copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

ÇÎROKNIVÎS HELÎM YÛSIV:

"ÇÎROK JI BO MIN ENCAMA ŞEWATA RÛH E! " *

 
SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Çîroknûs Helîm Yûsiv, yek ji pêşengên kurteçîroka kurmancî ye ku berhemên wî bi zimanê kurdî û erebî derçûne. Di sala 1967’an de li bajarokê Amûdê ya Başûrê Biçûk hate dinê. Heta niha pênc berhemên wî yên bi navê Mirî Ranazin, Mêrê Avis, Jinên Qatên Bilind, Sobarto û Memê bê Zîn bi zimanê kurdî li Stenbolê ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve hatine çapkirin. Ji bilî Sobarto, çar berhemên din kurteçîrok in. Sobarto roman e. Mêrê Avis, yekem car li Şamê bi zimanê erebî hatiye çapkirin. Her wiha berhema wî ya bi navê ‘Mirî Ranazin’ bi navê ‘Ölüler Uyumaz’ ji hêla Rahmî Batur ve hate wergerandin û ev berhem jî di sala 1998’an de ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve hate weşandin.

Helîm Yûsiv ev çend sal in ku li Almanyayê jiyana xwe berdewam dike. Wî li ser kurteçîrok, Wêjeya Kurdî, werger û pirsên bi van mijaran re eleqedar pirsên me bersivandin...

 Wekî çîroknûsekî kurd, Helîm Yûsiv ji me re behsa pêvajoya çîroka kurdî bike dê çi bibêje?

Pêvajoya çîroka kurdî demeke dirêj e li dar e. Lewre jî pêwîst e ku mirov di vê pêvajoyê de xalên bingehîn destnîşan bike. Ev pêvajo, ji sala 1932’yan û vir ve; bi derketina Kovara Hawarê teşe û dirûveke nû wergirt. Em dikarin navê ‘Destpêka Qonaxa Kurteçîroka Nûjen’ li wê pêvajoyê bikin. Nemaze ev serdem, serdema ‘Çîroka Kurmancî ya ku bi tîpên latînî hatiye nivîsandin’ bixwe ye. Ji sala 1932’yan heta niha gelek xal hene ku mirov li ser raweste. Lê dikarim di 2-3 xalan de van qonaxan destnîşan bikim:

 

Yek jê ‘Qonaxa Hewarê’ ye ku wekî ‘Qonaxa Destpêkê’ tê nirxandin û şîrovekirin. Bi taybetî kesên wekî Nuredîn Zaza û çend navên din ku di kovarê de dinivîsîn, pêşengên serdema navborî bûn. 

Piştre, wekî ‘Qonaxa Duyem’, em pêrgî nivîsandinên salên 1970’yî tên. Di vê merhaleyê de em rol û girîngiya ‘Başûrê Rojava-Kurdistana Sûriyeyê’ dibînin. Di vê pêvajoyê de yekem pirtûka kurteçîrokê ku li wê erdnîgariyê ronahiyê dîtiye, ‘Hêsir û Baran’ a Bavê Nazê ye.

‘Qonaxa Sêyemîn’ destpêka salên 80’yî û destpêka salên 90’î destpê dike. Di vê pêvajoyê de dîmena kurteçîrokê zelaltir dibe, rewşa çîrokê jî geştir dibe. Wekî tê zanîn, di çarçoveya guhertinên siyasî de ku li Tirkiyeyê pêk tên, di pêvajoya îro de tesîreke ‘çak’ di vê geşbûnê de dike...

Emê sohbeta xwe ya li ser vê qonaxê berdewam bikin. Lê gava te behsa serdema ‘Hawar’ û ‘Ronahî’yê kir, di serê min de bû ‘girêk’! Tê gotin ku dîroka çîrokê berî Hawar û Ronahiyê destpê dike. Ji bo destpêka kurteçîroka kurdî behsa salên 1912-1913’an tê kirin...

Belê rast e, gava bi giştî em behs  bikin, em dikarin bibêjin ku Kurteçîroka Kurdî di sala 1913’an de bi ‘Fuad Temo’ destpê dike. Lê min behsa ‘Pêvajoya Çîroka Kurdî ya Nûjen’ kir. Her wiha piştî salên 1913’an û Fuad Temo; ango di destpêka salên 1920’î de jî em rastî çend navên girîng tên. Her wiha li başûrê welêt, piştî salên 1925’an, çend navên girîng derketin. Lê em dikarin 20 salên di navbera 1910-1930’yî wekî salên haziriya serdema 1932’yan binav bikin. Sedem jî ev e ku xebat û lebatên ‘tek û tûk’ di van salan de hatine kirin, ji ber vê yekê, pêvajoya salên 1932, ji serdema beriya wê cihêtir tê nirxandin.

Niha jî dixwazim ku tu bi kurtasî be jî behsa çîroka xwe bikî. Bi giranî Helîm Yûsiv, tu xwe di kîjan merhaleya çîroknivîsînê de dibînî, ango tu nêzîkî çi ekolê yî?

Tiştê ku ez li ser xwe ango li ser çîroknivîsariya xwe vebêjim, ji min bêhtir karê kesên din e. Bersiva pirsa  ‘Helîm Yûsiv xwe li ku dera çîroknivîsariyê dibîne?’ heger hebin! karê xwendevan û  rexnegiran e. Lê dikarim behsa têkiliya xwe bi çîrokê re bikim.

Çîrok ji bo min tiştekî zatî ye, encama şewata rûh e. Şewata dil e, şewata hestan e. Çîrok gelekî girêdahî dil û hinavê mirov e. Her wiha girêdahiyê tecrûbeya wî/ê ya şexsî ye. Çîrok ji bo min berhema şewateke ferdî ye...

Wê gavê pirsa xwe bi vî rengî bikim; gava tu dinivîsî, xwe di nav psîkolojiyeke çawa de dibînî?

Tu demên taybet ji bo nivîsandinê li ba min tunene. Ji ber vê yekê hew te dît ku ez li qehwexaneyekê me û hestên nivîsariyê hat! Çîrok ji bo min mêvanekî kevnare ye. Wekî mêvanekî modern, berî ku bê te agahdar nake. Carinan li kolanan, carinan li malan, carinan li qehwexaneyan mirov rastî wî mêvanî tê. Tu cih û devereke taybet ji bo hatina wî mêvanî tuneye. Lê her dem deriyê dil û mejiyê min ji mêvaneke wekî çîrokê re vekirî ye.

 

 Kekê Helîm, helbet li ser te nav û şexsiyet hene ku bandor kirine. Di vî warî de ji bo te ezîztirîn kes kî ye an jî kî ne?

Hemû kesên ku min heta niha xwendine, kêm-zêde tesîra xwe li min kirine. Ew kes, ne bi hezaran bin jî, bi sedan in. Belkî ji te re balkêş bê lê carinan kesên ku gelek xerab dinivîsînin bixwe jî tesîrê li min dikin. Gava berhemeke qels dixwînim, ew berhem min fêr dike ku ez ji wê qelsiyê dûr bikevim.

Em werin ser tesîra erênî! Bêhtir nivîskarên nexweş ango di warê psîkolojiyê de nexweş in tesîra xwe li min kirine. Kesên wisa bi çavên nexweşan li dorhêla xwe dinêrin, ne bi çavên saxlem zêdetir bandorkar bûn ji bo min.

 

Nivîskarên ku fantazî û xeyal di berhemên wan de hebûn bêhtir bala min dikişandin û hê jî dikişînin. Nivîskarên gelek realîst ku pênûsa wan wekî ‘kamera’ kar dike û her tiştî wekî ku dibû dinivîsandin, li ser min kêmbandor bûn.

Heger navê çendan ji wan bidî...

Belê, bo nimûne ‘Kafka’. Her wiha Edebiyata Emerîkaya Latînî ku di navbera jiyana me û jiyana wan de gelek xalên hevbeş hene. Yek ji wan ‘Gabriel Garsia Marquese’ bû ku heta dawiyê min nivîsên wî li ser ‘Makondo’ dixwendin, tim sîlûeta bajarê ku ez jê me ‘Amûdê’ dihate ber çavên min. Dema min ev ciwanmêrê hanê dixwend, min digot ev nivîskarekî ji Amûdê ye û li ser Amûdê dinivîse. Lewre jî Edebiyata Emerîkaya Latînî, her bala min kişand ser deverên ‘reş’, deverên ‘nedîtî’.

Dixwazim vê yekê bibêjim; nivîskar li gorî baweriya min bi ‘çavê sêyem’ dinivîse. Wekî her kesî bi du çavan li dora xwe dinêre, lê tiştê ku kesên din nabîne, ew dikare bibîne. Tiştê ku tu kes nabêje, ew dibêje. Lewre jî hemû nivîskarên ku bi çavên sêyem nivîsandine, di avakirina hişmendiya min a wêjeyî de kevirek danîne ser kevireke din!

Mexseda te ji nivîskarên nexweş çi ye ku tu behs dikî?

Wekî tu dizanî Dostoyevskî nexweş bû, nexweşiya ‘etrê-sarayê- lê peyda bûbû. Ji layê rûhî ve nerehet bû, kêfa min ji berhemên wî re tê. Nexweşekî wekî Kafka dîsa wisa. Kesên wisa di jiyana xwe de, ne wekî kesên normal bûn. Li gorî gotina Salvador Dalî; ‘Gava ku çavên xwe digirtin, derdora xwe baştir didîtin!’ Di reşahiyê de zêdetir ditîtin, di nava xeyal û fantaziyên xwe de bêhtir dikaribûn serdestî rastiya jiyanê bibin.

Wê gavê tu dibêjî; ‘Ji bo wêje û edebeke çak, pêdivî bi delodîniyê heye!’...

Bi wateya ku ez dibêjim, gotina te rast e. Gava ez behsa ‘dînbûn’ û ‘nexweşiyê’ dikim, di nava du kevanan de dîtinên xwe der dibim. Ez behsa ‘dînbûna fîzîkî’ nakim, lê ez behsa ‘dînbûna felsefî’ dikim. Divê nivîskar gelek caran ‘aqilê’ xwe li ser refikê bihêle da ku tiştên baş û cihê rapêşî wêje û wêjehezan bike.

Ji ber ku tu bixwe ji wê erdnîgariyê yî, hinek jî em behsa wêje û çîroka ‘Başûrê Rojava’ bi naveke din ‘Kurdistana Surî’ bikin.

Heger bi kurtasî bibêjim, bi taybetî di 20 salên dawî de wêje û edeba kurdî di nav kurdên sûrî de gelek hatiye guhertin û bi pêş ketiye. Piştî salên 80’yî geşbûneke baş di warê nivîsandina kurmancî de li dar e. Bi taybetî, di warê çîrok, helbest û rojnamegeriyê de pêşketin hene.  Her wiha rewşa rewşa romanê neşibe celebên din ên edebiyatê jî, dikarim bibêjim di vî warî de hewldanên çak hene. Gelek nav û tecrûbeyên ku di baweriya min de ji bo rabirdûyê ‘stêrkên geş’ in derdikevin holê.

Em bi şans in ku ‘Qonaxa Edebiyata Kurdî ya  Nûjen’ ku bi tîpên latînî pêk hat, li wê derê pêk hat. Mebesta min Qonaxa Hewarê û destpêka rewşenbîriya kurd ya destpêkê ku piştî salên 1920’î berê xwe dan ‘binxetê’ ye.

Ez bixwe xweşbîn im ku di rojên pêş de, dîmenên çîroka kurdî, helbesta kurdî û romana kurdî li ‘Başûrê Biçûk’ zelaltir bibin. Bes qelsiyek heye; nebûna rexnegiriya kurdî. Heger kurd di warê rexnegiriyê de ‘zendan badin’ dê gelek aliyên tarî yên wêjeya kurdî ne tenê li Başûrê Biçûk, dê li çermedorê welêt derkeve ronahiyê.

Te ji bo binxetê û di warê çîroka kurdî de bêjeya ‘stêrkên geş’ bi kar anî. Ji bo xwendevanên parçeyên din jî binasin, dikarî navê çendan bidî?

Ji bo ez piştgirê pexşanê me, bi taybetî jî warê min kurteçîrok e di serî de Bavê Nazê tê bîra min. Di van salên dawiyê de jî 4-5 nav hene ku ez çîrokên wan xweş dibînim. Yek ji wan Fewaz Hisên e, yek ji wan Kamîranê Haco ye. Pîr Rûstem heye. Her wiha Xemgînê Remo heye, Ciwanê Evdal heye. Helbet çend navên din hene ku niha nayên bîra min.

Birêz Yûsiv, dema tu dêhn û bala xwe didî bakur, bi awayeke giştî dibînî ku piştî salên 1990’î geşedaneke ‘kurdewarî’ heye. Li ser vê yekê dîtina te çi ye û heger em bixwazin ku tu çar parçeyên welêt û Qefqasyayê bidî ber hev, dê tu ferq û meyliyeke çawa bînî zimên?

Bersiva vê pirsa te, li gorî baweriya min hewceyî lêkolîneke berfireh e. Di destpêkê de ji bo bakur dixwazim çend xalan zelal bikim. Ji bo pêşveçûneke giştî di warê edebiyatê de, amadebûna şert û mercên siyasî pêwîst e. Ji bo vê yekê jî, peydabûna jiyaneke demokrat pêwîst e. Jiyan û edebeke bêsansûr û bêqedexebûn lazim e. Dema ev yek pêk were, dê bêhtir rê li ber jiyana kurdewarî û edebî vebe.

Gava em li bakur dinêrin, dibînin ku mixabin şert û mercên siyasî ne alîkar e ku ziman, wêje û çanda kurdî geş bibe. Her çiqas bi awayeke fermî, qedexekirin kêm bûbin û li gorî berê şert û merc ji hêla dewletê ve hatibin başkirin jî, legalkirin û rakirina qedexeyan li ser pelên kaxezan de maye.

Helbet di vî warî de ne tenê dewlet, her wisa hêzên siyasî yên kurd bixwe jî gelek caran dibin asteng û kelem. Bi kurtasî, li bakur wêjeya kurdî bêxwedî ye, bêpişt e, bî îmkan û bêaborî ye.

Ev pirsgirêkên heyî nayê wê wateyê ku serdanpê hêviyên mirovan bêne birîn. Ji ber ku hêviya min bixwe ji bo wêjeya kurdî li ser kesan ava dibe. Gava ez bala xwe didime çend nav û tecrûbeyên li bakur ku di van salên dawî de dinivîsin, kêfxweş dibim. Bi şanazî mirov dikare pêşwaziya wan navan bike. Yek bi yek ji wan navan bihêvî me.

Helbet di nava girseyeke ‘qirase’ ango nifûseke gewre de li Bakurê Kurdistanê navên ku di warê edebiyatê de derketine pêş wê gelek kêm bin. Dîsa  jî ez bawer im di mejiyê te de çend nav hene ku pêşeroja wan di warê ‘kurdî’ de vekirî ye û serkeftî ne.

Li bakur jî dema mirov xwedî insaf be, dê nikaribe bi çend gotinan behsa edebiyata kurdî ya li vê derê bike. Çarçoveya ku ez behs bikim jî, tiştên ku agahiyên min in, tiştên ku haya min ji wan hene bixwe ne. Ji bo Bakurê Kurdistanê te xwest ku ez çend navan bidim. Di warê çîrokê de, Hesenê Metê navekî girîng e ji bo çîroka kurdî ango çîroka kurmancî. Her wiha Firat Cewerî divê bê gotin. Ji bilî van navan Çiya Mazî, Dilawer Zeraq, Yaqob Tilermenî. Ez van navan wekî nimûne dibêjim. Gelek navên din jî hene ku dikarin di warê çîrokê de bibin şahidên rasteqînî yên serdema xwe.

Navbera te û çîrok an jî romana tirkî çawa ye. Ez ne şaş bim bi riya wergerê hevnasiya te çêbûye ne wisa?

Belê rast e. Ji ber ku ez bi zimanê tirkî nizanim, dibim mehkûmê wergerê. Rastiya wergera ji tirkî bo erebî û ji erebî bo tirkî li gorî min qels dimîne. Gelek navên girîng hene. Bo nimûne gava ku ez têm Tirkiyeyê ez rastî gelek navan têm ku ji bo wêjeya tirkî gelek giranbûha ne. Lê mixabin pê dihesim ku ev nav ji bo zimanê kurdî û ji bo zimanê erebî nehatine wergerandin. Her wiha jî li Suriyeyê navên gelek girîng hene ku ji bo zimanê tirkî nehatine wergerandin.

Ev demeke dirêj e ku ez rastî navên Orhan Kemal û Yaşar Kemal hatime. Bi riya wergerê min ew nav nas kirin û ew xwendin. Vê dawiyê Orhan Pamuk di warê romanê de ji me re nasraw bû. Berhemên van camêran, ji bi kurdî, çi bi erebî ez dişopînim û dixwînim. Her wiha ji berê de helbestên Nazim Hikmet û çîrokên Ezîz Nesîn ji berê de li erebî hatine wergerandin, bi wan wergeran cihê xwe di dil û mejiyên me de çêkirin. Bo nimûne, çîrokên qerfî yên Ezîz Nesîn bi riya wergera erebî, tesîreke baş li ser nifşên nû yên nivîskarên li Suriyeyê kir.

Ne tenê nasîna min, nasîna gelek nivîskarên kurd ên başûr ji bo edebiyata tirkî, mixabin bi van çend navan tenê heye. Wekî tu dizanî bi sedan navên girîng hene di edebiyata tirkî de, lê ji ber nehatine wergerandin, em nas nakin.

Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi zimanên din dinivîsin hene. Wekî nimûne jî navên Yaşar Kemal û Selîm Berekat derdikevin pêş. Li ser vê yekê bîr û boçûnên te bi çi rengî ne?

Gelek zelal e! Ev rewş rasterast bi rewşa kurdan ve girêdahî ye. Rewşa kurdan a taybet ew e ku zimanê wan li welatên ku lê dijîn de hatiye qedexekirin. Ev qedexekirin ku sedem ku nivîskarên kurd bi zimanên din binivîsin. Ji bo nirxandina berhemên van nivîskaran demeke taybet divê. Te mînaka Selîm Berekat da. Selîm Berekat nivîskarekî kurd e, hemû berhemên wî bi erebî ne. Her wiha Yaşar Kemal kurd e, tevahiya berhemên xwe bi zimanê tirkî dinivîse. Li hêla din Elî Eşref Derwêşyan û Mihemedê Qazî nivîskarên kurd in, lê berhemên wan bi giştî bi farisî ne. Bo nimûne Mihemedê Qazî yê Kurd, bêhtirî 50 pirtûkên navdar ji wêjeya cîhanê wergerandine farisî. Tesîra wî li ser wêjeya farisî zelal û berbiçav e.

Wekî em dizanin, te bi zimanê erebî dest bi wêjeyê kir. Paşê tu vedigerî zimanê dayîka xwe. Di veguherîneke bi vî rengî de çakî û xerabiyên sereke çi ne?

Bi riya her du zimanan; bi kurdî û erebî min edebiyat nas kir. Lê ev nasîn zêdetir bi zimanê erebî pêk hat. Zimanê kurdî wekî deverên din li Suriyeyê jî qedexe bû. Ji ber vê yekê jî derfeta çapkirina berhemên bi kurdî gelek zehmet bû. Lewre jî pirtûka min a yekem ‘Mêrê Avis’ di sala 1991’î li Şama Suriyeyê bi zimanê erebî û bi navê ‘El Recûl el Hamil’çap bû. Ji ber ku ev pirtûk bi erebî derket, wisa hate fêmkirin ku cara yekem min bi zimanê erebî dest bi edebiyatê kiriye.

Lê pirtûka min a yekem, ‘Mirî Ranazin’ li Stenbolê ji Weşanxaneya Avestayê di sala 1996’an de derket. Wisa hat fêmkirin ku min bi erebî destpê kiriye, paşê vegeriyame kurdî. Min bixwe bi her du zimanan dinivîsand, lê weşandina berhema min cara pêşî bi erebî pêk hat. Piştî 1992’yan li Tirkiyeyê qedexebûna zimanê kurdî rabû, hinek derfet pêk hatin ku weşanxaneyên kurdî vebin.

Ez hê jî bi zimanê erebî dinivîsim. Hê jî hem bi kurdî hem dixwînim, hem jî dinivîsim. Dilê min heye ku wisa berdewam jî bikim. Lê hesretek di dilê min de heye û dê ev hesret her û her di dilê min de bimîne, ew jî hesreta zanîna hemû zimanan e. Xwezî min bizanibûya bi hemû zimanan bixwenda û binivîsanda, bi zimanê çivîkan bixwe jî! Ji ber ku ev êş, keser û hesretên di dilê me de kom bûne, ne zimanek, ne du ziman; belkî hemû ziman werin cem hev dîsa jî nikaribin derbibin.

Kekê Helîm, bi vê pirsê dixwazim dawî li gotûbêja me bînim; Te piraniya berhemên xwe li welêt afiranndin. Ligel ku ev çend sal in ku tu li dîasporayê ango li Ewropayê dijî, berhemeke te ya bi navê ‘Memê bê Zîn’ darkete ronahiyê. Dîaspora ji te re çi anî, ji te çi bir?

Ji bo min nivîsandin girêdahiyê hûndirê min e. Ez li ku bim, rola cih li ser nivîsandina min gelekî qels e. Ji ber ku nivîsandin ji bo min şewateke şexsî ye, ez bi ku ve herim ew şewat bi min re tê, lewre jî dê eşqa min a nivîsandinê bi koçberî û dûriya ji welêt kêm nebe.

Hatina dîasporayê gelek rê û derfet ji mirovan re vedikin. Her wisa gelek caran ev yek dibe sedema zehmetiyên giran jî. Gelek caran tişt ji mirovan winda dibin. Yekem car gava ez ji welatê xwe dûr ketim, hê kêliya ku ez di balafirê de bûm, pê hesiyam ku camek, şûşeyek di dilê min de şikest. Ezê vê şikestinê tu carî nikaribim bicebirînim. Gava mirov pişta xwe dide diya xwe, pişta xwe dide welatê xwe çi mecbûrî be, çi jî bi xwestek be gelek tişt ji mirovan wenda dibe. Lê ez dîsa xweşbîn im ku gelek caran derbederî û fermalûbûn ji bo nivîsandinê dibin materyalên baş.

 

* Beşek ji vê gotûbêjê li Stenbolê di kovara du mehî ya tirkî-kurdî ‘Tîroj’ê de hate weşandin