copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Aylin Unek
Rewşeke Basîd ya Nivîskariyê
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-08-12 11:49:59
Ji şeva min di Televizyonê de li xelatwergirtina wî ya Nobelî temaş kir û vir de, Orhan Pamuk bo min tiştek dinê ye. Belkî ez hesûdiyan dikim. Ez ne ew im. Û min dît ku Yûsiv jî ne ew e.

Bawerim beravajiyek di min de heye. Kengî bi hêvî û heskirinê nêzî hin tiştan bibim, hê min tam jê negirtiye, hêvîşikestî dibim. Ramanên min weka min derewîn derxin, mejiyê min tevî hev dikin. Li gel di ber serê me de derbas dibe, qe em ferq nakin ku dem bi lezek mezin xwe diguherîne. Belkî ji vê yekê ye di kêlîka dibêjim; min ew girt, di yeka dinê de wenda dikim. Mirov bi rastî jî mekanîzmayek balkêş e. Lewra ya berbiçav mirov e û ne dem e.
Belkî ev rewşa min rewşeke basîd ya nivîskariyê ye.Hesasiyeta ku ez hertiştekî bi haydarî dişopînim, e. Mesela nayê minaqeşekirin ku Musa (yê Tirsa bê diran Helîm Yûsiv) ji min bêtir miz mizok û fikrî sabît e. Dîsa jî peyvendiyek xurt di navbera me de heye û em herdu jî ditirsin. Ez ji vê yeka ku ramanên min yên germ, demek dirêj min aram nekin û ew jî ji qebûlkirina sabitiyê ditirse. Heman tirs dema min pirtûka niviskarê îtalî Italo Calvino ya bi navê ‚Patika’yê dixwend jî bi min re hebû. Di dawiya Romanê de paragrafek weha hebû;
‚Di tarîtiyê de dar weka mirovên seyr xuya dikirin. Belkî însan tirsên xwe yên zaroktiyê heta dawiya jiyanê bibîr tîne, digot Kim. Heger ez ne fermandarê lîvayek bûmam, ez ê bitirsiyama. Gihaştina noqteyek bêtirs, armanca însan ev e !.’
Derdê lehengê kitêba Helîm Yûsivî ya bi navê ‚Tirsa bêdiran’ jî ev bû. Demek êdî ew ê netirsin !... Tirs tiştek wisa ye ku mirova nikare bifikire. Tirs ji teslîmiyetek kûr û îtaetê pê ve ne tiştek e. Weka bîatkirinê. A ku mirov jê hîs dike tiştek welê ye. Nizanim bê em ê karibin bi rêya aqil dirênên wê yên di laşê me de, ko bikin yan na. A dixwazim bêjim; di jiyanê de cîh ji tesadufan re nîne.
Kêlîkek hat, du însanên ku qe pêwendiya wan bi hev re nîne, li cîhekî gihaştin hev; ez û Helîm Yûsiv.
Dema min ‚Tirsa bêdiran’ dixwend, di heman demêde mîn redaksîyona romana xwe jî dîkîr. Jiber min dil dikir ku li dervayî hemû dogmayên tên zanîn, bimînim, min di van du salên dawî de tu niviskarê ku min dixwast di vê pêvajoyê de bi min re bin, nexwend. Tesaduf e ku min di heman demê de rahişt ‚Tirsa bêdiran’ û ‚ kitêba Orhan Pamukî ‚Berf’ê. Xwendina Helîm Yûsivî hertim min şad kiriye. Min Pamukî, di demek ez li hemberî tirsa xwe têk çûm, piçekî dev ji rika xwe berda, ji mecbûrî dixwend. Di gotara xwe ya dawî de, min gotibû zanebûn tiştek cuda ye, lê wê neqilkirin azadî ye. Tam jî di vê kêlîya min digot Filît( navê romana min e) qediya, min dît ku min wê azad nehiştiye û min xwe jî ji edebiyatê azad nekiriye. Di wê dema ku Alî Fikrî bi israr ji min re digot, ‚Berf’ê bixîne, dê fêda wê li te bibe. Filîtê belengaz ! du sala min te bir û anî. Min bi dilexeşiyek mezin ‚ Tirsa bêdiran’ dixwend. Navê lehengekî Filît jî Musa ye. Ji vê yekê hinek jî min biken ‚tirs’ê dixwend. Herçi tu pêwendiyek di navbera herdu Musayan de tune bû jî, nikarim veşêrim ku min ji xwe dipirsî; çima Musa?.Li aliyekî ‚Berf’, li aliyekî ‚ Tirsa bêdiran’ û li aliyê dinê ‚Filît’. Di nava van raman û fikaran de ez gihaştim nêviyê kitêba ‚ Tirsa bêdiran’
Ez bêhnteng bûm, rastiya bêhntengiya min ev bû ku ez û niviskar di heman astan de derbas dibûn. Weka ku Helîm Yûsiv dinivisîne û ez jî li quncikekê bidizî lê temaşe dikim. Di heman demê de çar aliyên min tijî pirs. A ku bû, carekê bibû , rewîtî bi ku de? Heta ku ez bibim ez, hetta ku ez weka xwe biafirînim, heta ku ez welidandina pitikê nikaribim red bikim.
Van tiştên ez dinivisînim min jî ditirsînin. Heryek ji me weka xwe ye. Çima em qebûl bikin ku edebiyat yekserî ye.?
Neyta minî ez minaqeşeyekê bidim destpêkirin nîne. Lê ji tecrûbên xwe ez tê gihaştim ku heryekweka xwe ye û min ev yek jî welê qebûl kir. Ne ji bo ez pesnê Helîm Yûsivî bidim, lê bi rastî jî ew niviksarek kurd ku ez jê hes dikim, e. Ez dikarim li pêşberî girseyekê bisatean edebiyata wî biparêzim. Dema min dît ku ew jî şaşiyan dike, gelekî xeyalşikestî bûm. Min dît ku em li ser navê sûdwergirtina ji ya qenc, berê xwe dugherînin, xwe tune(hêç/hîç) dikin. Ya em dikin ne derswergirtin e, hewldana kirina heman tiştî ye. Ez gelekî fikîrîm û min gelekî hewl da. Lê nebû. Ez nebûm Pamukî. Ez ne Pamuk im. Ew uslûbek dinê bikar tîne. Tiştên ez ê jê fêr bibim hene, ez ê rê û şêweya wî bi şopînim. Lê ji min jî ji klaviyeya min jî ev îş wêdetir e. Xwîna me li hev nakele. Dema min heman tişt di ‚Tirsa bêdiran’ de jî dît, careka dinê tê gihaştim ku tesaduf nîne. Pamuk û Yûsiv jî ne weka hev in. Cara yekê ye ku piştî rûpelê heftiyî ez tam ji kitêbek Yûsivî nagrim. Naxwazin neheqiyê li werger Rahmî Batur bikim, lê min got belkî ji wergerê ye.
Tersiyek bi min re heye. Eco, di odeya min ya xebatê herdem li ber destê min e. Ez wî weka rêhevalekî xwe dibînim. Herparagrafekê ciddî û çend caran dixwînim. Û hercarê ji nû de dikevim nava sihrekê. Lê qe min hewl neda weka wî binivsînim. Ew bo min weka Nabokov, weka Dostoyevskî, weka Auster, tenê rêbereke e. Ji şeva min di Televizyonê de li xelatwergirtina wî ya Nobelî temaş kir û vir de, Orhan Pamuk bo min tiştek dinê ye. Belkî ez hesûdiyan dikim. Ez ne ew im. Û min dît ku Yûsiv jî ne ew e.
Helbet ev jî hîleyek jiyanê ye. Fikara , ji dêvla mirov di rêyekê de diçe di nava zeviyan de wenda bibe, bêyî strî di mirov rabin, bighêje baxçê gulan, e. Lê bêhna gula bêstrî jî qe nayê ferqkiirn. Ez niha têgihiştim ku ew bêhnek dinê ye û min biryar da wê bijîm. Min berê aqilê xwe da Pamukî.. Careka dinê û hetat tenê weka xwendevanekê vekim min kapaxa wê girt. . Pirsgirêkek min bi Pamukî re heye, min wê spart pêşerojê.
Min ‚ Tirsa bêdiran’ jî weka çîrokek dirêj binav kir. Belkî niviskar, rêya xwe neguherta û hestên xwe yên tîr bi teknîka çîrokê vegota, ê heyecana min zêde bibûya, çogên min bişekstana, dilê min bileztir lêdana. Di jiyanê de cîh ji tesadufê re nîne, nîne ha.

Wergera ji tirkî: M.Şefîq Oncu