copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Tirk û wêjeya kurdî û hatina Frankfurtê

Helîm Yûsiv
30/9/2008
Her ku ez li nirxandinên nivîskarekî an rewşenbîrekî tirk li ser wêjeya kurdî rast têm, bi dehên pirsan  bi hev re di serê min de diçin û tên. Ez li vêderê qala wan tirkan nakim, ewên ku naxwazin kurdan û ziman û wêjeya  wan bibînin. Mebesta min tenê ewên ku xwedêgiravî xwedî helwesteke intelektuelî û demuqratin. Xwendina vê hevpeyvîna dawî bi Semîh Gumuş re (1)heman pirs bi min re çêkirin. Ez ê li ser çend xalên ku bi min ecêb hatin, rawestim.

Wêjeya kurdî di navbera Turkiyeyî û Sûriyeyîbûnê de:

Ji bo em ber xwe fireh nekin, ez ê Iraq û Îranê deynim aliyekî û tenê li ser wêjeya kurmancî ya Binxet  û Serxetê rawestim. Pirsa yekem di vê çarçovê de ev e: Gelo bêyî naskirina rastiya miletekî û naskirina rastiya welatê wî, mirov dikare wêjeya wî miletî nas bike ?. Ez bi xwe di vê yekê de xwedî gumanim. Intelektuelên tirk dema ku tên û qala wêjeya kurdî  dikin, nikarin sînorê îdolojiya fermî ya dewleta xwe derbas bikin. Berê kurd tirkên çiyêbûn, pişt re gotin kurd hen e lê zimanê wan tuneye, pişt re gotin, zimanê wan heye, lê ne zimanê wêjeyê ye. Niha jî dosya ku di kovara ( Notos Öykü  ) de, li ser wêjeya kurdî hatiye amadekirin, xwe dispêre pirsek e mijokî: Gelo wêjeyeke kurdî li Turkiyê heye yan na?. Di baweriya min de, pirsek e wisa dikare bibe berdewamiya mentelîteya vê zihniyeta  ku ev zêdeyî heyştê salî ye ziman û wêjeya kurdî qedexe kiriye û herdem hewil daye ku wê ji holê rake. Tucarî nikare bibe sernivîsek e baş ji bo pêşkêşkirina wêjeya kurdî ji xwendevanên tirk re.

Ya din, her çendî binavkirina welatê kurdan û qala perçebûna Kurdistanê ne bi dilê intelektuelên Sûriyê û Turkiyê be jî, lê bêyî gotina vê rastiyê mirov nikare qala rastiya wêjeya kurdî jî bike. Çima gelo?

Ez ê ji me -nivîskarên Binxetê- dest pê bikim. Em hemû çawa bi ser nivîsandina kurdî vebûn û em bûn xwedî berhemên wêjeyî ?. Çavkaniya nivîskariya me ya bi kurmancî û damezrandina wêjeya kurdî ya nûjen xwe dispêre keda kê?. Bê guman Celadet Bedirxan û kovara Hewarê xwedî rola sereken e di vî warî de. Ango bingeha wêjeya Kurdî ya nûjen li rojava (Sûriyê) bi keda  zimanzan û wêjevanên bakur (Turkiyê) hate damezrandin. Yên mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Reşîdê Kurd, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Celadet û Kamîran Bedirxan hemû Serxetî, bakurî bûn ( bi gotineke din, Turkiyeyî bûn). Gelo mirov dikare bêyî van navan qala wêjeya kurdî ya nûjen li Sûriyê yan li Turkiyê bike?.Eger mirov xwe di ser van rastiyan re bavêje, mirov dikare Mehmed Uzun bike giringtirîn û mezintirîn û gewretirîn navê wêjeyî û hema wêjeya miletekî berhemdar û zindî hemûyî di navê wî de bicivîne, çimkî ew nav li gor dilê me û îdolojiya dewleta me tevgeriyaye!. Ne wilo tenê, belê qala afirandina zimanê kurdî yê wêjeyî bike ku li ser destê wî çêbûye û kurdan li pey vê derewê bişînin hetanî bi Frankfurtê û vê derewa mezin li wir bi tirkî nîqaş bikin. Herwisa Semîh Gunmuş û intelektuelên din nikarin bêyî ku qala nivîskarên binxetî ( Sûriyeyî) bikin, bên û qala naskirina wêjeya kurdî bikin. Bi peyvek e din, ew sînorên cografîk yên ku di navbera kurdan de hen e, di wêjeya kurdî de tunen e. Ev ne silogan e û ne jî siyaset e. Ev rastiyek e wêjeya kurdî ya nûjen e.

Ya seyr ew dîtina Gumuş e ku, dewleta tirk nikare rolekê ne di pêşxistina wêjeya kurdî de ne jî di ya tirkî de bilîze. Dewleta ku ji dema damezrandina xwe de heta roja îro zimanê wêjeyekê qedexe kiribe û bi hemû imkanên xwe zimanê wê wêjeyê qirr bike, asîmîle bike û hewil bide ku ji holê rake, çawa tiştek jê neyê xwestin ji bo pêşdexistina wêjeya wî zimanî?. Bi rastî mirov şaş û metel dimîn e. Wisa xuyaye birêz Gumuş dixwaze herdem çend nivîskarên serhişk û reben ku li malên xwe, xwe hînî kurdî kirine, bên û hebûn yan tunebûna wêjeya kurdî di kovareke tirkî de nîqaş bikin, li derdora wî hebin û hew.. Wisa xuyaye ku wî ev rewş ecibandiye!. Ji bo pêşxistina wêjeya kurdî, nayê xwestin ku bi kêmanî dewleta tirk vî kabûsê qedexekirin û qirkirinê ji ser sînga zimanê wêjeya kurdî rake û derfeta jiyaneke normal bide vî zimanî û vê wêjeyê gelo ?.

 Li Sûryê jî heman mentelîte serdest e. Dema intelektuelekî ereb demuqrat be, dikare Kurdistanê li Iraq, Îran û Turkiyê nas bike, lê dema ku dor bê ser Sûriyê, dibe ku tenazul bike û kurdan nas bike, lê Kurdistan hebe jî  bela li derveyî Sûriyê be.

Ji bo zelelkirina mijarê ez ê qala serpêhatiyeke xwe bikim. Di dawiya sala 1991 ê de, şeveke helbestvanê sûrî yê navdar Fayiz Xedûr li cihê yekîtiya nivîskarên ereb li Helebê çêbû. Di şevê de, di helbesta xwe ya bi navê ( Barana reş ) de êrîş bir ser kurdên başûr û ew weke parsek û ajanên emerîkiyan bi nav kir. Ez û çemd nivîskarên kurd yên din, me bi tundî ew rexne kir û em li dijî şoveniya di helbestê de derketin. Li derv e çîroknivîsekî ereb, ji nifşê me, bi destê min girt û bi tehdîd got:

-          Biner Iraq û me fêm kir, Tirkî û me fêm kir, lê dema ku bû axa Sûriyê û we qala Kurdistanê kir, wê çaxê kêr digihêje hestî û em ê bên hember hev.

Ev gotinên nivîskarekî Sûrî bûn ku niha li Sûriyê naskirî ye, ne gotinên polîsekî bûn. Ez ê bi vê mînakê li vir rawestim û herim mijara xwe ya din ku bi wê ve girêdayî ye.

Tirk bi yek zimanî, yek alê û yek rengî tên Frankfurtê

Pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê wê di 15 -19 / 10/ 2008 an de çêbibe. Salê welatek wek e mêvanê rûmetê yê vê pêşangehê tê destnîşankirin. 2010 an Arcentînêye, 2009 an Çînêye û îsal Turkiyêye. Husên Duzen di gotara xwe de li ser hinek aliyên beşdarbûna Turkiyê ya îsal rawestiyaye (2). Ji hejmara mezin ya semîner, hevpeyvîn, şev û rojên xwendinê ku ji niha de destpêkirine, mirov dikare bi hesanî nas bike ku bi amadekariyên mezin tirk beşdarî vê pêşangehê dibin. Mijarên wan jî ji rewşa wêjeya tirkî bigre hetanî rewşa muzîk û sînemaya tirkî, hetanî bi rewşa wergerê li cem wan û hetanî bi axavtinên li ser nivîskarên wan yên mirî mîna Ezîz Nesin û yên sax mîna Yeşar Kemal , wisa jî ji axavtina bi Orham Pamuk re bigre hetanî  bi pêşkêşkirina portreyê Ataturk mijar cuda û dirêj dibin. Di nav vê tofana semîner û axavtinan de mirov tenê carekê li navê çend nivîskarên kurd  rast tê, ku wê bi tirkî qala nivîskarekî xwe yê mirî bikin.

Beşdarbûna kurdan li gor agahiyên mirov dikare ji çavkaniyên pêşangehê bigre ev e. Herwisa di nav dora du sed weşanxaneyên Turkiyê de dibe ku weşanxaneyek yan du weşanxaneyên kurdan „ Lîs weke mînak “ hebin. Beşdarbûneke weha jî ji sedî sed dijî parola beşdarbûna Turkiyêye ku dibêje ( Turkiyê bi hemû rengên xwe beşdar dibe). Ez bi xwe ne dijî beşdarbûna weşanxaneyên kurdanim. Ev pêşangeha giring dikare bibe derfeteke baş ji bo weşanger û nivîskarên Kurdan jî, dikarin bi xwe û berhemên xwe beşadar bibin û hem xwe û hem jî berhemên wêjeya xwe ya nû li kêleka tirkan pêşkêş bikin. Lê tiştê xuya dike, ku riya çûk jî li ber weşanger û nivîskarên kurd û li ber zimanê wan nehatiye vekirin. Ev dîtina min xwe dispêre pirogramê pêşangehê. Wisa xuya dike ku nivîskarekî kurdînivîs bi tenê jî di nav wan 350 nivîskarên ku ji Turkiyê weke mêvan tên tuneye. Ji bilî Lal Laleş ku ew jî weke weşanger beşdar dibe.

Çend têbînî li ser mijara semînerê bi tenê yê nivîskarên kurd:

Nûçeya li ser vî semînerî bi elmanî wisa tê dîtin:(3)

Gespräch über Mehmet Uzun
Diskussion
Mehmet Uzun
und sein Werk stehen im Mittelpunkt der Diskussion der Frage »Soll Kurdisç als Literaturspraçe etabliert werden?«. Es diskutieren Seyhmuz Diken, Muşin Kizilkaya und Mahmut Abdülsametoglu.

Kurdiya wê ev e:

„Danûstendin li ser  Mehmet Uzun

danûstendin

Mehmet Uzun û berhemên wî dibin mijara navendî ya danûstendina li ser vê pirsê“ Gelo kurdî weke zimanekî wêjeyî dikare bê rûniştandin?“. Yên ku vê mijarê nîqaş bikin Seyhmus Diken, Muhsin Kizilkaya û Mahmut Abdülsametoglu.(4)“

Herwisa zimanê danûstendinê tirkî û elmanî ye.

Wisa xuyaye ku mijara semîner Mehmet Uzun e û ne wêjeya kurdî ye. Ji kerema xwe re hinekî bi min re di vê pirsa jorî de bifikirin. Zimanê kurdî di vê pirsê de çawa tê nirxandin?. Ez wisa tê digihêjim, zimanê kurdî zimanekî wisaye ku nebûye zimanê wêjeyê, lê dibe ku li ser destê rehmetiyê Mehmet Uzun bûbe zimanekî ku bi kêrî wêjeyê bê.

Mijara bi tenê ya ku wê tirkên me yên (baş) rê bidin kurdan ku, li Frankfurtê wê nîqaş bikin, ev e. Ez li vir naxwazim giringî û negiringî ya M.Uzun ji bo wêjeya kurdî nîqaş bikim. Ev nirxandin ji kesekî heta kesekî tê guhertin. Ji mafê her kesî ye, her nivîskarê ku ew bixwaze, mezin bibîne yan jî biçûk bibîne, lê pêşkêşkirina M.Uzun weke afirênerê zimanê kurdî yê wêjeyî, mirov yekser dajo ber deriyê dewleta tirk û mentelîteya wê ya ku me di destpêkê de qal kiribû. Mesela ji tevdî girantir ew e ku ev mijar ne di nav dehên mijaran de, wê li ser wêjeya kurdî bê nîqaşkirin. Mesele ew e ku ev mijar bi tenêye, ya ku li seranserê çalakî û rojên pêşangehê û yên berî wê û yên piştî wê, ku bûye para wêjeya kurdî û zimanê wê yê birîndar û qedexekirî.

Hêjayî gotinêye ku nûçeya li ser vî semînerî di hinek çavkaniyên din yên pêşangehê de, bi awayekî din e, lê naverok her ew e.(5)

Çend roj man e ji vebûna deriyên pêşangeha Frankfurtê re, lê heta niha hemû  nîşanên ku hene didin xuyakirin ku, ne Turkiyê, lê Tirk bi rengê xwe yê herdem tên Frankfurtê. Weke ku li Turkiyê cih ji bo ziman û wêjeya kurdî  nayê dîtin, wisa wê li Frankfurtê jî ew cih neyê dîtin.

Ez hêvî dikim ku rojên pêşangehê vê nirxandina min şaş derxînin.