125 çîrokên Zinarê Xamo Helîm Yûsiv Zinarê Xamo, wekî gelekên din ji nivîskarên kurd, ji qada siyasetê tê. Her çendî ew meseleya nivîskariya xwe dixîne stûyê qederê ku bi tesadufî ew kiriye nivîskar (rûpel 345) lê dîsa jî vî karî bi cidiyeteke mezin dike. Bi şopandina nivîsên wî ji “hindik û rindik” hetanî bi “Antolojiya Çîrokên Zarokan” ku, mijara vê nivîsa me ye, hetanî bi nivîsên wî yên siyasî, mirov dikare çend xisletên taybet yên nivîskariya wî destnîşan bike. Yek ji wan ew e ku dikare helwesta xwe ya rexnegirî bi şêweyekî qerfî bide nîşandan. Wisa jî bi xwîneke sar, bi delîl û dekumet, cirra xwe li ber mijara xwe xweş dike û bi dilekî germ dîtinên xwe dinîvisîne. Ev xisletên giştî yên nivîskariya wî di vê pirtûka wî ya nû de, bi awayekî din, tên cem hev. Pirtûk kedeke mezin û demdirêj ji berhevkirin û vegotinê ye. Pirtûk: Antolojiya Çîrokên zarokan. Weşanên Apec. Stokholm 2008. Ev pirtûk ji 125 çîrokan pêk tê. Hinek ji wan li her derê naskirîne, mîna Şengê û Pengê. Hinek ji wan li ser zimanê mezinan li civatan dihatin gotin, mîna kê zengil têxe stûyê pisîkê?. Hinekên wan ji cem nivîskar bi xwe ne ku ji diya xwe bihîstine yan jî ji devê kalemêr û pîrejinan girtine, mîna Toz beg. Hinek ji çîrokan bi du sê şêweyan têne gotin, nivîskar hinek ji wan bi cih kirine, lê mînakin din jî hene ku bi yek şêweyî nivîskar ew bi cih kirine. Ji bo em dirêj nekin, ez ê tenê yek mînakê bidim. Çîroka Birayê şêr (rûpel 16) Stiriyek dikeve lingê şêr. Gur ji ber ku bawerî pê nayine, wî girê dide, stirî ji lingê wî derdixîne û diçe. Şêr mecbûrî rovî dibe ku girêdana lingên wî veke. Şêr vedigere malê û ji zarokên xwe dixwaze ku xwe ji bo koçberiyê amade bikin û wisa çîrok bi dawî dibe: “Warê ku gur min lê girê bide û rûvî jî min azad bike, ez hew li wî warî dimînim.”
|