copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

T(R)T û T(N)T

Helîm Yûsiv/nefel.com
4.1.2009

 Dewleta Tirk bi destekî TNT bi ser serê zarokên kurdan de (diweşîne) û bi destê din jî di TRT ya xwe de bi kurdî bernameyan (diweşîne). Destpêkê, ez dixwazim çend xalên hevbeş, herwisa çend cudayiyên di navbera TRT û TNT de rêz bikim:

— Weke form, cudayî tenê yek tîp e. Li wir R ye û li vir N ye.

— Cihê bikaranînê ezman e, TNT di rêya operasyonên leşkerî re yên ko li hewayê têne lidarxistin, tê bikaranîn. Wisa jî TRTa satelît ji ezmanan weşana xwe ya dijî qanûnên dewleta ko çêkiriye, dike.

— TNT ji mecbûrî û ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê ye, tê reşandin. TRT jî ji mecbûrî û ji bo rê li ber terora kurdan bê girtin û xelk ji derdora wan vekişin bi kurdî tê weşandin.

— Bikaranîna TNT û hemû çekên qedexe bêyî ko qanûnek wê misoger bike têne bikaranîn, TRTa bi kurdî jî wisa bêyî ko kurdî bê naskirin û bêyî ko kurd bi xwe jî di qanûna bingehîn de bêne naskirin dest bi weşana xwe ya bi kurdî kiriye.

— Zêdeyî heştê û şeş sala ye ko zimanê kurdî dikujin, talan dikin, dişewitînin, bê rûmet dikin, boçik û teriyan jê re çêdikin, bi TNT hiş û mejiyê wî ji hev belawela dikin, îro jî, bê lêborîn, bê qanûn, bê destûr ew zimanê birîndar î ko ji ber derbên wan î kujer filitiye di TRTa xwe de bikartînin.

— Yên ko TNT bi kar tînin general in, bêyî erêkirina wan generalan ne mumkin bû TRT bi kurdî weşanê bike.

— TNT çekeke kevin e û herdem dijî serxwebûnxwaz û azadîxwazên kurd hatiye bikaranîn. Zimanê kurdî di TRT de çekeke nû ye ko dixwazin li berxwedêrên kurd biceribînin.
......

Ji bo ez dirêj nekim, ez ê li vir vê beramberiyê rawestînim û çend gotinên xwe yên dawiyê bibêjim.

Her ko hevokeke bi kurdî di televizyonekê de bê gotin, her ko straneke kurdî bê guhê min, her ko peyveke kurdî li ser ekranekê bê dîtin gul û kulîlk di canê min de şîn dibin û kêfa min tê.

Lê ez ji televizyoneke bi vî rengî bi guman im.

Eger kurd di qanûna bingehîn ya Turkiyê de weke milet bêne nas kirin. Eger zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li dibistanan bi kurdî perwerde bê kirin. Eger mafê weşana bi kurdî bi qanûnên nû bê misoger kirin, wê gavê dîtin û nirxandinên mirov jî dê bi awayekî din bin.
..........................................................................................................................
Ev nivîs bersiva pirseke nivîskar Enwer Karahan e.