copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Nameyên ji Gewrê re (7)

Aylîn UNEK
10/1/2009

Tarî ketibû erdê. Mija tevî ewrên rengîn, xwe bi ser bajêr ve berdida. Li nêrînên min yên derheqê Hamas-ê pirsî. Ji xwe min reş li xwe kiriye, de îjar li pirsê binêre! Min got; ez gelek tiştên baş difikirim der heqê wê de. Ez di derbarê hemû rêxsitinên terorîst de tiştên qenc difikirim. Şer qenc e, ma tiştê tu jê re dibêjî aşitî, çi ye? Di serda jî min got; ez difikirim ku ez ji xwe re keleşkofekê bikirim. Gotina; de hadêêê ber bi kolalan ve... di nava diranên wê de qirçînî kir, (xwe) veşart.

Ken spehî ye, Gewra min. Ez carna difikirim ku ciddî wergirtina her tiştekî şaş e. Hamas û yên dinê, hergav kabûs in û car caran rûçikên xwe nîşan didin. Heta ku pê neyê têgihiştin ku ferqa tu kesî ji yên dinê nîne, heta ku mirov nefreta di dilê xwe de neşo û jê safî ne be, ew ê weha be. Herhal serdestiya ewrên ser bajêr, min mecburî fikrandinê dikin,. Hinek weka hesasiyeta bandor û bizavê. Bi vê hesasiyetê di nava destên min de çend kitêb, ez di nava rûpelên wan de digerim û di heman demê de çavek min li ser çîroka kurdî ye. Ya di serî de bala min kişand ji alîyê uslûb ve wekhevîya çîrokan bû. Her yek ji wan bi şêweyek sade û pak hatine nivisandin. Li ser mîrasa çanda denbêjîyê û di eslê xwe de nêzî vegotina Mihemed Uzunî nêzî hev û bi hev girêdayî ne. Belkî hilbijartina navên niviskaran jî ji vê bonê ye. Heger mirov beyî li navê niviskaran binêre û çîrokan bixwîne, çîrok di nava xwe de biaheng in û weka ku berdewama hev bin.

Tu jî dizanî  ez ne ji xwendin û ne jî ji nivisandina çîrokê hes dikim. A min hinek dexsî û bexîlî ye. li gora min çîroknivisandin berhema jîrîya daxilî ye. Xemlidandina çend rûpelan bi xeyalan hunerek derî adetê ye. Lê di eslê xwe de tiştê dixwazim bêjim te ne ev e. Ez li xwe mikur têm ku hunera mubalexê li welatên weka yê me ku leyistoka şaristaniyê dileyizin, hê zêdetir e. Ez bi zanebûn vêya bi gelemperî dibêjim, bi vî awayî ez rehet dibim û belkî ev yek ji psîkoza min ya tenebûnê tê. Lê min ev yek ji bilî çend berhemên nû, di edebîyata kurdî de nedît. Kêfa min hat. Têgehek xwezayî û sade serdestî çîroka kurdî ye. helbet hin niviskarên ku çîrokvan in ji dervayî vê tebîtê dimînin. Weka mînak Helîm Yusiv yek ji wan e. Uslûba wî weka niviskarê amerîkî Joyce Carol Oates – çîrokên grostek- e, ku ez demekê, her çi min wî ne dieciband jî, li pê uslûba wî ya kûr herikî bûm. Helîm Yusiv jî weka wî, niviskarek xezneya wî ya hundirîn bêbinî ye. Bi nirxandinek psîkolojîk dikare bê gotin ku ev yek wî gelekî jî diêşîne. Ne yekî ku weha zû mirov dikare wî biqefêle. Ez vêya ne ji bo ku tevîhevîya wî ya vegotinê, ji bo ku ew bi şêweyek dinê nêzî tiştên tên vegotin dibe, dibêjim. Ka carna hertiştek zêde ye, niviskar wan zêdeyîyan berbiçav dike. Û weka yeka ku astengîya vê yekê dizane, xwendina wî dilê min sehr dike, ji bo vê yekê jî ez behs dikim.  Tiştên wî ji yên dinê cuda dikin; uslûb, şêwe, raman û vîzyona wî ye. Bawer im hinek dinê aqlan e, pêşverûtir û nûger e.

Sala bohirî di pêşangeha kitêban de mêvan bû. Ez beşdarî semînerek wî bûm û min lê gohdarî kir. Dema min li wî û hin çîrokên wî yên ku ji kurdî bo tirkî dihatin wergerandin gohdarî dikir û min hin çîrok û nivisên wî xwendin, min dît ku niviskar li ser navê edebîyatê di nava lêgerînekê de ye.

Car caran ji bo ku tu min şaş fêm nekî, ez bala te dikşînim, Gewrê. Di vê babetê de jî têbinîyek min heye û bi destûra te ez ê wê bêjim:sebebê ku ez bi gelemperî behsa edebiyatê dikim, bi temamî bi niviskar ve girêdayî ye. Aîdî wî ye. A rastî edebiyata niha ez pê mijûl dibim çîrok e. A ku ez dixwazim behsa wê bikim, ahenga navbera niviskar û edebiyata kurdî ye.
Her ez dixwînim, ez weha dihesibînim ku di xwezayîya kurdan de qabiliyeta nivisandinê heye. Weka ku bizaveka dijberî şêweya jiyana vê axa li serê dijîn. Bi qasî ez ji xwendina wan tê dighêjim; derdana  bizava wan ya xwe  bi niviskî îfadekirinê di çîrokê de jiyan dîtîye. Weha difikirim ku ev jî ji çanda (binî), çanda dengbêjîyê tê. Lewra tiştên li ser dengbêjan û dengbêjîyê hatine gotin û uslûba çîroka kurdî tam hev digrin. Û helbet siyaset jî. Niha dema ku ez dibînim ku siyaseta devkî ya civaka kurd vediguhere edebiyatê, ez bexetewar dibim. Lê dîsa jî dema gotin tê ser çîrokê, serhildana civakê ya navxwe tê bîra min. Ez bi saya çîroka kurdî, bi çanda kurd, sebebên nakokîyên nav kurdan, serhildanên wan, tesîrên wan û sîstema ramanên wan hesiyam. Careka dinê dubare dikim: xwezî gelek tirkan niviskarên kurd bixwenda. Di demek ku di siyasetê de şikestên pêk tên, edebiyat dikare bibe faktorek herî mezin da ku gel hevdu bi empatîyê fêm bikin, nêzî hev bibin, însan tê bighêje ku aşitî çendî pêwist e û ev tişt ne xeyal in. Ez her bi van bawer im û di wan de israr dikim.

Hêla ku çîroka kurdî ku bi min efsûnî tê jî ev e. Ez li her derekê dibêjim; kûrîtiya çîroka kurdî di edebiyata cîhanê de, li tu derkê nîne. Çîroka kurdî sift e û ev siftî ji her çar-pênc rûpelan carekê dertê pêşîya mirov. Ewqas sift e ku xwendevan mecbur dike rêz bi rêz, rûpel bi rûpel bi balkêşiyek mezin wê bixwîne.Bi vî awayî niviskar û xwendevan dighêjin hev. Niviskar û xwendevan kî dibin bila bibin, dighêjin hev. Belkî demarê eslî ya çîroka kurdî jî ev xisûsiyeta wê ye.

Weka xwendevan û (qaşo) nivsikarek, mafê min heye ku ez rasterast bipeyivim. Bi a min be em sil dikin û dema em dijîn jî em sil dikin, em edebiyatê jî sil dikin. Em li welatek ku herkes hertiştekî dizane dijîn. Ez ê di nameya pêşîya me de dîsa behsa çîrokê bikim. Jiber ku çîrok bi qasî mehzenekê bisir e û bi carekê ve nayê famkirin.

Yê min nas dike dizane. Dema ez çay çê dikim, berîya çay dema xwe bide; ji xwe re qedehekê dadigrim. Ez paşê dighêjim tama wê. Ez ji rewşa bêdem jî hes dikim.Dema ez jê hay bim. Weka çayê, lê ne çay. Li ser zimanê min e lê ez te zêde newestînim. Çewa be ez nikarim bi xwe û ez ê rojekê ji te re bibêjim.

 Çewa bû ew stran; ‘ li wê gundek hebû ..dûr..

Ax Gewrê.