Helîm Yûsiv: Di baweriya min de, pirseke bi vî rengî „Romana Kurdî heye yan tune ye?“ ji bo romana kurdî neheqiyeke mezin e û bê wijdaniyeke li hember keda romannivîsên Kurd, wisa jî li hember dîrokê. Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî Yek ji romanivîs û çîroknivîsên rojavayê Kurdistanê ye, heft berhemên wî yên çapkirî di navbera kurte çîrok û romanê de hene, jibo pirtir pêzanîn bi nûtirîn berhemê wî û nêrîn û boçûnên wî derbarê romana kurdî de, me ev hevpeyvîn li gel romanivîs û çîroknivîs Helîm Yûsiv kir. W. Kekê Helîm, berî em derbasî nava vê dîdarê bibin, berî demekê dayîka we çû ser dilovaniya yezdan, em bi navê rojname War dibêjin serê we saxbe, ji yezdanê dilovan dixwazin cihê wê buhuşt be…ji qada çîrokê, ev demeke dirêje pênûsa we berê xwe daye qada cîhana romanê û heta îro gelek romanên we hatin çapkirin. Bi zimanê erebî çap bûn, bi kurdî çap bûn, gelo çima roman? Helîm Yûsiv Spasiyeke ji dil ji bo rojnameya War û hemû xebatkarên wê pêşkêş dikim. Bi hêvî me ku rojek bê û derdê dûrbûna ji dê, herwisa ji warê dê, bidawî bibe. W. Bi giştî. Romana kurdî gihaye çi astê, li gor romanên cîhanê em dikarin bibêjin romana kurdî heye, ger hebe nîşanên vê hebûnê çi ne? Hayê min bêhtir ji romana kurmancî heye. Ji ber sedemên ku hûn wan dizanin, imkana bidestxistin û xwendina romanên ku bi zaravayên din têne nivîsandin tuneye. Di baweriya min de, pirseke bi vî rengî „Romana Kurdî heye yan tuneye?“ ji bo romana kurdî neheqiyeke mezine û bê wijdaniyeke li hember keda romannivîsên Kurd, wisa jî li hember dîrokê. Zêdeyî heftê û pênc salan di ser yekemîn romana kurdivanê Kurmanca“ ya Erebê şemo re derbas bûye. Ji wê demê heta niha, kêm zêde, Kurdan li ber xwe dane û qada wêjeya kurdî ji berhemên di warê romanê de, bêpar nehiştine. Ji bo romana kurmancî, piştî salên notî, bi rakirina qedexekirina li ser kurdî re li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê, derketina kovar û rojnameyên kurdan, avakirina weşanxaneyan, damezrandina dezgehan û televizyonên satelît û geşbûna hestên neteweyî li cem kurdan, wêjeya kurdan, roman jî di nav de, xiste atmosfereke nû. Vê yekê, yekser siya xwe avête ser wêjeya Kurdên Rojava (Sûriyê) jî. Ji ber yekbûna zimên û têkiliyên malbatî, civakî, siyasî û dîrokî wêjeya kurdî li van herdu perçeyan ji hev cuda nabe. Di vê atmosfera nû de, ya ku Kurdan bi berxwedana xwe ya salan, bi şer û ked û xwîna xwe anîn holê, romana kurdî jî gavin mezin avêtin. Di van bîst salên dawiyê de nifşekî nû ji romannivîsên kurd peyda bû ku berhemin, li gor dîtina min, di asta baştirîn berhemên wêjeya cîhanê de nivîsandin. Dibe ji hêla hejmarê de, kêm bin, lê bi her awayî karîbûn wan qonaxên dijwar yên bêdengî, qedexekirin û tunebûnê li pey xwe bihêlin. Nîşanên vê yekê jî romanên kurmancî ne ku li ber destan in û li benda xwendinê ne.
W. Di guhartina civakê de, yan di serûbinkirina civakê de roman dikarê çi bike, yan em bêjin romana kurdî gihaye wê astê ku dikarê civaka kurd biguhere? Di civakeke ku naxwîne de, ne roman, ne jî wêje bi giştî, nikare ti rolê bilîze. Civaka Kurd nivîskarên xwe nas nake. Gava wan nas jî dike, bi çavekî sivik û bênirx li wan dinere. Bê guman, ev rewş ne ji ber xwe ve hatiye holê. Ev diyardeya ku ez wê weku „tirajedî“ binav dikim xwe dispêre sedemin dîrokî, civakî, siyasî û aborî.
W. Di nivîsandina romanê de, pêdiviye nivîskarê romanê xudan çi taybetmenda be, jibo nivîsandina romanê, rewşek taybet, sirûştek taybet ji nivîskar re divê? Ji bo min, astengiya herî mezin aborî ye. Li welêt wehabû û niha li Elmanyayê jî wehaye. Astengiya jê giringtir ku xwe dispêre ya berî xwe, tunebûna demê ye. Ji bo mirov debara xwe û zarokên xwe bike, mirov neçare ku rojê heşt heta deh saetên şiyarbûnê bide karekî ku têkiliya wî bi nivîsandinê re nîne. Bi vî awayî ne taqet, ne imkan û ne jî dem ji bo nivîsandin û afirandinê dimîne. W. Kekê Helîm ji jiyana xwe ya nivîskartiyê raziye? Na, ez ji jiyana xwe ya nivîskariyê ne razî me û hêviya mina ku ez rojekê ji rojan jê razî bibim jî tuneye. Rewşa Kurdan hêviyê nade nivîskarekî Kurd ku bikaribe baş bijî. Min ne ji bo qezencan û armancan dest bi nivîsandinê kir. Wê wisa jî berdewam bibe. Bêyî me, zarotiya me bi bombe, bi sînor, bi dewletên hov û bi perçekirinê, bi leşkerên devbixwîn û bi tozê hate dorpêçkirin û agir berdan jiyana me. Ew agirê bê îman ku ji zarotiyê de, di rihê min de hatiye dadan, niha nivîsandin jî dixan û dûmana wî agirî ye. Gava rojekê ew agir rawestiya, zanibe ez êdî ne li jiyanê me. Mesele bi kurtayî ev e.
W. Xebatên we yê dawî di warê nivîsandinê de çi ne? Pirtûka mina çîrokan ku bi temamî ji çîrokên penaberên Kurd yên li Ewrupayê pêk tê, ji bo çapê tê amadekirin. Wekî din jî nivîseke dirêj li ser romana kurmancî ji destpêkê heta sala 2010 an di nav destê min de ye.
Sipas bo bersivdana pirsan Spas ji bo te û ji bo „War“ê şêrîn.
Kurtejiyana Helîm Yûsiv: Di sala 1967 an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ( Sûryê ) ji dayik bûye. Têbinî: Ev hevpeyvîn di jimara 128 ya rojnama WAR de bi pîtên erebî hatiye weşandin. |