Romana "Rojnivîska Spinoza" û binavkirin Helîm Yûsiv Gava min dest bi xwendina romana Şener Ozmen "Rojnivîska Spinoza" kir, yekser dema xortaniyê û salên xwendina zanîngehê hatin bîra min; ji ber ku atmosfera giştî ya romanê li ser wê demê ye û piraniya karekterên wî xwendekarin ciwan in ku hem di nav gelemşeya pêdiviyên rojane de û hem jî di nav pêdiviyên xwe yên giyanî de jiyana xwe ya dema xwendekariyê tar û mar dikin. Lê pirsa ku pê re bi her xwendevanekî vê romanê re çêdibe ev e: "Çima ev binavkirin, ango çima hilbijartina navê fîlosofekî navdar ji bo romanê?" Berî ku roman dest pê bike, danasîneke kurt aniye ku "Spinoza, berevajî hemû feylesofan, bûye yekem feylesofê demokrat" (Rûpel.7) Lê ev danasîna kurt nikare yê xwendevan bide têgihîştin, ji lew re pêdiviya her xwendevanê vê romanê bi hinek agahiyên sereke yên di derbarê Spinoza û felsefeya wî de heye. Ji ber ku di rûpela yekem de gava ku nivîskar qala vegera Yasîn-kesekî sereke yê romanê ye- dike, tê malê û biryara xwe ji diya xwe -Rehîme xanim û bavê xwe Serwet beg- re radigihîne ku êdî ew dev ji xwendina zanîngehê berdide. Di pêvajoya romanê de tê naskirin ku têkiliya Yasîn hem bi hunera şêwekariyê re û hem jî bi nivîsandinê re heye. Divê em ji bîr nekin ku heman xislet yên nivîskarê romanê ne jî. Lê têkiliya vê yekê bi fîlosofê cihû û holendî Spinoza re çi ye gelo? Çend gotin li ser awayê honandinê: Ev roman bi awayê (Tizbiyê) hatiye honandin. Gelek bûyer, tên serê gelek kesan ku ji gelek deverên cuda tên. Ango bûyerên vê romanê mîna morîkên tizbiyekê li pey hev tên rêzkirin, bêyî ku bûyereke navendî yan çîrokeke navendî hebe. Tayê ku van morîkan digihîne hev bi du destan li hev hatiye ragirtin. Destek jê cih e, dibe ku zanîngeh be û ew kes li wir dixwînin. Nivîskar xwestiye ku di riya vî cihî re kesan ji her çar aliyên Kurdistanê bîne cem hev. Destê din jî yê nivîskar bi xwe ye, ku ev roman ji derve de tê birêvebirin. Ji wê herikandina tevnê li gor mentiqê xwe yê hundirîn bêhtir tiliya nivîskêr di birêvebirina bûyer û kesên romanê de heye. Ji bo ev xal zelaltir bibe mirov dikare mînaka binavkirina cih û bajaran bide: Jiyana Spinoza û hinek nerînên wî: Spinoza feylosofekî cihû ye. Ji malbateke potugalî tê ku li Holandayê bi cih bûbû. Di 24’ê sermaweza 1632’yan de li Amsterdamê ji dayik bû ye. Bavê wî bazirganekî cihû yê dîndar û serkeftî bû. Dixwest ku kurê wî bibe dîndarekî mezin (Haxam). Lê kurê wî di bîst û çar saliya xwe de berê xwe ji oldariyê da felsefê û li şûna xwendina olî, dest bi rexnekirina olê kir. Ev bû sebeb ku mêrekî olperest bi xencerê êrîşî wî bike û wî birîndar bike. Ji bo debara xwe bike, çar salan 1656-1660- di çêkirina camên berçavkan de xebitî. Pirtûka wî ya yekem "Pirensîbên Felsefeya Descartes" bû ku di sala1660’î de derket. Ji berhemên wî ya girîng jî pirtûka "Nemyeke di lahût û siyasetê de" di sala 1670’î de derket. Wekî din li ser têkiliya aqil, hest, Xwedê, xwerist û gerdûnê...nivîsên wî yên hêja hene. Di 21’ê avrêla 1677’an de Spinoza dimre.. Pirtûka wî "Exlaq" piştî mirina wî di 1675’an de hate weşandin, wisa jî "Nemeya siyasî" ku piştî mirina wî, nîvco hate weşandin. Sipas Şener Ozmen ku te bi romana xwe ne tenê Spinoza, belê hemû xirecira jibîrbûyî ya hundirê me, anî bîra me.
|