copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Romana Helîm Yûsiv ya nû

 Gava ku masî tî dibin- romanek e nû

Masî, navê kesê serek e yê romana nû ya Helîm Yûsiv e. Masî bi xwendina pirtûkên olî re çavên xwe li dinyayê vedike. Pişt re berê xwe dide xwendina pirtûkên siyasî û yên ramyarî. Ji biçûkaniya xwe de sêwî ye, diya wî jî bi nexweşiyek e giran dimre û bi tenê bi kûçikê xwe yê reş Bozo re dimîne. Masî dikeve nav tevliheviya siyasetê de, lê naskirina û evîna Berfîna ku ji aliyê din ê sînor hatiye Binxetê berê qedera wî dide serê çiyê û li wir dibe gerîlla.
Tevnê romanê pirreng e û ji honandina tayên gelek çîrokan pêk tê. Wisa jî bi sedên pirsan di pêvajoya pevgirêdana bûyerên romanê de, li bersivên xwe digerin:
-           Evîna ku Masî li ber pêlên wê diçe û li serê çiyayan dibe masiyekî tî, çawa bi encam dibe?
Malbata Masî, wek e piraniya malbatên li her du aliyên sînor, perçebûyî ye. Du apên wî li Serxetê bi cih bûn e. Masî û pismamekî xwe li kêleka hev şer bi leşkeran re dikin, lê hevdu nas nakin.
-           Kengî û çawa wê Masî malbata xwe ya aliyê dinî sînor nas bike û çawa ?
Li kêleka deriyê hesinî yê mala Masî, pirtûka wî, nivişta bin çengê wî, pênûsa wî û naylon û şûtika wî,….. kûçik û marek jî çavdêriyên xwe yên pê re dibêjin.
-           Gelo mar û kûçik çi ji Masî dixwestin?
Generalê pîr ê ku birêveberiya şerekî dijwar dike, dixwaze çiyayan ji binî de hilweşîne û kevirên wan yeko yeko bixwe. Şer roj bi roj dijwartir dibe, wisa jî birçîbûn, serma, xiyanet û birîndarî. Ji hêla din de jî tîbûnek e xedar  xwe berdide nava Masî û hevalên wî û dinya li wan teng dibe.
- Gava ku dinya dibe goleke miçiqî, çi bi serê Masî û hevalên wî tê gelo?
Bersivên van pirsan û gelek pirsên din, di romana „ Gava ku masî tî dibin „ de, têne dîtin.

Roman ji hêla weşanxaneya „ Lîs“ê ve , li Amedê, hatiye weşandin.
…………………………………………………………………………………………………
 Gava ku masî tî dibin

Masî, xortekî binxetî ye ku mîna şaxekî şikestî ji dara malbata xwe tê xistin û bi kûçikê xwe re dijî. Marê li malê jî çavdêriya wî dike. Awireke dijwar ji keçikeke serxetî ku bi mêvandarî tê binxetê, jiyana wî serobinoyî hev dike. Ev evîna ku sînor wê perçe dike qedera Masî bi temamî dizîvirîne aliyekî din. Name ya keçikê ji çiyayê Gabarê jê re tê, ew jî dide pey şopa evîna xwe û  bi masiyên din re dikeve nav behra şerekî giran de. Şer bi salan dirêj dike, qurbanî jî rojane têne dan. Serme bi rihê Masî nikare, lê dixwaze zora beden û laşê wî bibe û lingên wî bixwe. Ji hêla din de, birêveberê şer, generalê masîxwir, hem li pey xwarina Masî û hevalên wî ye, hem jî hewil dide ku wan çiyayan kevir bi kevir bixwe û ji holê rake.
Li şûna ku Masî li çiyê li yara xwe rast bê, li tîbûnekê rast tê. Di wê navê re bûyer tevlihev dibin, qederên kesên romanê li hevdu dizîvirin. Evîn kûrtir, şer girantir dibe, wisa jî şikestin û hêvî tên hemberî hev.
Di romanê de mar û evîn cêwî ne. Mar li benda vegera Masî pîr dibe, kûçik hêviya xwe winda dike û  derbider dibe. Şahidên ku jînanîgariya wî dişopînin nivişt e, şûtik e, pirtûk e, kûçike, mar e, pênûs e û deriyê hesinî yê mala wî ye. Ev tişt hemû çavdêriyên xwe dibêjin. Wisa jî her tiştek bi vebêjiya xwe stûneke avahiya romanê bilind dike, pê re jî qedera Masî yê birîndar ber bi mij û dûmanê de diçe.
Roman xirecira sîh salî ya welatê kurdan li her du aliyên sînor li ber çavan radixîne. Herwisa darên xewn û hêviyên şikestî yên nifşekî di riya tîbûna masiyên romanê re, têne avdan.
Ev roman pirtûka Helîm Yûsiv ya heftan e, piştî Sobarto û tirsa bê diran, ev romana nivîskêr ya sêyem e.
………………………………………………………………………………………………

Gava ku masî tî dibin

Ji weşanên „ Lîs“ li Amedê romana Helîm Yûsiv ya nû bi navê „ Gava ku masî tî dibin „ hate weşandin.
Di vê romanê de tişt li ser mirovan diaxivin:
Vebêjerên romanê bi giranî tişt in. Tiştên mîna deriyê hesinî, pirtûka ku nehate xwendin, nivişta ku di bin çengê kesê sereke yê romanê de, şûtik, naylon….û pênûsa ku êşên xwediyê xwe dinîvisîne. Li kêleka tiştan mar qala evînê dike û hevalê Masî – kesê sereke yê romanê- kûçikê bi navê Bozo,  beşdarî vegotinê dibe. Ev hemû bi hev re dibin hevparên ristina tevnê vê romana ku mirov tê de bê deng in, lê tiştên li derdora mirovan çîrokên wan dibêjin û qala xweşî û êşên wan dikin.
Vebêjer didin pey şopa Masî yê evîndar. Evîna Masî wî dişîne serê çiyayên Kurdistanê, tev li refên şervanên kurd dibe. Li wir birçîbûn, serma, xiyanet, qefalî, tirs û qehremanî tên cem hev û rûyê din yê jiyanê nîşanî Masî didin.Herwisa dibe dîlê tîbûneke ecêb ku qurmê zimanê wî digre û heta hetayê nema wî  rehet dihêle.
Roman bi giştî qala sîh salên dawiyê ji birîndarî, qiriktalî, şer, pevçûn, şahî, evîn, feqîrtî, tenêtî û têkiliyên aloz yên di navbera Serxet û Binxetê de, dike.
Piştî Sobarto, tirsa bê diran, gava ku Masî tî dibin romana nivîskar ya sisiyaye.
…………………………………………………………………………………

Gava Ku Masî Tî Dibin – Helîm Yûsiv

Romana Helîm Yûsiv a nû, Gava Ku Masî Tî Dibin ji Weşanxaneya Lîsê derçû.

Romana çîroknûs û romamnûsê navdar Helîm Yûsiv, Gava Ku Masî Tî Dibin, di Îlona 2008’an de gihişt ber destên xwendevanên Kurdî.

Helîm Yûsiv, di vê romana xwe de, şêwaz û vegotina xwe ya xweserî xwe didomîne û wê tevna vegotina romana xwe li ser şer û pevçûna van bîst salên dawiyê ava kiriye.

Di Gava Masî Tî Dibinê de, ligel vegotineke berayîn, atmosfereke surreal hatiye avakirin û çîroka rasteqîniya ku di şert û şirûtên xweserî xwe de pêk tê û rû dide, bi awir û nêrîneke cuda tê zimên: Belê, Helîm Yûsiv, di vê romanê de, ligel ku xwe ji nivîsandina romaneke berayîn nedaye alî jî, piçekî jî bala xwe daye rasteqîniya heyî û rasteqînî bi awayekî dîtir aniye zimên.

Xwendevanên romana Kurdî ya nûjen bi derçûna her romaneke Kurdî ya nûjen re deriyên nû û fireh ji jiyana xwe re vedikin, ku ev romana Helîm Yûsiv jî, rasterast vê yekê dike.

………………………………………………………………………………………

Helîm Yûsiv GAVA KU MASÎ TÎ DIBIN ROMAN 239 Rûpel ISBN: 978-975-6179-62-8 

LÎS BASIN-YAYIN PAZARLAMA ORGANİZASYON REHBERLİK ve DANIŞMANLIK  Kooperatif Mah. Sanat Sokağı Dicle Apt. No: 2 Yenişehir / Diyarbakır Tel-Fax: +90 412 228 97 76 e-mail: wesanenlis@yahoo.com www.wesanenlis.com, www.lisyayinlari.com
Helîm Yûsiv • Di sala 1967’ an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê (Sûrî) ji dayik bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji  sala 2000’ î de ye li Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên Erebî û Kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin.    Berhemên wî yên çapkirî ev in: Mêrê Avis (Çîrok), bi Erebî, Şam 1991 Mêrê Avis, Avesta, bi Kurdî, Stenbol 1997  Jinên Qatên Bilind (Çîrok), bi Erebî, Beyrût 1995  Jinên Qatên Bilind, Avesta, bi Kurdî, Stenbol 1998 Mirî Ranazin (Çîrok), Avesta, bi Kurdî, Stenbol 1996   Ölüler Uyumaz, wergera bi Tirkî: Rahmi Batur, Avesta, Stenbol 1998 Sobarto (Roman), Avesta, bi Kurdî, Stenbol 1999   Sobarto, bi Erebî, Beyrût 1999  Sobarto, Hewlêr 2004  Memê Bê Zîn (Çîrok), Avesta, bi Kurdî, Stenbol 2003 Tirsa Bê Diran (Roman), Avesta, bi Kurdî, Stenbol 2006 Dişsiz Korku, wergera bi Tirkî: Rahmi Batur, Evrensel Basım, Stenbol 2008