copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger
Hevpeyivîn bi nivîskar Helîm Yûsiv re
 
A.Fikrî Işik Hesen Dewrêş
NETKURD
Aktuelbûn:07:12 - 22/12/2008

Welatekî ku di rewşeke awarte de bijî, ê bûyerên awarte jî lê biqewimin. Wisa jî ê pîvan berevajî hevdu bibin. Tişt serobinoyî hev in, wisa jî xelk...


 

Hevpeyvîn: A.Fikrî Işik Hesen Dewrêş

 

A.Fîkrî İşik: Pirs; Ji bona destnîşankirina dervayî metin, lehengê metna’’Gava ku masî tî dibin’’ Masî, lehengekî ‘’obsesif’’ an lehengekî ’’Histerik’’e, kîjan ji van e. Em ji J. Lacan ve dizanin ku, obsesif timûdaîm li dû helwesta xwe ne,l ê qet nagihîjin helwesta "xwesteka" xwe. Wek lehengê obsesif jî lehengê histerik, ev jî didin dû helwesta xwe. Lê histerik, digihîjin helwesta "xwesteka" xwe û gelek caran jî jê dibuhurin. Masî bi du piyên xwe dest bi rêwîtiya xwe dike, lê gava rêwîtiya wî bi dawî dibe, du lingên wî nînin. Gelo, qurbankirina herdû piyan kêmasiya derva ye an na? Têgînê "têgehê" berxwedana fermî tekçû an na?

 

- Masî bi xwe sêzêfekî kurd e. Kevirê xwe yê mezin bi çiyê ve hildikişîne, dixwaze bigihîne jora jor, lê berî ku bigihêje jor, kevir diherike û sêzêfê me careke din hewil dide ku kevirê xwe bigihîne jor. Ne sêzêf diweste û ne jî kevir digihêje serê çiyê. Bi vê wateyê, bi gotina te mirov dikare Masî weke lehengekî "obsesif" bi nav bike. Di jêkirina her du lingên Masî de gelek alî beşdar in. Eger civaka ku Masî jê tê civakeke serbixwe, azad û serdest bûya, Masî mecbûrî çûna çiyê û hilgirtina çekan nedibû, wisa jî lingên wî nediketin nav pencên berfê yên bêîman û jênedibûn. Divê em ji bîr nekin ku Masî fîgûrekî wêjeyî ye û di vê çarçovê de jêkirina her du lingên mirovekî, weke sembol, tê çi wateyê, qurbankirina her du lingên Masî jî tê wê wateyê. Berî ku here çiyê bavê xwe winda kiribû, pişt re diya xwe jî. Masî kesekî wisa bû ku hem ji Xwedê û hem ji xwediyan bi tenê hatibû hiştin. Masî berhemek e seqet yê civaka me ya seqetmayî û tevlihev e. Ji têkçûna têgehê fermî yê berxwedanê bêhtir Masî têkçûna xewnên mezin nîşan dide.

 

H.Dewrêş: Di hevpeyvîneke xwe de, tu dibêjî:" Bi kurdî nivîsandin heyfhilanîn e, bela ku kurdî qedexe ye û kes naxwaze ku em bi kurdî binivîsin, gerek em bi kurdî binivîsin." Gelo nivîsandina bi kurdî, li gor te, tu ti hêviyan jî hildigirî, yan ez wilo bipirsim: Wêje wê bi kêrî tiştekî bê bo çareseriya bindestiya me?

 

- Ji bo em dîtinên xwe zelal bikin, divê em van her du aliyan, nivîskariya kurdî û rewşa kurdan ya siyasî, hinekî ji nav hevdu derxînin. Ji ber ku yek jê, rewşa siyasî, sedem e û yê din, rewşa nivîskariya kurdî, encam e. Çarçova heyfhilanîn û tolhildana ez qal dikim ji zimên bitenê kûrtir û girantir e, lê bi wî dest pê dike. Zarokê kurd tê dinyayê, xwe di rewşeke krîmînal û aloz de dibîne. Li hemû deverên dinyayê, mamoste bi rola kesê perwerdekar û avakarê yekem yê civakê radibe, li Kurdistanê ev mamoste -weke mînak-bi rola tawanbarekî krîmînal radibe û zimanê xwe yê biyanî, ku zimanê dewletê ye, li ser zarokê kurd ferz dike. Wisa jî bi her awayî "alavên avakirina civakê û giyanê mirovan" dibin alavên xerakirina giyan û hest û mejiyê zarok û mirovên kurd.

 

Baweriya min ew e ku çavkaniyên hemû aloziyên me ji dema zarotiyê tên. Di zarotiyê de bi salan, li dibistanan, me li ser derewan mezin dikin. Refleksa xwezayî ya dijî wî kesê ku di rûyê te de ji te re dibêje:"Tu tuneyî" ew e ku tu bêjî:" na, ez heme". Wisa jî dema buhatirîn nirxê mirov, ku zimanê wî ye, bê qedexekirin, eger meriv mirovayetiya xwe winda nekiribe, pêwîst e ku tola xwe ji yê qedexekar hilîne û ne tenê bi hêz, belê bi hêrsê jî, li zimanê xwe xwedî derkeve. Eger her mirov di rewşa asayî de li zimanê xwe carekê xwedî derdikeve, ji bo kurdan du caran û deh caran pêdivî bi vê yekê heye.

 

Xwedîderketina ez qal dikim, ji bo nivîskaran jî, ew e ku bi kurdî binîvisînin. Rast e ti milet bi wêjeyê ji bin destan derneketiye, lê miletê bê wêje jî ê nikaribe ji bin destan derkeve. Wêje li cem civaka kurd mîna tivinga di mala mirovekî de be ku, ew mirov ji her du destan ve pûç be. Wêjeya kurdî ew çeka giring e ku, li hember diz û qatilan bi kêrî parastinê tê. Ew destên pûç jî zihniyeta kurdan ya siyasî ye, ya di derbarê wêjeyê de.

 

A.Fîkrî İşik: 'Gava ku masî tî dibin', mizgîniya çi digihîne me? Mirina desthilatdariya otorîteyan, dibe ku  bibe manifestoya 'Gava ku masî tî dibin'?

 

- Ez bi xwe nikarim xaleke sereke di romanê de destnîşan bikim û bêjim, ha ev e mizgîniya 'Gava ku masî tî dibin' û ne tiştekî din e. Dibe tu ji min bêhtir karibî vê yekê bikî. Heta ji min hat min xwest ku Masî ji kesekî bêhtir karibe bibe nifşek, karibe bibe dengê min û te û wî û yê din û herwisa.

 

Gava mirovek romanê bixwîne û tiştekî ji xwe di Masî de nebîne, wê gavê ez ê di avakirina vî karekterî de bi ser neketibim. Di baweriya min de, dînemo û motorên guhertinên ku di qonaxên dîroka miletekî de çêdibin, kesên mîna Masî ne, kesên wekî me ne, hetanî ku ez karim bêjim em bi xwe ne. Kêm zêde, her yek ji me di sedema berdewamiya vê rewşa heyî de beşdar e.

 

Di temenekî gelekî biçûk de, Masî pê hisiya bû ku şaşîtiyek heye, lê ew şaşîtî li ku ye, çiye û sedemên hebûna wê çi ne û ê çawa  ji holê rabe. Van pirsan û gera li bersiva wan, jiyana Masî gihand dawiyê. Masî windayî ji dayik bû û temenê xwe di gera li xwe û li rastiyê de qedand. Ti rê nema ku neda ser, ti pirtûk nema ku nexwend, ti çekek nema ku bi kar neanî, lê encam çibû? Her saleka ji temenê wî mîna tenekeyeke vala li salên din zêde dibû. Çi qezenc kir û çi winda kir, xwendevanek dikare bi xwendina romanê vê yekê nas bike, lê tiştê ez dikarim bêjim ew e ku di evîna xwe de, di şer û pevçûnan de, di gera xwe de, di rev û şikestinên xwe de, di êş û kêfxweşiya xwe de her ew mirovekî ji dil bû. Di çîrok û romanên xwe de kêm carî ez ewqasî ji fîgûrekî xwe hez dikim. Sê caran, li sê deverên cuda di dema nivîsandina romanê de hêsirên min bi yên Masî re herikîn. Li deverin din jî bi filitandina wî ya ji pencên mirinê, ez kêfxweş dibûm. Masî di wan salên keftelefta xwe de gurzên mizgîniyên çakbîn bi xwe re hildigirtin, wisa jî mizgîniya bilindbûna bejna mirina ku li welatê wî roj bi roj bilindtir dibû. Gelo min bersiva pirsa te da, yan min qala hestên xwe yên li hember Masî kir?

 

A.Fîkrî İşik: Wek tê zanîn, alergorî; vegotina du derfet û derbaran e.Yek; nivîskar, ji bona vegotina xwe, di nav zindiyan de, mirovên maqûl û xwedî bi itibar nebîne, loma li şahidiya nezindîyan digere. Duyem li welatê nivîskar ku lê dijî, her celeb vegotin qedeqe ye. Masî xwe dispêre kîjan derfet û derbaran?

 

- Du sedemên sereke ji bo hilbijatina vebêjerên bêgiyan, yên nezindî, hebûn.Yek jê tenêtiya Masî ku hevalê wî yê bi tenê kûçikê wî bû û tiştên li dora wî yên mîna pênûs, deriyê malê yê hesinî, kevir, nivişt, pirtûk, sol, şûtik û marê di mala wî de, ew tenê şahidên sererast yên bûyerên jiyana wî bûn. Sedema din jî ew bû ku, divabû tiştên li derdora Masî qala wî bikin û ne ew bi xwe bibe vebêjer. Ev şêwe, weke teknîk, ji bo min, bi taybetî di vê romanê de, pir watedar bû. Li welatê masiyên tî, ne tenê mirov dihisin û dêşin, belê hetanî bi kevir û hesinan jî êşa van tirajediyên ku mirov dijîn, dikşînin û mîna mirovan diqeherin, dêşin û xemgîn dibin. Weke wêje, ez xweştir dibînim gava ku kevirekî li ser sînor avêtî qala xwe û dîtinên xwe bike. Wê ji Masî xweştir bibêje. Di rastiyê de, jînanîgariya her tiştî heye û her tişt dikare biaxive, lê ne her kes dikare guhdarî bike û têbigihêje.

 

Ji bo nivîskarên kurd ne tenê pêdivî bi nivîsandina vegotina mirovên kurd heye, belê pêdivî bi wê yekê heye ku hetanî bi kevir û dar û teyr û tilûr û kûçik û mar û kuçên welatê xwe bidin xeberdanê. Divê em serê xwe deynin ser sînga çiya û lat û kevirên welatê xwe, bê ka çi dîtine û çi nedîtine. Ya giring jî ew e ku, em baş guhdarî bikin û ew çi bibêjin em jî, bi awayê xwe, binîvisînin. Hişmendî wilo çêdibe. Divê îro bê nivîsandin ji bo kesên me yên sibe bên ji bîr nekin. Ji ber nivîsandina kêm "ya li ser duh ", em îro miletekî xwedî hişmendiyeke seqet û birîndar in û zû xwe ji bîr dikin. Bi kurtayî, hilbijartina vî şêweyê vegotinê xwe dispêre çavkaniyeke du şax, yek jê teknîkî û hunerî ye û girêdayî spehîbûn û xweşikiya vegotinê ye. Şaxê din jî ramanî ye, xwedî bingeheke siyasî, dîrokî û civakî ye ku berî her tiştî giringiya cih û taybetiya rewşa wî welatî li ber çavan digre. 

 

A.Fîkrî İşik: Ev welat, welatekî çawaye? Li vî welatî civakeke çawa dijî?

 

- Welatekî ku di rewşeke awarte de bijî, ê bûyerên awarte jî lê biqewimin. Wisa jî ê pîvan berevajî hevdu bibin. Tişt serobinoyî hev in, wisa jî xelk. Ji bilî sînorên cografîk, sînorên ziman û awayê jiyana rojane ya civakê û herweha...

 

Di nav vê gelemşeyê de, civak ji xwe tê dûrxistin, ji rastiya xwe dûr dikeve û dibe heyrana nirxên biyanî. Di wê navê re rih tê xerakirin, hiş û mejî ji hev tê belawelakirin. Di encamê de civakeke şîzofren û bê rû tê holê. Dema wêje bi zimanê wê civakê yê resen weke berhem bê ber destê wê, ê bi her awayî ew berhem bê redkirin. Yek jê, ji ber ku ew berhem bi zimanê wê yê resen e û ew civak bûye heyrana zimanekî biyanî û xwe û zimanê xwe biçûk û bêkêr dibîne. Didu, dema ew berhem bi rastiyê re dilsoz be, ê seqetiyên wê civakê nîşan bide. Wê gavê civak jî ê ji xwendin û dîtina wê berhemê nefret bike û ê nexwaze wî dîmenê kambax yê xerakirina rih û rûyê xwe bibîne.

 

Ji ber vê, bi her awayî civaka kurd, siyasetmedar jî di nav de, hurmetê nade nivîskarên kurd û berhemên wan. Gava qala mezinayî û nirxên bilind bibe ê mînakên ku bi zimanê serdestan dinîvisînin, bidin. Tu bala xwe bidiyê, bi çavekî pir mezin li nivîskarên ne-kurd dinerin û gava tê ser nivîskarên kurd bi hurmeteke mezin li wan nivîskarên regezkurd û bi zimanê din dinîvisînin, dinerin. Civaka me ne tenê nivîskarên xwe nas nake, belê ji ber wan sedemên me gotin naxwaze wan nas jî bike. Ji ber ku bawer nake ku hêjeyiyeke wê û bi zimanê wê bê dîtin. Divê ez wan derdorên teng yên ku bi xwendin û nivîsandina kurdî re mijûl in bidim aliyekî, ji ber ku ev nirxandina me ya giştî ji bo wan derbas nabe.

 

H.Dewrêş: Teşxîs xaleke giring e bo vê nexweşiyê. Ji bo çareseriyê tu çi dibêjî? Ez bawer dikim ku ziman ji bo wateyê heye, yan wate bi zimên tê holê û wateyên edebî jî nikarin jiyanê dagirin, yan wêje bi tenê nikare wateyên ku rih û mêjî bihejînin ku aliyên jiyanê gişa bipêçin bîne holê. Gelo kêmasiyên zimanê me jî yan kêmasiyên xebatkarên zimanê me jî nakevin bin vê nêrînê? Herkes çîrokan, helbestan, romanan hwd... tiştên wêjeyî dinîvisîne. Kesek bi felsefê, bi sosyolojiyê, bi psikolojîyê danakeve û li ser van serê xwe naêşîne. Xebatên li ser van beşan ê wêjeyê jî û civakê jî pêşdetir nebe, tinebûna van  ne kêmasiyeke ji bo zimanekî?

 

- Ji bo çareseriyeke tekûz û herdem avakirina dewleteke kurdî pêdiviyeke acil e ji bo sererastkirina rewşa zimanê kurdî. Ez bawer nakim ti çareserî ji bo zimên, bê dewletbûn, bê holê. Siyaset û partiyên kurdan çawa siyaseta xwe dikin û çi daxwaza dikin dikarin bikin, lê divê xwesteka dewleteke kurdî doza her nivîskar, her intellektuelekî kurd be. Gerek xwe mecbûrî girêdana bi ti siyasetan nebînin. Siyaset li gor dem û qonaxan û li gor guhertina rewşa derdorê tên guhertin, lê daxwaza dewletbûnê, daxwazeke stratejîk û xwezayî ye.

 

Ez vê yekê ne weke siloganeke siyasî dibêjim. Ez vê yekê weke pêdiviyeke intellektuelî, weke çareseriyeke dayim ya zimanê kurdî, bi bîr tînim. Ev nayê wê wateyê ku em hemû pirsgirêkên ziman û wêjeya xwe bihêlin li hêviya çêbûna dewletê, lê çareseriyek bê dewlet û dezgeh û desthilatdariyeke navendî ê kêm û bisînor bimîne.

 

Niha ji bilî têgihiştina giringiya zimên û hestên hezkirinê û germayiya manewî û wijdanî tiştek di destê me de nîne. Hest, têgihiştin, ramanên teorîk bêyî aboriyeke mezin, bêyî dezgeh û dewlet mîna banên avahiyeke mezin in ku bingeh û dîwarên wê tunebin. Her ramaneke reforma ji bo ziman bi hewceyî alaveke pêkanînê ye, ji bo xebitandina wê alavê jî hem pere û hem desthilatdarî û dezgeh divên. Ji ber vê, her tiştê ku ji me tê, ji bo zimanê xwe, em dikin. Lê mesela ziman û wêjeya neteweyekê bi keda çend kesan û bi hewildanên xêrxwazan çareser nabe. Weku xebatkar û xemxwirên zimanê kurdî jî gelek kêmaniyên me jî hene, lê ew zemîna ku nivîskarê kurd karibe lingên xwe deyne ser û bi hêz li hember hewildanên jiholêrakirina kurdî raweste, tuneye. Ew zemîn dikare xwendevanên pir bin, dikare sermiyanekî mezin û aboriyeke baş be, dikare civakek ku li zimanê xwe xwedî derdikeve be û dikare dezgeh û dewleteke medenî be. Ev hemû jî di qada nivîskariya kurdî de peyda nabin. Wisa jî xebatên li ser felsefê, sosyolojî û psîkolojiyê û yên li ser hemû beşên zanistê, xebatin pêdiviya me û zimanê me bi wan heye, lê "kesek bi xweziyan nagihê baqê keziyan.". Divê berî wê zemîna pêkhatina van xebatan bê amadekirin. Yana ê bimîne xweziyeke dûr û ê pala xwe bide xweziyên me yên dîtir. 

 

A.Fîkrî İşik: Li wî welatê ku ev civak lê dijî gelo fikir heye an na?

 

- Belê, di wê civakê de fikir heye, lê fikreke çawa? Ez tim mînaka nexweşê kanserê didim, yê ku ji bilî nexweşiya xwe nikare di tiştekî din de bifikire.

 

Pêşengên kurdan, hêzên rizgarîxwaz û azadîxwaz yên kurd berxwedanên xwe bilind nekirine sewiya êrîşên xedar yên ku li ser me tên kirin. Fikreke siyasî û bi sînor heye ku giringiyê dide aliyê siyasî û aliyê çekdarî yê meselê, lê aliyê civakî û yê kulturî herdem hatiye jibîrkirin. Li hember pirojeyên tunekirin û jiholêrakirinê yên van dewletên dagîrker kurd tu carî nebûne xwedî pirojeyeke kulturî, rewşenbîrî yan jî civakî. Tu dikarî encama vê yekê li başûrê Kurdistanê bi rehetî bibînî ku, kurd azad bûne, lê hema hema rojê jineke kurd tê şewitandin û kuştin. Eger projeyeke civakî ya şoreşa başûr hebûya, ê rewşa jina kurd ev bûya gelo? Wisa jî li bakurê Kurdistanê binere ku, tevgereke siyasî û çekdarî bi hêz û bi bandor heye, lê giriyê guran bi rewşa ziman û wêjeya kurdî li bakur tê. Ji bo Newrozê milyonek kurd dikarin li Amedê bên cem hev, lê ji romaneke kurdî sêsed lib di nav zêdeyî pazde milyon kurd de nayê xwendin. Eger projeyeke rewşenbîrî, wêjeyî ya şoreşa bakur hebûya, ê rewşa romana kurdî ev bûya gelo?

 

Di baweriya min de, eger em weke çekekê jî lê binêrin, wêje bi kêr tê, lê kes û hêzên ku zanin wê çekê bi kar bînin tunene. Xemsarî û nezanî di mentelîteya kurdan ya siyasî de heye. Xala xwekuj ev e. Mînak, di pirsa rakirina sînoran de û di warê avakirina hişmendiyeke neteweyî de wêjeya kurdî dikare roleke sereke bilîze, lê ji ber ku piraniya rêveberên siyaseta kurdan û dezgehên wan, kesin wisa ne ku, hayê wan ji wêjeya kurdî tuneye, ti nirx û qîmetê nadin berhemên wêjeyî û di rastiya xwe de bi nirxê wêjeyê nizanin û di vê derbarê de ne xwedî agahî ne. Ev mentelîteya siyasî kopiyeke berevajî ye ji mentelîteya dewletên dagîrker. Ji bo dewletê partî, sîlah, leşker, polîs û hêzên istixbaratan di kîjan pileyê de ne û nivîskar di kîjan pileyê de ne, li cem kurdan jî wisa ye. 

 

A.Fîkrî İşik: Evîn çi ye?

 

- Evîn tiştekî wisa ye ku hejmara wateyên wê li gor hejmara kesên ku qal dikin tê guhertin. Her yek bi awayê xwe evînê nas dike yan jî qet nas nake. Pir zehmet e ku mirov karibe bi çend hevokan bide danasîn. Lê mirov dikare tiştina ku nêzîkî wateya wê ne, bibîne. Weke mînak, evîn nexweşiyek e, tenê yê ku pê dikeve, êşa wê dizane. Ji bo min jî evîn ew kulma avê ye ya ku mirov dixwaze destê xwe lê bigre û wê zeft bike, lê di nav tiliyên mirov re diherike û diçe. Bi destan nayê girtin.

 

Îca, em bên ser evîna Masî. Heta ji min hat, min di romanê de têkiliya Masî ya civakî bi Berfînê re lawaz û qelskir, lê ji hêla hisî û germbûna hestan ve berevajî wê, evînê hemû jiyana wî serobinoyî hev kir û qedera wî guherand. Di bin vê têkiliya ji derve de sivik û ji hundir de kûr û giran, encama dîrokeke dirêj ji mehrûmî û qiriktaliyê heye. Ango, li welatekî mîna welatê me awireke evînî û dijwar ji çavekî xweşik dikare bibe sedema guhertina jiyanekê. Di civakeke girtî de ku têkiliya jin û mêran ya normal qedexe dike kenekî sivik yan awireke tenik yan jî gotineke nazik dikare agir berde rih û bedenê aliyê din, nexasim ku di temenê Masî de be. Dikare  bibe sedema pevçûnan û kuştinan yan zewac û avakirina malbatan û herwisa. Sedemên biçûçik dikarin encamên mezin û giran bi xwe re bîne. Di evîna Masî de jî ev hebû.

 

H. Dewrêş: Li gor min, Masî jî û Mûsa jî hebekî li qiraxa tevgera azadîyê disekinin, ji dil û can ne di nav de ne, ne li pey guhertinên mezin in, wek her mirovekî kurd rewş pir hindik wan diêşîne û hin çavdêriyên xwe ji me re pêşkêş dikin. Ne qehreman in. Lê evîndar in, Silo jî Masî jî evîndarinî ji dil in, lê têkoşîna lehengan bi baweriyeke nêvcî ye, bi dudilî ye û bê encam e. Heta niha min ti pirtûkên li ser vê mijarê ên ku Kurdistan tê de azad bûye ne xwendine. Vegotin li gor rewşa tevgerê diqedin. Çima ewqasî bi rastityê girêdayî ne, ma wêje berdevka rastiyê ye, wêjeya bi vî rengî hebekî naşibe belgefilman? Gelo di romanekê de afirandina Kurdistanek azad ji  çêkirina Kurdistaneke di jiyana rastî de, zehmettir e?

 

- Nirxandina te ji Masî û Mûsa re rast e. Her du jî ne qehreman in, kesin dudilî û heta ez karim bêjim tevlihev û mijokî ne. Mînaka Masî û girêdana wî ya bi rêxistina wî re, ne girêdaneke îdolojîk û siyasî û li gor îdolojî û plan û mekanîzma birêvebirina rêxistinê ye. Eger Masî kesekî wisa bûya, ê nikarîbûya bibe kesê sereke yê romanê. Di jiyana rasteqîne de kesekî şoreşger û heta dawî bi fikr û tevger û ferman û îdolojiya rêxistina xwe ve girêdayî be û li gor wê tevgerê bike, tê hezkirin û li cem min jî cihê rûmet û rêzgirtinê ye, lê ji bo romanekê nikare bibe karekterekî balkêş mîna Masî yê ku ew bi xwe di nava lêgerîneke bêsînor de bû û her tişt li cem wî cihê guman û dudilî û lêpirsînê bû.

 

Ji bo min ev kesên wisa tevlihev dikarin bêhtir aliyên kûr û veşartî ji jiyana giyanî û hestiyarî ya mirov derxînin pêş. Dibe ku ev hilbijartin girêdayî dîtin, raman û psîkolojiya min be jî. Ne rengê spî yê sade û ne jî rengê reş î sade, di wêjeyê de, ji bo min balkêş e, ew dikarin tenê mirinê bînin bîra mirov. Wisa jî di jiyana siyasî û ya civakî de, ez meyildarê pirrengiyê me. Ji nivîskaran jî ez ji nivîskarên nexweş û xwedî piroblem hez dikim. Nivîskarên wisa saxlem û (pejirandî) ji afirênerekî bêhtir karmend û mamûran tîne bîra min.

 

Ji bo nîvê duyem ji vê pirsa te, ez wekî te nafikirim. Dema ku di romaneke kurdî de Kurdistaneke azadbûyî tunebe ev nayê wê wateyê ku romana kurdî yan jî vegotinên wê bi (rastiyê) ve girêdayî ye û wêje dibe berdevka (rastiyê) û wê bişibe belgefilman. Mirov nikare her awayê vegotinê bispêre wê rastiya fotografîk ya ku tu qal dikî, ji ber ku vegotin yan jî tekst li ser Kurdistaneke ne azad û bindest e.

 

Mebesta min ji vê gotinê pirbûn û cihêrengiya şêweyên vegotinê di her romanekê de ye. Di vê yekê de du nivîskarên kurd weke hev tunene. Dibe ku sibe nivîskarekî kurd Kurdistaneke azad biafirîne û li ser binîvisîne. Ne tiştekî zehmet e. Jixwe Lokman Polat di van her sê rêzeromanên xwe yên (polîsî) de-Robîn, Viyan û parola operasyonê- ev yek kiriye û qala zîrekiya du endamên hêzên istixbarata kurdî dike. Bingeha afirandinê xeyal e. Xeyal jî dikare bê sînor be, lê wê çawa vegotina wê Kurdistana azad bê ristin û honandin ew giring e. Di baweriya min de pirsa wêjeyê ya sereke jî ev pirsa çawatiyê bi xwe ye.

 

A.Fîkrî İşik: Masî evîndar e an kujer e?

 

- Di nav masiyan de, tenê hêza Masiyekî dikare wî biparêze. Masiyê mezin yê biçûk dixwe. Eger tu Masî bî yan tê bixwî yan jî tu yê bêyî xwarin. Qanûna jiyana masiyan û ya şerê ku Masî tevlêbibû jî wisabû. Dîrokê û şert û mercên ku Masî di nav de çavên xwe li jiyanê vekiribûn, ew ajotibûn ber rêyeke wilo dijwar. Di vê çarçovê de, mirov dikare hem li evînê û hem li mijara kuştinê ku rengekî xweparastinê ye, mîna qederekê ji bo Masî bihesibîne. Pêdivî, li vir, bi pirseke wisa heye, gelo ev qedera ku Masî xwe sipartibûyê ne qedera her yekî ji me ye?. Ewên ku dîrok û hebûn û ziman û dilê wî dabûn ber talan û qirkirinê, ji bo jiyanê, ti riyên din li ber wî vekirî hiştibûn gelo? Li vê derê Masî weke encamê tê dîtin. Wan sînorên ku welatê wî perçe kiribûn, heman sînor in ku evîna wî jî jê dizîbûn û qurmiçandibûn. Rastiyek e tal li hember Masî hebû, welatê ku bi zora çek û kuştinê hatibe perçekirin û dagîrkirin, ê zor tenê karibe wî azad bike. Ev ne baweriyên Masî ne. Ev rastiyên zelal yên rewşa welatê wî ne. Masî ji kujerekî bêhtir qurban e. Qurbanê dîrokeke kor û cografiyeke riziyayî û siyaseteke qehp e. Masî evîndarekî mezin yê dema me ye. Li hember kujerên evînê çeka xwe ya kujer hilda û şer kir. Hemû evîndarên mezin kujer in jî. 

 

H.Dewrêş: Di navbera Masî û Mûsa de min gelek nêzîkayî dîtin. Bi kurtî Mûsa şahidiya tevgera li nav kolanan dike û Masî jî a şoreşê û tevgara çiyê. Tirsa bê Diran û Gava ku Masî Tî dibin wek dewama hev hatin bi min. Wek ku, li ser eynî meselê du nêrîn in ji du alîyê ku hev temam dikin. Tu li ser vê nêrînê çi difikirî?

 

- Dibe ku Mûsayê 'Tirsa bê diran' û Masîyê 'Gava ku masî tî dibin' ne dewama hev bin, lê dikarin hev du temam bikin. Rast e, gelek xalên hevbeş di navbera her du kesan de hene. Mûsa li Binxetê dikeve nav tevliheviya rewşa kurdan ya wê derê û di riya wî û her du hevalên wî re Qado û Simko jînenîgarî û qedera kurdên Binxetê ya van bîst salên dawiyê li ber çavan tê raxistin. Bûyerên duwazdê adara 2004 an bi ser wî de tên û her tişt tar û mar dibe. Ew jî dipengize ber bi xewna xwe de ku, karibe weke mamostayekî dîrokê, Sayks yan Piecout li Ewrupayê bibîne û hesabê vê tirajediya ku dijî ji wan bipirse. Li aliyê din, Masî jî ji Binxetê ye, lê bi ber bayê evîna xwe dikeve û tevli şer dibe, şerê ku li Bakur bi dewleta tirk re li dar e. Dara mezin ya di hewşa mala Masî de ji qurm de tê rakirin û wisa jî pirtûkeke bavê wî tê desteserkirin. Masî weke Mûsa li paş xwe nanere û berê xwe nade dîrokê. Berê xwe dide cihê ku şerekî aktuel lê heye û tev li şer dibe. Mûsa sûc davêje ser dîrokê û peymanên ku berê desthilatdaran imze kirine, lê Masî yekser bi leşkerê generalê pîr re tê hember hev. Masî û Mûsa her du li xwe digerin, li azadiya xwe û dermankirina birînên xwe digerin. Her du zarokên yek tirajediyê ne û her yek ji hêla xwe de dixwaze dest deyne ser sedemên vê tirajediya mezin. Yek li deştê, yek li çiyê û her yek bi awayê xwe. Rêya lixwegerînê ya ku her du didin ser rêyeke wisa ye ku vegera ji nîvê rê ne gengaz e. Yan divê ew rewşa heyî bê guhertin û ew biserkevin, yan divê serî bitewînin û destan hildin, yan jî divê cihê xwe terk bikin. Min dît ku rewş nehate guhertin, wisa jî teslîmbûn bi herduyan nediket. Ma ku berê xwe bidin derveyî welatê xwe û li wir şewata jiyana wan dewam bibe. Min ev rêya sisiyan ji bo herduyan baştir dît.

 

H.Dewrêş: Lehengê te her duyan jî berê xwe dabûn Ewrupayê. Gelo tu difikirî ku nêrîna aliyê sisiyan tevgera li derveyî welat jî tu ji bo romanekê mijar bigirî?

 

- Ji xwe, weke tu dizanî, romana 'Gava ku masî tî dibin' neqediyaye. Masî xwe digihîne Ewrupayê, lê jineke kuştî li pey xwe li malê dihêle. Li Ewrupayê ê çi bi Masî û wê gera wî ya dijwar bê. Ew ê karibe xwe bibîne, ê karibe bi van rûdanên nû yên penaberiyê re bijî yan na? Ew jina kuştî ya li pey xwe hiştibû kî bû? û herweha bi sedan pirs di serê min de jî mane. Wê hewildana bersivdana van pirsan ji bo min bibe mijara romaneke nû yan na, ez bi xwe heta niha nizanim. Pilanekî min î wisa tuneye vê gavê. Lê dibe ku piştî demekê ev babeta te got bibe mijara romaneke din.

 

Niha pirojeyeka çîrokên ku li ser vê mijarê ne di nav destê min de ye. Qehremanê hemû çîrokan kesek bi navê Ausländer beg e. Peyva Ausländer ji bo kesê biyanî yê li Elmanyayê dijî tê bikaranîn. Çîrokên penaberiyê ne, li ser jiyana kurdan ya derbideriyê ne û bi taybetî kurdên li Ewrupayê. Dilê min heye, di hundir salekê de ez van kurteçîrokan weke pirtûk ji bo çapê amade bikim û pişt re vegerim mijara romanê. Heta wî çaxî ê mesele di serê min de jî zelal bibe. Romana min nû derketiya. Qedandina nivîsandina romanekê weke vegera ji şerekî giran e. Mirov diweste û bi hewceyî bêhnvedanekê ye, da ku mirov hinekî be jî, birînên xwe derman bike! Birînên Masî hêdî hêdî sar dibin, lê hîna birînên min germ in.

 

A.Fîkrî İşik: Berfîn, heye an tuneye, Berfîn gelo ne xapandinek e?

 

- Berfîn heye yan tune ye, ez wê nîqaş nakim, lê gelo Berfîn tenê jinek e, keçek e yan ramanek e, hezkirinek e, xeyalek e, evînek e... mirov dikare vê yekê nîqaş bike. Serxet û Binxet yek gewde û yek giyan in ku bi awayekî hovane ji hevdu hatine veqetandin û perçekirin. Têkiliya di navbera her du aliyên sînor de ji têkiliyên neteweyî bi wêdetir têkiliyên civakî, malbatî, eşîrtî û giyanî ne. Eger ez li ser xwe bibêjim, bavê min serxetî û diya min binxetî ye. Ap û metikeke min li Serxetê bûn, du ap û du metikên din li Binxetê. Ez bi xwe ji malbateke wisa ku sînor ew perçekiribû têm û li ser çîrokên girêdayî herdu aliyan mezin bûm. Masî jî wisa bû. Girêdana wî ya bi Berfîna serxetî re, girêdayî gera li perçeyê wî yê windayî bû, li wî perçeyê ku jê hatibû dizîn û dûrxistin bû. Ew aliyê windayî hinek ji gera li germayiya malbatê tê de heye, hinek ji gera mêr ya li jinê, hinek ji reva ji tenêtiyê, hinek ji gera li azadiyê... Ango Berfîn dikare ramanek be, dikare perçeyê kêm ji laşê Masî be, dikare nîvê wî yê din be. Yan jî - li gor S.Freud - Berfînê dikare  wêneyê razayî yê diya Masî be.  

 

A.Fîkrî İşik: Cemîla, di fînalê de keçika ku mirî ye an, hêviya mirinê. Kîjanê temsîl dike?

 

- Cemîla temsîla kuştina xweşikbûna keçika kurd dike. Cemîla xweşiktirîn keçika wî welatî, bi lêxistinê mejiyê wê çelq dikin û wê didin yekî ne bi dilê wê, ew jî li mêrê xwe dixîne û daxwaza ku zaroka wê ji evîndarê wê bûya heta dawiyê venaşêre. Ew dikare bibe mînaka têkçûna spehîbûnê, dijminayiya bi evînê re û dostaniya welatê ku Cemîla lê dijî bi rengê mirinê re. Xweşikbûna Cemîla mirandin, hiş û aqilê wê têk birin, ew seqet û rezîl kirin, lê çiraya evîna wê şîn û geş ma û nehat vemirandin. Malbat û civaka ku kirasê mirinê li xweşikiya Cemîla kir, bi geşbûna pizotê evîna wê re, ew kiras li wan hate pêçan û gîhayê kesk yê di giyanê Cemîlayê de zer nebû û neriziya. Cemîlaya xweşik mohreke reş e li ser eniya civakeke paşdemayî û nexweşik.

 

H.Dewrêş: Ev şikil vegotin; wate û temsîliyetên veşartî hema hema di nivîsên te hemûyan de hene. Bi kevirekî ti dixwazî çend çûkan bi hev re bînî xwarê. Carina dem tevlîhev dibin, carina mirov dibin lawir, tiştên sêhr dikevin nav bûyeran, dîn komarên ku biaqil nikarin çêbikin avadikin, mirî ranazên, li dora mezelan tu pir diçî û têyî, civakina werrê diafirînî ku dibe her tişt lê bibe yan gumana tiştek lê nebe li mirov peyda dibe. Her kes dibe ku her tişt be (Tûtino hat bîra min, bi vê hevoka min: - Rastî bi xwe weke qehpikeke erzan e, dibe ku bi herkesî re be) hwd. Hin ji wan rastiyên jiyana me ne, lê di cîna de şopên  „rastî ya efsûndar“ jî dibînim. Gelo ti tesîra vê rêbaza wêjeyî li ser te heye?

 

- Berî tesîra ti rêbazên wêjeyî ji xwe re hinekî li derdora me û xwe binere, bê tu yê çi bibînî. Ji xerakirin, seqetkirin, wêrankirin, talankirin û tarûmarkirinê pêve tu yê çi bibînî gelo?. Ji bilî dûmaneke sêwî ya di ser kavilan re dizîvire, bê xwedî û bê xwedan, hêdî hêdî diqede û li ber bê diçe, çi ji me re hiştine ku em li ser fîgûr û karekterên xwe yên wêjeyî ava bikin? Li welatê me her tişt dişibe tiştî berevajî xwe, em jî ji her kesî bêhtir dişibin dijminên xwe. Mirov zindî ne, lê di rewşa miriyan de dijîn. Kurtêlxwir û xwefiroş di rewşa beg û axa û maqûlan de dijîn. Afirênerê ku berhemdarê spehîbûn û azadiyê ye di rewşeke kirêt de û mîna koleyan dijî û herwisa. Ango em bi xwe di rewşeke surreyal û dûrî aqilan de dijîn. Em jî zarokên vê berevajîbûnê ne. Em bixwazin nexwazin wê nivîsên me rahijin tam û bêhn û rengê derûdora me.

 

Ev aliyek emeselê ye. Aliyê din girêdayî hilbijartina min e. Ez herdem qala çavê sisiyan dikim. Divê mirov bi çavê sisiyan li derdora xwe binere û binîvisîne. Kêfa min ji wêjeya ku bi awayekî fotografîk û reyalîst tê nivîsandin re nayê, lê di heman demê de divê wêje ne dûrî reyalîteya mirovî be ya ku bi wî çavê sêyem tê dîtin. Ez ne bi wê yekê re me ku nivîskarek hefsarê xeyala xwe, bi behaneya ku wêjeye, berde û nikaribe di ristina tevnê romana xwe de serdest û hosta be. Ez meyildarê wê xeyalê me ya ku xwe dispêre honandikeke wêjeyî û teknîkeke hunerî ku girêdayî mentiqekî be.

 

Mebesta min, ew mentiqê hundirîn yê deqê wêjeyî ye. Di heman demê de, ez bandora rêbaz û şopên wêjeya ku min xwendiye jî înkar nakim. Berî nivîskariyê, ez ji wan kesan im ku ez pir û pir dixwînim. Ez ji pirtûkan û ji xwendinê hez dikim. Di bin bandora wan de dimînim, bi wan re dijîm. Eger rojek hat û ez mirim xwesteka min ew e ku li şûna balîfê kitêbek di bin serê min de be. 

 

H. Dewrêş: Ji bo bersivên te em gellekî spas dikin û serkeftinê dixwazin bo xebatên te.

 

- Spas ji bo we jî û ji bo vê keda we ya cihê rêzê. Bi hêviya ku pirtûka kurdî ya wêjeyî qonaxa paşguhkirin, nexwendin û qedirnedanê derbas bike û mîna her pirtûka wêjeyî li cîhanê hem xwendevanê xwe û hem jî rexnegirê xwe bibîne. Hezkirin ji bo we herduyan, herwisa ji bo hemû xwendevanên vî zimanê şêrîn.