Silav li Geverê Helîm Yûsiv Kurd li ku bicivin, li ku biqîrin, li ku çi bixwazin ew mafdar in. Dîmenê jiyana kurdan ê giştî vê yekê nîşan dide. Hemû xwestekên wan rewane, ji ber ku her tişt ji wan hatiye stendin. Lê ti xwestek, ti daxwaz, ti qêrîn nikarin bigihêjin asta rewabûn û xweşikbûna vî mafî: - Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Gava ku bi hezaran mirov derkevin kolanan, li hev bicivin û bi yek dengî vî mafî bixwazin, ev maf ji asta xwestekeke teyorîk û mirovayetî derbasî asteke bilindtir dibe. Ev maf êdî bi can û gewde dibe û bêhna jiyanê jê tê. Roja 10/06 an kurdên xweşik li Geverê bejn û bala vî mafê xwe yê wendayî xemilandin û danîn ber pencereya jiyanê. Anîn bîra me ku derfeta hatina bihareke geş bi ser zimanê me de êdî gengaze. nebe nebe mirov dikare zemîna hatina wê biharê amade bike. Wekî gelek kesan hêviya min jî ne di dewleta tirk de, ne jî di ti dewletên din de heye ku vê zemînê amade bike. Hêviya min di wê hêzê de ye ya ku li Geverê derkete pêş. Ew hêza rûhî, ya giyanî ku heta niha beşekî mezin ji kurdan ew wenda nekiriye. Bê guman rola rêxistin, partî, dezgeh û derdorên ku li pişt vî karî bûn cihê rêzêye, lê giringtirîn pirs di vê derbarê de eve: - Gelo mirov dikare van komcivînên wisa ji asta çalakiyeke siyasî bilind bike asta gavavêtineke fiilî ber bi bidestxistina vî mafî ve? - Çawa? Eger mirov vê rastiya ku her kes dizane ( Maf nayêne dan, maf têne stendin) bîne bîra xwe û ji wir dest pê bike, dikare gelek pêşniyaz derkevin holê. Yek ji wan dikare kampanyayek be. - Kampanya: milyon pitûk ji bo milyon zarokî - Milyon pirtûkên alfabêya kurdî, yên fêrkirinê, bêne çapkirin û di van komcivînên wiha de li zarokên kurdan bêne belavkirin. Ne tenê di komcivîn û mitîngan de, belê dikarin li her deverê û di riya malbatan re jî ev pirtûk ji bo zarokan bê pere li çaraliyên bakurê kurdistanê bêne belavkirin. Derdorên cuda dikarin di nav bikaranîna vê kampanyayê de cih bigrin, ji TZP kurdî bigre, hetanî bi hemû rêxistinên sivîl, komele, Intitut, rêxistinên çandî li hundir û li derveyî welêt, weşanxaneyên kurdan, nivîskarên kurd, şaredarî û hetanî bi piştgiriya partiyên siyasî yên kurdan û di serî de partiya civaka demukratîk. Ez bawer dikim ev gavên wisa piratîkî dikarin wateyekê bidin vê keda ku ji bo van komcivînên mezin tête dan. Kampanyayeke wisa dikare bibe destpêk ji bo kurdiya nivîskî derbasî malên kurdan bibe û bigihêje ber destê zarokên kurd. Ji serboreyên berê jî xuya dike ku, tenê bi axavtinê ji kurdan bê xwestin ku li zimanê xwe xwedî derkevin, têr nake. Bi bîrxisineke pêwîste û başe, lê bi demê re, bê encam dimîne. Ji ber vê pêwîstî bi gavin piratîkî ku ji hêla kurdan ve bêne avêtin, heye. Ne ku ez vê pêşniyazê weke dermanê bitenê yê vê birîna me ya giran nîşan didim, lê mebest jê balkişandina ber bi pêwîstiya pêkanîna hin pirojeyên girêdayî fêrkirina kurdiya nivîskî ye. Ezê kêfxweş bibim ku derdor û dezgehên ku bi rastî zimanê me mîna rûmeta me dibînin dest bi pêkanîna pirojeyeke wisa bikin. Lê tev her tiştî jî, berî her deverê, Geverê gotina xwe got û dilê me xweş kir. Dilxweşiyeke wisa ku hêjayî silav û rêzêye.
|