Pirjinî Helîm Yûsiv / Azadiya Welat Pejirandin û nepejirandina qanûna pirjiniyê ji hêla desthilatdariya Kurdistanê ve ezmûneke mezin e ji gelek ezmûn û imtîhanên ku li pêşiya vê desthilatdariyê ne. Di dîroka kurdan a nû de, ev cara yekem e piştî komara Kurdistanê li Mehabadê ku herêmên kurdan, heta radeyekê be jî, bi destê kurdan tên birêvebirin. Biserkeftina vê desthilatdariyê hem rê li ber hemû kurdan vedike ku hêviya wan bi avakirina dewleteke serbixwe xurt bike, hem jî rê li ber amadekirina şert û mercên cîhanî vedike ku bibin piştgir û alîgirê vê xewna kurdan a mezin û rewa. Wisa jî têkçûn vê ezmûnê wê bibe sedema perîşaniya kurdan û wê hevalbend û dostên wan jî li cîhanê kêmtir bike. Yek ji stûnên bingehîn yên avakirina desthilatdariyeke medenî û civakeke ku rola dezgehên sivîl tê de berbiçav be mijara jinê ye û girêdayî wê giringiya bicihkirina qanûnên modern ku dikarin pala xwe bidin ezmûnên serkeftî li cîhanê û bi taybetî dewletên Ewropayê. Ev cara yekem e ku kurd dikarin bi destê xwe qedera civaka xwe, di riya qanûnê re, li gor berjewendiyên xwe destnîşan bikin. Di vê çarçovê de, giringtirîn mijar qanûn e. Hem ji hêla teorî (nezerî) ve û hem jî hêla cihbicihkirin û pêkanînê ve. Ji lew re, tiştê tê xwestin ne tenê ew e ku van qanûnên qirêj, ku ji bermayiyên rewşa civaka ereban a berî hezar û pêncsed salî ne, ji nav xwe rakin, belê erkê bi lez ew e ku qanûnên bên danîn, ji berê bêhtir, rê li ber azadiya jinê û parastina jiyan û mafê wê, veke. Bi taybetî li başûrê Kurdistanê ku rojane nûçeyên şewitandin û kuştina jinên kurd têne bihîstin. Ji parlaman û hikûmeta Kurdistanê tê xwestin ku rojekê berî ya din vê trajediya mezin a ku jina kurd, di siya desthilatdariyeke kurdî de, tê de dijî çareser bike û bi qanûnên nû rê li ber vê hovîtiya ku mêrên kurd dikin, bigire. Ne ku bê û qanûneke hovan e û zingargirtî mîna qanûna pirjiniyê erê bike. Di baweriya min de, eger hat û qanûneke wilo li Kurdistanê cih bi cih bû, wê barê jina kurd, barê malbata kurd û pê re jî barê civaka kurd a paşdemayî girantir bike û berpirsiyarê vê gunehkariya mezin, li gor min tawanbarî ye, hikûmeta Kurdistanê bi xwe ye. Pejirandina vê qanûnê ji hêla parlamanê Kurdistanê ve nîşana paşdemayîn û kevnikî û paşverûtiya piraniya endamên vî parlamanî ye. Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku qanûnên wisa dijî mirovayetiya jina kurd, bi navê Islamê û olê bêne derbaskirin. Ez bi xwe ne dijî tu olan û tu baweriyan im, lê heta ku hikûmeta Kurdistanê wê gava ku hikumetên welatên Ewropayê ji berî du sed salî de avêtine, neavêje, dîn û dewletê ji hev cuda neke, wê rewşa jina kurd û pê re jî ya civaka kurd şerpeze û kambax bimîne. |