Çîroka 40 salî ya Helîm Yûsiv 07. 12. 2007
Dema diya wî ew anî dinê û yekem car girt hembêza xwe, piştî maçeke biçûk li serê wî yê bi laçikek hatiye pêçan maçî kir, ev gotin ji devê wê xwe avêtin der: "Xwedê bi te re be kurê min." Wê gavê wî bi van gotinan nizanî, lê dema Muxeberatê ew girt, dê giraniya van gotinan hîs bikira. Ne wî, ne jî diya wî pê dizanî çima, lê herî zêde ji wî kurê xwe hez dikir. Di wê zarokatiya xwe de kurikek çalak bû, lê ev çalakiya wî li dibistanê rastî dijwariyeke mezin hat. Li mala xwe bi kurdî xeber dida, li derve jî bêşik û bi hevalên xwe re jî. Lîstikên wî bi kurdî bûn, jixwe ne hewce em bibêjin bi kurdî çêr dikir. Çêrên ku li Amûdê navdar in kî êdî pê nizane. Welhasil. Dema çû dibistanê roja yekem rastî zimanekî din hat. Ecêb ma. Ew jî şaş bûbû. Dê çawa bikira? Ji ber vê yekê xwest ji nav wan dîwaran bireve. Jixwe di rojên pêş ên jiyana xwe de jî, di dema birçavkirina ji aliyê Muxaberatê de jî, dema ji Amûdê derket û 'Çû ew bajarên sar' jî dê ji nav van çar dîwaran aciz ba. Lê mecbûr bû biçe nav van çar dîwaran, ji ber ku ‘îlm’ li wir bû. Rojek, du roj, çend rojên din... Na, nayê kişandin. Her ku bi kurdî xeber dida bi hevalên xwe re zarokên ku mamoste ‘ew kirine sîxûr’ giliyê wî dikirin û wî ji mamoste derban dixwar, bi ser de jî ji ber kurdiya xwe divê cezaya pereyan jî bida, jixwe ev derdê ser derdan bû. Li rêyeke geriya, rêyeke ku bikaribe pê ne derban bixwe ji mamoste, ne jî cezayê bide. Tê gotin ku tam di wê demê de mejiyê wî fireh bûye, dinyaya wî ya xelayan berfireh bûye loma heta niha kariya van pirtûkan binivîse, lê ev ne mijara me ye. Em vegerin ser fikirîna wî. Pêşî ev hate bîra wî: "Zarok ji çi hez dikin?" Bersiv jî wî bi xwe dît. Di vir de îdîayeke din heye ku dibêjin; "Na kesek din ev hînê wî kiriye, a rast ew ne jîr e, her tiştî ji hinên din hîn bûye" lê em ne guh didin van îdîayan, ne jî em pê bawer in. Belê me çi digot, meseleya hezkirina zarokan. Ji nişke ve ket bîra wî; "Zarok ji şekir hez dikin." Çima nebe. Çû ji bavê xwe pereyeke biçûk xwest. Bavê wî hêrs nebû lê got; "Min hê vê sibê da te!", dîsa jî dest avêt bêrika yêlekê xwe ya biçûk û jê pereyeke hesinî derxist da dest, lê bav bi xwe jî nedît çawa beziya, çawa ji ber çavan winda bû. Bila. Ev jî ne pirsgirêk e, tiştê muhîm ew e ku pere hatiye girtin, dê ceribandina di serê wî de pêk bê û encamê jî emê bi hev re bibînin. Dema bi helke helkê gihîşt dikanê Xalê Miho yê nîv tarî û bela wela êdî nefesçiko bûbû. Xalê Miho bi nîvqîrînê, "Çibû lo, ho ez ji te re dibêjim! Tu çi wisa nefesçiko bûyî?" Tevî xirînî, hatin û çûyîna nefesgirtinê, digel lêdana dil a bi xurtî nîv peyv ji devê wî derket: "Şekir!" - Temam ez şekir bidim ka hela bise, hike bêhna xwe bide. Tu dibêjî qey Muxaberat li dû te ye lo! Dema şekir ji dikana Xalê Miho girt berê xwe da ‘zarokê ajan’ ku êdî hûn jî pê dizanin ev çi di nav vê nivîsê de dike. Şekir da ‘zarokê ajan’. Kêfa zarok hat. Roja din dema diçû dibistanê xwest ka hîn bibe tesîra şekir çi ye bi hevalên xwe re bi kurdî xeber da, ‘zarokê ajan’ deng nekir. Roja din dîsa şekir dayê, rojadin û rojeke din jî... Êdî her roj ji bavê xwe pere dixwest 'ji bo ku ji xwe re tiştek bikire'. Lê tu demê ne bavê wî fêm kir ku ew pere ji bo şekirê bide ‘zarokê ajan’ ku giliyê wî neke û ji mamoste derban nexwe digire, ne jî wî hêz di xwe de dît ku ji bavê xwe re qala meseleyê bike. Û roja ku pereyên hûr li cem bavê wî nîn bûn û pere nedidanê wê rojê ji mamoste derb dixwar, roja ku pere ji bavê xwe digirt, ew roj cejn bû, li ber û li hundirê wan çar dîwarên ku êdî hûn jî pê dizanin ew ji wan hez nake bi kurdî xeber dida.
Bêşik zeman tenê bi van tiştan derbas nedibû. Rojên ku wan nîşane li lembeyê kuçeyan digirtin û ew wekî hebên baranê dianîn xwarê qet ji bîra wî neçûn. Şikênandina lembeyan bûbû lîstika wan; kî zêde bişikênanda serleşker ew bû, bêyî bizanibin ew lembe bi kêrî wan jî tên. Lê tiştê muhîm, zewqa di vir de ew bû ku lembe ji aliyê serdestan ve hatibûn çêkirin û ew bindest bûn, wê çaxê bi kêrî wan jî bê dê ew bişikinanda. Me tenê ev? Na. Tiştinên din jî hebûn. Hînê henekan bûbû, rêyeke dîtibû. Rê ev bû: Berî ku nivîsê li ser dîwêr binivîse ji yê berê xwe dipirsî: - Tu êdî dikarî nivîsê bixwînî ne? - Belê. - Wê çaxê ezê nivîseke li ser dîwêr binivîsim, tu bixwîne, ka du dikarî yan na... - Bila. Û dinivîsand bi wan destên xwe yên biçûcik; "Ez ker im" - De bixwîne. - Eee,zzz Ez. Kkk,err imm." Û kenê dest pê dikir… Êdî lîstika wî ew bû û li yên ku bi wan nedaye xwendin digeriyan. Piştî ku hemû zarokan xwend, vê carê ew tevî hinên din, wekî çeteyan hatin cem hev û bi tîpên mezin li ser dîwaran, li cihên bilind bi tîpên mezin nivîsîn. Wê çaxê êdî mezinan jî biçûkan jî nivîsa "Ez ker im" xwendibû bê hemdê xwe û li wî bajarî her kes "bûbû ker."
Wî bi van yekan gav avêtibû nav temenê ciwaniyê. Di dema ku diya wî ji bo kurê xwe êdî bi çavê xwestiyê li keçikan dinêrî, ew hê evîndar nebûbû. Ger bûbe jî ji me re qet qal nekir. Em jî li ser nesekinîn. Wekî hûn dizanin di vî warî de em li dû gotina pêşiyên xwe diçin, "Dil sifre ye li ber her kesî nayê vekirin" û em vê xalê derbas dibin. Ne em ne ew dizane çima, digel ku ew qas ji ber kurdî derb xwar jî, piştî şekir da ajanan ji derban filitî jî wî bi erebî pirtûkek nivîsî. Sal 1991 bû. Ji bo "Mêrê Avis" ê ku hê nebûbû "Mêrê Avis" lê hê "El recul El hamil" bû çap bike berê xwe da Şamê. Divê ji Wezareta Çandê destûr bigirta. "El recul El hamil" di dest de, li derî da û ket hundir. Zilamê qelw ê zikmezin ku pêşwazî li wî kir, piştî ku bi têra xwe bi navê pirtûkê keniya, ji nişke ve zikê wî hate bîra wî, wekî ku gotina navê "El recul El hamil" (Mêrê Avis) ji bo wî hatibe gotin hat ser hemdê xwe, mirûz tirş bû û got: "Ger di destê min de be ez destûrê ji bo çapkirina vê nadim", ji xwe yên din jî dê cawa destûr bidana ev jî meseleye dirêj e. Serê wî di ber de ji avahiya Wezaneta Çandê vegeriya. Piştî ku ji Yekîtîya Nivîskarên Ereb alîkarî xwest û destûra çapa "El recul El hamil" girt, lê vê carê hejmara çîrokên di pirtûkê de ji 15'an daket 14'an. Û dema "El recul El hamil" bû "Mêrê Avis" û li Stenbolê, dûre bi almanî li Almanyayê hat çapkirin wê çaxê hejmara çîrokan dîsa derket 15'an.
Paşê salê xwe li 1995'an qelibandibû û wî "Jinên Qatên Bilind" çap kiribû. Wê çaxê li Şamê yan li Helebê çapkirina pirtûkan zehmet bû, û niha jî. Li Lubnanê çap dikirin û bi dizî dianîn Helebê, Amûdê û bajarên din, yan jî li Şamê çap dikirin û li ser dinivîsandin "Çap: Qibris".
Dema li Helebê beşa hiqûqê dixwend, ji ber ku me qala navê hiqûqê kir em tiştek li ser nebêjin çênabe: Kurd her hiqûqê dixwînin. Ji bo wan hiqûqnasekî bi qasî serokomarekî xwedî raye ye. Encax ew dikare li hemberî serekleşkerekî serî hilde, ew dikare li hemberî dadger mafê wan biparêze, ew dikare serê wan zilamên reben bilind bike. Em pê nizanin diya wî jî ji ber vê yekê razî bû wî bişîne Helebê beşa hiqûqê yan ji ber tişteke din e, em derbasî "Jinên qatên bilind" dibin. Werin em di vir de vegotinê biguherînin û em raste rast ji devê wî bidin vê meseleyê: - "Di dawiya sala 1995'an de ez li Helebê xwendekarê hiqûqê bûm. Pirtûka min 'Jinên Qatên Bilind' derket, ji ber vê ez girtim bin lêpirsînê. Yekî ji wan j imin re got: - Pisporekî me yê wêjeyê pirtûka te nirxandin, kîteyên wê deşîfre kirine, te li ser jinên me nivîsandine. Mexseda ji Jinên Qatên Bilind jinên rayedarên dewletê ne. Ka bêje ji bilî van kîjan jin li qatên bilind in? Û dûre li berga pirtûk nêrîn, tabloyeke Salvador Dalî li ser bergê bû. Lê nêrîn, nirxandin dûre gotin: - Salvador Dalî jî kurd e? Min got: 'Na'. Gotin: “Wê çaxê ka navnîşana wî bide me.” Min got: 'Ew mir'. Wê çaxê hêrs bûn.”
Jixwe we fêm kiriye ger Salvador Dali jî kurd ba dê çi bihata serê wî!
Piştî van salan êdî çîroka me û wî digihîje hev. Hûn dizanin ji roja ku têl li nav taxên me hatin çikandin em ji hev dûr man. Dema wî derb dixwar û bi dayîna şekirek wê rojê ji derbas xelas dibû, me jî hêk ji mal didizîn û didan wan sîxuran. Em vê li aliyekê bihêlin em werin salên 1996'î. Wê çaxê wî nehişt 'Miriyên me razên'* û navê xwe bi wan miriyan re şand Stenbola navdar. Hê mirî ranezabûn, çîroka ji nav wan miriyan derket, bû lîstika şanoyê, bi navê "Komara Dînan/Şermola" hate pêşkêş kirin. Ji ber ku wî hiştibû ku miriyên me razên, em jî bi wan re ketibûn xewê, lê bi hatina 'dînên' wî re li ser textê şanoyê komar hate avakirin û em jî hay ji wî, ji dînên wî, ji miriyên wî bûn. Wê çaxê me deriyê xwe jêre vekirin. Lê di heman demê de em pê hesiyan ku ew birê me yê ku li wî aliyê têlan maye ye. Bi ser vê re salek derbas nebû vê carê wî 'Mêrên Avis'** şandin. Me hinan got ev çi ye ma mêr avis dibin, hinan, bi taybetî yên hinek ji vî karî fêm dikin gotin, "Belê, ma çima nebe?". Dûre ew "Sobarto"yê***dinivîse, lê li Sûrî nikare çap bike wekî her car. Li Lubnanê çap dike, ji bo bibe Helebê pere dide qaçaxçiyekê. Lê bi ser re dem derbas dibe, ne pirtûk digihîjin Helebê, ne jî qaçaxçî xuya dike… Ew bi xwe jî qaçax e û ew bi xwe jî nikare here Helebê. Ew li ser fikra, "Ez neçim jî bila pirtûkên min biçin" e lê ka? Dem derbas dibe, serhişkiya kurdan tê bîra wî, bi wê halê xwe berê xwe dide Şamê, qaçaxçiyê ku pere dayê dibîne, lê çi bike, hem malê qaçaxçî hatiye girtin û hem jî pirtûk... Û pirtûk şandine ber destê Hêzên Parastina Siyasî. Em ji vir û wêdetir dîsa serî li gotinên bidin wî: "Ez çûm cem berpirsek, piştî min qala meseleyê kir, wî got: - Pirtûka te romaneke, me dest daniye ser û li cem me ye. - Belê. - Destûrnameya ji bo çapkirinê heye? - Na. - Destûrnameya ji bo belavkirinê heye? - Na. - Û pirtûk li cem me ye, me gazî te nekiriye tu hatî, gelo ez şaş im? - Na, hema wisa. - Ger tu vegerî mala xwe dê ji bo te baş be. Newe ezê te jî bişînim cem pirtûkên te. Bêyî ku ew min bişînin cem romana min ez vegeriya mal. Min romana xwe ya dest danine ser, welatê ku dest danîne ser li dû xwe hişt û ez reviyam welatên sar. Li wê derê, bêyî kes bikeve pêşiya min, bêyî dest deyne ser hebek pirtûka min, min ‘Memê bê Zîn’ (2003), ‘Tirsa bê diran’ (2006) nivîsî. Lê digel van yekan van deran welateke sar e, wisa sar e digihîje heta hestiyê."
Niha li wî welatê sar ew ket sala xwe ya 40'î. Ew "gihîşt temenê pêxemberiyê" (Jan Dost), ew gihîşt temenê kemilînê. Belê ciwanî temenekî xweş e, ciwaniya berî bîstî ku hêdî hêdi çav li keçikan dikeve, mirov li ber tîna wan xwe germ dike, hêdî hêdî di van salan de di nav wê tînê de dişewite, piştî sihî kêfê jê digire, lê bi 40'î re dikemile… Ew niha kemiliye, jixwe hemû serek û serok piştî 40'î, hemû nivîskar û navdar piştî 40'î bi nav û deng dibin. Em niha ji hev dûr in, em nikarin jêre '40 mûmî' pêxin ku ew bi carekê de pif bike wan û bibêje, 'binêrin ez hê ciwan im, min di carekê de tefandın' lê em dikarin ji vir de gotina diya wî; "Xwedê bi te re be" jêre bişînin û vê jî lê zêde bikin: Bi hêviya ku tuyê hê gelek 40 salên din bibînin. Rojbûna te pîroz be nivîskarê 'mêrên avis', bavê 'dînên Amûdê', xwediyê 'jinên qatên bilind', nivîskarê 'tirsa bê diran'.
Helîm Yûsiv: 40 mûm 07. 12. 2007
Sala 1992’an, ez li Helebê li qehwexaneya Elqesr rûniştibûm. Baş nayê bîra min, ez nizanim soz bû yan tesaduf bû ez li wir pêrgî Helîm Yûsiv bûm û ji bo cara yekê me hev dît û qehweyek ligel hev vexwar. Kitêba wî El recul El hamil (Mêrê Avis) bûbû salek bi erebî derketibû.
Min ew kitêb xwendibû û jê hezkiribû. Wî jî kitêba min a yekem ku bi erebî derketibû xwendibû. Mirovekî rehet, biaqil, nerm û delal xuya dikir. Ew qet nedişibiya çîrokên xwe. Ew çîrokên ku xirecirek ecêb çêkirin hem li kolanên Amûdê di nava xelkê de hem jî li cem nifşên nû ji nivîskaran û rexnegiran jî.
Ji wê rojê de me hev nas kir û em bûne du heval. Me her duyan jî piraniya dema xwe li Helebê diborand mîna ku Kobanî û Amûdê têra me û xewn û xeyalên me nedikirin. Li qehweyan, li şevbuhêrkên wêjeyî û li ber deriyên xaniyên keçikên zanîngeha Helebê me hev didît! Me di xewnên kesk yên nivîskaran de jî hev didît û di cenazeyên wan de jî hazir dibûn û me yek caran heta destê sibehê jî noşa evînên têkçûyî jî vedixwar.
Me ne di pesnê hev de ne jî li dijî hev nivîs nivîsandin. Me rexne li hev dikirin erê, me xweşî û nexweşiya tekstan ji hev re digot û me kul û derd û xewn û xeyalên nivîskariyê jî bi hev re parve dikirin. Ez pirî caran hêrs dibûm, wî ez radigirtim, min jî gelek caran dihişt ku ew hêrs bibe û gola aramiya wî diçelqand.
Helîmê ku min ew berî 15 salan nas kir niha dîsa cîranê min û hevalê min ê herî nêzîk e. Dîsa jî ku bîna min gelekî teng dibe, dibezim telefonê û ya dilê xwe ji wî re dibêjim û xemgîniya xwe di têlên telefonê re diherikînim odeya wî ya mîna qutîkekê teng lê ji cîhanekê jî firehtir û wî dikim hevparê xemên xwe yên ku dawiya wan nayê.
Ew nehatiye guherandin wekî ku sal lê nebûbin mêvan! Ew hîn jî ew kesê aram û nerm û bi tehmûl e, ew kesê bêdeng û xweragir ku hîç naşibihe nivîsên xwe ye, ew nivîskarê ku rêya xwe bi xwe diçirîne û ber bi armancên xwe ve diçe bêyî ku kelemek karibe gavên wî dereng bihêle yan jî dijwariyek wî ji rê vegerîne. Helîm Yûsiv vê heftiyê, di 7’ê meha 12’an de dibe çil salî. Çil mûmî dê vêxîne û vemirîne. Min jî xwest bi vê nivîsa xwe fesadiya wî bikim. Fesadiya çilsaliya wî bikim û kêfan lê xweş bikim û bibêjim: Birako tu jî hatî vî aliyê çem û ketî nava ariyê!
Hem jî min xwest pîroziya vê çilsaliya wî bikim û bibêjim: Helîm pîroz be, vaye tu gihiştî temenê pêxemberiyê, temenê ku hiş tê de distewe û vêdikeve û mejî dikemile. Temenê ku êdî dê çavên me û xwendevanan li berhemên te yên herî xweş bin. Temenê ku dibe pira ji agir û hesretan di navbera xortanî û kalbûnê de, di navbera xewnan û şikestinan de, di navbera hêvî û têkçûnan de û di navbera dilekî vêketî û mejiyekî westiyayî de!
Tu dê vê pirê derbas bikî û xwe bigihînî aliyê din, dê çavên te her li çil salên berê be û xwe bi xweziyan û hesretan bipêçî. Dê çavê te li pêşerojê be jî, li temenkî dirêj û xweş û serkeftî ku ez jî wî temenî ji bo te hêvî dikim. ________________________________________________________________________
Yekî çil salî û mîna navê xwe Helîm Arjen Arî
Ji ber zemanê bêhadan û bêrawestan, ku kêliyê xulek li dû xulekê dike bîstik, û bîstik hûrik hûrik berê demê didin ber bi pahnava meh û salan de; temenê bi zeman sînorkirî, mîna siyeke destê êvarî ji kendalan bişeqite, hew te dît ku li yek tûşê salek din jî di kêja katjimêrê werbûye û tu bûyî mirivokî navsere…
Min ji zû ve li deriyê “çilî” daye! Niha di pêlika temen ya pêncî û yekê de, li beriya zeman dinerim: Ji vê kêlîkê pê ve tiştekî din nabînim; vê kêliya ku niha ez û hûn tê de.
Şa’irê Diyarbekrî Cahît Sikti çendîn gotibe ‘E’mr sîhûpênc, nivê rê dike’ jî; li Rojhilata Nawerast “çil” nîşana “pêxemberiyê” ye.
Pêxemberî li hêlekê, di nava civakên pêşketî û paşdemayî de jî, çil; stewîn e, kamilî ye. Niha dostekî min çil salî ye: Helîm Yûsiv.
Berî ku vî ciwanmêr û xweşmêrî bi bejn û bal nas bikim min ew bi rêya çîrokan nas kir: Bi qasî ku bi ser tahm û çêjeke nû vebibûm, her çîrokê dikir ku hesteke dexsok, dexseke dilbijok raperike laşê helbestkariya min: Her çîrokê di nava mubalexeyeke siruştî de serê min li hêtê rastiya civakî dida. Gelek caran di erda çîrokê de pêyên min li kêstekên der-rastiye hirditepilîn, lê hevoka bi dû de bi destê min digirt, nedihişt bi dev û rû biçim erdê. Wekî Xwedê; piştî ku min çîrokên Helîm Yûsiv xwendin, min ev ji xwe re got: Ji îro û bi şûn de divê çîroknûsên kurd hay ji xwe hebin. Jixwe piştî ku derket derveyî welêt, bi rêya telefonê ez beşdarî bernameya ku Helîm mêvan bû, bûm. Sal nayê bîra min, lê min ev gotibû: Ne ji sînorê ku aliyek kiriye Serxet, aliyê din kiriye Binxet bûya, ez û Helîm cîran bûn. Min bi kêfxweşî çîrokên Helim xwendin. Dikarim vêya bibêjim; Ji îro û bi şûn de çîroknûsên kurd divê hay ji xwe hebin. Baweriya ew e; nivîskarek, helbestkarek bi afirîneriya xwe ya ji ya heyî cuda, dişê helbestkarekî/nivîskarekî hemdemê xwe bajo ber bi helbestkariyek/nivîskariyeke bi rêkûpêk de. Li tevî çend navin din Helîm bi çîrokên xwe dilê min bêhtir bijand çîrokê. Û kir ku vê bibêjim ji xwe re: Mana çîrokek te jî heye! Helîm can, ez pêncî û yek salî me. Çil saliya te li te, li xwendevan te, li ziman û nivîskariya kurdî/kurmancî pîroz be dibêjim, û temenekî dirêj, jiyaneke bextewar û têrberhem hêvî dikim ji bo te…
Bi hêviya du sê çil salan…
07/12/2007/Nisêbîn
Xwezî me bikaribûya 40 saliya te bi 40 çalakî pîroz bikira!
Roja 7’ê mehê, danê nîvro, di Diyarnameyê de nivîsa kek Jan Dost a bi sernavê “40 mûm” ku tê de qala 40 saliya rojbûna Helîm Yûsiv dihat kirin...
Eynî rojê di rojnameyek tirkî de nûçeyek bi sernavê BO SALA ÇILÎ ÇALAKIYA ÇILÎ ku tê de qala çalakiya çilî ya ji bo çilsaliya wêjevaniya Selîm Îlerî, dihat kirin...
Wekî ku em bi saya kekê Jan hîn bûn roja 07/12/2007, rojbûna Helîm Yûsiv bû. Wêjevanê hêja Helîm Yûsiv kete sala xwe ya çilî. Nizanim, belkî jî heke ku nivîsa Jan Dost nebûya dê haya me kesî pê çênebûya. Û me yê hema jê re peyamek pîrozbahiyê jî bi rê nekira... Lê diviya me 40 salîbûna wî bi çil çalakiyên cur bi cur pîroz bikira. Bi saya 40 salîbûna wî me berhemên wî bida nasandin, bida nîqaşkirin û bikira rojeva hezkiriyên wêjeyê... Lê nebû. Çimkî Helîm Yûsiv kurd bû. Bi rastî jî dema ku min nivîsa Jan Dost xwend ez bi van hestan ve rû bi rû mam... Û bêhna min teng bû...
Bi vê bêhntengiyê ez di rûpelên rojnameyê de rastî nûçeya BO SALA ÇILÎ ÇALAKIYA ÇILÎ hatim. Wekî ku ji sernav tê fêmkirin sala çilî ya wejeyî ya Selîm Îlerî bi çil çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Çalakiyek jî dê li Zanîngeha Bogaziçiyê bê lidarxistin, roja 10’ê mehê. Çalakiya bi navê ‘Di 40 Saliya Hunera Wî de Selîm Îlerî’ ji hêla Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngehê ve tê lidarxistin. Li gel vê 40 bernameyên din ên têkildarî hunera Selîm Îlerî li mekan û cihên cur bi cur...
Vê nûçeyê bêhtir bêhna min teng kir. Heke ku Selîm Îlerî ji gola wêjeya tirkî dilopek be; Helîm Yûsiv çemekî gur ê gola wêjeya kurdî ye. Belkî jî danberhevkirineke wiha ne rast be, lê carinan bêyî ku di destê mirov de be mirov difikire û dide ber hev... Belê, “ger dê hebûya me jî xwedanek”, zanîngehek, enstîtuyek, sazî û dezgeyek; bizanibûya qîmeta ziman û wêjeyê, bizanibûya qimeta nivîs û nivîskaran, hingê me yê jî “elema kelamê mewzûn, alî bikira li banê gerdûn”.... û me yê çil carî xweş bikiribûya dilê Helîm Yûsiv, û me yê bi çil û çar çalakî-şahî çêbikira û bigota baş e tu heyî Helîm Yûsiv, çil û çar hezar carî pîroz be rojbûyîna te... Em “çi b’kim ku qewî kesad e bazar Nîn in ji qûmaşî re xerîdar” ......
***
Bi hêviya ku em çilsaliya wî ya nivîskariyê bi çil çalakî pîroz bikin, Em bibêjin rojbûna te pîroz be! Baş e ku tu heyî, nexwe dê kavil bibûya komara dînan, Û Mem her û her dê bê Zîn bimaya... Baş e ku tu heyî kek Helîm.
|