HEVPEYIVÎNEK BI NIVÎSKAR
HELÎM YÛSIV RE Hevpeyivîna Ezîz Xemcivîn P1- Nivîskar Helîm Yûsiv êş, kul û derd, kêf û şahî û hem bindestî hemû dane serhev û pênûs li ser rûpelan kêşa, tu karî evan bi kurtî ji me re bibêjî ?Eger min rengê çavên xwe hilbijartibe, weha min rahijtina pênûsê jî hilbijariye. Çawa ku ji nişkêve min weke qedereke bê wate xwe di nav zarokên Amûdê de dît bêyî ku ez vê derdorê yan vê deverê hilbijêrim, weha jî rahijtina pênûsê mîna encamekê an pêwîstiya giyanê zarokekî ku jiyan di dilikê wî yê biçûçik de diqurmiçandin. Vê kambaxiyê ji wê êşê destpêkir, ew êşa bi şewat û di qirika wî de kirin qilçixekî ku ne derdikeve ne jî diçe xwarê. Dema giyan, dil, hest, serî bi agirekî ku nayê fêmkirin dihatin dorpêçkirin. Bêyî ku sûcê me hebe zarotiya me ji binî de dihate talankirin. Heyfeke mezin di navbera me – zarokên kurd – de û wan şertên ku jiyan li me kiribûn jehr û ( quzelqwert ) de heye. Nivîsandin hewildaneke ji hewildanên tolhildanê. Dîrok dijî me bû ku di nav rûpelên xwe de cih nedida me. Erdnîgarî( Cografya) dijî me bû ku em di nav çar sînorên bombekirî de perçekirine. Dewlet dijî me ne ku li çar aliyan kuştin, qirkirin û perçiqandin li dare. Zimanê me xiyanet bi hiş û bîrmendiya me re dikir ku zarotiya me lê diterpilî û me bi zimanekî din dunya naskir. Dê û bavên me, mamosteyên dibistanên me em di nav deryayên derewan de mezin kirin. Min jî her sibe weke hemû zarokan destê xwe bi silaveke nazîst bilind dikir, bêyî ku em zanibin Hitler kî ye, û me sonda ku serok heta hetayê serok be dixwar. Xewn û hêviyên me mîna avahiyên sed qat û dused qat bi ser serê me de hilweşiyan. Her yek ji me mîna mişkê KAFKA lê hatiye ku her çar aliyên wî dîwar bûn û deriyê li ber vebûbû, tenê devê pisîkeke har bû. Ev pisîk ew xerîbî ye ya ku niha em dijîn. Vêca ji bilî peyvên hênik çi dikare bi hewara vî agirê di dil de dadayî de tê. Herikandina xwîna me ya li ser xaka rûpelên spî tenê dikare vê heyfê li erdê nehêle.! P2- Nivîskarê ( çîrok û romanê ) li hêla başûrê rojavayê Kurdistanê di qonaxeke em karin bibêjin nû de ne, gelo çima wisan ev derengî?Ez vê dîtina te rast nabînim, yan jî ez ne bi vî çavî li meselê diner im. Mirov eger wisa binirxîne divê bê gotin ku kurmancînivîsandin bi giştî di qonaxa destpêkê de ye. Eger mebesta te bi qonaxê ev be, ev ne rewşa çîrok û romanê tenê ye, belê ya helbestê ye jî. Eger helbesta kurmancî ya nûjen di 1932 an de bi Qedrî can û Kovara Hawarê re destpêkiribe, çîroka kurmancî ya nûjem jî bi Nûredîn Zaza û Kovara Hawarê re destpêkiriye. Ya din mirov nikare çîrok û romana kurdî li başûrê rojava ji çîrok û romana kurdî, bi giştî, cuda bike. Romana kurdî ji 1930 î û virde piştî şivanê kurd ya Ereb Şemo tê nivîsandin, eger ne ji 1925 an de be, bi berhemên Cemîl Saib re, weha jî Pêşmerge ya Rehîmê Qazî ji rojhilat û Jana gel ya Ibrahîm Ehmed ji başûr di salên çilî de derketin. Destpêkirina çîroka kurdî jî vedigere sala 1913 an. Di baweriya min de derketina van celebên toreyî yên nûjen , roman û çîrok û helbest, - ligor rewşa awarte ya kurdan – dîsa jî, kêm zêde, bi miletên cîran re destpêdike, wek mînak çîroka nûjen ya Erebî li sûryê di dawiya salên sihî û destpêka salên çilî de bi Elî Xuluqî û Fûad Elşayib re destpêkir.Ji xwe ji hêla firehbûn û pirbûnê de, ji ber sedemên siyasî yên ku hûn dizanin, cudayî, bê guman, heye. Çîrokên kurdî yên ku îro tên nivîsandin, bi hinek nimûneyên xwe, di sewiya çîroka Erebî, Tirkî û Farisî de ne û di wê qonaxê de ne ya ku çîroka hemdem li her deverê cîhanê tê nivîsandin. P3- Tu çîrokan bi herdu zimanan dinîvisînî, lê weke ez dizanim destpêka nivîsandina te bi zimanê erebî bû, di dûv re bû bi zimanê dê, sedemê evê yekê tu karî ji me re bibêjî ?Her ku ez li pirseke weha rast têm, ez xwesteka xwe jî pêre dibêjim ku xwezî min karîbûya bi hemû zimanan ev êş ragihandiba. Hemû ziman têra ragihandina pêlên deryayên vê xemgîniya ku dil û giyan didin ber xwe nakin. Nivîsandina min î bi zimanê dê mîna nivîsandina bi zimanê Erebî kevn e, lê min ji hêla weşanê ve, ji ber pirbûna derfetan, dest bi weşandina bi Erebî kir û çîroka min a yekem di 1987 an de di rojnameya (Al Isbû, Al edebî) de hate weşandin û pirtûka min a yekem P4- Hejmareke giring ji nivîskarên çîrokê li ba me peyda bûne, gelo weke berhemên afirandî tu çawa çîroka kurdî li başûrê rojava dinirxînî?Nirxandineke weha giştî û bi rêk û pêk ji bo min zor e, ji ber ku hemû berhemên ku hene negihijtine destên min. Ez dikarim di sînorên agahiyên xwe de bibêjim ku gavine giring di warê pêşxistin û rengînkirina dîmenê çîrokê de hatine avêtin. Di vê çarçewê de piştî nifşê destpêkê yê Hawarê du nifş derketine. Ji ( Govenda li ber mirinê ) ya Bavê Nazê bigre, heta (Siwarên êşê) û Amîdabad ya Fewaz Husên, heta (çivîkên beravêtî) û (pûtvan) yên Pîr Rustem û ( xewaro ) ya Fewaz Ebdî û ( kelevajî) ya Kamîranê Haco û...weha gelek navên din hene ku giraniyeke berbiçav dane çîrokê. Ji bo başûrê rojava, baweriya min ew e ku baştirîn rewş, di nav celebên toreyî de, ya çîrokê ye. Him ji romanê û him ji helbestê jî, tev pirbûna helbestvanan, pêþdetire. Tecrube û metod û þêwazên cuda hatine holê. Her dengek bi awayekî ji yê din cuda bilind dibe. Dema mirov şert û mercên qedexekirina zimên û rewşa siyasî û ya civakî ya xerab ku nivîskar têde dijîn, bîne bîra xwe, bi rastî mirov xweşbîn dibe. Li hember qedexekirin, zor, feqîrtî, şerê eşkere yê istixbarat û dewletê ligel şerê veşartî yê ku civak û partiyên kurd dijî nivîskariya kurdî dimeşînin, ligel nûbûna kurmancînivîsînê – di vê rewşa awarte de – bi dehan pirtûkên kurdî yên çîrokan derketine, ev çîroka ku dikare bibe xwedî deng û rengê dema xwe. Gava lêkolîn û nirxandinên rexneyî li ser çîroka kurdî li başûrê rojava çêbibin û dîmenê vê çîrokê bidin ber ronahiya rexnekirineke zanistî, wê rewşa kurdan ya siyasî, civakî, dîrokî, û çandî bi awayekî zelal xuyanî bibe. Wê derd û êş û keser û dîtinên vî nifşî xuyabikin, herweha wê dengê birîndar yê evî nifşê me yê bêxwedî û bê pişt bilind bê dîtin. 5- Li welat berya çend salan di rê ya kovarên kurdî yên herêmî re, em wekû nivîskar pêwendî û hevgihan di nav me de peyda dibûn, niha çixêz firehtir bûye û rola Inernet sînor hemî birîne, tu çawa bandora evê li ser nivîskar û xwendevanên kurd dibînî ?Bê guman derfetên hevnaskirin û belavkirinê ji berê firehtirin, lê vebûna derfetan nikare pirsgirêkên bingehîn yên nivîsandina kurdî çareser bike, ji ber ku afirandin ji berê de jî dikare deriyan li ber xwe veke. Berhema nirxbilind bêyî Internet jî dikare li çar aliyên dunyayê belav bibe. Pirs, berî her tiştî, pirsa afirandinê ye. Ji pêvî wê, heta niha em li du astengiyên mezin rast tên, ya yekem tunebûna rexnekirinê ye û valayiyeke mezin di vî warî de heye, ku hemû derfetên weşanê hîn ev valayî danegirtine. Ya duyem, tunebûna pisporiyê ye. Ji kovarên kurdî bigre heta bi Malperan, ji vî alî de, weke tirşikêne. Tu li her tiştî li her derê rast tê. Heta niha kovareke çîrokê an helbestê an romanê taybet derneketiye. Kurdê ku dizane binîvisîne jî dikare her tiştî binîvisîne û bike. Ji helbestê heta bi nirxandina nemreya sola te heta bi ajotina kemyonê !. Ev nayê wê wateyê ku mînakên awarte nînin. Pirs ne pirsa rabûna sînorane, lê pirs ew e ku em çawa rabûna van sînoran bikartînin, em çawa Internetê bikartînin. Vê yekê weke ku aliyên baş û ronî bi xwe re anîne, weha aliyên xerab û reş jî bi xwe re anîne ku derfet li ber her kesî vebûye ku her tiştî binîvisîne, wek kurd, heta çi radeyê em ji vê yekê re amade ne gelo ?. Baweriya min ew e ku Internet ji bo me kurdan çêbûye û ji emerîkî û Ingilîzan bêtir hewcedariya me pê heye, ji ber ku ti milet li ser rûyê erdê wek me ku sînoran ew dûrî hev xistiye nînin. Sînorên ragihandinê rabûne, lê emê çawa sînorên ku di mejî û rihê xwe de rakin, sînorên eşîrtî, malbatî, partîtî û herêmperestiyê. Sînorên ku ne bi destên me rabûne derfetên mezin li ber me vekirine ji bo ku em van sînorên ku em di nav de hatine dorpêçkirin bi destên xwe rakin. 6- Gelek ji nivîskarên me derbasî sînorê rojnamevaniyê dibin, gelo rojnamevan bi erkên xwe baş ranabin an em wekû nivîskar zêdegaviyan dikin ? Destpêkê divê mirov hinekî vê pêwendiyê zelal bike. Nivîskarî û rojnamevanî du karên ku him gelekî nêzîkî hevin û him xalên wan yên hevbeş pir in, him jî du karên cuda ne. Di dîroka wêjeyê de mînakên weha pir in ku herdu kar bi hev re ajotine, yan jî karekî zora yê din birye. Nivîskar, bi giştî, nikare ji nivîsên xwe bijî, mecbûr dimîne karekî din bike, ev pêwistiyeke jiyanê ye û karê herî nêzîkî nivîskariyê rojnamevanî ye. Ev ji hêlekê de, ango ji bo jiyana xwe bidomîne vîkarî dike. Ji hêla din de, rojnamevanî weke karekî cuda ku bi xwesteka xwe nivîskar dike, an wek kurd, ji ber tunebûna rojnamevanên pispor û tunebûna dewletê, vê valayiyê dadigrin û piraniya nivîskarên kurd weha dikin, ya pêwist ew e ku pîvanên van karan hebin. Di çarçewa nivîsandina kurdî de pir rojnamevan hene ku xwe weke nivîskar pêşkêş dikin. Ez bawer dikim ku her nivîskar dikare rojnamevaniyê bike, lê her rojnamevan nikare nivîskariyê bike. Ez li ser xwe bêjim, xewna min, dibe xewna her nivîskarekî be, ku ez ji nivîskariyê re vala bibim û mecbûr nebim karekî din bikim, lê eger ev yek ji bo nivîskarên Alman û Ingilîz carekê zehmet be, ji bo nivîskarekî kurd sed carî zehmet e. Ji bo min karê televizyonê, kovarvanî û rojnamevaniyê, piştî nivîsandinê karê herî nêzîkî xwe dibînim. Eger ev hemû nikaribin bihêlin ku nivîskarek jiyana xwe bê deyndarî bidomîne, jixwe wê mecbûr bibe karekî din bike. Dema nivîskarek rojnamevaniyê dike ez vê yekê zêdegavî nabînim, lê dema rojnamevanek xwe weke nivîskarekî pêşkêş dike ez di bin sinbêlan re dikenim. 7- Ev bû demek şerê birakujiyê li nav kurdan nemaye, helbet cihê serbilindî û pesnê ye, lê em dibînin ku şer di nav pênûsan de û bi taybetî li nav nivîskarên kurd li rojavayê kurdistanê mixabin berdewam e.... nerîna te çiye ?Tunebûna şerê birakujiyê, li ba min, ne cihê pesn û serbilindiyê ye, ji ber ku rewşa normal û herî kêm ji hêzên kurd tê xwestin ev e ku ne tenê şerê hev nekin, belê pişta hev bigrin. ya din, birastî hayê min ji vî şerê tu dibêjî tuneye. Li her derê di navbera kesên ku yek karî dikin de hesasiyet heye, dexesî ( hesûdî) û çavnebarbûn û tiştên weha hene. Herî kêm, kurd li ser berhemên hev dinîvisînin, lê dibe herî zêde jî be ku kurd – bi dev – hevdu biçûk û tune dikin. Eger mebesta te bi şer ev be, ev mantelîteyeke ( zihniyet) ez wê weke encama zihniyeta tunekirin û inkarkirinê ve ya ku li hember me kurdan dimeşe ve girêdidim. Em bi xwe teqlîda serdestan dikin, bi zihniyeta wan bi hev re didin û distînin, ev meseleyeke bi sîkolojîke girêdayî girêk a( kompleks) xwekêmdîtinê ye. Wek mînak, du pitûkên çîrokan werîn û bi eynî zimanî û eynî çîrokan û bide dest kurdekî rewşenbîr, bêje ev pirtûk ya Xemcivîn e û ji kurdî hatiye wergerandin û ev jî ya Gustav muller e ji Elmanî hatiye wergerandin û li helwesta wî binere, bê wê bi çi çavî li Xemcivîn binere û bi çi çavî wê li Muller binere. Di vê çarçewê de mirov dinbîne ku bi çavekî biçûk li berhemên edebiyata kurdî tê nerîn ne ji ber sedemin edebî û hunerî, belê ji ber ku ev berhem bi kurdî ne. Ev girêka mijara gotinê li cem kurdan duqate. Serdestên me xwe li hember rojava biçûk dibînin û xwe di ser me re dibînin. Em xwe him li hember van serdestan û him li hember rojavayiyan xwe kêm dibînin, vê pirsgirêkê siya xwe bi giranî avêtiye meydana wêjeyê. Ez bixwe berhemên çîroka kurdî, çiqasî kêmbin jî, di sewiya berhemên wêjeyî yên cîhanê de dibînim. Weke ku li Almanyayê berhemên giring hindikin û yên qels pir in, li Kurdistanê jî wehaye, cudayî tenê ji hêla pirhejmariyê de ye. Em veger in ser şer, nerîna min ew e ku divê em berê xwe nedin hev, malbat, eşîre û partiyên hev, divê em berê xwe bidin berhemên hev, bixwînin û bi awayekî zanistî rexne bikin û binirxînin. 8- Li ser karê malperên kurdî tu çi dibêjî ?Mirov nikare hemû malperên kurdî têxîne yek zenbîlê û bi yek awayî li ser hemûyan biaxive, ji ber ku cudayiyeke mezin di nav wan de heye. Ez malperên kurdên başûr, yên bi zaravayê din (soranî) dewlwmwndtir dibîn im. Eger mebesta te malperên kurdên başûrê rojava bin, jixwe çend malperên baş hene ku xwendevan dikare bêtir rewşa siyasî bişopîne, lê ew jî mane hêsîrên van nexweşiyên civaka kurd. Malperên partiyan bi awayekî pir teng siyaseta partiyên xwe didin pêş. Malperên ku gereke serbixwe bin, her yekê rahijtiye navê gundê an bajarê xwediyê xwe û her yek li zirneya kesên ku li dora xwe dixîne. Mirov ne dijî binavkirina malperan e ku rahijin navê bajarekî an gundekî, lê mesele ew e, yê ku malperê birêve dibe sînorên mejiyê wî gundê wî ye, zihniyeta gundîtiyê û xal û xwarzêtiyê ye. Wek mînak, xwediyê malperê ji kesekî aciz bibe, ji bo biçûkxistina wî kesî dikare malpera xwe bike sendoqa derewan, bêyî ku kes karibe hesab jê bipirse. Malper û Internet, weke alaveke giştî, li cem me carna dibe cihê qezenceke şexsî û dijî armanca ku ji bo wê hatiye çêkirin bikartê. Heta niha malpereke kurdî tuneye ku ji mirov re bibe jêder, ji bo dîrokê, ji bo edebiyat û wêjeyê, ji bilî belavkirina gotaran kesekî xwe bi berjewendiyên giştî ve mijûl nekiriye, wek mînak, heta niha Antolojiyeke nivîskarên kurd çênebûye ku ji lêkolînerekî re bibe jêder. Berevajî wê di malpereke kurdî de tenê tu li nivîskarên dostê xwediyê malperê rast tê yan jî yên ji gund û herêma wî, yan jî yên ku têkiliyên wî bi wan re xweş bin, û pêjna nivîskarên din nayê. Hevpeyvîneke radyoyeke herêmî ku deh kes lê guhdarî nakin li gundekî siwêdê yan elmanya bi xwediyê malperê re çê dibe dibe nûçeya sereke di malpera kurdî de, ku di heman demê de bi dehan hevpeyvînên giring û aktuel tên kirin bêyî ku mûyek ji serê xwediyê malperê bileqe, ji ber ku kurdek dema alavekê bi dest dixîne, dengê xwe tenê dibihîze û guhên wî jî giran dibin, ji bilî dengên eşîra xwe nema dikare tu dengan bibihîze, mebesta min bi nexweşiyê ev e. Ev peyv in giştîne, lê mînakên ji derveyî vê nirxandinê jî , bê guman, wê hebin.
tirej.com
|