copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Biennale û Xemsariya Çapemeniya Kurdî

rudaw.net … 07-10-2009

Helîm Yûsiv

Hindik maye deh salên min li Ewrûpayê biqedin. Heta niha herdem bi seyare, otobus û trên û metroyên sererd û binerdê di nav kolanên bajar û welatên cuda re diçim û têm. Cara yekê ye ku bêyî van wesayitên ku navên wan derbasbûn, diçûm û dihatim. Bajarekî wisa ku her ji çend gavan mirov li hember bermayiyeke dîrokî û kevnar şaş dimîne. Yan bi meşê yan jî bi qeyik û gemiyê divabû em herin ‘‘Planet.K“ yan jî bi gotineke din planêta Kurdistanê û vegerin otêlê. Ez bawer dikim, yekser bajarê Venezia an Venedig yê Îtalyayî û festîvala wê ya navneteweyî Biennale ku her ji du salan carekê çêdibe, hate bîra hinekan ji we.

Beşdarên vê festîvalê tenê miletên xwedî dewletin. Di temenê xwe yê pêncî û sisiyan de, îsal cara yekê bû ku ji bo Kurdan û bi navê Kurdistanê cihek ji bo pêşkêşkirina çand û hunera kurdî di vê festîvala ku li çar aliyên dinyayê xelk xwe lê digrin, tê veqetandin.

Festîval ji 07‘ê hazîranê destpêkiriye û wê heta 22‘ê  mijdarê dewam bike. Di nav çalakiyên girêdayî ‘‘Planet.K“ de du roj ji bo wêjeyê hatibûn terxankirin. Ji nivîskarên Kurd yên hatibûn vexwendin, Arjen Arî, Dilawer Zeraq û ez bûm. Arjen, ji ber pirsgirêkên bîrokratîk nehat.
 
Venezia wan rojan mîna dinyayeke biçûçik xuyadikir. Ji her miletî, ji her welatî, ji her deverê û ji her zimanî mirov lê dihatin dîtin. Tevger û çûn û hatin hergav û her saet li planeta Kurdistanê  hebû. Turîst û gerok dihatin li tabloyên şêwekarên Kurd yên daleqandî temaşe dikirin, wêne dikişandin, li Kurdan û welatê wan dipirsîn û diçûn. Ji bilî dema çalakiyan, ji sibehê heta şeşê êvarê derî vekirî dima, lê ev derfeta ‘‘dîrokî“ çawa dihat bikaranîn, ev pirs bibû sedema şewitandina dilê min.

Ji bilî Hêvî Dîlara ya Kurd û hevala wê Orsola Casagrande ya Îtalî û çend ciwanên Kurd “Serhed, Mûrad û Hozan“ ku alîkariyên teknîkî dikirin û hatina Mehmet Yuksel ji bo wergera Îtalî ti piştgirî û guhlêdan û xwedîderketin ji hêla aliyê Kurdan ve nedihat dîtin. Wisa xuyabû ku hejmareke baş tev li vebûnê bibûn û her kesî pişta xwe dabû vê planêta ku bi navê Kurdistanê di dilê dinyayê de hatibû vekirin. Wan rojan Venezia dilê dinyayê bû, Kurdistan jî deriyê xwe ji her kesî re vekiribû.

Roja xwendinê

Pilanê rojê ji du beşan pêkdihat. Beşê yekê ji bo min û D. Zeraq hatibû veqetandin û axaftina li ser wêje û çanda kurdî bû. Beşê diduyan jî ji rojê ku piştî nîvro destpêkir. Ji bo vê rojê nivîskar ji milet û welatên cuda hatibûn vexwendin. Di bin navê axaftina liser mijara ‘‘ ziman, sînor û nasname“ de her nivîskarek liser êş, derd, dîrok, gelemşeyên siyasî, tevlihevî, zor, zehmetî û derfet û kelemên ku hatine pêşberî wan û miletên wan axifî. Piştî axaftina mina liser hewldanên kuştina ziman û nasnameya kurdî, nivîskarên îtalî Enrico Palandri axivî, wisa jî ji Îtalya nivîskar Roberto Ferucci. Ji Îrlandayê Danny Morison bahsa serpêhatiya miletê xwe ya di derbarê şer û aşitiyê de, kir. Ji Meksîko nivîskar Hermann Bellinghausen bahsa ezmûneya vejîna zimên li Meksîkê kir, wisa jî li ser gelemşeyên ku şerê çekdarî bixwe re tîne. Şeva berî wê, filmekî wî yê dekomenter liser çîrokeke evînî ya gerîllayekî rêxistina Zapatistayê hatibû nîşandan. Ji welatê Baskê jî serokê yekîtiya nivîskarên Baskê Fito Rodriguez amadebû. Axaftineke hestiyar liser ziman û helwesta masiyê mezin ku herdem li benda xwarina masiyê biçûke kir. Ji serî heta dawî, axaftina wî ji rewşa zimanê Baskiyan bêhtir rewşa zimanê Kurdan dianî bîra mirov. Civat di derdora saet şeşê êvarî de bi axaftina Dilawer Zeraq ya liser ziman, sînor û nasnamê qediya.

Ev çalakî û alavên ragihandinê yên Kurdan

Di her du rojên vê çalakiyê de guhekî birêveberên wê liser vê çalakiyê bû û guhekî din liser amadekariyên festîvala filman ya ku wê li Romayê çêbibûya bû. Anku bi qedandina civata wêjeyî re, ji bo çûna Romayê amadekariyên xwe dikirin. Ji bo agahdarkirina çapemeniyê dema kesekî ji wan tunebû, wisa jî xuyabû ku Kurdên ku li wê derdorê dijîn jî nehatibûn agahdarkirin. Wisa jî derdorên îtalî yên têkildar. Anku karekî taybet ji bo serkeftina vê çalakiyê nehatibû kirin. Lê karekî baş ji bo pêkhatina wê hatibû kirin.

Li Ewrûpayê mirov li her kolanekê rastê ‘‘rojnamevanekî“ Kurd tê. Bi dehan jî televizyonên Kurdan yên satelît hene, lê ne rojnamevanekî Kurd, ne jî kamîrayeke televizyoneke Kurdan li wan derdoran nehate dîtin. Tenê televizyona îtalî xwedî li çalakiyê derket û bi her nivîskarekî beşdar re reportajeke dirêj çêkir.

Bê guman, nivîskarên Kurd, ne ewqasî hewcedarî amadebûna çalakiyên wisane ku liser wan bê nivîsandin, lê mebesta min jê ew e ku hejmareke mezin ji nivîskarên milet û zimanên cuda li planêta Kurdistanê amade dibin, bahsa xalên hevbeş yên xwe û Kurdan dikin. Bi germayî dibin mêvanê Kurdan û  tev li çalakiyên wan dibin, lê kesek ji çapemeniya Kurd ne xwedî li vê helwesta wanî dostane derdikeve, ne jî guh dide wan û nêzîkayiyên wan. Ev helwesta ecêb jî yek ji gelek helwestên Kurdan û çapemeniya wan e ku ez nikarim di sedemên wê de baş têbigihêjim.