‘Li ser riya Mehmed Uzun tenê ez heme’ 15. 01. 2008 Helîm Yûsiv Di hevpeyvîneke xwe ya bi kovara “Deus ex Maçina” a Belcîkî re, nivîskarê kurd Firat Cewerî, xwe û nivîskarên kurd bi vî awayî pêşkêşî belçîkiyan dike... (Di salên ko ez derketim derveyî welêt de hem li welêt hem jî li diasporayê hejmara nivîskarên kurd pir kêm bû. Yên ko bi kurmancî dinivîsandin çend kes bûn. Ji xwe ew jî dû re hatin Swêdê. Mehmed Emîn Bozarslan bû. Dû re min û Mahmût Baksî û Mehmed Uzun hevdu nas kirin. Mixabin, herdu jî mirine û niha li goristaneke Diyarbekirê veşartî ne. Yên vê dawiyê jî hemû piştî min derketine.) 13/1/2008-nefel.com.(1) Bi vê pêşkêşkirinê, mirovê ku tiştekî li ser edebiyata kurdî nizanibe dê wiha têbigihêje ku salên 80’î, hatina Firat ya Siwêdê, tenê ew û du nivîskarên din hebûn. Ew her du nivîskarên din mirin û ew tenê maye. Jixwe evên din hemû piştî wî hatine. Ango ji wî nifşî di Edebiyata Kurdî-eger em bêjin kurmancî-de tenê ew heye. Vê dîmena tirajedî du bîranînên min ên biçûk bi her du nivîskarên mirî re anî bîra min. M. Baksî Di berdewamiya bernamê de Baksî digot Mehmed Uzun jî heye, lê ew piştî min hat. Firat Cewerî jî romaneke wî wergerandiye û pereyên wî xwarine ji ber vê yekê, digot ku ew bi Firat re naaxive. (2) M.Uzun Ji vê hêlê de Mehmed Uzun mînakeke berbiçav bû ku her dem û her gav di nivîskariya kurdî de tenê xwe didît. Eger mecûr dibû qala çend nivîskarên mirî dikir, yan jî nivîskarên sax lê ji zimanên din, mîna Yeşar Kemal. Di hemû hevpeyvîn û axavtinên xwe de ev agahiyên (tirajekomedî) didan pêş. Min romana kurdî çêkiriye. Romana kurdî bi min dest pê kiriye. Min zimanek afirandiye. Edebiyata kurdî ya modern bi min dest pê kiriye. Hetanî gihijşe wê radeya ku ev (agahî) li cem hin derdoran bûbû mîna rastiyekê û di kovareke mîna ya Gulistan de ku li Stenbolê derdiket navê wî bi navên Cervantes û Dante re dihate beramberkirin. Wiha xuyaye vê xwepesindana ku mîna balonan li her derê difiriyan, li hinek derdoran xwediyên xwe didîtin û ew mîna rastiyan pêşkêşî me dikirin. Niha jî ev mîrasa giran a ku pêşengiya wê rehmetiyê Mehmed Uzun dikir di vê hevpeyvîna bi nivîskarê kurd Firat Cewerî re xwe dide der. Eger em miriyên berî wî deynin aliyekî û yên li pey wî deynin aliyê din. Di wê dema ku Firat Cewerî qal dike de, ez dixwazim tenê du navan bi bîr bînim ku ne mirîne û ne jî piştî wî hatine. Di helbestê de Rojen Barnas û di çîrok û romanê de Bavê Nazê. Rastiyeke nivîskariyê û hemû kesên ku bi hunerê re mijûl in heye ku xwe û berhemên xwe baştirîn mînak di meydana mijûliya xwe de dibînin. Heta radeyekê ev diyarde tê fêmkirin, her wiha tê pejirandin jî. Ji mafê her nivîskarî ye ku xwe wiha bibîne, lê dema ku ev diyarde li cem hinek nivîskaran mezin dibe û nirxandinên (kor) têne kirin. Wê gavê pêwîstiya hişyarkirinê tê holê. Min nedixwest ew mîrasa giran a Mehmed Uzun bibe ji nesîbê dostê min Firat Cewerî. *** (1):Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re. (2): Ev bername di 11.11.2000 de, di MezopotamyaTV de hate weşandin. (3): Ev bername di 17.03.2001 de, di MezopotamyaTv de hate weşandin. |