copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Kurdistana wêjeyî

Helîm Yûsiv

Her ku qala welatê kurdan dibe, yekser peyva çarperçe pê re tê gotin. Eger bi rastî ji hêla cografîk de Kurdistan bûbe çar perçe, gelo ku mirov di çarçova wêjeyê re li vî welatî binere wê çend perçe bêne bîra mirov?.
Ka em bi hev re hinekî li dîmenê Kurdistana wêjeyî binêrin û ji xwe bipirsin:
-Gelo Kurdistan çar perçeye yan çil perçeye?
Em ê destpêkê li du perçeyên sereke rast bên ku ji her du alfabêyên latînî û erebî pêk tên. Hemû soranîaxêv ji bo xwe alfabêya erebî mîna alfabêyeke pîroz dibînin. Ji bo ku fitwa bikaranîna heta hetayê ji xwe re derxînin, van tîpan weke tîpên aramî bi nav dikin.
Dema mirov ji nêzîkayî bi wêjevanên vî perçeyî re têkeve têkiliyê, mirov bi hêsanî dibîne ku çi li Rojhilat be, çi li Başûr be, hayê van nivîskar û wêjevanan ne ji kurmancî heye û ne jî kesekî jî nivîskarên kurmanc nas dikin û ne jî ti berhemên kurmancî kirine soranî û xwendine. Wisa jî tu xwesteka naskirin û danasîna berhemên kurmancî jî li ba wan tuneye.
Gava ku pirsa wêjeya kurdî ji wan dibe, hemû nivîskar û berhemên wêjeyî ku têne bîra wan soranin û berhemên soranî ne.
Balkêş e ku qedir û qîmeteke mezin didin wan nivîskarên kurmanc ku bi zimanê biyanî dinîvisînin û hatine naskirin. Mîna Yeşar Kemal yan jî Selîm Berekat. Gava qala nivîskarên kurd û ne soran bibe van navan didin pêş. Weke ku wêjeyek bi kurmancî tê nivîsandin tune be.
Li aliyê din, kambaxî hinekî kêmtir e, lê ji ber cihêrengiya alfabêyê û cudayiya zaravayan, qala wêjevanên soran dibe, lê berhemên wan kêm têne xwendin. Dîsa jî hewldanên kurmancîaxêvan ji bo wergerandin û tîpguhêziya ji soranî bo kurmancî bi gelekî ji yên aliyê din çêtir e û hebûna wan nayê inkarkirin. Lê, dîsa jî gava qala wêjeya kurdî dibe, bêhtir nivîskar û berhemên kurmancî têne bîra wêjevanên kurmanc.
Ev du perçeyên sereke.
Di hundir alfabêya erebî de, îca kambaxiya rewşa wêjeya Behdînan tê holê, ku li cem soranan, ji ber zaravayekî din e, nayê xwendin û li cem kurmancan, ji ber ku alfabêyeke din e, nayê xwendin.
Balkêş e ku di çend pirtûkên lêkolîn û rexneyan de ku li wir hatine weşandin, her dem qala romana Behdînan û çîroka Behdînan û helbesta Behdînan dibe. Heta niha yek lêkolîn neketiye destê min ku di çarçova wêjeya kurdî de wêjeya wê deverê hatibe nirxandin. Weke silogan wisa tê gotin, lê di şîroveyên wan de tenê nirxandina berhemên wê herêmê tê kirin.
Em hinekî din li dîmenê wêjeya kurdî binêrin wê rewşa zazakî jî, wisa bê holê ku ew li cezîreyeke din in, ne hayê kesî ji wêjeya bi vî zaravayî heye û ne jî ji Hewramî û wisa zaravayên din jî.
Eger em hinekî din kûr biçin û li perçeyên ku di hundir wan alfabê û zaravayan de pêk hatine, hûr bibin, wê bawerî bi me re kûrtir bibe ku wêjeya me ne wêjeya miletekî ye ku welatê wî di nav çar dewletan de hatiye perçekirin, belê wêjeya miletekî ye ku li ser zêdeyî çil perçeyî hatiye parvekirin.
Ji bo ez dirêj nekim, ez ê tenê çanda partîtî û perçebûna li ser bingeha rêxistinan bi bîr bînim. Her rêxistinek di derdorekê de hatiye bisînorkirin, wêje û wêjevan jî di hundirê wan sînor û perçeyan de, çi bi dilê xwe û çi bê dilî xwe, asê mane û her derdorek ji xwe re “stranên bi kêfa xwe” distirê, bêyî ku wêje û wêjevanên derdoreke din bibînin yan jî nirxekî bidin wan.
Bê guman, mînakên awarte jî hene, lê çima ev rewşenbîr û nivîskarên ku van rastiyên ku me gotin nabêjin û li xwe û li me mikur nayên ku êşa me girane heta wê radeya ku mirov dajo ber pirseke weha:
- Gelo mirov dikare bêje kurd yek milet in?
Ez ê li xwe mikur bêm ku di çûna mîna Başûrê Kurdistanê de, her wisa her ku festîvala Gelawêj ya salane li Silêmaniyê çêdibe, ev pirsa giran xwe davêje ber çavên min.
Ev pirsa giran ji encama serbore, tecrube û berhema raman û mejî ye, lê dil tiştekî din dixwaze. Dil dixwest ku rewşa wêjeya kurdî yekbûna miletê kurd û yekbûna xaka Kurdistanê ku bi destên biyaniyan hatiye perçekirin, bide çespandin (selmandin).