Helîm Yûsiv 22. 09. 2007 Duzimanî qedera me ye Her zarokekî kurd ku çavên xwe li dinyayê vedike û dinere ku hîna dê û bavên wî nebûne tirk, ereb yan jî faris, hêdî hêdî parçebûn, la’net û xemgînî xwe ber didin giyanê wî û pêre mezin dibin.
Perçebûna welatekî di nav çar sînorên bombekirî de, laneta dîroka kevin ku ew wekî zarokekî bindest û zimanqedexe ajotiye ber deriyê jiyanekê ku, wê li ser erdeke hişkî ker û ezmanekî zuhayî lal derbas bibe. Xemgînî jî wekî encameke xwezayî di bin zimanê wî de dibe girêkeke gor ku tenê mirin dikare wê veke. Di bin wê girêkê de hesreta zimanekî qedexe mîna zingareke kevin carcaran tê dîtin. Pêre jî ew matmayîbûn û şoka ku lihevrasthatina zimanê dayikê li malê û zimanê mamosteyan û karmendên dewletê li pey xwe dihêlin, dibe xisletek ji xisletên avakirina kesayet û karekterên wan zarokên ku îro mêr û jinên navsalene. Her du ziman di kûrayiya giyan û hişê mirovan de dikevin têkiliyeke aloz ku bingeha xwe ji serdestiya zimanekî û ji qedexekirina zimanê din werdigre. Ev têkiliya xedar ku pirê caran li ser kuştin û tunekirinê ava dibe, li Tirkiye, Îran û Sûriyê eşkere tê dîtin, lê li welatên mîna Belçîka û Swêsreyê li ser bingeha bihevrejiyan û aramiyê tê sazkirin. Wekî kurd, zimanê serdestan mîna qederekê tê pêşiya me. Ev qeder bi sê rengan encam dide: - Kuştina zimanê dayikê û biserketina planên asîmîlasyon û bişafinê yên van dewletan ku, pirê caran, bi demê re, kurd bi xwe jî bi wan re dibin alîkar û bi taybetî li bajaran. - Nepejirandina zimanê serdestan û berdewamiya jiyana bi zimanê dayikê ku bêhtir li gundan rû da. Girêdana vî rengê berxwedêr bi gundîtî û paşketinê ve, ligel propagandaya reş û negatîv ya li dijî kurdan û zimanê wan, bû sedem ku ev rûdana modern, şaristanî û xweşik-parastina zimanê dê-bibe cihê şerm û fediyê. Mînaka kurdên ku ji ber xwe û kurdiya xwe şerm dikin li ber çavan e. - Rengê duzimanî ku bêhtir di nav xwendekaran û derdorên rewşenbîrî de serî rakir. Wekî mînak, ji bo nivîskarên kurd, zimanê xwendina wêjeya cîhanî û agahdariyên berfireh û zanînê bû zimanê serdestan û kurdî jî bû zimanê nivîsandinê li cem hinekan û li cem hinekên din jî tenê ma zimanê axaftinê, lê nebû zimanê derbirîna hestan. Her rengek ji her sê rengên ku me rêz kirin bi serê xwe dibe cihê lêkolînekê, lê bi kurtayî ez dixwazim di der barê rengê sêyem de çend têbîniyan rêz bikim. Duzimanî mîna çekekê ye, sîlaheke wekî ku dikare bibe alava parastina mirov, wiha dikare bibe alava windakirina rihê mirov jî. Wekî ku zimanên tirkî, erebî û farisî bûne (dagîrkerên) hişê kurdî, dikarin di destên kurdan de bibin alavên sereke di pêvajoya rizgarkirina hişê kurdî de. Di baweriya min de, pirsgirêk ne ew e ku em bi darê zorê hînî van zimanan bûne. Pirsgirêk ewe ku em çawa van zimanan ji bo xwe û bidestxistina mafê perwerda bi zimanê xwe bikartînin û berî wê çima ew hezkirin û girêdana me ya giyanî û wijdanî bi zimanê me re ew qasî sist e. Divê berî ku em berê xwe bidin xwediyên wan zimanan em berê xwe bidin xwe. Pirzimanî nîşana xweşikbûnê ye. Dema me jî demeke wiha ye ku êdî tirk, ereb û faris û di nav wan de kurd nikarin xweşik bin. Di nav van miletan û xweşikbûnê de bi sedan sal hene. Cihê xemgîniya min jî ew e ku dema xweşik bibin êdî ezê tune bim. |