudayiyê dixî navbera Kurdayetiyê û mirovayetiyê.Ji ber ku miletê kurd bindeste û di bin zorê de ye, zor jî zore, û zulim lê tê kirin. Her gavek ber bi serkeftina kurdayetiyê de, gaveke dijî zordar û zaliman,  ango gaveke ber bi serkeftina mirovayetiyê de.Rastiya kurdayetiyê îro ro wehaye. Eger dewlete kurdan serbixwe ava bû, û kurd li ser xaka xwe bûn desthilatdar, wê gavê, wê dîtinên me yên din hebin.

8-      Kurd dibêjin mirina di nav êlê de govende, ligorî lêkolînên zanyarî jî mirov herdem   dixwaze di nav wê xaka liser jiyan dîtiye, bê hembêzkirin.. Helîm Yûsiv bi vê pirsê re tucar mijûl bûye, û bi gelemperî liser pirsa mirinê ku rastiya din ya jiyanê ye, ev pirsa ku bi gilgamêş re çû gora wî bê ku bersivê jê re bibîne ?

Nivîsandin bi xwe mîna wî gîhakî ye yê ku Gelgamêş dîtibû û mar jê dizî. Ew gîhakê manê bû û sir a mirinê kete devê marekî û pêre çû, lê hewildanên Gelgamêş berdewam kirin, hetanî ku ew bi xwe jî mir.Heta vê kêlîkê, her ku Enkîdoyek li ber çavên min dimre, ew hêrsa Gelgamêş tê min û di nav wan hestên wî yên pirotestoyî de dijîm.Dadmendî di jiyanê de nîne, mirin jî tê û rengekî tirajekomedîk dide vê jiyana me ya seyr, ku ji her tiştî bêtir dişibe pêkenokeke sar ku kenê mirov pê nayê.Koçberiya her mirovî ji reşiya malzarokê destpêdike û bi reşayiya gorê bidawî dibe.Jiyan bi xwe koçberiyeke dijware di navbera her du reşayiyan de.Ew pirsên felsefîk yên ku zarokekî pênc salî ji dê û bavê xwe dike, ez bi xwe jî heta niha wan pirsan ji xwe dikim û negihijtime ti bersivên ku min rehet bikin, weke mînak, çima mirov çêdibe, çima mirov dimre û herweha ev xew çiye ku nîvê emrê mirovan dixwe…Zencîra pirsên weha dirêj dibe û nivîsandin bi xwe gerreke li bersivan, lê gerreke têkçûyî ye.Ji ber ku encam, mirine.Ez ji mirinê hez nakim û eger hat jî ez ê bi sola xwe wê pêşwazî bikim.Her çiqasî hinek dixwazin wê weke bûyereke asayî û pêwîst û normal jî bibînin, lê li cem min tiştekî dine.Tiştekî wehaye ku mirov gav bi gav, kêlîk bi kêlîk, bêyî ku dil bixwaze, diçe cem.Mirin ji her tiştî bêtir nêzîkî mirove, û ji bo jiyanê carna xwexapandin pêwîste. Ev mêvanê xwîngiran, ev mêvanê reş, ku bêyî soz û bê telefonkirin derbasî mala mirov dibe, divabû xwedayê ku mirov û gerdûn afirand, çareyeke dîtir jê re dîtiba.Lê, carna jî xwînşêrîne û mirov bêriyê dike ji ber ku dikare dawiya êşê jî bi xwe re bîne.Her tiştê ku min aciz dike û gewdeyên razayî yên di hundirê min de şiyar dike, min li ser nivîsandiye., û bi nivîsandinê re hinekî ew acizbûn, ew êş, sivik dibe, lê ez xemgînim ku ezê nikaribim li ser mirina xwe ti tiştî binîvisînim.Ew tecrubeyeke awarte ye ku mirov bi xwe tê re derbas dibe, bêyî ku mirov karibe binîvisîne, ji ber ku mirov wê gavê mirî ye. Rastiyeke bi vî rengî heye, jidayikbûn, mirin û evîn, sê tawanbarî ne ( Cerîme ne ) ku nayêne dubarekirin.Her sê bûyer jî zulmeke mezin ji bo mirovan bi xwe re tînin.
Heyfa çavên jiyanê ku bi mirinê bidawî dibe.

Kurtejiyan :

 

Di sala 1967 an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ( Sûryê ) ji dayik bûye.
Li zanîngeha Helebê, Fakulteya Hiqûq qedandiye û ji  sala 2000 î de li Elmanyayê dijî.
Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.
Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin.

Berhemên wî yên çapkirî ev in :

1-  Mêrê avis  - Çîrok – 1991, bi erebî, Şam. 1997 bi kurdî. 2004 bi elmanî,wergêr : Heidi Karge.
2-  Jinên qatên bilind  - Çîrok – 1995, bi erebî Beyrût. 1998 bi kurdî.
3-  Mirî ranazin  - Çîrok – 1996, bi kurdî. ç² 2002 .1998 bi tirkî,wergêr: Rehmî Batûr.
4- Sobarto – Roman – 1999, bi kurdî. 1999 bi erebî, Beyrût. ç² : 2004, Hewlêr.
5-  Memê bê Zîn  - Çîrok – 2003, bi kurdî.

Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin :
Komara dînan,
Bidarvekirina pozekî,
Sol û serî.