copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Derdên nivîskariya kurdî-1

Helîm Yûsiv
Diyarname: 21.4.09

Destpêkê, du xalên giring
Di qada nivîskariya kurdî de, ku wêneyeke ji qada civakî ya kurdan, du xalên sereke hene ku çavkaniya hemû rûdanên seyr û ecêb destnîşan dikin. Yek ji wan, me cara din jî hinekî qal kiribû, tunebûna fikir û ramana neteweyî ya hevbeş e, pê ve girêdayî jî tunebûna hestên neteweyî yên hevbeş. Ji roja roj de, kurd bi qelsbûna hestên xwe yên neteweyî têne naskirin. Xala duyem jî ew e ku eger ne hemû bin jî, piraniya nivîskarên kurd ji qada partî û siyasetên têkçûyî û li îflasêketî tên. Ez ê hinekî din van her du xalan zelal bikim:
Tunebûna an qelsbûna hestên neteweyî yên hevbeş
Di pêvajoya pêşketina civakan de, gelek qonax hene. Dibe ku civakên derdora kurdan, yên rojhilatî, heta niha qonaxa neteweyî derbas nekiribin, lê gelek civakan, bi taybetî rojavayî, qonaxa neteweyî jî li pey xwe dihêlin û hêdî hêdî derbasî qonaxin pêşketîtir dibin. Yekîtiya Ewropayê, wekî mînak. Dema mirov li civaka kurd dinêre, mirov wisa dibîne ku ew di qonaxa eşîrtî û êlperestiyê de asê maye û nikare wê qonaxê derbas bike. Gava ku hewil dide derbas bike jî derbasî qonaxa partî, rêxistin û girûpên îdolojîk dibe. Lê dema mirov hinekî din hûrbîn bibe, mirov dibîne ku ev rêxistin, partî ji rêxistinên îdolojîk û partîtiyê kiras birine, lê di naveroka xwe de mekanîzim û rêbaz û şêweyê eşîrtiyê heta dawî diparêze, dike û nake eşîrtî, wekî tu zihniyet û awayê têkilî û pevgirêdanan, şûna xwe nade partî û rêxistinên modern jî. Di wir de asê dimîne. Ji ber vê mirov bi hesanî li kes û endamên partiyên kurd ku heta dawî bi partiya xwe ve girêdayî ne rast tê. Lê di piratîka jiyana rêxistinî û ramanî de, bi her awayî eşîr dikeve şûna partiyê û serokeşîr dikeve şûna serokê partiyê. Ev yek ji bo rêxistin û partiyên ku karibûn bibin xwedî rol û hêz di nav kurdan de derbas dibe. Her endam heta dawiyê bi partiya xwe ve girêdayî ye û dikare serê xwe ji bo partiya xwe bike qurban, lê ew endam ne amade ye ji bo Kurdistanê yan jî ji bo neteweya kurd, serê tiliyeke xwe jî biêşîne, yan jî li hember rûdanekê ku zirarê bide Kurdistanê yan jî kurdayetiyê bibe xwedî helwest. Sînorên wî yên pîroz li cem partî/eşîr/a wî bi dawî dibe. Ev diyarde li her çar parçeyên Kurdistanê tê dîtin, tenê bi mezin û biçûkbûna partiyê re ev diyarde jî biçûk û mezin dibe.
Wisa jî di qada nivîskariyê de, rewşenbîrên xwedî asoyên fireh, xwedî helwestên neteweyî ku sînorên partî û girûpan derbas bikin û xwe li sînorên neteweyê bi giştî bigrin, di nav kurdan de nayêne dîtin.
Piraniya wan an girêdayî partî, eşîr û girûpên xwe ne, yan jî dijminayiyeke kor û bê sînor bi vê partiya kurd û ji ya din re dikin û bi vebûna derfeta yekem re, dewlet û hêzên ku welatê wî dagir dikin û miletê wî wekî milet nas nakin, ji wan partiyên kurd bêhtir nêzîkî xwe dibînin.
Bê guman, ez qala atmosfera giştî dikim û mînakên awarte, wê di vê çarçovê de, bêne dîtin.
Nivîskar an siyasetmedarên têkçûyî
Yek ji xisletên herî xerab ên ku çanda kurdan a nûjen di bin mohra xwe de hiştiye, ew e ku ev çand, ziman, wêje, edebiyat, bi giştî li ser destên wan kesên ku ji qada siyasetê tên, hate pêşxistin. Siyasetmedar û çalakvanên ku di qada siyasetê de hatin şikestin, serhildan, şoreş û bizavên wanî siyasî têkçûn, berê xwe dan nivîsandina wêjeyê. Vê dawiyê jî, hemû siyasetmedarên ku partiyên wan têkçûn û ji hev du belavbûn û hiliyan berê xwe dan nivîskariyê û bûn nivîskar. Yek ji sedemên bingehîn ên ku qada nivîskariya kurdî ya dema me tevlihev jî dike ev e. Piraniya van kesan jî, eger li şûna nivîskariyê biçûna cem psîkologan wê hem rewşa xwe û hem jî rewşa nivîskariya kurdî baştir kiribana.
Qonaxa Hawarê û ya dema me
Dema mirov li navên sereke yên ku kovara Hawarê bi rê ve dibirin û tê de dinîvisandin binêre mirov bi temamî li navên ku rêveberiya siyasî û rêxistinî ya tevgera siyasî ya kurdan kirine, çi li Bakur û çi li Rojava. Celadet Bedirxan, piştî têkçûna Şoreşa Agirî û bêhêviya wî ji karê rêxistinî di rêxistina Xoybûnê de, dest bi derxistina Hawarê kir. Osman Sebrî serokatiya tevgera siyasî ya kurdên binxetê kir, wisa jî Nûredîn Zaza bû serokê partiyê li wir. Cegerxwîn jî bû endamê Partiya Komonîst, jê veqetiya û heta dawiya temenê xwe ma endamê partiya pêşverû ya kurdên Sûriyê. Wisa jî Reşîdê Kurd û Qedrîcan û yên din. Balkêş e jî ku, ji bilî Cegerxwîn, yek nivîskarî ji yên Hawarê berhemên xwe wekî pirtûk jî çap nedikirin. Ji ber ku bi giranî di nav bizava siyasî de cih digirtin û giringî didan wî aliyê xwe. Bi vî awayî yek du pirtûk ne tê de, bi temamî, vî nifşê damezrîner û girîng, di wê demê de, kurd nekirin xwedî pirtûk. Vê dawiyê berhemên wan wekî pirtûka hatin çapkirin. Eger mirov bi kurtayî karê vî nifşî binirxîne, mirov dikare wî û berhemên wî wekî bingeha ziman û wêjeya kurdan a nûjen bibîne, tev ku hemû encama serhildanên têkçûyî bûn û ji Bakur ber bi Binxetê ve koçber jî bûbûn, lê wan karibû, hem karê siyasî bikin û hem jî bingeheke resen ji bo ziman û wêjeya kurdî damezrînin.
Di van salên dawî de, heman diyarde, lê di demeke din de û bi awayekî din dubare bû. Ji Mehmûd Baksî û Memed Uzun bigire heta piraniya nivîskarên ku bi taybetî li Swêdê dinîvisînin, ji partî û rêxistinên siyasî yên cuda tên. Partî û rêxistinên wan an neman yan jî hiliyan û qels ketin yan jî bûn malper!
Cudayiya herî girîng ya di nav nifşê Hawarê û vî nifşê cihê gotinê de ew e ku nifşê Hawarê ji têkçûnên siyasî karibû bibe xwedî ekoleke damezrîner ku karê wan hem bû destpêka bikaranîna alfabeya latînî di kurmancî de, hem jî bû sîwaneke hevbeş ji bo wêje û nivîskariya kurdî ya nûjen. Lê, nifşê dema heştêyî û vir de, dîsa bi wê zihniyeta siyasî, piştî têkçûna rêxistin û xewnên wanî siyasî, xwe berdan qada nivîskariyê. Lê, êdî dem ne dema Hawarê bû û ne jî şert û mercên dinyayê wekî berê bûn. Yek ji sedemên ku nivîskarên kurd li Swêdê pir bûn ew e ku dewleta Swêdê alîkarî dida, wisa jî pereyan berê hinek kesan da nivîsandina bi kurdî û derxistina pirtûkan. Vê dawiyê bi kêmbûna alîkariya dewletê re hejmara nivîskarên xwedî pirtûk jî kêm bû. Diyardeya balkêş di vê çarçovê de ew e ku hemû kompleks û encamên têkçûnên xwe yên siyasî bi xwe re tînin qada nivîskariyê û di bin bandora vê psîkolojiya jihevketî de tevdigerin. Hinek ji wan nema zanin ne nivîskar in, ne rojnameger in ne jî siyasetmedar in. Hinek ji wan dixwazin îmkanên xwe yên siyasî, ji bo nivîskariyê, bikar bînin. Hinek ji wan bê qeyd û şert û her gav û her dem dijî partiyekê mîna PKK'ê ne, hetanî mirov digihîje wê baweriyê ku PKK nemîne ew ê jî bê kar, bê nivîsandin û bê siyaset bimînin. Hinek ji wan bi zorê be jî dîsa jî nivîskar in û her wisa…Bê guman endametiya rêxistineke siyasî ne sûcek e û ne jî şaşiyek e ku nivîskar dike, berevajî wê, dibe ku têgihîştina siyasî hêzeke din bide nivîskariyê, lê mebesta min ew nivîskarên ku ji qada siyasetê hatine û hemû nexweşiyên wê qadê bi xwe re tînin qada nivîskariyê.
Hêjayî gotinê ye, ku dema mirov qala nivîskarên kurd ên li Swêdê dike, mirov nikare hemû nivîskaran têxine bin sîwanekê. Di vê nivîsê de min qala hin xalên hevbeş û giştî kir, di nivîseke din de ez ê li ser navan û li ser bersiva Bûbê Eser û çend pirsên ku ji min kirine, careke din, binîvisînim.

Derdên nivîskariya kurdî - 2
Helîm Yûsiv
Diyarname: 25.4.09

Berjewendiyên şexsî:
Cudayiya vê danûstendina me, di destnîşankirina şaşîtiyê de ye, anku di aliyê seqet yê mijarê de ye. Min tiliya xwe ber bi fikir û ramanê vekir, birayê me Bûbê Eser berê tiliya xwe ber bi berjewendiyên şexsî vedike. Di nivîsa xwe de sê caran qala van “berjewendiyên şexsî” dike. Ka em hinekî vê xalê bidin ber ronahiyê, bê ev berjewendiyên şexsî çi ne. Bûbê Eser wiha dinîvisîne:
“1 - Ez dibêjim seqetî di êqil de ye. Seqetiya fikrî ji ku tê? Ji difr û payê tê; difr û paye jî bêtehamulî û bêtehamulî jî bi carekê ve bi berjewendiya şexsî ve girêdayî ye.
2- Ya herî girîng jî ew e ku dema seqetî di berjewendiya sexsî de hebe aha ew zehmet e ku rast bibe.
3- Ez niha çiqasî binivîsînim jî bê fêde ye. Ji ber ku birayê me Helîm ji bo berjewendiya xwe nikare rastiyê bibîne. Loma jî fêda wê tune ye ku zêde binivîsînim.”
Bi rastî ez ji sedî sed nizanim bê mebesta birayê me bi “berjewendiyên şexsî” çi ye, lê li gora ku ez têgihiştim mebesta wî ew e ku ez li Roj TV kar dikim û ew pereyan didin min, destê min jî ji wan pereyên ku didin min nabe, ji lew re, ji bo wan pereyan, ez vê helwestê nîşan didim. Hetanî ku xeyala wî alîkariya wî dike û careke din vê helwestê wekî ku “talîmatên” Roj TV û xwediyên wê be li qelem dide.
Ev jî nîşana du tiştan e. Yek jê ew e ku birayê me Eser tiştekî li ser kar û awayê birêveçûna karê Roj TV nizane û haya wî ji kar û barê vê dezgehê tune ye. Eger mirov agahiyên wiha nizanibe ne şerm e, lê B.Eser vê wêrekiya ku pala xwe dide “nezaniyê, anku tunebûna agahiyên rast” ji ku tîne gelo?. Gelo ew dizane ku ji sedî not ji karûbarê vê dezgehê bi fedakarî û bi keda xort û keçên ku temenê wan di navbera 20 – 25 salan de ye, dimeşe. Gelo ew dizane ku hevtemenên van keç û xortên kurdên li Ewropayê dijîn her şev dema xwe li dîskotêk û bar û cihên kêfê derbas dikin û ew xebatkarên ku Bûbê Eser wan nas nake, li paş ekranê, ji ber pirbûna kar, carna demê nabînin ku têr razên.
Ji bo dilê birayê me Bûbê rehet bibe, ez ê vê agahiyê jî jê re bêjim ku haya min jê tune ye ku yek tenê jî ji xebatkarên vê dezgehê, ez jî di nav de, dikare bi pereyên ku ji dezgehê digihîjin destên wî, karibe bijî. Eger bêhtir dixwaze nas bike, ez ê jê re çîrokên projeyên xwe yên “şexsî” yên ji bo ez bi wan debara jiyana xwe bikim, bibêjim. Projeyên têkçûyî yên mîna vekirina kiyosk û imbîsan û.. lê ji ber ku ji bo xwendevanan jî ne balkêş in, ez ê qala vê yekê nekim. Bi kurtayî, eger mebesta birayê me pereyên Roj TV bin, ez bi serê hemû şêxên TRT 6’a şêrîna li ber dilê wî sond dixwim ku hemû pereyên “meaşê” min têra kiriya du odeyan ji xaniyê min ê sê ode nakin. Îca, dema qala “berjewendiyên şexsî” dibe erd û ezman dilerize û yê ku nizanibe wê bêje em di nav bazareke mezin de ne. Bila birayê me vê rastiyê baş bizanibe ku mirov li berjewendiyên şexsî bigere Roj TV adreseke şaş e, berevajî wê, ji bo kesekî ku li Almanyayê bijî karkirina di dezgeheke wiha de hemû berjewendiyên mirovî şexsî ber bi îhtîmala talûke û zirarê de dajo, ji ber sedemên ku ji hêla her kesî de, têne naskirin.
Kurt-kurmancî, ez îro li Roj TV me, sibe ne li wir im. Ev mesele ji binî de tiştekî ji dîtin û helwest û nerînên min naguhere.
Lê eger mebesta birayê me weşandin û belavkirina pirtûkan be, ne berî Roj TV, belê ji berî Med TV de pirtûkên min hebûn. Yek pirtûka min jî ji weşanxaneyên “xwediyên Roj TV” derneketiye û tu alîkarî di vê derbarê de bi min re nekirine…
Vegerandina çavkaniya nakokiyên me ber bi vî alî de, hewildaneke ber bi windakirina mijara me ya bingehîn de ye, her wisa mijûlbûna bi tiştên biçûçik û pûç û bê bingeh e. Eger mebesta birayê me tiştekî din be, bila kerem bike û vekirî bibêje bê ew berjewendiyên şexsî çi ne.
Tu berjewendiyên min ên şexsî di redkirina TRT 6 de jî tune ne. Ez dubare dibêjim ku yek gotineke xerab li ser karmend û mêvanên wê jî, wekî kes, nabêjim. Mesela me ne meseleyeke şexsî û ya kesan e, mesela me redkirina projeyekî dewleteke dagîrker e ku kurdan wekî milet, kurdî wekî ziman nas nake.
Çend têbînî yên bi lez
Destpêkê, divê em du aliyan ji nav hev derxînin. Aliyê nivîskariyê û nivîsandina berhemên wêjeyî, aliyê din jî girêdayî mijara helwesta nivîskaran e. Li ser aliyê yekem, birayê me Bûbê pirseke wisa dike, wekî ku ez bi mebest û bi zanebûn li ser nivîskarên girêdayî derdoreke siyasî dinîvisînim û bi mebest ez li ser hinekên din nanivîsînim. Ez dixwazim vekirî vê bêjim ku mîna piraniya nivîskarên kurd, ji bo debara jiyana xwe, ez neçar dimînim ku hemû dema xwe nedim xwendin û nivîsandinê. Ji ber vê, ne îmkana min a bidestxistin û xwendina hemû berhemên kurdî heye, ne jî nivîsandina li ser wan. Li gor dem û derfet destûrê dide, ez car caran li ser berhemin kurdî dîtinên xwe dinîvisînim. Lê, rojekê ji rojan, îdolojî yan rêxistin yan aliyê siyasî yê nivîskarekî kurd nebûye sedema nivîsandin an nenivîsandina min. Bi gotina Bûbê Eser, ev (boxtan) e. Ev aliyekî mijara me bû. Li ser awayê têkiliya bi dezgehên ragihandinê re û li ser helwestên nivîskaran, ez ê hinekî bi dirêjayî, dîtinên xwe binîvisînim.
Nivîskarên Swêdê, TRT 6 û Roj TV
Bûbê Eser xwe wekî avokatê nivîskarên kurd ên Swêdê pêşkêş dike, wekî ku min ew hemû tawanbar kiribin û ew jî wan diparêze. Vê yekê jî dîsa vedigerîne planekî kevin ê Roj TV ku niha jî bi destê kesên mîna min tê meşandin. Min tu carî hemû nivîskarên kurd li Swêdê nexistine bin sîwanekê û ez ê nikaribim wisa jî bikim. Taybetiya her nivîskarî heye. Ji wan hinek hene ku keda wan di avakirin û berdewamiya televîzyonên kurdan ji Med TV heta Roj TV de heye. Ji wan hene ku di van televîzyonan de bi salan xebitîne yan jî bûne mêvanên wan û hetanî niha. Ji wan jî hene ku mîna min, ne mîna birayê me Bûbê difikirin. Heta ji birayê me hatiye mijara me ji kirasê wê derxistiye û berê wê daye deverin dûrî xalên girîng ên cihê nakokiyê. Dema ez qala hinek nivîskarên ku ji Swêdê firiyan û xwe avêtin hembêza TRT 6 dikim, ez ne qala her nivîskarekî kurd li Swêdê dikim. Mesele zelal e, lê çima birayê me ew qasî tevlihev dike, ez nizanim. Ez dixwazim çend mînakan bidim. Hinek nivîskarên kurd, ji ber prensîpên xwe yên siyasî, nayên Roj TV. Ew jî mafê wan e. Ji wanên ku min ew vexwendin bernama xwe û nehatin nivîskarên mîna Hesenê Metê, Silêman Demir û Enwer Karahan…hene, wekî mînak, Enwer Karahan, berî demeke kin, mêvanê TRT 6’ê bû. Pirsa min jî ew bû, eger mesele prensîp bin, çima ew prensîp ji bo Roj TV hene û ji bo TRT 6 tune ne?, Tev ku ez dijî miqayesekirina dezgeheke kurdan bi dezgeheke dewleta tirk re me.
Di nivîsa xwe ya din de (1) Bûbê Eser Roj TV wekî televîzyoneke ku dijminatiya kurdan dike bi nav dike û di vê nivîsê de (2), ji min dipirse ku çima min ew gazî bernama xwe nekiriye.!
Birayê Bûbê Eser, eger Roj TV televîzyoneke dijminatiya kurdan dike be, karê te lê çi ye?. Tu nivîskarekî kurd î, tu çawa dixwazî ku dezgeheke dijminatiya kurdan dike, gazî te bike?.
Her wisa navin din jî dihejmêre ku nehatine vexwendin. Hinek nivîskar hene bi şev û roj, her dem û her gav, heqaretan li Roj TV û li xwedî û derdorên wê dikin, diyar e ku ew bi xwe naxwazin bên vê televîzyonê, wekî mînak “Laleş Qaso, Arif Zêrevan….” , sixêf û dijûnan di nivîsên xwe de belav dikin, ku ne televîzyon wan dixwaze û ne jî ew vê televîzyonê dixwazin, wê vexwendina wan bê çi wateyê gelo?. Dibe ku bersiv li cem birayê me Bûbê be.
Ji bo nivîs dirêj nebe, ez naxwazim li ser hemû navan rawestim. Navên ku min cara din jî dabûn û li pêşiya navên wan navên partiyên wan jî dabû. Tev wilo jî birayê me Bûbê razî nebûye. Dixwaze kesên ku bên vexwendin haya me ji dilê wan jî hebe bê ka ew dilxwazên kêne.! Cara din doza navekî ji partiyeke din, ji bilî PKK dikir, min bîst û çar nav jê re rêzkirin. Ka em şîroveya wî ya li ser vê mijarê bixwînin. Dibêje min:
“Kesên ku te navê wan dane hemû jî alîgir an jî dilxwazin PKK’ê ne. Dibe ku ji hin rêxistinên ku te navê wan dabin jî. Lê rastî ne ew e tu bi xwe jî vê dizanî.”
Cara din, min xwe gelekî westand hetanî ku min navê partî û rêxistinên wan nivîskarên mêvan nas kir, ji ber ku haya min ji berhem û pirtûkên wan heye û endametiya wan a vê partiyê û ya din ji bo min ne ew qasî girîng e. Lê ka ez ê çawa nas bikim bê çi di dilê wan de ye?. Şîroveyeke wisa bi we jî ecêb nayê gelo?. Tew birayê me qala “rastiyê” dike. Bi rastî, ez nizanim ew qala çi rastiyê dike.
Birayê me Eser nivîsa xwe wiha didomîne:
“Ya herî baş ew e ku nivîskar bê alîbin û wiha bifikirin û binivîsînin. Lê mixabin îro ev di nava me kurdan de tune ye…”
Ez bixwe piştgiriya wê ramanê dikim a ku bêalîbûna nivîskar diparêze. Lê, çawa?. Bêalîbûn ew e ku nivîskarek xwe di ser şer û pevçûnên rêxistin û partiyên cuda re bibîne û dengê wijdanê neteweya xwe be. Ne mîna mîlîtanê rêxistinekê, lê mîna reng û dengê giyanê neteweya xwe, nexasim ku ew netewe birîndar û bindest be.
Eger bê alîbûn ev be, ez heta dawiyê piştgiriya vê ramanê dikim. Lê eger bêalîbûn ew be ku nivîskarek xwe di ser şer û pevçûnên partiyan re bigre û dûrî dezgehên wan partiyan bimîne û here hembêza dezgeheke dewletekê ji van çar dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de parçe dikin. Yan jî ku dewletekê mîna dewleta tirk wekî alî nebîne û ji ber ku di kenaleke xwe ya “pirzimanî” de bi kurdî weşanê bike, biçe – bi behaneya ku bi kurdî ye- lê xwedî derkeve. Nikaribe tê de navê welatê xwe yê rast bibêje û dîsa jî mîna dezgeheke xwe bibîne. Li vê derê mirov nikare ji nivîskarekî bi van xisletan re bibêje “bêalî”.
Bûbê Eser wekî ku muxateba xwe bike, dibêje:
“..Loma rexnên me jî dibe sedemên dilmayîna me ji hev. Ji ber ku em ji rexnan bêtir, boxtanan li hev dikin.”
Bi rastî jî wisa ye, di van her du nivîsên wî de ji rexneyan bêhtir (boxtan) hene. Her çendî ew ser xeynî xwe dibêje, lê ji xeynî wî bêhtir ev tesbîta wî li ser her du nivîsên wî yên cihê nîqaşê, rastin. Ji hêla xwe de, ez dikarim vê yekê jê re piştrast bikim ku dilmayîn ji hêla min de çênebûye. Berevajî wê, piştî van danûstendinan, eger em li hev du rast hatin, ez ê ji berê bêhtir karibim bi germayî silavê li Bûbê Eser bikim û ji berê bêhtir jî karibim pê re mijarên cihê nakokiyan destnîşan bikim. Ya xwezayî ew e ku em mîna hev du nefikirin, pêkanîna metodên dî, ji bilî derbirînê, di rê ya fikirandina mîn a hev de, derketina li dijî xwezayê ye. Ez bi xwe evîndarê xwezayê me.
***
(1) http://www.netkurd.com/?mod=author&option=view&id=192
(2) http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=2138
**