Çend pirs bo Helîm Yûsiv Berî demekê rojnameya YEDÎNCÎ GÛNDEM ya ko li bakurê Kurdistanê bi zimanê tirkî derdikeve, 5 pirs ji Helîm Yûsiv kirin. Dema ko mirov li dîroka wêjeyê temaşe dike, dibîne ko pirtûkên mezin û hêja di dema ko welat pêvajoyeke xerab dijî de, hatine nivîsîn. Sedema ko Kurd ji van pêvajoyên xerab û aloz nikarîne sûde wergirin, çi ye? Di baweriya min de pêvajoya xerab ne şert e ji bo afirandineke bilind, lê dibe ko carna bibe kaniya afirandin û berhemên giring. Lewra ne her miletê di rewşa xerab de dikare bibe xwedî wêjeyek bilind. Ew xerabî dikare bibe sedemeke alîkar ji pêşxestina nivîsandinê re. Ji ber ko nivîsandin û êş cêwîn e, yek bêyî ya din nikare hebe. Em dibînin ko di navbera nivîskarên Kurd ên ko li Ewropayê dijîn û yên ko li Kurdistanê dijîn de cudahiyek heye ji hêla wêjeyî ve. Sedema vê çi ye? Tesîra cudahiya aborî û siyasî di nav de heye? Ez cudayiyeke bi vî rengî nabînim. Cudayiya di nav nivîskaran de ne ji cihê ko lê dijîn tê, belê cudayî bêtir di serboreyê (tecrubê) de û di çawatiya nivîsandina wê serboreyê de ye. Di vê xalê de cudayiya nivîskarekî ji yê din derdikeve holê. Gelek nivîskar - fêzîkî - li welêt dijîn, lê nivîsên wan ji bêhn û reng û dengê welêt dûr in. Weha jî hinek li derveyî welêt dijîn, lê di nivîsên wan de hiş, rewan, reng û dengê welêt berzin. Her nivîskarek lawê tecrubeya xwe ye. Cihê ko lê dijî dibe xwedî rol gava ko bandora xwe bi giranî li ser nivîsên wî dihêle. Yek ji kêmasiyên nivîskarên kurd, yên li derve dijîn, ew e ko zêdeyî bîst salan li welatekî dijîn û di pirtûkên wan de mirov pêrgî bîst hevokan li ser vî cihê ko lê dijîn nayê. Dimîne di hundirê gundê xwe de û nikare derkeve. Weha jî nivîskarên li welêt nikarin ji derveyî êşa me ya siyasî derkevin û li hemû aliyên jiyanê bi dorbîna xwe ya siyasî dinerin. Vê yekê hinekî nivîsandina kurdî feqîr kiriye û jiyan lê teng kiriye. Ev nayê wê wateyê ko pirsgirêka me ya siyasî biçûk e an bê nirx e, berevajî vê dîtinê rast e. Lê ev rexne tenê ji wan kesan re ye, yên ko dimînen dîlên vê êşê û di vê riyê de dibin xwedî berhemên seqet. Li nav Kurdan bêhtir bi awayekî polîtîk li wêjeyê tê nerîn. Ev yek çi tesîrê li wêjeyê dike? Ji viyalî de, bi giştî, Kurd mîna mirovekî ko bi "qenserê" ketibe. Çawa ev mirov ji derveyî nexweşiya xwe nikare di tiştekî de birame (bifikire), weha jî Kurd ji derveyî êşa xwe ya siyasî nikarin di tiştekî de bifikirin. Di vê yekê de hêzên siyasî jî roleke pir xerab dilîzin, ko ji xwe û berjewendiyên xwe - yên kesayetî û partîtî - didin pêş, hetanî bi sedemên tunebûna baranê bi siyasetên dewletan ve girêdidin. Ji bo barê xwe sivik bikin, hemû xerabiyan davêjin ser pişta dijminan. Bi vê yekê rexne qedexe dibe, ziman bê nirx dibe - çimkî nirx di karê siyasî de ye û siyaset jî bi her zimanî dibe. Nexasim bi zimanê dewletê yê rehet (!) pêre jî ziman û wêjeya kurdî dibe "karê bêkaran" û ji bo dîkorê xwe yê siyasî hinekî xweşik bikin, carna çand û wêjeyê gerek dibînin. Weha pirsa wêjeyê ya bingehîn winda dibe û cihê wê bi pirseke siyasî tê dagirtin. Heta çi radeyê ev (wêje-huner) xizmeta vê siyasetê dike? Ne ko heta çi radeyê nêzîkî pîvanên afirandin û spehîbûnê ye? Kuştina wêjeyê ji vir tê. Ji ber ko pirsa yekem di nivîsandinê de afirandine, xwînê çavên Kurdan bi xwe re sor kiriye û ew ji dîtina xweşikbûnê bê par kirine. Vêca dem hatiye ko mij û dûmana siyasetê cihê xwe bide tîrêjên roja afirandinê. Ger te xebata xwe ya wêjeyî li Kurdistanê berdewam bikirana, wê xeta te ya wêjeyî biguheriya yan na? Di destpêkê de ez dixwazim vê rastiyê bêjim, dibe ko ji hêla hinek kesan neyê fêmkirin: Dema ez li welêt bûm, ez ji niha bêtir bi xurbetê dihisiyam. Xerîbiya herî mezin min li welêt didît, lê tim û tim welatê min mîna şitlekê di dil de dijiya. Min ew bi ava pênûsa xwe av dida. Aniha jî dibe ko xerîbiyê rengê xwe guhertibe, lê dîsa welatê min mîna birîneke kevn di bin çenkê min de ye. Dema ez dixwazim jibîr bikim jî, şewt û janê bi bin çenkê min dixîne. Her dixwazim jê dûr bikevim, ew ji min nêzîk dibe. Lewra ez li kuderê bijîm, ez ev im, ez ev dilê şewitî me, û xeta min ya edebî encama vê şewata kevn û dirêj û bêdawî ye. Digel ew çende xebatên wêjeyî û siyasî hejmara pirtûkên ko bi kurdî tên weşandin, gelekî kêm e. Wekî din li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tenê yek rojname kurdî diweşe. Dîtinên te li ser vê rewşê çi ne? Ev pirs mirov vedigerîne du aliyên pirsgirêkê. Yekem siyaseta dewletê, duyem siyaseta Kurdan. Aliyê yekem karê xwe bi rêkû pêk dike, ango qedexekirin, çewisandin, jiholêrakirin û tunekirina ziman, çand û hebûna Kurdan her tiştê ko ji dest hatiye kiriye û dike. Li hember vê aliyê duyem çi dike? Li hember qedexekirina kurdî zimanê tirkî dide pêş. Li hember qedexekirina pirtûkên kurdî bi dehan pirtûkên tirkî tên weşandin. Li hember çapemeniya dewletê dîsa giraniyê dide çapemeniya xwe ya bi tirkî. Ev yek berê hemû kesên dijberî siyaseta dewletê jî dide zimanê dewletê, weha tu kes bi hewceyî kurdî namîne. Zihniyet (mantelîta) hêzên siyasî yên kurdî û têkeliya wan bi zimanê kurdî re mirov şaş û mat dihêle. Projeyên çandî bi hewceyî sermiyanên "aborî" ne. Gelo ji sedî çend ji imkanên aborî ji pirtûk-rojnameya kurdî re tê veqetandin? Wekî din Kurdên xwedî sermiyanên mezin şeveke germ di nav du lingên tazî de ji hemû pirtûk û wêjeya kurdî bi rûmetir dibînin. Li vêderê tenê hewldanên çend kesên -fîdakar- dilê mirov xweş dikin, ko bi kedeke mezin dixwazin -mîna Donkîşotan- pirtûkên kurdî çapbikin û pirtûkxaneyan ji kurdî vala nehêlin. |