Roman û hembêzkirina dîrokî
Rewşa hiner û hunerê di romana
Helîm Yûsif de: (Tirsa bê diran)
Brahîm Mehmûd
Di pirtûka xweyî hêja de:( şeş seyran di daristana romanê de), rexnevan û
romannivîsê îtalî Umberto Eco, romanê dibîne weke daristanekê, daristan cihê
tirs û sawê ye, lê cihê nependî û xweşî û seyrê ye jî, xaçîrok û derbasî
têde hene, reşayî û ronahî jî tê de peyda dibin, tu kes nikare xwe dûrî wê
bike, her yek pê tête girêdan bi şêweyekî teybetî, dema xwendevan be.
Romannivîs astene, her yek li gorî nêrîn û çand û nîgaşeya xwe roman:
Daristan ê li dardixîne, xwendevan jî li gorî zîrikiya xwe dikare derbasî
daristanê bibe, têde û pê re bijî, bi xwe bide û bistîne, û bigere, her yek
yê din dide nasîn û xwe jî hemberî wî bi asteyekê diyar dike, hiner û hunerê
herduan didine berhev.
Çîroknivîs û romannvîsê kurd Helîm Yûsif, Sobarta xwe fireh dike, romana xwe
ya yekem( Sobarto), ya berî heşt salan weşandiye, bi şêweyekî din dihûne,
lê di demeke nuh de, û bi kurteyî li ser bûyera Avdara 2004 de, û bêgûman ev
hinerek toreyî, ya yekem e di vê hêla hewladana huneriyê ya romanê de, dema
ku romaneke bi navê ( Tirsa bê diran- Weşanxana Avesta, Stanbol, 2006 de),
xwe dide ber vê bûyere, berî ku cihê pirs û lêpirsînê be.
Ya pêwîst ew e: Helîm , çilo û çawaa dîrok û roman dane berhev? Ta kîjan
redeyê, bi dîrokê re maye, û ta kîjan radeyê bi romanê re çûye? Bi rengekî
din: Ta kîjan redeyê dîrok û roman bi hev re rakirin û ragirtin û bi
rêkirine? Dema ku dîrok bi xwe jî romaneke, lê xwedî bûyere, kesên wê hene,
yek dikare li wan bigere, li wan bipirse, li ser wan rawiste, daku lept û
tevgera dîrokê diyar ke, û ku her yek dikare bi şêweyekî bi nav bike, û
roman bi xwe jî dîroke, lê yaseyekê wêyî wêjeyî heye bi afirandinekê xuyaye,
kesên wê yên derdora xwendevan ber biçav dikin, lê dimîne xwediyê romanê ew
romannivîs bi xwe, cihê lêpirsînê ye, ku çilo çawetiya huneriya wî
daristaneke çesipandiye.
Derbasî:
Helîm gelekî bi cih girêdaye, taku yek dikare bibêje ku ew î rola yekm
spartiye cih bi xwe,weke çi kesê ku welata wan bin deste, û kesên lê dijîn
berkenarin.Panava ( Tirsa bê diran), bê sînore! Yek wiha bi hesanî dikare
wiha bi kurteyî biaxive, lê cih jî cihin, newekhevî têde pirre, ew bûyerên
ku dibin, yên bi nav bûyî, û yên bi navdibin, û yên npendîne, di erênade ne,
aniha û pêşeroj jî, cih hevdû negirtiye, geh xwe bi nav dike li gorî bûyerên
ku dibin, û geh kesên tê de dijîn, diramin, wêneyên cih diguherin.
Ev cih, berî ku em xwe berdin nava daristana dîrok- Rromanî, an roman-
Dîrokî, daristanek bi reşayî diyare, li hev geryaye, di rêbaza sîkololî de,
û çandeyî, xwe daye.
Ma gelo dema ku hevokek wiha( Tirsa bê diran), li ber çav keve, nemaze di
riya xwendevanekî kurd re, wê çawa be? Bêgûman Helîm, weke deriyê romanê
vedike, û digire bi peyva ( Tirs)ê, wiha jî riyek hunerî di berre dişopîne,
ew e: Xwe bigre, ku tu ne tirse, tu tirsê nas nake, û taku nas bike jî,
derbasî roman- Daristaê be, û ta tu xwe bi xwe jî binasîne, xwe jê derxîne,
û bibêje bê te çi dîtiye, lê dîsa ne tu tenê ye.
Di vir de gelek xwendevan hene, weku gelek romannivîs jî hene, ji rexê
têkiliyên hunerî , ku ber bi romanê de diçin.
Rexê romannivîs , wiha deng derdixe:
Ev roman kî ye?
Ev çi xwestiye bibêje?
Ew î çi gotiye?
Gelo çi bi nav kiriye, û çi bê nav hiştiye?
Ma xwe çawa bi nav û cih kiriye?
Ew çi têkiliyên wî , bi cih û kesên romanê ve hene?
Rexê xwendevan:
Ew kî ye yê dixwîne?
Li kû de rawistiye û berê xwe daye romanê?
Çilo bûyerên romanê dişopîne?
Xwe çawa dibîne, hemberî têkilî û pêşfirehî û hûrbûna romanê?..
Sedema roman ê ya dîrokî:
Bêgûman ev roman wiha ne dihate nivîsîn, û ne bi nav dibe, ku ne ji bûyera
avdara 2004 de, lewra yek çiqasî bide xwe ku xwe dûrî dîroka avadarê û
bûyerên pê bi nav bûyîne, wê giring be, nemaza ew dîrok hîna bi gelek
şêweyan berdewame.
Ya herî giring û hêja ku di divayetiya dîrok û romanê bi hev re, tête
navnîşan kirin ew e: Ew kî ye ew xwendevanê romanê, çavbîn û beşdar û
hevparî bûyerê bû ye, an dûrî wê ye? Romannivîs, weke dixuyaye, xwe bi gelek
hewldan, bêjeyan bi romana xwe re dabeşkiriye: Bêjeyetiya bipêşveçûyî, di
gelek beşên romanê de heye, ew bi xwe romanbêjeye, bi navê wî buyer xwe ava
dike, derbarî daxuazeke toreyî dibe, hem ji rexê dîrokê , û hem jî ji rexê
romanê bi xwe, bêyî ku ji hev cuda bibin, ta ku yek dikare bibiêje di cihnan
de: Ev romaneke tomarkirîniye,dokîmaniye.
Bêjeyetiya navrokeyî, ku radihêje piraniyê romanê, di riya kesên ku dilivin
di nîgaşeya romannivîs bi xwe de.
Bêjeyetiya di berre ku çîrok û dîrokên di nav de, romanê bi huner dikin, bi
rêbazeke balkêş, dema ku diyare, wê çawa buyer ji xwe mezintir be, ne bi
dîrokê tene girêdaye.
Romannivîs gelekî xwe bi nav dike, di romaneke wiha de , seyre, matmayî,
mendehûşî, alozî, alavên pêwîstin di seqa wê de, weku ew bi xwe jî dibêje,
bê çawa berê xwe dide xwendevan ku wî bi riya romana( daristana) xwe bike, û
xwe dûr bike, lê dimîne pêre, çimkî ew î wiha xwestiye, ku roman bi
hewladana wî, di bin sîka gelek helwestên wî berz bibe. Ev jî mêtodike di
huneriye romanê de.
Roman xwe bi rexekî, bi cihekî nade nasîn, ew cih di bin lingên kesên wê ne
hevdû girtiye, ne ji rexekî demê binas dibe, ew weke tête xuyayî dijî dem û
cihê bi wateya Kevin, û pirs li vir xakeke tî û tariye bi hinera dîrokê û
hêza huneriya wêjeyê di romanê de hino hino bi av û ronahiya afrandina
nivîskar fireh dibe, geh di cih de xwe dihêle, geh xwe bi paş ve û ev jî
gelekî diyare, çimkî roman deman dide berhev, taku cih( Kurdistan bi xwe),
bête nasîn.
Romana ( Tirsa bê diran) , xwe dibîne di beşê nûjeniyê de, cih jî hunkûfî
wiha ye.
Di navbera tirs û tirsê de, roman bi nav dibe, ne wiha tenê jî, cihê ku (
belengazên) , pê bi nav bûne( herêma kurdistanê, bi nave, û parçe parçe
bûye), cihên din jî xistine bin bandora tirsa bê diran, ta Ewrupa yê bi xwe
jî, û wekî din dibe, ku Ewrupa cihê gelek kurdên me lê dijîn, sedema vî cihê
ku bin bar û gunehkarê tirsê bûye.Ma tirsa bê diran ne weke lêmijtoke ye, ku
her tiştî bê deng ,dixe hundirê xwe?
Roman xwe dide dapêş kirin, û hema wiha jî xwe bi dawî dike, bi navnîşanek
balkêş: Tirs, û ev tirs,gelek navin, weke li ser tiştan û derdora wan belav
dibin, û pê dikevin, û bi hêz dibe ew tirs, dibe ku romannivîs xwe daye ber
(bazaar), huneriyê, û ta brêvebiriya dîrokê , ku ew bûye dengeke xurt yekser
di pêş û paş de, ew î xwe li romanbêj girtiyê, bêyî ku ew be bi giştî ,weke
kopiyekî jê re be, lê ew î baş şopandiye.
Çavê sêyem, gava sêyemîn, bernameya Helîm di kenala Roj de, tine bîra
xwendevan, gava rexnê, çavê çav bîneyê, huneriya bêjeyê di vir de
Ew adrêseke balkêşe( mebesta min çavê sêyem), di navbera vê adrêsa dubare
de, bi naverokin newekehevin. Dîroka tirsê destpêdike, ji rexê yên weke
Mûsa, ku ew bi xwe jî pênasiye yekî xuyayî di romanê de, ew e Qadû ye.
( Tirs, dema per û baskên xwe di giyanê mirov de vedike, zimên girêdide. Dil
jî tê guvaştin û nikare bibêje. Wê gavê yan divê mirov pala xwe bide çiyayê
bêdengiyê, yan jî xwe bispêre tofanê û her tiştî bibêje. R 7).
Ev vexwendineke li ser tirsê ye, ku xwediyê xwe hişiyar dike, yana wê çawa
wiha biaxive, ji rexekî din, dibe derbasiyek, li ser du helbijartina ye, yek
ji wan tête bijirandin: Bêdengî, an dengî lê xuyaye ku tirsê xwe vedaye û bi
her kesî vedaye, weke bûyerên romanê wê diderînin.
Ma ev navên ku balkêşin weke Tûtino, Kalo, Qadû, Telîso, ta Mûsa bi xwe jî,
li gorî rolên wan, ne didine xuyayî kirin bê rewşa wan ya ji hundirû de çawa
ye, ta roman xwe hûr û kûr dibe û dûr diçe?
Ew ( çavê tirsê) , dibe navnîşaneke di domahiyê de, ew jî sîmantiyeke,
rêbazeke huneriye, hemberî hevi, di hejmara rûpelên xwe de, ku Mûsa
mamosteyê dîrokê, ji tirsê dikeve cûreyeke din de, dibe bi terî, di tirsa
xwe re derdikeve,ta kurê hevalê wî Qado ji ya Elmanî Anêta kor e, bi wateya
tariya dîroka ku tê, û bêhêvî dimîne di peyre( Li oda wî, werîsekî qalind î
yê kindirê di pencerê re dirêjî hundir bûbû. Wî jî nizanîbû ev weirs ji ku
hatiye û çawa derbasî oda wî bûye. Werîs ketibû rengê marekî reş î kor, li
hev geriya bû, di ser serê wî re bûbû peyveke reş, bûbû Tirs. R182).
Tirs dibe navek navdar, ne peyveke sane ye, weke hatiye nivîsî bi tîpeke
girs.
Odeyeke teng, girtî, pencereyeke lê tê girtin, werîsek reş, dibe marekî reş
î kor di ser serî re daliqyaye peyvek deng dayî: Tirs, cihê wêraniyê ye ne
tiştekî din e
Ji rexê tirsê de, gelekî şopandin heye, ta esteyekê ku yek xwe dibîne bi
babetekî re bi navê tirsê ye, tişteke wiha heye, çimkî naverok wiha dibêje,
lê di gelek cihan de , ev tirs dibe bargiraniyek li ser romanê bi xwe, hemû
riyan digre li mirov, ev jî behwermendiyeke, lê li gorî encama.bûyera
pêwîst, derbarî avdarê , tirs ew tirse, wiha jî ne duriste, çimkî nêrînek
tekaneye, wateya wê ku wê her tişt weke xwe bimîne, bêgûman, ev daristana
romannivîs tu kesî bi rê nake ji hundir de.
Wiha jî ne ji mebesteke daxuaz hêvî, weke nêrîna rêyalîta sosiyalîsmê, na!,
Lepta dîrokê ne bi radeyekê xuyaye, û nêrîna hunerî dîrokek ji xwe re ava
kiriye.
Romannivîs xwendevanê xwe ditirsîne, dibe ku ew ji mafê wî be, lê çawa?
Dema ku xwe hogirî helwetên helbestiyanî dike, û dikeve nav hevalnavan de,
ji rexê tirsê bi xwe, bi cihekî ew giştnave, tirse, û bi cihekî din nasnave,
weke diçesibîne, û bi cihekî sêyem bê tûxme û hevtuxm. Ev dîsa pirseke
balkêşe:
Li ser zimanê Mûsa dibêje ( Ez zarokê tirsê me. R 15).
Li ser zimanê wî dîsa bi nav dibe wiha( Tirs qîza tariyê ye. R 32).
Di dîroka tirsê de, tirs bê dîroke( Tirs, li cem me, ji berî zarotiyê de
dest pê dike. R57).
Li cihekî din tirs tête tuxmkirin ( Min dixwest ku ev tirs mêrek bûya û em
mina du mêran bihatana hember hev.
Wê yekî ji me yê din biqedana
Min dixwest ku jinek be, da ku yek ji me yê- a din bide ber tîrên nefretê
yên jehrkirî. R 59).
Bêgûman ev nivîsiyên han ne ji ber xwe ve derbirîn bûne.
Di kurdî de , tirs, peyveke mê ye, dibe ku ev bandora wê hebe, ku evqasî
navnîşan bûye, lê di nav re, mentelîta civateke mezin heye, derbarî
tuxmkirina navan.
Ew dixuaze ku tirs mêrek be, wateya wê ku ew mê ye, lê dide xuyayî ku çiqasî
mêr xwe dibîne di ser jinê re, çiqasî jinê dibe rexê kêmasiyê, weke
niferetkirin, ku ew bûya karmendiyek jê re, ku jin bi tariyê hatiye girêdan,
û tirs qîza wê ye, îca bav kî ye?
Helîm xwe dûrî bûyera romaniyê dike, wiha ye, lê gelo ew ji derve maye? Na!
Di dest pêkê de, dide xuaykirin ku ew bêjeya romanê dispêre kesên romanê,
lê neku weke yekî xwendevane, û tişteke din jî , giring heye, xwe di serre
digire( Ez ê her bimînim vekirî û bi we re bim lê guhdarî bikim( kseê ku
dîroka tirsê spartiye wî), him jî binêrim bê ka wê we bibe kû derê? Û pêştre
qederê çi ji me re û çi jê re veşartiye? Min zanîbû wê bi vê peyvê dest pê
bike. Tirs..Va ye tirse dest pê dike..R10).
Romannivîs bi cihekî weke romanbêjekiye,lê nayê cidakirin ji romana xwe, û
ji cihekî din, taku yek bibêje ev romane, ne helwestên kesan ne, asoya
nivîskar nayê nixumandin, nemaza dema ku qederê jî dixe nav de, û xwe di
riya romanbêjê xwe re bê guneh dike.
Xwendevan dispêre ezmûnake, di bin kontrolê de ye, li cem ê, çima? Daku dest
bi romaneke din bike? Ew jî rêbazek di cîhana romanê de ye, lê careke din,
romannivîs hevparî bûyerê ye.
Bêgûman gelek tişt hene lê hêjaye ki yek li ser wan rawiste, ji rexê tirsê
bi xwe de, ku bi cih kiriye bi gelek wateyan, tirsa mirovekî, tirsa
welatekî, tirsa dîrokekî. Tirsa ku bi Sykes-Pîko grêdaye, ew tirs her dem wî
lihevdixe, ma ku ne wiha be, wê Mûsa di lundinê re derketaya ku xwest bi
qepera sykes bigire, û dibe ku ji ber jî ketibe ( nexweşxaneya nexweşiyên
psîkolojîk. R 181). Ku dide xuyakirin gunehkariya hêzên mezin, ku ne ji wan
ba, wê Kurdistan aniha Kurdistan ba.
Ev jî gelek bûyeran bi dûv xwe de diyar dike, û ji destpêkê de jî.
Di dîroka tirsê de, axiftina ku dibe li ser tirsê, li ser nexweşiyek bê
derman, her kes pê dikeve( Xirtikî), ku yek bê deng dibe, bin dest dibe, ew
jî dihêle ku pîlan li ser kurdan çêbibin, di riya sporê de vê carê, lê
Qamişlo, li stada ( Cihad), piştî rûpelê75 de, û berî wî bi nav dibe,di ( R
9de ),lê berî vê yeka han jî, tiştin bi nav dibin: Pirbûna teriyê hêkirî,
teriyên pisîk û kûçikan û keran , bi teyebetî,ew in yên wiha dikin: Mûsa û
hevalên xwe ne, lê ne ji ber xwe ve, her kes dizane bê çi bi dûv vê seyra
han heye, û çi dibe( Pirbûna pisîk û kûçik û kerên bê terî li seranserê
welêt gelek pirs bi xwe re rijandibûn. R 14). Pê re Mûsa êşa xwe bi nav
dike, ew Pizika ku di paşiya wî de tê, ku dibe terî di dawî de, lê ew ji xwe
dipirse, weke yekî xweşik lîsteka dîrokê nas nake, çimkî êş yek taye( Gelo
xwedê tola wan rûjan ji min hiltîne? R 14).
Mûsa mamosteyê dîrokê ku her tiştî dibîne, û dikeve bin pirsên aşayisan de
li şamê, paşî 12 avdara 200r de, û nema debar dike, berê xwe dide Ewrupayê,
di riya Qefqas re, û ji giringiya rewşa ku têde dîno mîno dibe, û ya herî
dijwartir bi terî dibe, dibe tawanbarek, ew romanê dipejirîne, ditirse û
tirsê bi cih dike, şîrovadike, weke vê mînakê ( Eger rojekê kesek ji we li
tirsê rast hat, jê bipirsin li ku ji dayik bûye.
Wê ji we re bûje li wê çargoşeya ku di navbera Sorî, Turkî, îran û îraqê de.
R 27).
Derbarî afrandina kesayetiya navên wiha, tête xuyakirin ku dîrok li gelek
cihan hunerê dide ber xwe, Mûsa weke kesekî navdare di romanê de, bi yek
hest dimîne, tevî ku guhertinên mezin çêdibin, weke bûyera bi nav bûyî, ku
her der da ber xwe, û mirovê kurd nema ew mirov, weke yên di nav de bûn, û
ne weke hev pê re didan û distandin, û di romanê de dema ku romanbêje
bûyerê bi nav dike , çi di destpêkê de, dema ku kulî tiştin dijwar tînin ber
çavê mirov, bi gelek wateyan, weke vê dîmena han, ya ber vekirî bi wêraniya
sîmantîkiya xwe( Kulî dihatin xewnên me. Kulî dihatin ber deriyên me. Kulî
li her derê bûn. Lê yek kulî jî li seranserê welêt xuya nedikirin. Tenê
dihate gotin ku artêşên kuliyan bi rê de ne û hindik maye ku têkevin nava
çavên me de . R 73), û çi dema ku li nexweşiya xirtikî tête bi navkirin, an
li ser bûyerê, ku bi lez lepta xwe diyar dike, li gorî bandora wê, ku dengek
xurt têde heye ew e, ku çi dibe cihê pîroziyê ye, wateya wê ew e dîsa ku
dîrok xwe bi şêweyekî teybetî bi nav dike, ku kurd hemû li gorî vê pîvanê
ne, û bêgûman huner wiha dûr dikeve, ta dîrok bi xwe jî bi gelek wêneyan
tête nasîn, û tevî wiha jî xwediyê dîrokê Mûsa, raj sîmboleke mezin, deriyê
pêşerojê li xwendevan digire. Ew romannivîs, ku bi romanbêje re ye dibe
endameke rêbaziyê û pêwîst yekî bê hêvî dike, xwendevan vedgerîne destpêkê
ku tirsa hatiye nasîn, ew tirs bi xwe didomîne, û çi kesê dikevê daristana
romanê, wê di gelek cihan de têkeve matmay û seyran de, çimkî roman hatiye
tevinkirin bi huneriyek helbestiyanî di gelek xaçîrkên roman-Daristanê de,
lê mixabin , dibe ku ev xwendevan di hundirê daristanê de bimîne hema
windayî, an weke Mûsa , di nexweşxaneyeke psîkolojî re derkeve, an nema jê
derkeve.
Ev jî nêrîneneke, ku pirseke din li pey xwe dihêle , ew e: Geleo dibe ku
lêhevgirtina han di tariyê de qêrîneke hunerî bi xwe be, di hundirê dîrokê
de?
Îca ev babeteke dine, li ser zemîneke din xwe vedparimîne! |