copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

     

"Nivîsandin Çavê Sêyem e"
"Hewcedariya me bi şewitandina qonaxan heye"

Hevpeyvîn:Dilawer Zeraq

Çîrok bi giştî jî vegotin, di cîhana (jiyana) te de cihekî çawa digire?
Helîm Yûsiv: Cîhana min zencîreke dirêj e ji çîrokên negotî, çîrokên ku rojane dil dicûn û derfeta nivîsandina wan tune ye. Her çîrokeke nû tê nivîsandin mirov dibê qey dema ji nav destan reviyayî tê zeftkirin. Bi bidawîhatina çîrokê re şikestin zêdetir dibe û bîra xemgîniyê, ya ku bi pênûsê tê kolan, her û her kûrtir dibe. Çîrokê jiyana min xera kiriye. Gelek caran mirov nikare baş bijî, ji ber ku her dem û her gav çav li riya nivîsandinê ye û her bûyera ku mirov dijî, mirov pê re pê re ji xwe dipirse, gelo ez ê çawa vê yekê binivîsînim. Wekî ku mirov tenê ji bo nivîsandinê dijî, ne ku ji bo jiyanê bixwe. Nivîsandin jî heta radeyeke mezin girêdayî mirinê ye. Hem li pey şopa wê ye û hem jî dijî wê ye. Ango heta serbore, an tecrube neqede, derbas nebe û nemire, nabe mijara nivîsandinê û nivîsandin bi xwe jî hewildana bidestxistina wan kêlîkên jidestreviyayî ye, ku ew bixwe mirin e û çûn e. Ji lew re nivîsandin hewildaneke têkçûyî ye ji hewildanên pozşikênandina mirinê. Ew tayê di navbera mirin û jiyanê de li ba min qetiyaye. Nivîsandin rengek ji rengê xwexapandinê ye, berxwedaneke bêencam e li hember mirinê. Bejn û bala mirinê bilindtir e. Jiyan kin e, çend sal in, mirin jî dirêj e û heta hetayê ye. Vegotin bi xwe jî sedemek e ji sedemên hebûna min li cîhanê, çawa ku Xwedê zarokekî birîndar, an nexweş tîne cîhanê û ji ber êşa bedenê xwe dinale, çawa ku dînekî jî berdide kolanên dinyayê, da ku ji dil bikene û ji dil bigirî, wiha ez jî nalîna ji ber êşên xwe, matmayîn û hêrsa xwe, girî û kenê xwe dikim çîrok, roman û vegotin. Bi çavekî digirîm û hêsir cîhanê dixînin rengê mijê, bi çavê din dikenim û li ser her tiştî bi tîqetîq dikenim û bi çavê sêyem jî li dora xwe dinêrim û dinivîsînim.

D.Z: Çi ne ew şert û merc û sedem ku dihêlin ku Helîm Yûsiv rahêje pênûsê?

H.Y: Di hemû şert û mercan de, rahiştina pênûsê, ji bo min, hewcedariyeke giyanî ye û pêwîstiyeke ji bo dermankirina birînên xedar, ên dil û giyan, ku dermanê wan li cem tu bijîşkan û tu dermanxaneyan peyde nabe. Sedem jî pir in, lê ji wan ez dixwazim tenê qala tolhildanê bikim. Wekî zarokekî kurd ku her tişt li dijî wî ye û ji her tiştê xweş bêpar dimîne, zimanê dayikê di nav de. Dema hinekî mirov tê digihîje xwesteka heyfhilanîn û tolhildanê ji her tiştî û her kesî siya xwe diavêje ser hestên mirov, nexasim ku têkçûn ew qasî mezin û bêsînor be. Dê û bavên me em li ser tirsê xwedî kirin û hemû pirsên me, yan bêbersiv dihiştin, an jî şaş bersiv didan. Mamosteyên dibistanan bi zimanê xwe, ne bi yên me, bi me re dipeyivîn û lêxistin her dem li dar bû. Tê bîra min, mamostayekî me yê matematîkê yê Şamî hebû, zixur û kevirên biçûçik bi guhên me ve difirkand heta ku xwîn jê dihat. An jî bi her du cênikên zarokê ku bersiva pirsa wî nizanîbû digirt û wiha ew bilind dikir, qajîniya kûçikan bi zarokan diket. An jî, eger zarokek bêhemdî xwe bikeniya, ne tenê kefa dest belê pişta dest jî dida ber daran. Ji hêla din de jî hemû karmendên dewletê û polîs û muxaberat ji derveyî bajar û netewa me dianîn û berdidan nav çavên me, mîna ku hatibin erdeke bêxwedî û her tişt, tev li zagon û qanûnan, li ber talanê bû. Jixwe hîna ev talan berdewam e. Ez jî, wekî bi hezaran, ji zarokên kurd, di rewşeke awarte de mezin bûm. Vê rewşê kîneke mezin û hêrseke mezintir di dilê me de çêkir û em avêtin nav xeleka êgir. Agirekî mezin û dilekî biçûk. Dema çavên min li ser vê rewşê vebûn, tenê ez bixwe dihisiyam ku bêçare dişewitim. Nizanim çawa hewildanên di riya rizgarkirina ji vî agirî de berê min dabûn nivîsandinê û xwesteka heyfhilanînê dest pê kir. Ji nişkê ve min nêrî ku çi tofan bi serê me de rakirine. Paşdemayîn, hejarî, zimanê qedexe, nijadperestî, kuştina ji bo namûsê, heps û îşkenceya aşkere, sînorên bombekirî, malbatên di navbera serxet û binxetê de parçebûyî, welatekî dagîrkirî, şer û kuştina spî û ya sor, siyaseta Mehmûtkî û Itmankiyê, û ji hemûyan girantir mana li derveyî dîrokê ye. Îcar li hember vê zilm û zora giran a dîrok û cografiya û berjewendiyên dagirkeran, nivîskarê reben ji bilî heyfhilanîna reş a li ser rûpelên spî, çi dikare bike gelo?.. Erê, nivîsandin metodeke ji metodên tolhildan û heyfhilanîna ji zalim û hestkujan e. Xwîna me gelek hedir bûye û me jî pir hindik nivîsandiye. Divê em wê xwîna zelal a zarokên doza xwe bêheyf li erdê nehêlin. Nivîsandin berxwedana giyan a ji bo hebûnê ye.

D.Z: Tu çîrokên xwe çawa dinivîsî? Para best û îlhamê çi qas heye di avabûn û pêkhatina çîrokên te de?

H.Y: Li vê derê kurteçîrokeke Kafka tê bîra min, ku li ser mişkekî ye. Mişk ji çar aliyan de, di nav çar dîwarên bilind û dorgirtî de asê maye. Dike nake nikare derkeve. Aliyê pêncan tenê li ber vedibe, ew jî devê pisîkê ye. Çîrok jî, ji bo min, ew aliyê pêncan e. Her ku giyanê min dikeve tengayiyê û di nav çar dîwarên hesinî de asê dimîne, ez berê xwe didim aliyê pêncan ku ew bi xwe jî êşê zelaltir û birînê kûrtir dike. Lê her û her çareya sivikirina êşa giyan jî ew e. Tu pîlanên min ên amade ji bo çîroknivîsandinê tune ne. Geh di rojekê de zêdeyî çîrokekê zimanê xwe ji min re derdixînin, geh jî meh derbas dibin bêyî ku ez karibim tiştekî binivîsînim. Nivîsandina çîrokê dibe ku tenê çend saetan bajo, lê hetanî ku di mejî û dil de hazir dibe, demeke dirêj dajo. Ango carinan bi mehan mijareke, mîna jineke ku ji mirov hez bike dide pey mirov û doza nivîsandinê dike. vJi her tiştî bêhtir hatina çîrokê dişibe hatina evînê, wekî ku evîn bêsoz û bêagahdarî tê. Wekî ku evîn kêra di piştê de ye, wiha jî çîrok.

D.Z: Piştî sê pirtûkên çîrokan, te romanek (Sobarto) weşand û di pey re jî car din pirtûka çîrokê, Memê Bê Zîn. Çi ye ew sedem ku berê bîr û hişmendiya te ji ya kurteçîrokê dide bi aliyê nivîsandina romanê ve?

H.Y: Têkiliya min û romanê jî kevn e. Roman xwişka çîrokê ya mezin e û ez ji her duyan hez dikim. Bi giştî ez xwe di pexşanê de dibînim. Ji ber ku ez xwedî proje me. Tiştine cedî li ba min hene û ez wan tiştan zelal dixwazim ragihînim, wekî wêje wan ragihînim. Ji lew re jî, her dem navbereke mezin di nav min û helbestê de hebû. Ez xwendevanê helbestê me, temaşevanê şano û filmên sînemayê me, lê evîndarê çîrok û romanê me. Sobarto, romana min a yekem e ku piştî sê pirtûkên çîrokan hate weşandin. Hinek serbore hene nakevin kirasê kurteçîrokê, jê mezintir û firehtir tên. Ji bo serboreyên wiha pêwîstiya romanê wekî hembêzeke fireh tê holê. Ji aliyê din de jî, dibe ku têkiliya vê meselê bi temen û serpêhatiyan hebe. Mijarên ku min di Sobarto de nivîsandin ez diêşandim, bêhna min teng dikirin. Wê demê, her piştî çîrokekê ez pê hest dibûm ku agirê hundirê min nehate vemirandin û hêsirin dî di çavên min de mane, dixwazin ku derkevin. Min çend hewildanên nivîsandina romanê kirin, berî Sobarto, lê min neweşandin. Min dixwest ez tenê çîrokê binivîsîim, lê pêwîstiyê zora xwesteka min bir. Wiha xuya ye jî ku roman ji çîrokê bêhtir min ber bi xwe de dikişîne û her ku dem derbas dibe hest, tecrube, serpêhatî û pê re şewat mezintir dibin û bi taybetmendiyên romanê re bêtir diguncin. Ji roja min bîr biriye û heta niha ez di wê baweriyê de me ku pisporî yek ji sedemên nivîsandina serkeftî ye û temenê mirov jî têr nake ku di hemû waran de xwedî berhem be. Ji lew re, min temen daye pexşana kurdî û wê geh çîrok û geh jî roman bimînin encama şewitandina vî temenê kin û vê xapandina bêsînor a ku navê wê jiyan e.

D.Z: Hema çi bêje, hemû xwendevanên kurdî H.Yûsiv wekî ‘Çîroknivîsê Surrealîst’ salox didin. (Wisa tê zanîn ku tu jî di vê dîtinê de yî) Tu çi dibêjî?

H.Y: Ez nabêjim ku ez ne di vê dîtinê de me û ne jî ez vê yekê piştrast dikim. Biryara nirxandinê ji ya min bêtir ya xwendevan û rexnegiran e. Ez her dem vê dibêjim, em di rewşeke surrealîst de dijîn. Ji realîteyan bêhtir em di nav kabûs, xewn û rûdanên ne asayî de dijîn. Ango jiyana me, wekî kurd, bi xwe surrealîzm e. Dagîrkirin û parçekirin û lihevparkirin, welatê me û encamên ku vê yekê bixwe re anîne jiyana me kirine kabûs. Eger salê carekê mirovek li welatekî dî, kabûsekî di xew de bibîne, diçe ser dixtoran ji bo rehet bibe. Ji bo me jiyan rojane kabûsan bi xwe re tîne. Em li ser nûçeyên kuştin û pevçûnê çavên xwe vedikin û li ser tehm û çêja mirinê di xew re diçin. Wekî mirin bûye xwarina me ya rojane, wiha jî kenê jidil û bi dengekî bilind bûye vexwarina me ya rojane. Her ku kuştinê zêde dikin, hezkirina jiyanê li cem me xurtir dikin. Her ku qedexeya li ser zimanê me dijwartir dikin, wiha jî evîna vî zimanê şêrîn û nivîsandina bi zimanê dayikê bi me xweştir dikin. Çi qasî zora wan giran dibe, wiha jî pê re pêkenokên me pirtir dibin. Ew feqîr dibin, ji ber ku tenê çek û sîlahê wan heye, em jî roj bi roj dewlemend dibin. Em ê zora wan bibin ji ber ku çavên diyên me ji çavên diyên wan reştirin, ji ber ku em ji wan xweşiktir in. Ji bo çespandin û selmandina vê xweşikbûnê jî xwedîderketina li rastiyê şerte. Bi çavekî dî, di pencereya afirandinê re, dema mirov binêre, her tişt berevajî tê xuyakirin. Çawa di xewnan de tiştên dûrî hev ku qet têkiliya wan bi hev re nîn e têne cem hev û tevliheviyên seyr û ecêb çêdibin, wiha jî em di nav tevliheviyên wisa de dijîn. Cudayî ew e ku di xewnan de carinan fêda tirsa zêde ew e ku mirov vediciniqe û şiyar dibe, lê di jiyana me ya rojane de ev tirsa zêde tenê wêranî, xerabî, kambaxî û qutifandinê û mirovên seqet li pey xwe dihêle. Nivîskarê Kurd, di baweriya min de, gava ku bi xwe re rast be, neçar e ku surrealîst be. Di vê çarçoveyê de surrealîzm bingeha jiyana me ya rasteqîne ye. Lê di heman demê de, baweriya min ew e ku dema destnîşankirina nivîskaran li gor dibistan û ekolên hunerî qediyaye. Ango heman nivîskar dikare di deqekî xwe de sembolîzm, surrealîzm û realîzmê bîne cem hev. Deq ji ekolan firehtir e. Di dîroka wêjeyê de tê dîtin ku piştgirên her ekolekê heman nivîskar kişandine ber bi xwe de, mînaka Dostoyevskî jî berbiçav e, wiha jî Kafka yan Aragon.

D.Z: Di çîrokên te de; vegotina rastî û rasteqîniyê, seqa û atmosferek bisêhr û çîrçîrokî digel hev dimeşin. Gelo sedema vê; ji ber ku kurd nikarin van her duyan ji hev derxînin?

H.Y: Ez ne bi şêweyê rasteqîneya fotografîk re me. Ango ez dijî wê yekê me ku çîroknivîs mîna kamîrayekê bûyer û rûdanên derdora xwe tomar bike û mîna ku bûyer diqewimin ji me re jî pêşkêş bike. Wiha jî ez dijî wê yekê me ku xeyal û (atmosfereke sêhrî) bibin sedema tevlihevî û tênegihiştinê. Bikaranîna rûdanên fantastîk û xeyalî metodeke pir bi tehlûke û xetere ye ji bo nivîskarê ku nikaribe bi hostayî vî karî bike. Di encamê de jî nivîseke bêser û ber, bêçêj û raman derdikeve holê. Mîna gelek kesên ku têgihiştina wan ya ji surrealîzmê re bi awayekî şaş bû û wiha jî bi behaneya surrealîzmê deqên pûç û bêwate nivîsandin û her dem jî digotin ku xwendevan fêm nakin, ji ber ku deqine sewiye bilind, xwedê giravî, afirandine. Ez dikarim bêjim ku ji aliyekî de min dixwest ez rûmeta xeyal û fanteziyan biparêzim û ji aliyê din de jî, bi tundî, dijî slogan û klîşeyên (realîzma sosyalîst) rawestim. Her wiha di parastina rûmet û hestdariya deqê wêjeyî de beşdar bibim, dijî hewildanên siyasetên seqet ku rola wêje û edebiyatê ji rola zirneyê cuda nakin û her tiştî mîna alava piropagandaya partiya xwe û siyaseta xwe dibînin. Bi kurtayî ev sedem li pey vê yekê ne ku ez di berhemên xwe de vî şerê dualî dimeşînim.

D.Z: Dînîtiya mirovan, piroletiya kes û bûyeran, nelihevî… tim li pêş in. Gelo ev hêman her yek ew tişt in ku çîrokên te li ser piya dihêlin an jî ev şêwe yek ji şêweyên kurdan a liserpiyanmayînê ye?

H.Y: Ez bawer dikim jiyan li pêşiya çîrokan e, çîrok li pey jiyanê dimeşin. Lê ne her dem çîrok teqlîda jiyanê dikin, carinan jiyan jî teqlîda çîrokan dike. Stûnên bingehîn ji jiyana kurdan re çi ne, wiha heman stûn ji bo çîrokên min jî dibin bingeh. Ji bo min çîrok, an nivîsandin bi giştî ne hobiyek e û ne jî ji bo dagirtina dema vala ye. Nivîsandin parçeyek e ji jiyana min û dibe ku sedema berdewamiya wê be jî. Ji lew re, dîrok û cografiya û civaka ku em tê de mezin dibin, em bixwazin nexwazin dibin reh û damarên deqên me yên wêjeyî. Dînbûnê her dem ez ber bi xwe de kişandime. Dînbûn, ne tenê tunebûna aqil û gera li cade û sikakan, belê dînbûn wekî têgiheke felsefî û helwesteke civakî. Tu dizanî ku Amûdê, bajarê ku ez lê ji dayik bûme û lê mezin bûme, bi pirbûna dînan tê naskirin. Di civaka me de, kîjan kesê ku li derveyî zagon û qanûnên heyî tev digere, yekser wî wekî dînekî bi nav dikin. Afirêner jî, wekî xwerist û bi awayekî sirûştî, xwezayî, li dijî zagon û desthilatdariyê ye. Nemaze ku zagonên zalim û dagirkeran bin, wê gavê dijayetî dijwartir dibe. Di vê xalê de (dîn) û (afirêner )dibin yek. Kesên çîrokên min, ne kes in bijarte ne, yan jî li gor planan têne bikaranîn, na, dibe her kes li her derê bibe kesekî sereke di çîrokeke min de. Lê divê ew tecrubeya wî, an jî ew kêlîka ku tê de dijî, di wê astê de be ku bibe mijara çîrokê. Kesên min jî hemû ji derdora min û ji nav encamên tecrubeyên jiyana min derdikevin. Jixwe tevlihevî û nakokî bêhtir dikarin bibin jêderên çîrokan. Ez nikar im li ser baranekê ku rojekê ji rojan porê min şil nekiriye, an jî li ser êşekê ku carekê ji caran hêsir nexistiye çavên min, binivîsînim.

D.Z: Lê vegotina îronîk, hêmanên şanoyî û teatral?

H.Y: Çi qasî aliyê trajedîk di jiyana me de berbiçav e, wiha jî aliyê komedîk xwe her gav dide pêş. Jixwe pêkenok bi xwe berhemeke ji berhemên zor û çewisandinê ye. Mirovê ku gelekî digirî hewcedariya wî ya bi ken zêdetir dibe. Mirin mîna trajedîtirîn rûdan, dibe ku bibe mijara qerf û henekan, gava ku bi awayekî awarte li deverekê rû bide. Kurd jî xelkin wiha ne ku dikarin bi her tiştî bikenin û her meselê bikin mijara ken û laqirdiyan. Taybetiyeke me, di vê derbarê de heye, ku her du alî, bi şêweyekî trajîkomedîk tev li hev dibin. Carinan ku tu hinekî di wateya qerfên kurdekî de kûr bibî, ji dêvla ken ve, bêguman wê giriyê te bê. Bi gotineke dî, şêweyê Kenê reş şêweyê herî serdest e di nivîsandinên me de. Baweriya min ew e ku her tiştê di jiyanê de hebe, wê di çîrokan de jî xuya bike. Ya dî, bikaranîna hêmanên şanoyî, mijareke girêdayî teknîkê ye. Hemû celebên wêjeyê û hunerê sûd ji hev du wergirtine. Ez piştgiriya ceribandinê dikim. Ji bo ku çîrokeke nûjen jî were holê ceribandin û pê re wêrekî pêwîst e. Di her pirtûkeke xwe de min hewl daye ku ez formin nû ji bo hinek çîrokên xwe bibînim. Sînorên min jî ew in ku divê çîrok taybetiya xwe, wekî çîrok, winda neke, lê her form û ceribandin ji bo xwe ez rewa dibînim. Eger ev yek ji bo çîroka erebî, an tirkî, an firensî carekê pêwîst e, ji bo ya kurdî deh caran. Hewcedariya me bi şewitandina qonaxan heye, da ku çîroka kurdî ya nûjen, li kêleka çîroka nûjen di zimanên din de, di heman astê de be. Berevajî vê, dibe ku derfetên li pêşiya pêşketina çîroka kurdî pirtir bin, ji ber ku materyal û malzemeyên nivîsandinê pirtir in. Ji ber vê, ez jî carinan teknîka filman û carinan jî ya şanoyan di çîrokên xwe de bikar tînim. Mîna (Sol û serî) çîroka di kirasê şanogeriyekê de. Di warê gera li formên nû de, hetanî bi matematîkê dikare bibe alîkar. Di çîroka (Sêqorziyek bi çar qorziyan) de, min ev hewldan kir. Hetanî çi radeyê ev hewildan serkeftî ne, ez nizanim, lê ev şêweyên ku te di pirsa xwe de qala wan kiriye, yek ji şêweyên gera li formekî nû ye. Raman dibe ku dubare bibin, lê şêwe û form têne guhertin. Ev xal bi xwe motorê pêvajoya dîroka wêje û edebiyatê ye.

D.Z: Derbasbûna ji rewşekê li rewşeke dî, ji bûyerekê li bûyereke dî pir bi lez û ji nişka ve pêk tê. Gelo ev yek ji şêweya vegotinê ye an jî parçeyek ji honakê ye?

H.Y: Dibe ku her du bi hev re bin. Çîrok, an deqê wêjeyî bi giştî, bi gelek tayan bi hev ve tê girêdan ku wekî tevn mirov dikare bi nav bike. Di avakirina tevnê de gereke ku hûrbînî û zanebûn hebe, da ku tayên şaş tevna deqê wêjeyî xerab neke.Ez xwe di vê guhertin û derbasbûnê de serbest dihêlim, bi şertê ku ew guhertin, ew derbasbûn têkeve xizmeta avakirina tevna çîrokê ya wêjeyî. Divê atmosfera giştî ya çîrokê xera nebe û tayekî din li tayên tevna wê zêde bibe û honandin jî ber bi temamkirinê de biçe. Ev şêwe bêhtir di çîroka pirbûyer, a nûjen de tê bikaranîn. Ji ber ku piraniya çîrokên kevn ji yek bûyer û yek ramanê pêk dihatin. Jixwe pîvana nûjeniyê ne ev e, lê ev yek ji rûdanên wê ye.

D.Z: Tu di çîrokên xwe de, di cihê ku xwendevan hêvî jê nake û di rewşên trajîk û xembar de, gotinên mîzahî û qerf û pêkeniyê bi kar tînî. Wekî: Di çîroka “Mêrê Pirdest” de; apê lêwik piştî qehirîna xwe ya ji ber ku lêwik wêne çêkiriye, ji bo wî dibêje “Va ye bijîşkê mîzê hat” Gelo ev yek ji ber tevn û honaka hundirîn a çîrokê ye, an jî ji bo pêhisandina rewş û jiyana kurdan a nelihev e?

H.Y: Ez bawer dikim ev yek girêdayî taybetmendiyên civaka kurdan e. Ji ber ku, eger tu bala xwe baş bidî vê meseleyê, ev gotinên mîzahî û qerf hemû li ser zimanê kesên çîrokê têne gotin, ne ku çîrokbêj wan laqirdiyan dike. Ji bo nivîsandina çîrokeke kurdî jî mirov neçar e ku li wan taybetmendiyan xwedî derkeve. Îcar pirsa girig a ku her nivîskar ji xwe dike ew e; gelo heta çi radeyê min ev taybetmendî di cihê wan de û bi şêweyê ku tê xwestin bi kar anîne. Çîrok tişteke wiha ye ku mîna zarokekê tê jiyanê. Zarok hemû bi hev re tê, reng û deng û çav û bêvil û lêv û... ango hîmên hundirîn ên çîrokê wekî avahî ligel hîmên dî yên girêdayî mijar û naverokê, bi şêweyin veşartî, bi hev re diguncin û di hest û hişê mirov de, bi hev re, amade dibin. Piştre ew çîrok tê jiyanê. Ji ber wilo, hinekî zehmet e ku nivîskarê çîrokê mebesta xwe ji bikaranîna her tayekî ji tayên tevna çîrokê, bi rengekî cihê, şîrove bike.

D.Z: Û dîsa di çîroka “Mêrê Pirdest” de, lawikê biçûçik dikeve beroşa şorbenîskê û bêcan û nefes dimîne, bavê wî û yên derûdorê dibêjin “Spas ji Xwedê re, ku mirina zarokekî ye û ne tiştekî din e” û dû re jî wexta pîrekek li cem Sofî siwar dibe, sofî destê xwe dibe ber bi “Fîtezê” ve û destê xwe datîne ser ranê pîrekê, pîrekê jî bi awayekî îronîk û qerfpêkirinê dibêje: “Tu şevê çend caran ji, diya zarokan re dibêjî Spas ji Xwedê re” Gelo tu dixwazî bi van her du rewşên ji hev dûr û cuda -ku di gotina “Spas ji Xwedê re” de digihîjin hev-, durûtî û rûşûştîtiya mirovên kurd a di bîrûbaweriya xwe de bînî zimên?

H.Y: Ev çîrok bixwe li ser vê hevokê ava bûye (Spas ji Xwedê re, an elhemdulilah) Li ser mirovekî ye ku him sofî ye û him jî çi bi serê wî bê, dîsa jî razî ye û her dem û her gav amade ye ku spasiya Xwedê bike. Kesayetiyên wiha bi hezaran di civaka me de peyda dibin. Kesê sofî ew e yê girêdayî (şêxê) xwe ye, şêx difikire, ew jî fikrên şêx pêk tîne. Rûmeta wî jê bête stendin, an jî mal û milkên wî, yan jî hetanî bi zarokên wî jî bêsebeb winda bibin- wekî ku di vê çîrokê de dibe – dîsa jî meseleyê dispêre qederê, razî dimîne û spasiya Xwedê dike. Bi vî awayî jî ne şoreş çêdibin, ne jî hewldanên ji bo guhertinan bi ser dikevin. Ji ber ku destpêka her guhertinê, nerazîbûn e û hewildana têkbirina rewşa serdest e. Gelek kurd hene ku bê Welat in, bêmal û milk in, bêziman û heysiyet in, bêrûmet jî mane, lê dîsa jî razî ne û ji Xwedê dixwazin ku wan ji tiştên mezintir biparêze. Ji hêla din de, tê naskirin ku mirovên wiha heyranên kesên xwe ne û ji tiştên, li gor ola wan, qedexe pir hez dikin. Ji ber vê jî kesekî din tê û mîna qerf wê pirsê ji sofî dike. Ev xal hinekî durûtiya jiyana van kesan tîne bîra mirov. Ez ne bi wê yekê re me ku nivîsandina li ser nimûneyekî ji civaka kurd bibe mînaka her kurdekî di wê civakê de. Ango sofî Hemdilah, an sofî spas, wekî ku hatiye binavkirin, nûnertiya xwe û kesên wekî xwe di nav kurdan de dike û nabe nimûneyê kesayetiya kurd.

D.Z: Gelo ziman ji bo nivîsandin û nivîskariya Helîm Yûsiv navgîn e, an jî armanc e?

H.Y: Rojekê ji rojan ziman ji bo min nebûye armanc. Ez ji wê wêjeya ku ziman bi xwe ji xwe re dike bingeh hez nakim. Pirê caran, ji ber valayiya tûrikê nivîskar berê xwe dide zimên, da ku bi hewara wî ve bê û deqê wî, wekî wêje, ragire. Min tu carî xwe di wî halî de nedîtiye ku tiştek li cem min tune ye ku ez bêjim. Dema ez dikevim wî halî, ez nanivîsînim. Derdên me pir in heta radeya ku carinan di yek çîrokê de bi sedên ramanan xwe di ber hev radikin û rê nadin hev. Bi giştî nerîneke min ji bo bikaranîna zimên heye. Sewiye û asta zimên li gor naverokê tê guhertin. Ziman, divê him giyanê hevokê biparêze, dûrî rih û rîtma zimanê xelkên me nekeve, him jî nebe zimanê kolanê û rê û rêbazên rastnivîsînê paşguh neke. Divê ziman nebe asteng di navbera deq û xwendevanan de. Çavkaniyên zimên jî, ji bo nivîskarekî, ji gotinên mirî yên di ferhengan de bêhtir divê gotin û peyvên jiyana civakê bin. Peyvên li jiyanê dikarin bêhtir nivîsareke jîndar biafirînin.

D.Z: Çi bû sedem ku te piştî nivîsandina du pirtûkên bi erebî "Mêrê Avis û Jinên Qatên Bilind" vegeriyayî ser nivîsandina bi kurdî?"

H.Y: Rastiya meseleyê ew e ku ez li nivîsandina kurdî venegeriyame, ji ber ku ji roja ku min dest bi nivîsandinê kiriye min bi kurdî jî dinîvisand, lê pirtûkên min ên bi zimanê erebî berî pirtûkên bi zimanê kurdî hatin weşandin. Ew jî girêdayî du sedeman e; yek jê tunebûna derfeta çapkirinê -çapên xerab û bi dizî ne tê de-, eger ne ji çêbûna Avesta yê ba, dibe ku piştî 1996an pirtûka min a kurdî ya yekem (Mirî Ranazin) derketiba. Bi weşandina pirtûkên min re yên ku bi erebî derdiketin, min car caran çîrokên bi kurdî di kovaran de belav dikirin. Sedema din jî ew e ku ez, hetanî demeke dirêj, ji kurdiya xwe ya nivîskî ne razî bûm. Ji ber rewşa zimanê me, dibe ku heta vê kêlîkê hinek ji wê nerazîbûnê mabe, lê gava ku ez gihîştim wê baweriyê ku êdî dem hatiye, min her du berhemên xwe yên bi erebî jî hatibûn nivîsandin, careke din ew vegerandin zimanê wan ê resen, ê orîjînal. Gelek kes hene, ji bilî hevalên nêzikî min, ku vê rastiyê nizanin. Mesele wiha hate fêmkirin ku min bi erebî nivîsandiye û min nivîsandina bi erebî terk kiriye û ez vegeriyame nivîsandina bi kurdî. Na, hetanî roja îro ez bi du zimanan dinîvisînim. Min dev ji nivîsandina bi erebî jî bernedaye û ez xwe mecbûr nabînim ku ez zorê li xwe bikim û dev jê berdim. Berevajî wê, hewcedariya me bi nivîsandina bi hemû zimanan heye, lê berî hemûyan zimanê dayikê. Van salan nivîsandina mina bi erebî kêm bûye, bêhtir maye bi kurdî, lê planê min ew e ku ez nivîsandina bi her du zimanan berdewam bikim.

D.Z: Gelo H.Yûsiv di nivîsandina xwe de radeya ast û sewiye û zanîna xwendevanan difikire?

H.Y: Na, ez qet di vê yekê de nafikirim. Ji ber ku xwendevan bi xwe ne di yek astê de ne. Ez di ast û sewiyeya deqê ku ez pê mijûl im de difikirim. Lê sewiyeya xwendevan û asta têgihîştin û zanîna wî, pirî caran, wî deqî bi xwe re bilind dike, yan jî dadixîne jêr. Bilindtirîn deqê wêjeya cîhanê bide destê xwendevanekî/ê bêsewiye, wê bi çend gotinan wî deqî pûç û vala derxîne. Heman deq di destê xwendevanekî din de dibe xwedî nirxandineke cuda. Baweriya min jî ew e ku sewiyeya nivîsara min çawa be jî, wê li hember nerazîbûna hinek xwendevanan rast bê, ev jî tiştekî sirûştî ye. Ango nivîskarek tu carî nikare hemû xwendevanan razî bike. Îcar, baştir e ku nivîskar karê xwe baş bike. Guh bide avakirina deqê xwe yê wêjeyî ku di asteke bilind de be, bi vê yekê rûmetê him dide nivîsarên xwe, him jî dide xwendevanan. Pêşkêşkirina deqekî ketî rêzgirtinê nade hişmendî û asta têgihîştina xwendevanan jî. Afirênerê/a wêjeya di asta bilind de, rêzgirtin û hurmetê dide hemû xwendevanan, ji lew re, berî her tiştî em hewcedarî wêjeyeke bedew û bi sewiye ne.

D.Z: Her serdema ku dibe qonaxa şoreş û veguherînan rewşenbîrên xwe jî diafirîne. Gelo têkiliya şoreş û wêjeya kurdî bi çi rengî ye (an jî têkiliyek çêbûye) û şoreşê çi qasî bandor (çi erênî çi neyînî) li wêjeya kurdî kiriye?

H.Y: Têkiliya wêje û şoreşê ne têkiliyeke yekser û dîrekt e. Hemû hewldanên ku dixwazin têkiliyeke yekser peyda bikin, wê bi ser nekevin. Him wê zirarê bidin wêjeyê ku li gora pîvanên siyasetê wêjeyê bipîvin, pê re jî wêjeyeke seqet û bêgiyan derdikeve holê û him jî zirarê didin şoreşê ku rûmeta wê bi propagandaya pûç erzan dikin. Yek ji seqetiyên sereke di şoreşên kurdan de, di baweriya min de, ew e ku birêveberên şoreşê xwedî projeyeke siyasî û leşkerî tenê ne, bêyî ku xwedî projeyeke çandî, rewşenbîrî û civakî bin. Ango ji sedî deh ji îmkanên ku dikevin xizmeta pirojeyên siyasî û eskerî, ji bo zimanê kurdî veqetînin, wê rewşa zimanê me bi awayekî din bibe. Daxwaza pêşxistina zimên jî dimîne slogan û wekî hewldaneke siyasî lê tê nêrîn, ji ber vê jî bi ser nakeve, hetanî ku projeyê siyasî bi ser nekeve. Ev şaşitiyeke bingehîn e ku şoreş ne bi zimanê xelkên xwe bi rêve biçe. Nabe ku em li benda tirkan bin hetanî ku zimanê me serbest bikin. Divê em ji xwe dest pê bikin. Dema ez bi zarokên xwe re bi tirkî biaxivim, ez berê şoreşê ji armancên wê yên sereke diguherim û gora şoreşa xwe bi destê xwe dikolim. Ev mînakek e. Ez wê dîtina ku dibêje divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend xizmeta şoreşê bikin dîtineke nîvcomayî dibînim. Divê şoreş jî xizmeta ziman, wêje, huner û edebiyatê bike. Şoreşa kurdan jî, bi taybetî li bakur, gelek qehremanî û qurbaniyên mezin di ber şiyarbûna neteweyî de da. Rakirina qedexeya li ser kurdî jî li Turkiyeyê û Kurdistanê yek ji encamên vê şoreşê bû, wiha jî ji qonaxa tirkên çiyê kurd anîne qonaxeke neteweyî, wiha jî weşana bi kurdî. Zincîra jimartinê dirêj e, lê serdestiya tirkî di birêvebirina siyaseta kurdî de, dimîne cihê rexnekirinê û ew bahaneyên ku ji bo vê yekê têne gotin pûç û bêbingeh in. Navê rojnameya kurdan, ne li Turkiyeyê, li Ewrûpayê (Özgür Politika) ye û ne (Siyaseta azad) e! Siya vê şoreşê, bi her awayî, di piraniya berhemên kurmancî de, eger em nebêjin di hemûyan de, tê dîtin. Berhemên wêjeya kurdî ya nûjen girêdayî pirsgirêk û êşên kurdan ên dema niha û yên dîrokê ne jî.

D.Z: Tê gotin ku H.Yûsiv di çîrokên xwe de qala pirsgirêkên serok û rêxistinên kurdan û nîqaşa di navbera wan de dike: “Dema ku roj hilnayê, gundî bi otobosekê ji gund derdikevin û ne rê diqede ne jî dibe sibe….” gelo ev otobos partî, şofêr serok û rêwî jî gel e?

H.Y: Deqê wêjeyî carinan dibe kaniya sembol û wateyên cuda. Dema ez yek wateyê bidim deqekî pirwate, wekî nivîskarê deq, ez zirarê didim wî deqî. Ev nayê wê wateyê ku ez vê şîroveya ku te qal kiriye napejirînim. Ev şîrove rast e, lê dema mirov bibêje ku şofêr serokdewlet e û otobos jî welat e û siwarên wê jî gel e, xelkên welêt in. Ew ên li hember şofêr serî hildidin jî kesên demokratîxwaz û muxalifên şofêr in. Ev şîrove jî nabe gelo?.. Em hinekî çarçoveyê firehtir bikin û bêjin, şofêr qeder e- zeman e, otobos jî dinya ye û rêwiyên siwar jî mirov in. Ev sembol jî bi vê çîrokê re diguncin. Yê li hember neheqiya qederê jî rabe guhê wî jê dibe. Mebesta min ew e ku deqê wêjeyî dikare di heman demê de, rahêje gelek şîrove û wateyan. Pirsgirêkên serok û rêxistinên kurdan jî, sedemên sereke ne di têkçûna zimanê kurdî de, her wiha di têkçûna azadî û serxwebûna kurdan de. Dibe ku di dîrokê de kurd mînaka herî awarte bin di vî warî de, ku her dem bûne qurbana siyasetên şaş ên serok û rêberên xwe. Gelek Welat hene ku îro serbixwe û azad in û ji sedî pênc wekî kurdan qurban nedane. Bêguman, ev pirsgirêkên wiha ji bo nivîsandinê jî gelekî girîng in û divê bibin mijara nivîsarên wêjeyî û rexneyî.

D.Z: Ev çend sal in ku tu li Elmanyayê dijî. Dûrbûna ji kan û çavkaniya warê ku nivîsandina te lê dest pê kiriye çi ji nivîskariya te bir û çi tev lê kir?

H.Y: Kêlîka ku mirov pişta xwe dide warê dê, warê zarotî û ciwaniya xwe, qerpîniyek ji hundirê mirov tê, tiştin dişikin, nexasim ku çûneke bêveger be. Ev tiştên ku dişikin çi ne, roj bi roj, sal bi sal, têne naskirin û tiştin jî qet nayêne naskirin, tenê wekî ku mirov tiştek winda kiribe. Wekî nivîskar, hîna windakirin kûrtir û girantir e. Civaka mirov tê de mezin dibe, dikare bibe çavkaniya mijarên nivîsandinê. Her bûyerek diqewime, bi sedan bûyerên wekî xwe di hişmedî û paşxaneyê de şiyar dike. Têgihîştin, danûstendin, têkilî heye. Berevajî civaka ku mirov li cem mêvan e, îcar mêvanekî ku ne bi biryareke azad bûbe mêvan û ne jî hatina wî bi dilê xwediyê malê be, wê rewşa wî mêvanî çawa be, rewşa me jî li Elmanyayê wilo ye. Ji bo biyaniyan peyva (Auslander) di elmanî de bi kar tê. “Aus: derve ye, Land: welat e, ango kesên derveyî welêt.” Li Sûriyê jî yan em bênasname ne, yan jî li ser nasnameya me (erebê Sûriyê) dinivîsînin. Warê berê, ji derveyî neteweya xwe, û warê niha, yê derveyî welêt, em têne binavkirin. Me xerîbiyek bi xerîbiyekê guhertiye. Ez nikarim rewşa welatekî Ewrûpayî bidim ber rewşa welatê ku em jê tên. Bi sedan cudayiyên bingehîn hene, lê ez înkar nakim ku rewşa nivîskariyê li Ewrûpayê ne li gor xeyalên min derket. Careke din jî min gotibû, berî ez bêm Ewrupayê ev hevoka ku min carek xwendibû tim di bala min de bû: (Li Ewrûpayê kûçik û nivîskar cihê rêzê ne û bi rûmet dijîn) Li Ewrûpayê min nas kir ku nîvê vê hevokê yê pêşî tenê rast e. Rola cihê ku ez lê dijîm ji bo nivîsandina min ne roleke sereke ye, tev ku bi bandor e. Nivîsandin ji bo min girêdayî giyan e, girêdayî şewatê ye. Şewata min jî her dem û her gav û li her derê di bin çengê min de ye. Welatê min jî mîna birînekê li ser eniya min e, bi ku de herim, wê ev birîn bi min re bê wê deverê. Serpêhatiya derbideriyê geh dibe kujera afirandinê, geh jî dibe çavkaniyeke dîtir. Ez bi hêvî me ku jiyana li Elmanyayê ji min re çavkanî û jêdera berhemên nû be.

D.Z: A niha çi heye li ser maseya xebata (an jî di ekrana computera) H. Yûsiv de?

H.Y: Ev demek e ku ez bi romaneke nû ve mijûl im. Di van mehên pêşiya me de dê nivîsandina wê biqede. Ez hêdî hêdî û bi tirs wê dajom ber bi dawiyê de. Roman bi xwe jî li ser tirsê ye, li ser tirs û serhildanê ye.