copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Daxuyaniya  Roja Çîrokê ya Cîhanê:
14.02. 2010

Helîm Yûsiv

Em ên ku çîrokên xwe bi xwîna xwe ya şîn dinivîsin
Li cîhanê ji bo çîrokê rojek hatibe terxankirin, li welatê me yê ku çîrokeke wî ya dûr û dirêj heye, her roj dikare roja çîrokan be. Dewleta me tuneye, welatekî biserhev ve û bê sînorên bi bombe û leşker tuneye, miletekî ku li ser yekperçeerd û bi yekzimanî biaxive tuneye.
Di nava evqas heyîn de dibe ku tiştekî me tunebe û em ji her tiştî bêpar mabin; lê em bi çîrokên xwe dewlemend in. Rojane, bi hezarên çîrokên hêjayî gotinê li welatê me diqewimin. Her kurdek sendoqeke mezin e ji çîrokên ku li ser du lingan dimeş in. Bi her awayî em feqîr, hejar û belengaz hatibin hiştin jî, zengîntirîn miletê dinyayê di warê çîrok û melzemeyên nivîsandina wêjeyê de, miletê Kurd e. Em jî, zarokên vî miletê serhildêr, serhişk û berxwedêr, çîrokên wî, çîrokên xwe, bi êşa dîrokeke kor û cografiyeke seqet dipêçin, di nav ava rihê xwe dadikin û bi xwîna xwe ya şîn dinîvisînin.
Vé rojé li vir héjayî gotiné ye, ku tunebûna dewleta serbixwe, pê re jî birêvebirina siyaseta kurdan bi zimanê serdestan, hem ziman û wêjeya Kurdî û hem jî çîroka Kurdî xistiye quncikên teng û ew dûrî dergehên cîhanê hiştine.
Ji aliyé din ve di qada wêjeya cîhanê de jî, ‚xwediyek’ ku karibe bibe xwedî pirojeyeke wergera ji Kurdî, heta niha nehatiye dîtin û çîroka kurdî ji wergera zimanên sereke yên cîhanê bê par maye.
Eşkere ye; xwedîderketina li ziman û wêjeyê heta niha sînorên axavtinê derbas nekiriye,nebûye piroje û nirxdayîn. Ji lew re, siyaseta Kurd divé hem guh bide serpêhatiyên dîroka Kurdan, hem jî, ji dîroka cîhanê, fêrî giringî û giranbihayiya wêjeyê bibe.
Bi taybetî ewên ku imkanên Kurdan û dezgehên wan birêvedibin divé bizanibin ku, siyaset an îdolojî bi rojan re, bi salan re, tê  guhertin û diçe, cih dide siyasetek e din, lê ya ku dimîne, ji dîrokê re dibe mal û miletan zindî û li jiyanê dihêle wêjeya wî ya neteweyî ye. Ew divê têbigihêjin ku nivîskarekî Kurd, ji bo dîrok û hebûn û berdewamiya çand û zimanê Kurdan, dikare ji deh ‚Qeyseran’ giringtir û gewretir be.
Hêvî dikim ku ji niha pê de, bi lidarxistaina Roja Çîroké ya Cîhané’; li Amedé, li Qamişlo, li Silémanî û li Siné...li seranseré axa ku kurd lé dijîn çîroka Kurdî karibe hem xwendevanên xwe û hem jî xwediyên xwe bibîne; da ku li kêleka çîrokên zimanên din, cihé xwe di nava wêjeya cîhanê de bigre.
Wé gavé em jî çîrokén me jî dé azadtir bin...
c.......

Çalakî di bin navê " Çar Çîrokên Axekê" de hate çêkirin û daxuyaniya nivîskar Helîm Yûsiv lê hate xwendin
Di roja çîrokê ya cîhanê de, 14.02.2010 , li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn li Amedê, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, ev daxuyanî xwend.
Çalakî di bin navê " çar çîrokên axekê" de hate çêkirin.
Li gor agahiyên Komeleya Nivîskaran dê daxuyaniya roja çîrokê ya cîhanê, her sal ji hêla çîroknivîsekî Kurd ve bê nivîsandin. Îsal jî nivîsandina daxuyaniyê bû para çîroknivîs Helîm Yûsiv.
Jêder: Avestakurd.net
23.02.2010