Çima kes guh nade nivîskarên Kurd -1
Helîm Yûsiv
Diyarname.com – 8.6.09
Di destpêkê de, divê ez vê yekê zelal bikim ku mebesta min ji “nivîskarên kurd” nivîskarên kurmancînivîs in.
Dema mirov li rewşa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paşguhkirina berhem, dîtin, şîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikşîne û dikare bibe cihê pirs û gumanan. Gelek caran ev pirs bi min re çêdibûn, lê bêdengî û xemsariya van nivîskaran, bi taybetî yên ku li hundirê welêt dijîn, dibû sedem ku ez jî qala vê mijarê nekim.
Ez ê vekirî bibêjim ku ev bêdengî û xemsariya van nivîskaran asta cidiyeta nivîskariya wan, li cem min, dikire bin sîwana şubhe û gumanan.
Vê heftê, mala Xwedê ava, dereng be jî, ji hêla du nivîskaran ve, ev bêdengî hate şikenandin.
Nivîsa Omer Dilsoz ku pirsa aîdiyeta “nivîskarên kurd” tîne holê.(1) Nivîsa Dilawer Zeraq ku êdî ne wekî gihayê tal yê hewşê, lê belê bi xwe hest dibe ku ew “nivîskarên kurd” bi temamî li derveyî hewşê têne hiştin.(2)
Di vê nivîsa xwe de, ez ê li gor dîtina xwe, hinekî din li vê mijarê bi berfirehî bikolim. Di vê xelekê de, ez ê hinek têbîniyên xwe li ser rewşa nivîskarên kurd li Bakur binîvisînim û di xelekeke din de jî li ser heman mijarê li Rojava, Başûr û Rojhilat binîvisînim.
Bakur, dewlet û siyaseta wê
Ji destpêka salên notî de û bi derketina rojnameya heftane “Welat” re, Kurmancî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kete qonaxa geşbûnê. Bi bilindbûna asta berxwedana kurdan re û bi berfirehbûna şiyariya neteweyî re, hêdî hêdî xwîn bi kurmanciya birîndar û qedexekirî ve hat. Îro zêdeyî bîst û pênc salan di ser wê destpêkê re derbas bûne. Ez ê qala rewşê bi tevayî nekim, lê aliyê girêdayî mijara me di çi astê de ye gelo?. Her du nivîsên min bi navkirin hinek ronahî davêjin ser asta ku nivîskariya kurdî tê de ye.
Di rastiyê de, ev rewş ji zû de li holê ye. Festîval û komcivînên girseyî dibin delîveya rûdana vê rastiya tal ku bi çavekî biçûk û bi bênirxî û bêhurmetî li nivîskarên kurd tê nêrîn. Yan wan tune dibînin, eger hebin jî bêqîmet û bê giranî ne. Yan jî, ji ber ku nikarin bi zimanê dagîrkeran yê xweşik, binîvisînin, berê xwe dane kurdî û xwe “tiştek” dihesibînin!.
Ew jî- aliyên têkildar- rê nadin van “qamqut” û “bejinkinik” û “pîsik”ên ku dixwazin xwe mîna nivîskarên “bejinbilind” û “xweşik” û “mezin” bibînin. Di kûrahiya hişmendiya wan de bajarvanî, nûjenî û xweşikbûna dagirkerên xurt û zimanê wanî spehî heye ku her dem xwe dide hember gundîtî, paşdemayîn û fehşbûna zimanê ku tenê dayik û pîrikên wan yên rûqermiçî pê daxivin, heye.
Dewleta Tirk, piştî ku di tunekirina bizava kurdan a siyasî û çekdarî de têkçû û neçar ma ku hebûna kurdan, ne bi awayekî qanûnî be jî, bipejirîne, neçar ma ku wêje û edebiyata wan jî bipejirîne. Lê…
Wekî ku di siyasetê de tevdigere û bi afirandina kurdên xwe projeyên xwe dimeşîne, di warê edebiyatê de jî kurdên xwe diafirîne û dîmenê edebiyata kurdî bi wan bi sînor dike. Mînaka herî ber bi çav jî Mehmed Uzun ê ku di gurbûna şerê dijî kurdan de, ji Swêdê rê girt û çû leşkerî ji bo wê dewletê kir. Wisa jî di hemû jiyana xwe ya romanivîsînê de yek roman li ser şerê van bîst û pênc salan nivîsand. Di wê romanê de jî keçeke kurd, gerîla, dike evîndara serbazekî Artêşa Tirk. Keça kurd a evîndar, nav lê dike “kevokê” û wê davêje hembêza sebazekî tirk ê evîndar û navê wî dike “Baz”. Roman li ser evîna Baz û Kevokê ye.! (3)
Ev roman yek ji mînakên ecêb e yên ku min di jiyana xwe de li ser welatekî dagîrkirî xwendine ku nivîskar ji miletê bindest e û dîmenê serbazekî leşkerên dagirker ew qas xweşik û yê keça kurd ew qasî dûrî rastiyê, nîşan dide. Ev dîmen jî, ji sedî sed, bi romanên ku nivîskarên tirkan ên nijadperest nivîsandine re, digunce. (4)
Dewlet û derdorên wê, bi zanebûn, edebiyata kurdî bi Mehmed Uzun bi sînor dikin. Ji xwe gava ku mirî be, çêtir e ku li jiyanê be. Ji ber vê, dema mirov, di vê dema me de, dîmena edebiyata kurdî di çapemenî û derdorên tirk de dişopîne, pêvajoya edebiyata kurdî li cem Mehmed Uzun dixitime. Anku, çend klasîkên kurdan hene ku bi sedê salan di ser mirina wan re derbas bûye û di vê dema me de jî Mehmed Uzun heye.
Eger piştî Uzun kesek hebe, jixwe ev in ên ku bi tirkî dinîvisînin. Balkêş e ku çapemeniya tirk her dem pala xwe dide çend wergêrên tirkî, yan jî çendên tirkînivîs û wan wekî pisporên edebiyata kurdî dide pêş. Ew jî vê rolê bê dudilî pêk tînin.
Di bernameyên televîzyonên tirkan de, divê nivîskarên mîna Muhsin Kizilkaya û Abidîn Parilti, wergerê ji nivîskarên kurd re bikin yan jî qala wergerên xwe bikin. Lê gava ku xwe wekî nûnerên vê edebiyatê ji bo tirkan pêşkêş bikin, ew neheqiyeke mezin li edebiyata kurdî û li nivîskarên xwedî berhemên wêjeyî dikin.
Çend mînakên xerab ji TRT 6’ê
Bi vekirina TRT 6’ê re, riswakirina kurmanciyê gihîşte asta herî bilind. Ji bo ez nivîsê zêde dirêj nekim. Ez ê sê mînakan ji sibê û nîro û êvarê bidim. Sê xanimên ku bi kurmancî nizanin, an jî tenê dikarin kurmanciyê rezîl û riswa bikin bûne pêşkêşvanên sê bernameyên ku di sê demên cuda de têne weşandin. Serê sibehê Guler Işika ku nizane “senetçi” bi kurdî hunermend e, Niştî Sitêrka ku li şûna ku bêje “min got”, dibêje, “Ez gotim”, piştî nîro û Nilufer Akbala ku ne bi zazakî baş, ne jî bi kurmancî baş dizane û ji soranî jî ..xan, kaka, danîşe û gewre dizane, danê êvarî, bernameyan ji kurdên “belengaz” re, bi “zimanê wan” pêşkêş dikin.
TRT 6, televîzyona dewletê ya ku bi kurdî weşanê dike, sibê û nîvro û êvarê sê berhemên siyaseta xwe ya heştê salî, bi kurmanciyeke xerab e, derdixîne hermber me. Bandora wan, li şûna ku li zimên bibe, li guh û mîdê dibe. Kurmanciyeke wisa diaxivin ku hem guhê mirov diêşîne û hem jî mîda mirov.
Eger bi çend mînakên ku me dan siyaseta dewletê ya li hember kurmancî û nivîskarên kurd ev be. Li hêla kurdan rewş çawa ye, gelo?
Bakur, kurd û siyaseta wan
Balkêş e ku di hemû helwest û şîrove û bizavên rewşenbîrî de yên ku hem ji hêla kurdan de û hem ji hêla tirkan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê rû didin, mirov li navê yek nivîskarê kurd rast nayê. Wekî ku lihevkirinek di navbera her du aliyan de hebe.!
Hemû daxuyanî, çalakî û helwestên ku di riya çapemeniyê re têne weşandin ên bi navê rewşenbîran, ji bilî rehmetiyê Mehmed Uzun, hemû yan nivîskar û rojnamegerên tirk in yan jî yên kurdên tirkînivîsin.
Şîroveyeke baş ji hêla nivîskarekî yan rojnamevanekî tirk derdikeve, di hemû malper û alavên ragihandinê yên kurdan de dibe nûçe û nivîs û belav dibe.
Heta niha, ez carekê jî be, li helwesta nivîskarekî kurd rast nehatime ku kurdan ew ji xwe re kirine nûçe yan jî palpişt. Eger tiştekî wisa hebe, wê dîsa tirkînivîsek be. Anku, nivîskarên kurd çi binîvisînin, çi nenîvisînin, ew ji bo çapemeniya kurd tune ne. Ev jî tê wê wateyê ku wê ji bo ya tirk jî tune bin. Ji bo dewletê jî ev e ya ku tê xwestin.
Hemû malper û alavên ragihandinê yên kurdan û bi hemû îdeolojî û aliyên xwe dikevin bin vê sîwanê. Çend şîroveyên ku xwediyên malperan yan jî çend qunciknivîs dikin, di quncikên xwe yên mirî de dimînin û piştî çend rojan, winda dibin.
Bi kurtayî, dengê nivîskar û rojnamegerên tirk û carnan kurdên tirkînivîs di çapemeniya tirk û kurd de deng vedide.
Dengê nivîskarên kurd bê vedeng dimîn e. Ew xwe bi xwe li dengên hev guhdarî dikin, lê ew deng li tu deveran deng venade.
Eger rewş bi giştî wiha be, bi taybetî jî di festîvalên çand û hunerê de ku mijara me zelaltir dikin vê rastiyê bêhtir li ber çavan radixînin.
Ji serpêhatiyên beşdarbûnê
Di 2003-2004’an de, ez bûm mêvanê çend festîvalên çand û hunerê û li bajarên cuda. Li gelek bajaran ew beşdarî, çi axaftin be, çi îmzekirina pirtûkan be, bi awayekî baş derbas bû. Lê, carekê û li Batman û Heskîfê ez rastî serboriyeke pir xerab bûm. Ji ber ku ew serpêhatiya xirab xizmeta mijara me dike, ez ê bi kurtayî qala wê bikim. Wê salê, ji bo nivîskar û rojnamegerên tirk ên beşdar salonên fireh di orta bajêr de hatibûn veqetandin. Demeke baş ji bo wan hatibû destnîşankirin û reklameke baş ji bo wan hatibû kirin. Di dema axaftina wan de salon dihate dagirtin. Ji bo semînera min a li ser romana kurdî jî cihekî rût û zelût li serê çiyayekî Heskîfê ji bo min di serê sibehekê de hatibû veqetandin. Serê sibehê, hîna Şaredarê Batmanê yê wê çaxê û hemkarên wî di xew de bûn, li jora wan kevirên rûtî hişk, ne mîkrofon hebû, ne cihên rûniştinê, ne jî kesek ji rêveberan. Bêhtir ew zilamekî balkêş tê bîra min. Zilamekî dabû pey min û dixwest ez jê re “şerqiyakê” bibêjim. Hevalekî jê re got: “Xalo ev yazar e yazar”. Lê wî bawer nedikir û her digot: “Yaho min ew di televîzyonê de dîtiye ha!”. Ez jî ji serê wî çiyayê rût polî poşman vegeriyam. Min ne qala romana kurdî kir, ne jî dilê min bi ser binavbûna Heskîfê ve ma.
Mebesta min ji nivîsandina vê serpêhatiyê zelalkirina helwesta ji nivîskarên kurd e. Vaye îsal, bi awayekî din, li festîvaleke din, ne cih ji bo wêjeya kurdî tê veqetandin, ne jî hebûna nivîskarên kurd li wê derê bi tiştekî tê hesibandin.
Hêjayî gotinê ye ku rojên edebiyatê yên ku li Amedê çêdibûn, serboreyeke girîng û ji bo wêjeya kurdî çalakiyeke baş bû. Ez carekê ji bo wan rojan hatim vexwendin, wê carê jî min piraniya nivîskarên kurd ên ku li Amedê dijîn, li wir nedîtin.
Hingî ev mijar pir alî ye, mirov nema dikare ji nav hev derxîne. Ji hêlekê de bandora kompleksa xwebiçûkdîtinê ku civaka kurd heta qirikê di nav de maye. Ji hêla din de siyaseta kurdan ya ku maye heyrana zimanê tirkan û nivîskarên wî zimanî. Ji hêla din de jî ku yekî wekî min rexneyê li siyasetmedarên kurd bike, wê nivîskarekî kurd ê mîna Adil Zozanî bê û dersên welatparêziyê bide min. Lê dema heman rexne siyasetmedareke dilsoz mîna Leyla Zana bike, wê Adil Zozanî bêdeng bimîne.
Ji bo em hemû sûcî nexînin aliyê siyasiyan, divê nivîskarên kurd hinekî di sedemên bêdengî û bêhelwestbûna xwe de jî biponijin û xwe rexne bikin.
Dinya li ser serê wan xera dibe. Dewlet û çapemeniya wê wan nabîne. Siyaseta kurdan û bi taybetî beşek ji birêveberên wê yên heyranên tirkîtiyê wan biçûk û bê nirx dibînin. Bi navê wêjeya kurdî û bi navê nivîskarên kurd kesên ku bi kurdî nizanin xwe didin pêş. Li hemberî van rûdanan hemûyan bêdengî û bê helwestî tê çi wateyê gelo?
Dilawer Zeraq dibêje:
“Me wê hingê tu gotin û bersîv li tu kesî venegerand, me deng ji xwe birand, me xuseta xwe ya axaftina di ber xwe de û mineminkirinê car dî pêk anî”
Çima kirî “bêdengî, axaftina di ber xwe de û minemin” bibin xisûsiyetên nivîskarên kurd?
Ez ê bi vê pirsê nivîsa xwe biqedînim. Di nivîseke din de, ez ê li ser nivîskarên kurmancî li Rojava û Sûriyê û li deverên din, binîvisînim.
***
(1) Omer Dilsoz: Kurdînivîsîn û pirsa aydiyetê
(2) Dilawer Zeraq: Em êdî ne yê/a hewşê ne!
(3) Romana „ Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê“.
(4) Agahiyên berfirehtir li ser vê mijarê di gotara Zeyno Zeynep de tên dîtin. Gotar bi vî sernavî ye "di romana tirkan de kurd.." wergera ji tirkî: Davut Ozalp, Kovara Zend, hejmar: payîz 2008, rûpel19-28
………………………………………………………………………………………………..
Çima kes guh nade nivîskarên Kurd -2
diyarname.com- 19.6.09
Zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:
Bi hatina sala 1946'an re, sala serxwebûna Sûriyê, dawî li "Hawar" û "Ronahî" û pê re jî li qonaxa Bedirxaneyan, hat. Ji 1946'an heta 1968'an, di van bîst û du salan de, yek rojname yan kovar an jî belavok bi zimanê kurdî, ne li Sûriyê, ne jî li rojavayê Kurdistanê, derneket. Balkêş e ku di van salan de – 1957 – yekemîn partiya siyasî ya kurdan li Sûriyê hate damezrandin. Tev ku di nav damezrênerên vê partiyê de çend rewşenbîrên ku ji bakurê Kurdistanê daketibûn Sûriyê – Osman Sebrî wekî mînak - hebûn, lê dîsa jî zimanê belavokên partiyê yê fermî zimanê erebî bû. Hejmara partiyên ku ji wê partiyê welidîn niha gihiştiye zêdeyî 13 partiyan. Hemû partî, bi çep û rastên xwe, hetanî bi qirikê di nav nakokiyan de bûn, lê di hilbijartina zimanê erebî de, wekî zimanê siyasetê, li hev kiribûn.
Di sala 1968'an de, Cegerxwîn bi alîkariya partiya ku ew endamekî wê bû, partiya pêşverû ya demokrat ya kurd li Sûriyê, ya ku bi navê Hemîdê Hecî Derwêş tê naskirin, kovareke kurdî bi navê "Gulistan" derxist. Ew kovar bi "dektîlo" dihate nivîsandin û çapkirin û bi dest dihat belavkirin. Li pey wê, kovarên kurdî hatin derxistin, pirtûkên helbest û çîrokan jî bi dizî li Şamê derdiketin, lê zimanê belavokên fermî yên partiyên siyasî her û her mabû erebî. Vê rewşê hetanî derdora sala 2000'î, sala derketina min a ji welêt, ajotibû.
Erebî kirin zimanê siyasetê
Ji roja 17 avrêla 1946'an re li Sûriyê "Cejna koçkirinê" – îdulcela- tê gotin. Mebest jê koçkirina leşkerên frensî ji ser xaka Sûriyê ye. Eger ev roj wekî cejn ji bo erebên Sûriyê bê binavkirin, ev yek tê fêmkirin. ereban dagirkerên frensî ji welatê xwe derxistin û serxwebûna xwe bidestxistin. Lê ji bo kurdan li rojavayê Kurdistanê çi hate guhertin ku ew jî bi hemû hêzên xwe yên siyasî wê rojê wekî cejnê dibînin û xwe pê serbilind dikin.
Di rastiyê de, ew roj ji bo kurdan bû roja bidawîanîna weşanên zimanê kurdî. Her wisa dagirkerekî "baş" frensî bi dagirkerekî "xerab" ereb hate guhertin û siyaseta erebkirinê konê xwe li seranserê rojavayê Kurdistanê, vegirt. Heta niha hinek malbat û kes dikevin pêşbirka serbilindiya ji ber kuştina serbazên artêşa firensî. "Bûyera, Beyandûr, wekî mînak.
Tirajediya siyaseta kurdên Binxetê gihîşte wê radeya ku heta niha yek ji daxwazên wan yên sereke ev e “bidestxistina nasnameya erebî ya Sûrî" ji bo 200-300 hezar kurdên bê nasname. Dev ji nasnameya kurdî berde, bi salan e kurd vê daxwazê dikin, ku mîna "erebên Sûrî" bibin xwedî nasname û rêjîm, napejirîne.!
Ev kurtemînakên ji siyasetê dikarin bêhtir mijara me têxînin bin ronahiyê û van pirsan bîne holê:
Gelo kurdan ji çûna leşkerên Frensayê ji axa Sûriyê çi qezenc kirin?. Çima zimanê xwe yê siyasetê kirin erebî?. Ji ereban, ez bawer nakim ku ji bilî çend dezgehên "Muxaberatan" yên têkildar tu kesekî guh dida belavok û weşanên wan. Vê siyasetê rewşa kurdên rojava anî rewşa "Godot"ê di şanoya Samuel Biecket de ku azadî û serxwebûn ji bo wan bûne xeyalên ku dibe ji derveyî sînoran rojekê bi ser wan de bê. Vê bêhêvîbûnê berê bi hezarên kurdên rojava da ber bi Başûr û Bakur de û her partiyeke mezin ji her du aliyan bû xwedî şax û derdor û hêvî carinan bi Başûr ve û carinan jî bi Bakur ve hate girêdan. Bi dehê salan e ku li wê derê gengeşiyeke germ di navbera her du aliyan de, siyasetmedar û "rewşenbîr" li dar e. Her du alî hev du tawanbar dikin. Di encamê de, ji ber ku zimanê wan ê siyasetê yê nivîskî erebî ye û yê axavtina bi xelkê re kurdî ya kolanan e, piraniya serokên partiyan bi zimanekî diaxivin ku ne erebî ye û ne jî kurdî ye. Balkêş e ku yên ji wan bûn xwedî pirtûk jî, mînak Selah Bedridîn û Hemîd Hac Derwêş, pirtûkên wan bi erebî bûn û tu hewcedarî bi wergera wan ê kurdî jî nedîtine. Eger ji aliyê siyasetê ve dîmen wisa rû dida, gelo ji aliyê civakê de dîmenê ziman û nivîskariya kurdî çawa bû?.
Girêkên civaka kurd û nivîskariya kurdî
Di kurmancî de, peyva herî nêzîkî "Kompleks"ê, min peyva "Girêk"ê dît. Ji ber vê ez ê vê peyvê bikar bînim. Eger mirov berfireh binêre, mirov dibîne ku li hember amerîkiyan girêkên ewropiyan hene. Li hember ewropiyan û "şarastaniya wan", girêkên ereb, yan jî tirkan, hene. Li hember ereb an tirkan jî girêkên kurdan hene. Mebest jê girêka xwebiçûkdîtinê ye. Ev girêk bêhtir di warê huner û zimên de xwe dide pêş. Mînakên li ser vê yekê jî bi dehan hene. Anku dema mirov di nav civakên dinyayê de li civaka kurd binêre, girêk sêqat û çarqat dibe û ev girêk aloztir, mezintir û dijwartir dibe. Di vê çarçovê de, mirov dikare texmîn bike bê wê civakek e wisa ku ji zimanê xwe hatiye dûrxistin û bi her awayî zimanê din pê hatiye şêrînkirin, wê çawa li nivîskarên zimanê xwe binêre.
Qedexekirina kurdî û perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanekî din, ligel mezinkirin û xweşikkirina wî zimanî û xwediyên wî mesela me dajo ber bi quncikên asê ve. Mînaka vê perwerdeyê di nav ereban de, bi peyva "tistekrednî" gihîşte asta herî eşkere. Dema kesek kesekî din bixapîne û bixwaze henekê xwe pê bike, yê din lê vedigerîne: "Ma tu min kurd dibînî qey?". Anku peyva kurd tê wateya "Hov", "Ehmeq", "Beradayî û fêm nake". Ji bilî reşkirina rola kurdan û tunekirina wan di pêvajoya dîrokê de.. Bi vî awayî, ne mimkûn e nivîskar an afirênerek ji nav vî miletî û bi wî zimanê ku "ne ziman e" derkeve, eger nivîskarek derkeve jî naxwe wê bi zimanê "pîroz" yê dewletê be. Ew jî dewlemendiyek e dewlet û miletê wê ye. Li Sûriyê, hetanî salên heştêyî, di nav hemû derdorên wêjeyî de, Selîm Berekat wekî helbestvanekî kurd dihate binavkirin. S. Berekat, bejnek e bilind e di helbest û romana bi erebî de, lê wî yek hevok bi zimanê kurdî nenîvisandiye. Bi demê re, nav pirbûn û di salên heştê û nodî de bi dehên navan hatin naskirin ku hemû, ez jî di nav de, bi erebî dinîvisandin. Hêjayî gotinê ye ku di nav van derdorên erebînivîs de jî du beş hebûn. Yek jê bi temamî, hem ziman û hem naverok û hem kes mîna erebên Sûrî tevdigeriyan û heta niha. Beşê din jî bi zimanê erebî dinîvisandin, lê çavkaniya naverokên berhemên wan civaka kurd bû. Divê ez vê jî bêjim ku civaka kurd hetanî li hember van nivîskarên xwe yên erebînivîs jî xwedî helwesteke sert û "dijber" bû. Min bi xwe "rewabûna" nivîskariya xwe ya wêjeyê piştî pesindan û pejirandina nivîskarên ereb yên navdar bidestxist. Tê bîra min, di sala 1987'an de, di rojnameya "hefteya wêjeyî" de çîroka min di rûpelê xortan de hate weşandin ku bi birêveberiya Şewqî Bagdadî bû, nivîskarê Sûriyê yê navdar, ji ber ku bi çend hevokên pesindar çîroka min ji xwendevanan re pêşkêş kir. Çend hevokên bi vî awayî nivîsandin: "Piştî vê çîrokê, ez ê heta hetayê vî navî ji bîr nekim û ji we re jî dibêjim: Vî navî ji bîr nekin…" Piştî vê bûyerê hem di nav malbata min de, hem jî di nav "civak" û kesên derdorê de nêrîn hatin guhertin û bi çavekî din bê qerf û bê biçûkxistin li min dinêrîn.
Min ev mînak ne ji bo pesindana xwe anî, lê ji bo mentelîteya danûstendina civaka derdorê bi mijara nivîsandinê re. Anku çavên civaka "Kurd" li kesên civaka din e. Eger "mezinên" civaka din gotina xwe bibêjin, û "Diplom"ê rewabûnê bidin, wê demê wê dengê wan bê bihîstin û wê bê bawerkirin ku mesele cidî ye.
Civaka kurd civakeke bê ezman e.
Civakek wisa ye ku nikare ne stêrkan ji nav xwe derxîne, ne jî dihêle ku kesek jê ber bi jor ve bê bilindkirin. Civakeke hatiye xistin û têkbirin û çavên wê ber bi jêr de mane. Hemû hewldanên kesan jî yên bilindbûnê bi israr têne şikenandin û xerakirin. Kurdên ku qabiliyeta "stêrkbûnê" li cem wan hebe jî, ji hêla serdestan ve tên bikaranîn û bi zimanê xwe û bi îmkanên xwe yên mezin wan hildikşînin ber bi ezmanê xwe ve, lê wekî ku kesina jixwe, ne wekî kurd.
Niha hinekî rewş hatiye guhertin. Dibe ku rê ji bo kurdî jî bê vekirin, lê dîsa jî divê malê dewletê be.!
Di nav vê xirecirê de, nivîskarên bi zimanê kurdî jî "li ber siyê" û di nav xwe de karê xwe yê nivîsandinê, bêhtir di riya kovaran re, dewam dikirin. Bi derbasbûna demê re, hinek ji erebî ber bi kurdî de hatin û hinek jî berevajî wan ji kurdî ber bi erebî de çûn.
Yek ji wan mînakên berbiçav hevkarê me Pîr Rustem e ku li "Sûriyê" bi kurdî dinîvisand û niha li "Kurdistana azad" bi erebî gotarên siyasî dinîvisîne.
Min ji Pîr Rustem pirsa vê yekê kir. Ji bo nivîs dirêj nebe, ez ê carek e din, di nivîsa xwe de, rê bidim bersiva wî.
Çend hevokên pêwîst
Bi vê danûstendinê, em destên xwe li ber kesekî venakin û em neçûne ber deriyê tu dezgeh û derdoran me parsa qedr û rûmetê nekiriye. Wekî ku hevkarê me Îrfan Amîda dixwaze ragihîne.
Nivîsandina bi kurmancî, di van şert û mercan de, bi serê xwe rûmeteke mezin e û em pê serbilind in. Ez tu pêdiviyê bi biçûkxistina mijarê bi vî awayî nabînim. Mijar ne mijara çend festîval û helkefinaye û ne jî girêdayî derdoreke siyasî ya destnîşankirî ye. Wekî li jor jî min diyar kiriye, mijar ji sînorê Bakurê Kudistanê jî berfirehtir e û ber bi rexnekirina mentelîteyeke siyasî ya hevbeş ya hemû kurdan de, diçe.
Li kîjan devera dinyayê hatiye dîtin ku, qala nivîskarên miletekî bû ye û nivîskarên ku ne bi zimanê wî miletî dinîvisînin hatine pêşkêşkirin?
Kê bihîstiye ku dema qala nivîskarên alman bû ye, almanan nivîskarên xwe yên frensînivîs dane pêş? An jî frensiyan nivîskarên xwe yên îngilizînivîs dane pêş?.
Kurt-kurmancî, di qada siyaset û nivîskariyê de, rewşeke şaş û berevajî li cem kurdan heye. Ev danûstendin hewildaneke ber bi rexnekirina wê rewşa ne normal de û gaveke ber bi guhertin û normalkirina wê rewşê de.
|