Çeka ku hîn nehatiye keşifkirin, ziman 12.03.2009 - diyarname. Helîm Yûsiv / Sêyemîn Gav Di vê dema dawî de, piştî ku dewleta tirk dest avêt zimanê kurdî û xwest di riya zimanê kurdî re pişta kurdan deyne erdê û rê li ber têkçûnên nû veke, hinekî liv û tevgera siyaseta kurdan li Bakur ber bi vî aliyî de çû. Bê guman, eger mebest ji vê yekê tenê qezencin demî û biçûk bin, wekî ku şêxmûs Sefer di nivîsa xwe de texmîn dike(1), wê encama vê "xwedîderketina" li zimên rewşa zimanê me li Bakur şerpezetir bike. Mifta deriyê Serxwebûnê Ji bo miletekî nabe ku ziman tenê wekî alaveke qezenckirina dengên hilbijêran bê bikaranîn, lê dikare bibe çekeke girîng di pêvajoya bidestxistina mafên rewa de. Dema mirov bi hûrbînî li dîroka tevgera siyasî ya nû dinêre mirov dikare bi hêsanî bigihîje wê baweriyê ku ev çeka girîng heta niha ji hêla birêveberên vê siyasetê de, nehatiye keşifkirin. Pîvana cidiyeta gera li azadiyê ye Baweriya min ew e ku ziman û îmkanên ku ji bo pêşxistin û vejîna wî têne veqetandin dikarin bibin pîvana jidilbûna tevgereke neteweyî. Çiqasî tevgereke dûrî xwedîderketina li zimên be, ew qasî dûrî azadiya miletê xwe ye. Xwedîderketin bi wateya xwe ya piratîkî û aborî. Demeke dirêj e ku tevgera siyasî li Bakur ziman paşguh kiriye, ji lew re jî encamên kambax niha li ber çavên her kesî ne. Pirs ew e gelo, di vê çarçoveya giyanî ya ku me gotibû de, tevgera siyasî dikare li kurdî xwedî derkeve yan na? Di baweriya min de, bersiva vê pirsê wê siberoja hemû kurdan li Bakur destnîşan bike. Zimanê erzan û nivîskariya belaş Bi çavdêriyeke bi lez tê dîtin ku tu nirx û qîmet ji bo kurdî nayê dan. Nivîsandina bi kurmancî belaş e. Erzantirîn nivîsar di dinyayê de nivîsarên kurmancî ne, belengaztirîn nivîskar li ser rûyê erdê nivîskarê kurmanc e. Kêmtirîn meaş, meaşê xebatkarên dezgehên kurdan e. Keda herî erzan keda berhemdarên kurmanciyê ye. Bêkestirîn kes di qada weşangeriya dinyayê de weşangerê kurmanc e. Pirtûka herî "sêwî" û bêxwedî pirtûka kurmancî ye. Ev rewş jî asta jidilbûna siyaseta kurdan li ber çavan radixîne. ................................. (1) Şêxmûs Sefer "Pêlîstoka destê kê?!", 10.3.09 Diyarname. |