copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Dengê bêdengiya binxetiyan

Ayhan Meretowar

Di nav nivîskarên me yên navdar ên mîna Hesenê Metê, Fawaz Husên, Firat Cewerî, Dilawer Zeraq, Fewzî Bîlge, Yaqob Tilermenî, Mîran Janbar û yên din de, nivîskarê me yê têr berhemdar ku xwendevanên kurd wî bi kurteçîrokan dinasin, Helîm Yûsiv e.
Digel ku em wî bi nivîsandina kurteçîrokan nas dikin, wî romana bi navê Sobarto jî heye.
A rast mirov dikare li ser bingeha kurteçîrokê bala xwe bide şexsiyeta wî ya edebî. Li gor baweriya min, wî ciyê xwe di dilê xwendevanan de, bi berhemên xwe yên ser vî çeşnî çêkiriye.
Tiştê pêşî ku vî nivîskarî di hişê min de bi cih kiriye, rastiya bêhisûpis a rewşa bindestî û bin-xetiya gelê me ye. Çawan ku Hozan Şivan Perwer rewşa gelê me, bi raveka “xewa mirinê” bi nav dike, Helîm Yûsiv jî bi navê ‘dînîtî, xwekuştin û mirinê’ bi nav dike. Peyvên mîna ‘xwekuştin, mirin, hêlîn, cendek, laş, xeniqandin, dîn, tabût, heyf, tol, tevkujî, zindî, kuştî’, wisa di berhemên wî de cî digirin ku û êdî ji meriv witrê ku ew, ji nav orta van tiştên seyr hatiye. Bi gotineke rasttir, ev helwesta wî xweş diyar dike ku vî camêrî, ev rastiyên malikxerab, di dil û hinavên xwe de, heta dawiyê hildaye; pê jiyaye. Na heke ne wisan bûya, bêguman dê nekariya ew çend di hevok û paragrafên xwe de van qiriktaliyên kambax wiha bi awayekî pisporane bihonanda.
Digel ku li hember bûyerên ser gel û welatê xwe bêhelwest nemaye, mirov rastî dîtineke zelal a polîtîk nayê. Derdora wî gişt polîtîze bûye; ew li ser gel û welatê xwe bengî ye. Di asta herî bilind de, hest-î-yariya xwe ya ser rewşa gelê xwe vedibêje.
Bûyerên ku di berhemên Helîm Yûsiv de cih digirin, bi awayekî zelal, rewşa vî gelî diyar dikin. Nivîskar, li ser kes, kom û bûyerên welêt, wisan neketiye dudiliyan û çi kesî, ji tu çînê, bi taybetî nebijartiye; hema bala xwe daye ser wan kes û komên ku ji welatê wî ne. Ev yek jî rê dide xwendevanan da her kes bikaribe bi hêsayî rewşa xwe tê de bibîne. Xwendevanekî/e unîversiteyê, dayikeke gundî, an jî welatiyekî/e xeyrê me, jê re bûye leheng û daye serê rê; çûye gihîştiye merama xwe.
Ev wêjekarê ciwan, bi çavekî wisan li jiyan, rewş û kesayetiya civaka kurd dinihêre ku mirov dibêje qey ji dil jî ew, wan êş û keserên xedar bi xwe dijî. Di nav ew çend tenêtî û bêpiştiya nelayene de gelê me, digel rewişta wî ya şerpeze û li hember serkutiyan çokqurfî, mîna dareke çinarê ku li ber devê çemekî gur û şîpî ye, dor lê hatiye girtin û li ber hişkbûnê ye, nîşanî çavên nebîna dide. Ew rewişta me ya ku ji xewn û mirinê pêk tê, bûye gêreya bênderê ji Helîm Yûsiv re. Neheqiya ku li kesayetiya me dibe û dibe sedem ku dinyaya hişê me xera bibe, hema hema têra xwe pêjna xwe ya ku pêdivî pê heye, li ser tiliyên wî yên kedkar bûye cisim.
Digel ku xwendevanan bi xewnan keregêj; bi vegotineke helbestî sermest dike, dîsa destê wan jê nabe ku derê pirtûkê bigirin û bibêjin “Lo heyran, wele êdî ez nizanim ev çi vedibêje...”
Mirov, li ber rewaniya zimanê wî bêhemdî xwe dimîne hijmetkar. Hevokên rengo rengo, peyvikên kevnar û biwêjên ji serçaviya kaniya zelal û zîvîn, tehmeke ecêb didin vegotinê. Paya lêvan jî, ji nedîtî ve nayê. Tiştê ku heye di hin lêkerên ku bi kesê duyem ê yekjimar de tên kişandin, dest ji devoka xwe bernedaye.

“Eger em her tim hevdu bibînin, tê ji ber xwe ve her tiştî li ser min zanibe.”

“Ooooh... min berî niha tu li wir dîtiye ne?” ( J. Q. Bilind),Rûpel: 60)

Di tewangê de jî, wî hin kêmahî hene:

“ Ji nişka ve xişte xişt hat, min go qey ez di nav heriyê de diçim xwar.” “Te min nas kir?” ( J. Q. Bilin: r: 15)

Edebiyata ereban, derfeteke baş daye Helîm Yûsiv. Wî gelek sûd jê girtiye. Dibe ku ev xweseriya nivîskêr, ji ber vê agahdariya wî ya ser edebiyata ereban tê. Di nav antolojiya çîroka kurdî de, xweseriya wî, bi awayekî pir zelal dixuye.
Di nav çîroknûsan de tehera Fawaz Husên û Helîm Yûsiv gelek serî didin ser hev. Tiştê ku heye Helîm, di nav hest û ramanên xwe yên şexsî de qadir e ku xwe tût û fena bike; îcar Fawaz Husên kevir û kûçikan digel hîm û girgaran hêla dike bi ser derdorên ku mijara wî ne. Helîm dike ku dilê kafiran bi gelê wî bişewite; dihêle ku heta dawiya şayesê mirov pê derxe ka ew derd, keder, keser, kul û janên ku bûne agirê misêwatê û bi bedena vî gelî ketiye dihelîne, heta qîjîn e dişewitîne, çi ne, bi hemû dijwariya xwe nîşanî çavan bide. Wer dike ku êdî tehemûla dil û wicdanan nikare xwe rabigire.
Ji surrealîzma vegotina Helîm, dar û ber direhilin; kevir û kuçikên palan tên xwarê. Tewerê car caran wekî xwendevan, dilê min ji şayesên wî yên ‘dîn’iyane û ‘cin’-iyane li hev dikeve. Car caran mirov dibêje qey ev vegotin, ne vegotina nivîskarekî li ser hemd û hişê xwe ye. Gotin, an mîna ne gotinên dînên hur, an jî mîna ne gotinên wan mirîdên ku ji heqîqetê dûr bûne; ketine “cizbê” û hildipetikin hewayê û pê re jî qiseyên pir xerîb dikin. Bi ser vê dînîtiyê de hin ramanên felsefî yên fîlozofên dinyayê jî ku bûne ruh û cesedê berhemên wî, tew êdî hal di meriv de nahêle ku bi peyamên wî serwext bibe.

2.
Çîroka wî ya “Hezkirina Qafkurmî” û “Gewdeyê Bi Xwe Re Di Şer De” du mînakên berbiçav in ku em dikarin li ser wan bigihîjin hin darêzan. Jixwe ev çîroka bi navê “Hezkirina Qafkurmî” wisan bobelat e, ku tew mirov riya xwe lê nabîne ku ji hev derxe. Pirî ku gotinên mîna ‘mirin, reşikê şevê, laş, serê xwe da ber gezan, mirî dixeniqin, çavê mirinê...’ hene, mirov çavtirsî dibe. Cîrantiya me ya bi gelê ermen re kiriye ew têr behsa H.Z. Îsa pêxember û gelê ermen bike. Jixwe ev çîrok bûye neynika dîroka Rojhilat û Rojavayî.
Çîroka bi navê “Gewdeyê Bi Xwe Re Di Şer De” jî, li ser pişta hevokekê ji piya maye. Ev gotin ji devê keçika Ermen derdikeve:

“Ji roja roj de hûn destikên ber destê xelkê ne.”

Tiştê ku lehengê bûyerê, ji şerman di ber rûyê xwe de tîne:
“Erê Marîna, ez ji te û ji gelê ermenî û gelên cîranên we û gelên necîranê we jî hez dikim.” e.

Gava mirov lê vedibe û dixwîne, ha ku mirov dibîne ku nivîskar ket şayesên derûniyên xerîb û seyr. Mirov di wan şayesan de gêj dike û ji nişkan ve ha ku te dît îcar hevokeke bi tenê, ku hevokeke li ser hemd û hişan e, derxist ber çavê te. Hîna ber meriv venabe, dîsan tavilê vegotin bi cizbê dikeve. Di alema manewî de rewşa ketî ya welatê Kurdistanê, bi gilî û gazinan derdibire.
Ev çîrok jî bi peyvikên mirin (9 caran dubare bûye), kuştin (3 caran), xwekuştin, tevkujî, qiyamet, gorên belavbûyî, dîn (2 caran), cendek, laş, xeniqandin, tabût, şewat û hilweşandinê mişt dagirtî ye.
Her kurebav, wisan bi hêsayî nikare xwe berde bin wê behrê. Bêhneke kizûrê ku ji şewitîna cergê wî tê, digel ku em civakeke xwedî wî pozî ne ku tu carî naşewite. Min wer bawerî pê heye, her çi kesê/a ku hema bi ber rûpelên Helîm Yûsiv bikeve, teqez dê pozê wî/wê bişewite û dibe ku ew jî bi cizbê bikeve.