copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

'SOBARTO' Û ROMANNIVÎSIYA HELÎM YÛSIV

Îbrahîm Seydo Aydogan 

Romana Helîm Yûsivî 'Sobarto' ji şeş deriyan pêk têt. Her deriyek beşekî ji jiyana Silêmanê lehengê romanê vedike. Nivîskar xwendevanên xwe li ber deriyê heftan dihêle û bi vî awayî pêşniyarî wan dike, ku ew bi xwe mijara deriyê heftan li gora herşeş deriyên din li cem xwe saz bikin.

Romana 'Sobarto'yê bi giştî behsa evîna Silêmên a ji bo Belqîsa xemsar û çîroka serboriya dînbûyina Silêmên teva hin agahiyên civakî û rexneya wan dike.
Ji bo awayê nivîsandinê û yê vegotinê, û bi giştî jî, ji bo têgihiştina tevna romana 'Sobarto'yê, em ê jî mîna romannivîsî ji deriyê yekem dest pê bikin.

Deriyê yekem bi nifirên weha, ku bi şêwazeke dîrekt û hişk ku dijminahî û tawanbariya Silêmên a li hember welatê wî jê difûre, hatiye nivîsandin. Lehengê romanê, Silêman, têkçûyina xwe ya şexsî û bêmiraziya xwe ya ku dê di romanê de behsa wê bibe, dixe stuyê welatê xwe, ku navê wî Sobarto ye, û ji bo tolhildanê jî hewil dide ku wî bişewitîne. Têkîliya vê bûyera ku di rûpela romanê ya yekem de (r.13) hatiye behs kirin, û bi dû re du caran (r.16 û r.196) dubare bûye, Agirê Sînemaya Amûdê tîne bîra xelkê wî welatî, û herweha bi vî awayî hişê lehengê romanê jî diçe wê demê. Bi dubarekirina ku di rûpelê 196ê de hatiye kirin, tê fahm kirin ku di romana 'Sobarto'yê de heta niha çîroka dînbûyina Silêmên hatiye vegotin.
Çîroka dînbûyina Silêmên, an jî bîranînên wî, bi vegotina bûyera Agirê Sînemaya Amûdê dest pê dike. Lehengê romanê Silêman teva gelek zarokên din di nava sînemaya ku dişewite de, asê maye û xelkê derve jî ji bo ku zarokan xelas bike hewil dide.

Di vegotina vê bûyera yekem de, hin pirsgirêkên ravekirinê yên li pozîsyona vebêjêr xwe eşkere dikin. Sedema wê jî ew e, ku nivîskar, ji romannivîsekî bêtir, mîna rojnamegerekî tevdigere û herweha ji awayên vegotina romanê gelekî bi dûr dikeve. Navkokiya herî mezin ku di romannivîsiya Helîm Yûsivî de rasterast ber bi çav dikeve, ew e ku nivîskar ji derveyî sînemayê li bûyerên ku pêk tên, dinihêre. Lê nivîskar ji bîr dike ku lehengê wî yê sereke, yê ku bûyer li dora wî digerin, bi xwe jî teva zarokên din di nava wî agirî de, di hundirê sînemayê de asê maye û ew bîranînên ku têne ragihandin jî bîranînên wî lehengî bi xwe ne. Hingê divê berî hertiştî rewşa wî lehengî ya di nava wî agirî de bihataya vegotin. Avakirina romanekê vegotina bi awayê rojnamegeriyê qebûl nake. Lê mixabin Helîm Yûsivî guh nedaye vê yekê û ji barê avakirin û vegotina bûyerên romana xwe yên esasî reviyaye, û agahiyên ku herkes dikare bi rehetî bi dest bixe, rave dike. Ev yek jî tê wê wateyê ku romana 'Sobarto' di warê tevna romanê de, di pozîsyona vebêjêr ya li hember bûyeran û di têkîliya bûyer û lehengan de, hê di serê romanê de derbên mezin dixwe. Ji ber ku ji bilî şibihandina navbera herdu şewatan, bûyera Agirê Sînemayê di romanê de cihekî ewqasî giring nagire. Ji lewra mirov dikare bibêje, ku Agirê Sînemaya Amûdê jî di vê romanê de ji pîneyekê bi wê de naçe. Bûyer bi vî awayî bi dawî dibe.

"Her wiha zarokê duwazde hembêz kiribû û bi hev re şewitîbûn, laşên şewitî birin nexweşxaneya Qamişlo, zêdeyî sî zarokî şewata wan giran bû û zêdeyî sêdî jî birînên wan sivik bûn. " (r.15)

Mirov kîjan rojnameyê veke, ew ê li heman agahiyan rast were! Dawiya vê bûyerê çawa di ser re hatibe dayin, serê wê û hemû hêlên wê yên din jî weha ne. Zarok di hundir de dişewitin, xwediyên wan hewil didin ku wan xelas bikin. Lê belê ya balkêş ew e, ku qêrîna zarokekî jî di vê romanê de nayê bihîstin. Hunera romanê tucarî ev awayê vegotinê qebûl nekiriye.
Franz K. Stanzel di berhema xwe ya bi navê "Teşeyên Romanê" de dibêje: "Ji retorîka antîk û vir ve tê zanîn, ku şêwazên curbecur û teşeyên curbecur herweha bandorên curbecur li guhdar an jî xwendevanên xwe dikin." (roman biçimleri, r.7, çizgikitabevi, 1997, Istanbul)

Di vê romanê de, di vegotina bûyera Agirê Sînemayê de, ku ji ber hewildana Silêmên ya şewitandina bajêr ve têt, ya ku vê bûyerê dide xwendin, ew trajedî ye ku di wêneyê zarokên ku di nava wî agirî de derî li ser wan hatiye girtin re, derdikeve der. Peyvên wek "agir bi perde û dîwarên axê ve hilperikî, saw û tirsê xwe berdabûn dilên piçûcik, zarokan berê xwe dan deriyê mezin û ji dêleva ku vekin ew girtin. " (r.14) ji xwe bûyerê bi qasî ku gerek be rave dikin. Ji vira û bi şûn de, êdî avakirina hûrgiliyan û tercîha awayekî ravekirinê divê derkevin holê. Lê belê, ger em bala xwe bidin vê mînakê, em ê bi rehetî bibînin ku romannivîs bi du peyvên ku dikare bê bîra herkesî, dixwaze xwe ji barê vegotina romanê xelas bike. Lê hin hûrgilî an jî detayên din jî tên bîra herkesî ku nivîskêr xwe ji wan bêpar hiştiye.
Di vira de, ger em bi awayê ku Franz K. Stanzel jî ji bo nirxandina vegotinan pêşniyar dike, tev bigerin, em ê van pirsên jêrê ji xwe û bi dû re jî ji romanê bikin:

1- Ka dengê zarokan, ka giriyê wan, ka qêrînên wan?
2- Ka lixwexistin, qêrîn û lawijên dêyên wan ku divê guh qul bikirana?
3- Ka kesên ku bêhêvî, bêçare, xwe li derî û dîwaran dixin?
4- Ka zarokên ku xwe di ber hev re radikin û hevdu dieciqînin?
5- Ka banê ku bi ser wan de dikeve û zarokên ku di bin de dimînin?
6- Ka tirsên însanî?

Ev pirs hemû divê bên bîra her xwendevanê jîr, lê belê nayên bîra nivîskêr. Ê wî, ew bi tenê dibêje:

"Gewdeyên zarokan ji agirê bê dil re bûbûn xwarineke sivik." (r.14)
Ev hevok bi xwe, tu wateya wê tune ye. Metafor û hêmaya ku di vê hevokê de ji bo şewitîna zarokan a trajîk hatiye bi kar anîn, qet li bûyera ku tê vegotin, nakin. Ev ziman ne zimanekî edebî ye. Mirov tê nagihêje bê ka nivîskêr xwastiye çi bibêje.
Piştî vê hevoka bêwate, nivîskar dibêje:
"Banê ji text û qirşik hate xwarê." (r.14)
Heger di vira de nivîskêr behsa zarokên ku ew banê ji text û qirşik bi ser wan de tê xwarê, bikiraya û hema piçekî bûya jî hebûna wan zarokan a dilêş li wira nîşanî me bikiraya, me yê ewqasî xem nexwaraya, ku ji xwe vegotina romane jî vê yekê pêwîst dike. Lê di vê mînakê de jî ji nûçeyeke rojnamegeriyê pê ve tişt tune ye.

Silêmanê ku lehengê romanê yê sereke ye, bi xwe jî di nava wî agirî de ye, lê belê digel ku ewqas bîranînên wî hene jî û digel ku yek ji girîngtirîn bîranînên wî divê ew bûya, Silêman qet behsa wê rojê nake. Tenê di rûpelê 15an de diya wî dibêje: "Xweska tu ji dêleva birayê xwe yê mezin bişewitiya." (r.15)
Ger mirov bala xwe bide vê hevokê, mirov dê tavilê pirseke dijwar ji xwe bike: "Diya wî ji bo çi weha dibêje?"
Û pirsa ji vê pirsê girîngtir jî ev e: "Ev agahî di romanê de bi kêrî çi tê?"

Cihê vê bûyera birayê wî û tercîha diya wî ya ku ji hêrsa wê têt, di romanê de tune ye. Bersiva van pirsên ku me kirin, rehet e. Helîm Yûsiv dixwaze di romana xwe de behsa hin bûyerên weha bike, ku ji rastiya miletê kurd tên. Bûyera Sînemaya Amûdê jî di dîroka bajarê Amûdê de cihekî giring digire. Ev taybetî bi serê xwe komplekseke mezin e ku bi hemû romannivîsên kurd re heye. Romannivîsên me tim dixwazin ji bûyerên rastiyê romanan ava bikin, lê ji ber ku ew bûyer di tevna romanên wan de baş nehatine bi cih kirin, an jî ger em bi awayekî din bibêjin, ji ber ku romannivîsên me hê pêvajoya afirandina romanan baş fahm nekirine, ev bûyer pirsgirêkên estetîkî jî bi xwe re tînin.
Axaftina nivîskêr a ji derveyî romanê (r.114) vê yekê ji xwe eşkere dike.
Di her nivîsa xwe ya li ser romanan de, em vê peyva Fethî Naciyê ku wek mezintirîn rexnegirê romana tirk tê qebûl kirin, dubare dikin. Hemû romannivîs û hemû rexnegir divê bi vê yekê bizanin: "Erê, roman hebekî jî vegotina jiyana rastîn e û di jiyana rastîn de hezar bûyerên belasebeb û detayên bêqiymet hene. Roman nikare barê hûrgiliyên belasebeb rake."

Lê weke ku hemû teorîsyenên romanê li ser li hevdu kirine, di romanê de sedema hertiştî heye, ku ev yek jî romannivîsan mecbûrî tevneke têkûz dike. Yanî, her detaya ku di nava vegotina bûyeran û şayesandina lehengan de tên bi kar anîn, divê di nava romanê de xwedî fonksiyon bin. Ger em bibêjin ku lehengê me textor e, divê textoriya wî bi kêrî tiştekî were. Ger em bibêjin ku lehengê me dikuliya, divê ev jî di romanê de tiştinan bi xwe re bîne yan jî biguherîne. Heke leheng bikule jî nekule jî wek hev be, hingê divê em behsa vê yekê nekin. Niha gava ku em bala xwe didin nivîsên xwe yên li ser romanên kurdî, em dibînin ku me ev peyv ji bo hemû romanên kurdî bi kar aniye. Ev jî diyar dike ku qelsî û seqetiyên hemû romanên kurdî yek in.
Nivîskar di rûpelê 16an de dîsa vedigere ser Silêmanê ku dixwaze bajêr bişewitîne, û dibêje:
"Silêman, yê ku li ser tê gotin helbestvan e…" (r.16) Silêman ji bo çi helbastvan e û ne tiştekî din e, nayê fahm kirin. Ji bo çi ne cotkar e, ne mamoste ye, an jî ne berber e? Ji bo çi illeh helbestvan?

Di romanan de, mirov nikare li gora kêfa xwe tiştan bi lehengên xwe bide kirin an jî mîsyonan bide wan. Weke ku me got "di romanan de, sedema hertiştî heye."
Ka em bala xwe bidinê, gelo helbestvaniya Silêmên tu guherînê di romanê de dike yan na? Bersiva vê pirsê feraseta romannivîskariya Helîm Yûsivî ya di 'Sobarto'yê de jî derdixe holê.

Dibe ku di rastiyê de yekî mîna Silêmên hebe û bi rastî jî helbestvan be, roman jî li gora bûyerên xwe vê yekê weke ku rast be dide hîs kirin, lê em ne mecbûr in ku bi vê yekê bizanin. Roman bi bûyerên xwe ji xwe rastiyekê pêşberî me dike. Jêderka van bûyeran û rastiya wan me aleqadar nakin.
Ji ber ku Helîm Yûsiv fêrî nivîsandina çîrokan bûye, pênûsa wî jî ber bi çîroknivîsiyê ve diçe. Loma gelek bûyer di vê romanê de bê destûr an jî beyî ku tu haziriya wan bête kirin, dest pê dikin. Mînaka vê yekê jî diyaloga yekem, ku em di romanê de lê rast tên, dide me. Di r. 17an de, behsa êşa piştê dibe û tê gotin, ku Pîra Felek, ku ew jî yek ji lehengan e, teşxîsa vê êşê datîne û dibêje ku sedema êşa piştê hezkirin e. Weke ku tê fahm kirin, mijara vî beşê ku behsa wî dibe, êşa piştê ye. Lê ji ber ku navê Pîra Felek tê de derbas dibe, nivîskar dikeve nav vegotina taybetmendiyên vê jina ku bi hin hêlên xwe ve kopîkirina ji Doriyan Grayê Oscar Wilde tîne bîra mirov, û bi vî awayî êşa piştê ji bîr dike.
Pîra Felek pîrejineke weha ye, ku tim ciwan dimîne, lê gopalê wê ji dêleva wê kal dibe (r.79). Di romana Oscar Wilde de jî heman têkîli di navbera Dorian Grayê lehengê romanê û wêneyê wî yê ku ji dêleva wî kal dibe de heye. Pîra Felek teva surrealîstbûna xwe bi hemû taybetmendiyên xwe ve wek çemekî ji nişka ve dibeje "xuş" û dikeve romanê. Di vî beşî de, nivîskar bûyera xwe ya sereke ji bîr dike û heta behsa mêvaneke wê û cîranê wê. yê ku çûye diziya wê, jî dike. Hê du rûpel bi şûn de nivîskar bi hevokeke gelekî şikestî, ku tişt jê nayê fahm kirin bûyera xwe girêdide:
"Ji ber vê dema ji Silêman re got ku hezkirin sedema êşa pişta wî ye dizanîbû ku rastî jî ev e." (r.19)
Ji ber ku di vê hevokê de diviya du caran bêhnok bihataya bi kar anîn û cînavkeke din jî piştî bêhnoka duyem hebûya, hevok bi awayekî weha xuya dike, ku mirov nizane bê kî kirde ye û behsa çi dibe. Rastiya vê hevokê, divê weha bûya:
"Ji ber wê, dema ku wê ji Silêmên re got ku hezkirin sedema êşa pişta wî bû, wî zanîbû ku rastî jî ev bû."

Bûyera bi mêvana Pîra Felek re jî ku diyalogek jî tê de heye, ji nişka ve xuya dibe û winda dibe, ku mirov dibêje qey nivîskar bûyerekê nîvco dihêle û ji ber ku fahm dike ku ev bûyer ji wî re ne gerek e, di cih de derbasî yeka din dibe û mêvanê ji bîr dike. Lê belê mêvana wê bi awayekî weha hatiye dayin, ku mirov dibêje qey dê hê behsa wê bibe. Destpêka vê bûyerê jî bê destûr e. Gava ku behsa taybetmendiyên giştî yên Pîra Felek dike, nivîskar atmosfereke weha aktîv dişayesîne û Pîra Felek bi mêvana xwe re dide peyivandin. Lê gava ku di cih de dev ji vê bûyerê berdide û derbasî bûyereke din dibe, dişibe zarokekî ku bala wî di heman demê de bikeve ser gelek tiştan. Bi vî awayê xwe yê vegotina neorganîzekirî, nivîskêr beyî xwe nêzîkî li teknîka romana Faulknerî ya bi navê 'Deng û Hêrs' (The Sound and The Fury- bi frensî Le Bruit et La Fureur- bi tirkî Ses ve Öfke) kiriye. Di vê romana xwe de, Faulkner bûyera romanê di beşê yekem de bi rêya mêjî û vegotina Benjyê bêhiş û kawik dide. Herçî Benjy e, ji ber gêjikbûn û kawikbûna xwe, tu carî li ser bûyerekê konsantre nabe û xwe ji detayekê diavêje detayeke din û bi vî awayî serê xwendevanê xwe jî gêj dike. Heman hîs bi xwendina 'Sobarto'yê jî bi mirov re çêdibe. Bi tenê cugahiyek di navbera wan de heye, ku ew jî ev e: Faulkner bi zanebûnî gêjikek an jî kawikek bi kar aniye, û yê ku bûyerê vedibêje jî, ew gêjikê Benjy bi xwe ye, yan jî desorganîzasyon di vê romanê de hewcedariyek e. Lê di 'Sobarto'ya Helîm Yûsivî de, bêyî ku gêjikiyeke lehengan hebe, bi nezanî heman awayê vegotinê hatiye bi kar anîn.
Piştî vê derbasbûyina ecêb ya di nava bûyeran de, nivîskar ji nişka ve dibêje:

"Li ber derî, li ser kursî rûniştibû. Bi xweha xwe ya mezin re dipeyivî." (r.20)

Lê weke bûyera mêvana Pîra Felek û êşa piştê, ev bûyer jî di cih de tê ji bîr kirin, û ji ber ku nivîskar nizane bê dê çawa xwe ji vê qutbûyinê xelas bike û dest bi bîraniyên lehengê xwe yên zarokatiyê bike, em ê nizanibin bê bi xweha xwe re ji bo çi û li ser çi dipeyive, ji ber ku em ê nema wê xwehê bibînin. Ev jî dibe mînakeke din ji bo bêorganîzebûyina bûyerên vê romanê. (Di vê hevokê de peyva kursî diviya bihataya tewandin.)
Ev awayê vegotina romannivîsî, herweha di vegotina bîraniyên zarokatiyê de jî dewam dike. Di vî beşê ku di romanê de cihekî mezin digire de, gelek bûyer weke yên pêşiyê bê destûr dest pê dikin û bêyî ku bi dawî bibin an jî em bizanin bê çi guherînê û çi bandorê di romanê de dikin, tên ji bîr kirin. Lê divê mirov bibêje, ku bûyera sereke ya romanê û ev hûrgiliyên li ser têkiliyên cinsî yên ji derveyî exlaqê civatê (ji ber vê taybetmendiya xwe behsa van bûyeran dibe) (exlaqê civatê rast e yan ne rast e, ew pirseke din e.) di nav xwe de tu têkîliyê danînin. Em ê di vira de zêde li ser wan têkîliyên ku nayên fahm kirin, nesekinin. Hemû lehengên zarokatiyê bi dû re dibin sî û wenda dibin. Wek bûyera ku Silêman ji bo ku çaydanan bifirîne dest bi limêjê bike û bi dû re dev ji vêya berde.

Lê bûyera romanê ya sereke kîjan e?
Bûyera romanê ya sereke hezkirina Silêmên a ji bo Belqîsê ye. Silêman hê di zarokatiya xwe de dil dide Belqîsê û digel ku Belqîs bi yekî din re dizewice jî wê ji bîr nake. Heta ku fêr dibe ku Pîra Felek wê di koxa xwe de dixebitîne, gelek têkîliyên din jî li dora Silêmên digerin. Lê hezkirina Belqîsê li cem Silêmên bûye obsesyoneke xeternak û ji ber vê yekê, Silêman nikare debarî karê ku Belqîs di koxa Pîra Felek de dike, bike. Ji lewra agir bi serê wî dikeve û ji dêleva ku bajêr bişewitîne, ew xwe bi xwe dişewite. Ji bo ku bide fahm kirin ku ev yek ne xema Belqîsê ye, Belqîsê cixareya xwe ji agirê canê wî vêdixe.

Lê li dora çîroka vê trajediya Silêmên em çi dibînin ?

1- Bûyerên ku ji hev belawela ku bi tevneke xerabe û seqet bi hevdu ve hatine girêdan. Ev yek jî ji çîroknivîskariya Helîm Yûsivî tê.
2- Zimanekî şikestî ku mirov dixe wê baweriyê ku ev roman bi zimanekî din hatibe nivîsandin û bi dû re wergeriyabe kurdî. Ji bo berhemekê kêmaniyeke mezin e, ku vî hestî bide xwendavanê xwe. Bila nebe weke îddiayekê, lê di xwendina romanê de mirov dikeve wê baweriyê ku ev roman bi kurdî nehatibe nivîsandin. (Agahiyeke piçûk: Erebiya vê romanê jî, wek kurdiya wê, di sala 1999ê de çap bûye. Ji ber wê, em nizanin bê kîjan berî ya din çap bûye.)

3- Bêtêriya şexsiyetekî ya jinan û ji ber vê yekê jî êrîşkirin û tawanbarkirina wan. Ji ber ku balkêş e ku di vê romanê de qet nehatiye gotin ku Silêman yekî gelekî qeşeng e an jî bedew e, an jî kîjan taybetmendiyên wî yên din hene, lê jin giş xwe diavêjin ser wî. Jê balkêştir, jinên wî giş mîna hevdu tev digerin û ji wî bi dûr dikevin. Jinên wî giş ji nav livînan hez dikin û dixwazin bi serbestî têkiliyên cinsî bijîn. Lê fikirên wî yên li ser jinan ecêb in. Digel ku ew qas nêzikiyê li jinan dike û giş jî bi wî re dibin heval, ê wî, ew ji beşên erotîk û vegotina nav livînan pê ve behsa tiştekî din nake. Ji ber ku qet behsa parvekirina Silêmên a bi jinan re nabe, mirov dikeve wê baweriyê ku di vê romanê de jin ji nav livînan pê ve ji tiştekî re nabin. Her çiqas peyva ku ji devê Sîlvaya (r.149), ku bekareta xwe daye û dixwaze çarşefa xwe diyarî bide bavê xwe, û Firyala ku Rojhilatê dişibîne axurekî (r.92), di warê têgihiştina azadiya têkîliyên cinsî de wek rexneyekê bê qebûl kirin jî, ji ber ku Belqîs, Selma, Hemîda û Sîlva û Firyal jî di nav de giş weke jinên ku ji nav livînan têr nebûne, hatine dayin, ev yek bi tenê xizmetê fikira nivîskêr a li ser jinan dike, ku wek ku ew jî dibêje nêzîkiyê li ya Nietzche datîne. Têkîliya Mistoyê Qop a bi hevala wî re jî dîsa herweha xizmeta vê fikira ku di romanê de baş nehatiye şirove kirin, dike. Li gorî nivîskêr, civata me paşdemayî ye, lê ew vê paşdemayinê bi tenê di meseleya jinê de dibîne. Lê dîsa li gorî wî, mirov nikare baweriya xwe bi jinan bîne. Ev yek wek nakokiyeke romana 'Sobarto'yê ya din derdikeve pêşberî me. Hevoka ku vê ramanê herî xweş temsîl dike jî, di nava diyaloga nivîskêr a bi lehengê wî re derdikeve. Gava ku Belqîs dizewice, nivîskar rasterast bi lehengê xwe re dipeyive:

"...ev tişt tev de îşev bibin Silêman, ma çima tu ji rastiyê zivêr dibî, gava xwe tazî dike? Wê herdu derbas bin oda razanê ya bêhnkirî, wê xwe dirêj bikin, wê li çavên wî binêre, piştî ku jê re gotiye (ez te wek mêrekî dipejirînim) û bi dilekî rehet xwe bide Savar. Bi wan tiliyên ku porê te pê şeh dikirin, biryara zewaca xwe îmze kir". (r.113)

Ji ber ku nivîskar di rûpela 114 û 203ê de jî bi xwe têkîli nava bûyerên romanê dibe, mirov baş fahm dike ku yê ku di vira de bi lehêng re dipeyive, nivîskar bi xwe ye. Peyva "ew ê xwe bide Savar", ku qet ne vegotineke edebî ye û "Bi wan tiliyên ku porê te pê şeh dikirin, biryara zewaca xwe îmze kir" jî dijminahiya wî ya li hember jinan xweş deşîfre dike. Lê ev dijminahî ji ber têkçûyina wî têt û ji ber vê têkçûyina xwe ya şexsî jî dixwaze welatê xwe bişewitîne, ku di romanê de nivîskêr xwe ji vêya re jî kerr dike û di vê dijminatiyê de jî û di daxwaza şewitandina 'Sobarto'yê de jî lehengê xwe mafdar derdixe. Di navbera van hemû bûyeran de, lehengê romanê yê sereke Silêman, ji ber ku xwe bi awayê vegotinê gelekî nêzîkî karektera vegotina nivîskêr dike, mirov yekser nêzîktêdayina wî ya li hember bûyeran dibîne. Awayê nivîskêr ê vegotinê û awayê lehengî yê vegotinê gelekî dişibin hevdu. Ji xwe êşa ku leheng dikişîne û şêwaza ku di diyaloga nivîskêr a rasterast bi xwendevên re hatiye kirin de (r. 113-114-203), derdikeve pêş, jî vê yekê tesdîq dikin.

Teorîsyenên romanê giş dibêjin ku di romanên yekleheng de, ku vebêjeriya wan ji aliyê lehengên wan ve tê kirin, zehmet e ku mirov nivîskêr û lehengên wan ji hev derxîne. Di vê romanê de jî weha ye. Lê belê, di jiyana mirovî de hin demên giring hene, ku karê romannivîsan hebekî giran dikin. Ew jî di nava wan bûyerên giring de eşkerekirina hestên lehengan e. Ka em bala xwe bidin diyalogeke di navbera Silêmên û Belqîsê de. Di vî beşî de (r.50), Silêman dê ji Belqîsê re hezkirina xwe eşkere bike. Nivîskar gava ku ew bi hevdu re dimeşin, vê bûyerê weha rave dike:

"Min jê xwest meşa xwe giran bike da ez karibim pê re bipeyivim.
-Tu çi dixwazî bibêjî bêje gidî, ma tu ditirsî?
Dixwest sorbûna ruyê xwe veşêre, lê nikarîbû.
-Berî hertiştî ez dixwazim bersiva te gotinek tenê be erê yan na !
Xemnake lê ka çi heye ?
-Ez ji te hez dikim.
Cara yekemîn, rû bi rû em rawestiyan û me li hev niherî.
Ezmano bilind bibe ! Erdê biqelişe ! Xelkno ref bi ref mîna pinpinîkan bifirin ! Dinya bê hezkirin soleke kevnik e, mêr bê jineke spehî qantir e û niha temenê min berî te toz û toz e û piştî te ez ê tune bim. Lê ev Belqîsa piçûk çi keçeke seyr e, ne veciniqî, ne xema wê bû…" (r.50)

Mirov fahm nake bê ji bo çi şayes (taswîr-description) di vê romanê de ewqasî kêm hatine bi kar anîn. Gava ku leheng li derve dimeşin, em nizanin bê derdora wan bi çi rengî ye. Lê ji bilî pirsgirêka şayesan, kesên ku serê xwe hema çenekî be jî bi psîkolojiyê re êşandibin, dê li bende vegotineke derûniya lehêng a bingehîn bin. Du kes li hember hevdu sekinîne û yek ji wan li hêviya bersiveke giring e; ew bersiv ji bo wî di ser hertiştî re ye û ew kes lehengê romanê yê sereke ye. Di vê derê de, şirovekirineke psîkolojîk divê, libendamayin, tirs, lerizîn û poşmaniya gotinan divê. Roman bêyî van taybetmendiyan nayên nivîsandin. Mirov nikare bûyerekê hema rasterast bide û derbas bibe. Mixabin di vê romanê de hemû hestên Silêmên bi awayekî weha qels hatine vegotin, ku mirov di romanan de ji vî awayî re dibêje "edebiyata erjeng", an jî "peyvên kilîşe". Tu dev ji tirs û heyecanên wî yên wê demê ku diviya hebûna, berde, mirov dibêje qey daweta wî ye. Lê di her eşkerekirina evînî de tirseke redbûyinê jî heye, ku divê mirov vêya tucarî ji bîr neke.

Seqetiyên tevna vê romanê

1- Di rûpela 33an de, ji nişka ve vebêjer bê destûr û bê amade dev ji behskirina Dîno berdide û behsa Melê dike û ji wira xwe diavêje şêx Musayê ku çaydanan difirîne û dike ku zilam hêkan bikin. Piştî ku Silêman dest bi limêjê dike û vê yekê ji bîr dike, nema behsa Melê û ne jî şêx Mûsayî dibe. Ev bûyer ji bo qerfê hatine bi kar anîn û têkîliya wan bi mijara romanê re tune ye. Ji ber ku Mele henekên xwe bi qata karker û proleteryayê dike, bi vebêjêr balkêş tê û ji ber wê behsa wî dibe.

2- Mamosteya Silêmên jinek e û nivîskar navê wê Xanim datîne. Lê di r. 41ê de, mamosteyê ku pirsa "serokê me kî ye" ji Hemzo dike, mêr e. Ji ber ku Silêman dibêje ku wan bi hev re dixwend û du rêzik berî wê jî, di destpêka vê bîranînê de dibêje "rojekê em di dersxanê de bûn" û ji ber ku em dizanin heta dawiyê jî Silêmên ji Xanimê pê ve tu mamosteyên din nas nekirine, em dikarin bibêjin nivîskêr di vira de xwe ji bîr kiriye.

3- Di serî de, mamoste Xanim weke jineke biyanî tê nas kirin (r.31) û temsîla zimanê dewletê dike û zarokên polîsan diparêze. Lê bi dû re, ji nişka ve (r. 44) ev Xanim dibe sobariyeke ji bavekî şoreşger û heta bi zewaca Belqîsê jî yan jî hilweşîna Sovyetê weha dimîne.

4- Carekê zewaca birayê wî tê bîra Silêmên, ku em wî birayî qet nas nakin, û ya esil mirov fahm nake bê çi têkiliya wê bi romanê re heye. Bi tenê wek mînakekê hatiye dayin, lê zêde ye.

5- Sohbetek di navbera Xanim û mêrê wê de derbas dibe (r. 76), ku em nizanin bê çawa hayê Silêmên jê çêdibe. Romanên ku ji devê kesê yekem têne vegotin, nikarin vî barî hilgirin. Her çiqas di hin deveran de nivîskar dora vegotinê bêyî ku em sedema wê fahm bikin, ji Silêmên distîne jî, nivîskar xwe ji Silêmên ve naqetîne. Ji xwe di romanên weha de, mirov dibêje qey leheng û nivîskar yek in. Wek agahî, mirov dikare bibêje: Silêman sê caran dipeyive û ev sê car temamê romanê digirin. Di r. 13an de dest pê dike. Ji r. 17an ta r.38an dewam dike û dorê ji bo du rûpelan heta r. 40î dide nivîskêr. Bi dû re ji r. 40î ta bi r. 163an jî, Silêmanê lehengê romanê bûyeran vedibêje. Ev jî diyar dike ku bersiva pirsa kî dê çi bibêje kî ji bo çi dorê digire, baş nehatiye dayin. Ev teknîk di romana dinyayê de êdî baş ji hevdu hatiye veçirandin, lê di vê romanê de bersiva pirsên vê teknîkê nehatiye dayin. Ji bo mînaka vê teknîkê mirov dikare li romana James Joyce (Ullyses) û ya Faulkner (Gava ku ez di ber sikratê de bûm) û ya Orhan Pamûkî (Navê Min Sor e) binere.

6- Lîse û universitê di vê romanê de gelekî tev li hev bûne. Di r. 53an de dibêje "salek diduyê din tê herî zanîngehê", di r. 79an de lîseyê qezenc dike. Di r. 80an de universitê dest pê dike. Sîstema perwerdehiya welatê ku Sobarto tê de cih digire, ya di romanê de, li gora sîstema kîjan welatî hatiye danîn, ne zelal e. Ya di sîstemê de yan jî di hilbijartina peyvan de pirsgirêkek heye.

7- Gava ku universitê dest pê dike, di r. 81ê de Biroyê hevalê Silêmên ji bo peydakirina xaniyekî berî wî diçe bajarê ku universitê lê heye. Lê nivîskar vê yekê ji bîr dike. Di r. 89an de dibêje: "Xaniyekî kirê bi destê min neket, min bi hinek xwendekarên kevn re xanî girt." Lê bi dû re em dibînin ku ew û Biro di xaniyekî de ne. Di r. 96an de dibêje: " Biro xaniyekî piçûk ji min û xwe re kirê kiribû."

8- Nivîskar bi cudahiya çîrok û romanan nizane. Serboriya Şeroyê ku ji nişka ve dikeve romanê û xweha xwe û bavê xwe dikuje; bûyera Mistoyê qop ê hevalê Silêmên ku serboriya xwe bi hin teşeyên nûjen vedibêje û ku ev çîrok bi serê xwe şaheserek e, lê di nava vê romanê de hatiye pelçiqandin, bi serê xwe du çîrokên ji hev jî û ji romanê jî cuda ne. Herweha meseleya Bavê Emşayê û bêtêriya Hemîdayê jî yek ji van mînakan e. Nivîskêr xwestiye bi van meseleyan atmosfera welatê ku navê wî Sobarto ye, bi me bide zanîn, lê vê yekê romana wî ji romanekê bêhtir şibandiye mehrecana çîrokên balkêş. Nivîskar hê nizane bê roman çawa tên nivîsandin û hema çawa hatiye ber wî, weha nivîsandiye.

9- Di r. 128an de behsa birayekî Mistoyê Qop dibe û tê gotin ku ew li Parîsê dijî û mala wî li ber behreke bêdawî ye. Lê belê, li Parîsê tu behr tune ye! Birêz Helîm Yûsiv ev agahî ji ku aniye, nayê fahm kirin. Li Parîsê bi tenê çemekî mezin heye ku navê wî Sen e û ew jî ne bêdawî ye û firehbûna wî bi qasî çemê Firatê jî tune ye. Di heman mînakê de behsa çavşînbûyina jina wî birayî jî dibe, ku mirov fahm nake bê ji bo çi ye. Ji bilî vê mînakê tu carî ne behsa wî birayê Misto û ne jî behsa jina wî dibe. Jina wî birayî frensîz e û çavşîn e û em wê di romanê de qet nabînin û ji bilî vê agahiyê jî nema behsa wê dibe. Divê mirov bizane ku di romanan de di hilbijartina tîp û lehengan de mirov nikare li gorî kêfa xwe tevbigere. Çavşînbûyin ne taybetmendiyeke jinên frensî ye. Ger ew jin swêdî bûya yan jî elman jî bûya, serçavan, lê frensî bêtir esmer in. Ji ber ku behsa Ewropayê bûye, mirov divê behsa taybetmendiyeke vê romanê ya din jî bike. Di r. 109an de hevokeke weha ecêb heye, ku dibêje: "Ma gelo şewitandin çare ye ?" û weha dewam dike: "Êş ew e ku tu li vir ji dayik bibî. Li ser vê erda jibîrbûyî û di nav xelkin jibîrbûyî de. Erdeke din bûye xewna her xortî. Ewrûpa xewna teva ye. Lê Zekiye Alkan serê hemûyan di nav heriya şermezariyê de çikand."(r.109)

Leheng dipeyive yan nivîskar, ev raman aydî kê ne, ne diyar e. Di r. 117an de jî behsa kesên ku êgir ew gihandine hev, dibe û navê "sînema, Zekiye Alkan, girtîgeh, ronahî" û teva wan jî navê Mezlûm Doxan dide, ku heçî kesên ku bi dîroka tevgerên kurdî û ilhes jî bi dîroka PKKê dizanin, baş dizanin ku Mezlûm Doxan xwe neşewitandiye, lê di 21ê adara sala 1982ê de piştî vêxistina çend darikên niftikê ya ji bo pîrozkirina Newrozê çûyê xwe daliqandiye. Em di wê baweriyê de ne ku birêz Helîm Yûsiv jî vê yekê ji me çêtir dizane û belkî wî jî xwestibe behsa vêxistina darikên niftikê bike, lê belê di romanê de heke mirov rastiya bûyerê nizanibe, weha tê fahm kirin. Kêmaniyeke din ku di hemû romanên kurdî de heye, jî ev e, ku nivîskar xwendevanên xwe jî mîna xwe dihesibînin. Lê em ne mecbûr in ku berî xwendina vê romanê biçin û hin berhemên din jî bixwînin. Wek mînak, ger em vê romanê wergerînin zimanê miletekî ku kurdan nas nake, xelkê wê deverê dê fahm nekin bê ev roman behsa çi dike.

10- Di r. 18an de dibêje: "Kêfxweşî bû dema em herdu li yek bajarî bûn û di yek kolanê re dimeşiyan. Eynî baranê porê me şil dikir. Eynî ezman di ser me re bû. Aniha min nas kir ku şaşitiyeke mezin di hezkirinê de heye." Ev ne ya wî ye û bêhtir helbestên tirkî tînin bîra mirov.

11- Heta dawiya romanê jî şayeseke berbiçav a dorhêlê û ya lehengan bi xwe jî tune ye. Hê di r. 94an de em fêr dibin, ku Silêman bi berçavk e, lê bi dû re ev tê ji bîr kirin.

12- "Nêrgiz, Xwedê ev gewde ji min re şandiye, te jî xwe li serê me kiriye Romyo." (r. 99) Romyo kî ye, nayê fahm kirin.

13- Di 197 rûpelan de 20 caran behsa jina ku ranên xwe hildide û petrol ji nav diherike, dibe ku êdî ji adetê derxistiye. Tevî berga dawiyê dibe 21 car.

14- Li gora bûyerên ku di romanê de behsa wan dibe, ger em kronolojiya romanê derxin:

Agirê Sînemaya amûdê (r. 14-15): 13.11.1960
Mirina Mele Mistefa Berzanî (r. 83): 1.3.1979
Mezlum Dogan (r. 117): 21ê adara 1982an
Hilweşîna sowyetê (r. 102): 1989
Zekiye Alkan (r. 108): 22ê adara 1990î
Şerê birakujiyê (r. 195): Heta nîvê salên 90î (sala nivîsandina romanê 1999 e)
Li gorî van bûyeran, Silêman divê di sala 1960î de 6-7 salî be. Yanî Silêman divê di navbera 45-50sal kiribe. Lê di romanê de em vê yekê nabînin. Silêman ta dawiyê jî weke xortekî tevdigere.

15- Weke ku me gotibû, di romanê de sedema hertiştî heye. Hingê sedema bikaranîna deriyan jî diviya zelal bûya. Lê di vê romanê de, bikaranîna deriyan ji bilî vekirina beşan, ku dikarîbû bi hejmaran jî bihataya kirin, pê ve bi kêrî tiştekî din nayê. Ew jî bi awayekî din, belasebeb an jî bê wate hatiye bi kar anîn. Ji xwe di romanên kurdî de gelek awayên weha hene, ku mirov nikare tu wateyê bide wan.

16- Di r. 105an de, ji ber ku nivîskar dixwaze behsa hemû taybetmendiyên welatê xwe bike, behsa çend eşîretan dibe û tê gotin ku "berî mehekê yekî bêrtî hat Belqîs xwast". Wek fon, an jî ji bo çêkirina atmosfereke civakî bê dayin, mirov dikare di nav re, heke pêwîst be û gava ku giring be, behs bike. Lê di vira de, ew taybetmendiyên civakî ku ji bo çêkirina fonê hatibûn bi kar anîn, ji nişka ve ketine nava romanê, çûne lehenga romanê ya sereke xwestiye, lê lehenga sereke qebûl nekiriye. Ji ber ku berê qet behsa vê agahiyê nebûye û bi dû re jî bi temamî tê ji bîr kirin, ji bo çi bûyereke weha xistiye nava romana xwe, nayê fahm kirin.

Çend mînak ji şaşitiyên gramer û rastnivîsandinê

Beyî ku em têkevin nava detayên ku dê me ji mijara me bi dûr bixînin, em dikarin li vira çend mînakan ji şaşitiyên gramera 'Sobarto' û herweha ya weşanxaneya 'Avesta'yê bidin. Ji ber ku ev şaşitî di gelek berhemên weşanxaneya 'Avesta'yê de hene, divê mirov behsa wê jî bike. (Ger ji me were xwestin, em dikarin mînakên hemû berhemên wan yên kurdî derxin.)

1- "Ew jî bi porê min lîst û bi ser min de giriya." (r.59) Divê weha bûya: Wê jî bi porê min lîst û bi ser mind e giriya. Ev hê baş nehatiye zelal kirin, lê gava di dema borî de lêkereke gerguhêz û yeka negerguhêz bêne ba hevdu, cînavk divê tewandî yanî li gora lêkera gerguhêz bête bikaranîn.
2- "Carekê tenê pelekî piçûçik Hêvî jê re şand." (r.59) Kê çi şandiye, ne diyar e. Ji ber ku Hêvî divê bihataya tewandin. Li gora qaîdeya ergatîvê ev yek mecbûrî ye.
3- Yekî "xwediyê milyonan -li gor gotina wan- hat wê xwest.(r.60) Neynûk vebûye, lê nehatiye girtin. Kê kî xwestiye, ne diyar e. Dîsa pirsgirêka tewang û ergatîvê.
4- " Hê carê min wî li zewacê germ dikir." (r.159) Kî kê germ dike, ne diyar e? Dîsa pirsgirêka tewang û ergatîvê.
5- (r.61) parantêzek hatiye girtin, lê tu parantêz venebûbû.
6- (r.153.) Parantêzek vebûye, lê nehatiye girtin.
7- (r.172) Parantêzek vebûye, nehatiye girtin.
8- Nivîskar bi deman nizane. Nizane bê di kîjan formên ravekirin û vegotinan de kîjan demên lêkeran tên bi kar anîn. Hayê wî qet ji gramera kurdî tune ye. Mirov bawer nake ku navê tewang û ergatîvê bihîstibe. Lê weşangerê wî yê ku xwedêgiravî weke zimannasekî tevdigere, çawa ev şaşitî nedîtine, mirov şaş dibe.
9- Hayê nivîskêr ji hevok û paragrafan tune ye; nizane bê mirov di kû de hevokê xelas dike û bê di kû de paragrafeke din an jî beşekî din dide destpêkirin.
Mînak: "Wê çaxê telefon li cem me, sê nimro bûn, ango di riya postê re jimara tu dixwazî wê didin te, ev yek jî bi evîndaran gelekî giran bû. Azmûn nêzîk bû. Belqîs ez li xwendinê germ dikirim." R. 55

Mînak: "Piştî hildan û daketinê ez hinekî bi paş de vegeriyam û bêhna petrolê êş dixiste serê min". R. 149
Mînak: "Gava min jê xwest yekî ji me hilbijêre, awirek tûj ji min veda û bi hêrs rabû ser xwe. Selma ez û Nergizê li hev vegerandin, bi nermayî Nergizê gazinên xwe dikirin:
- Xuya ye tu zû tiştan ji bîr dikî Silo, ew kî bû, heta mirinê ji te hez dike?
Nergiz winda bû, diya wê digiriya, Selma digiriya, birayên wê mabûn bêçare:
- Tenê eger me cihê wê nas kiriba". (r. 99-100)

10- Peyva Xwedê carinan mezin carinan piçûk hatiye nivîsandin. (Mînak r. 39 piçûk, r. 40 mezin hatiye nivîsandin.)

11- Hin hevokên nîvcohiştî hene.
Mînak: "Dûpişkek, destpêka şevê, di bin balîfê de bi tiliya diya min vedide û di sola bavê min de dûpişk." (r.45)
"Ligel bandora reşayiya çavên mêrkuj ku kabokên min dilerizandin." (r. 49)
"Semiya ku min dixwest vê deftera ku xwîna min li ser rûpelê dawî zuwa bûbû, bigihînim destê wê." (r.110)

12- Hin hevokên ku tişt ji wan nayên fahm kirin, jî hene.
Kenê wê heta bin guhê wê dirêj bûbû.
Ez pir kêfxweş im ji nû ve çêdibim. R. 167
Lê bavê min jî kêleka diya min girt. R. 175

Serkevtinên vê romanê

1- Çîroka Mistoyê Qop û teknîka ku di vegotina çîroka wî de hatiye bi kar anîn, her çiqas di edebiyata cîhanê de ne nû be jî, di ya kurdî de nû e. Ev jî diyar dike ku nivîskar ji teknîk û awayên vegotinê baş fahm dike û ji bo berhemekê cihê serbilindiyê ye ku serê xwe bi wan re êşandiye.

2- Fantaziya Silêmên a di şeva daweta Belqisê de gelekî xurt e, ku dibêje: "Di daweta te de, divê xwîn bê vexwarin." Avakirina vê fantaziyê, herika wê û êşa Silêmên gelekî li hevdu dike û kêfa xwendevên tîne ku ev yek jî hêjayî pesindayinê ye.

3- Nivîskar bi xwe mîna ku ew jî ji ber êşên lehengê xwe diêşe, dixuye. Mînak: monolog an jî prologa di navbera nivîskêr û lehengê wî de (r. 113) vê yekê diyar dike, û ji ber wê jî zimanê ku di romanê de hatiye bi kar anîn, wek zimanê êşê xwe rê dide.

4- Di hin deverên romanê de qerf bi awayekî hostehî hatiye bi kar anîn, ku bi rêya mînakan rexne li hin têgehên ku bi xwe dûrî civatê ne, lê di nava civatê de hene û hêlên marjînal temsîl dikin, hatiye girtin. Wek mînak: beşê etîketan û proleterya (Biro li Îtalya) û Sovyet (sofi-yet).