copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger
Helîm Yûsiv, Di( Gava siyemîn)
de, baş li ber xwe temaşe bike!
24 Hezîran 2008 Sêşem Saat 23:08

Bêwar Brahîm/Avestakurd

Mixabin, ku xwendina romana "Dahola Teneke" vê pêlê gelek ji dema min biriye. Min carekê xwendibû, lê min xwest careke din bixwînim bê ka Gunter Giras dixwaze çi avahiyan ji bobelat û wêraniya şer ava bike?

Xwendina pirtûkan, girîngtirîn sedeme ku min ji xwendina piraniya nivîsînên ser Internet belav dibin dûrdixîne. Bi rêkewtî min gotara kekê Helîm Yûsiv xwend, ku li ser pirtûka( Tê bîra min), ya kekê Heznî Haco ye.

Dixwazim çend xalan ji kekê Helîm Yûsiv re ronî bikim. Bi hêvîya ku çawa qamiçiyê rexeneyên xwe bi maf û bêmaf hildide û dadixîne û bi çar aliyan re şer dike wek Donkîşotê ku bi aşên ba re şer dike. Qamçîyên kesên din jî li ser pişta xwe bipejirîne. Ku mixabin, di rexneya xwe de vê carê û gelek caran ku yek alî û bêbatî ye. Û xwendevanê ku pênûsa wî dişopîne dixapîne û winda dike.

Xeleka windayî û rewşenbîriya dilxwestinê:

Kekê Helîm Yûsiv dibêje: gotara ku Bêwar li ser pirtûka "Tê bîra min" nivîsandibû ji serî ta bi dawî tev pesindan e.

Kekê Helîm Yûsiv, heger wisa be ez serfiraz im, hema bi kêmanî min pesenê pirtûkeke Kurdî daye; ku xwediyê wê xwe nake nivîskar lê ji piraniya dostên te yên nivîskar bêhtir zane binivîsîne.

Wekî tu wisa dilê xwe li ser xalên windayî, pirtûkên windayî û navên windayî diêşîne, tu çima vê ked û vê westana xwe nade vekolîna li wê xeleka windayî ji dîroka tevgera Kurdî li Başûr-Rojava?! Ev xeleka windayî ku bi mebest û bêmebest kesek lê napirse. Gelo, piştî têkçûna komela Xoybûnê û ta damezirandina PDK li Sûriye di roja 14.06.1957'an de. Kê ev valahiya ku kesek nayine ziman dagirt? Kê tevgera netewî li nav miletê Kurd şiyar hişt ta partî hate damezirandin? Haco û zarokên xwe û bi taybetî Hesen, çi ked û westan dîtin ku vê valahiyê li nav miletê Kurd dagrin? Hesenê Haco, yê ku di 17 Adara 1963'an çû ber dilovaniya xwedê û ez nebawerim ku yek ji nifşê niha zane ku ev camêr di rojeke adarê de çûye ber dilovaniya xwedê? Ew naxwazin bi kar û xebata xwe, xwe şo bikin, û em bi hemû hêza xwe bi navê wekheviyê bi navê rexneyê bi destê xwe şaşiyên rêberên xwe, dikin tewan û qencî û keda wan winda dikin. Çima û ji bo kê???

Kekê Helîm Yûsiv, wek em dibînin ku pênûsa Te û kesên weke Te nizanin li tiştekî bigerin ji bilî xalên reş di jiyanên taybet ya mirovan de, ew jî xwezî ji bo paqijkirinê ba! Mixabin û sed hezarî car mixabin ku vekolandina we, li van xalên reş tenê ji bo reşkirinê ye. ji dêvla ku hûn bibin alîkar ku van xalên reş jêbir bikin, bi keyd û bi nêçîra li nav ava girik hûn reşbûna van xalan reştir dikin û bi devgermî dibêjin: Em rexnê dikin.

Rexne wijdanekî paqij, hestekî zelal û hişekî ku bi hêmanan dagirtî jê re pêwîst e, ne têbîniyên dostên zikreş û bêwijdan. Gelo Te çima li ser Nayif Haco nenivîsand? Tu Nayifê Haco nas dikî? Yê ku keser û xweziya bavê xwe Haco li erdê nehişt, dema Haco berê xwe da Bagokê û got:

Çiyako bav û birakoXwezî ez di himbêza te de ba maBila benkê çaroxê gwîzeka lingê min xwariba

Nayifê Haco berê xwe da himbêza Bagokê, lê ne benkê çaroxê gwîzeka lingê wî xwar; Bagokê bi tevahî ew xwar. Gelo ev serbûriya Nayif ne hêja bû ku Tu dema xwe bidê û li ser binivîsîne?

Berî çend rojan sê kes mêvanên min bûn, xwe rewşenbîr û zana weke Te didîtin. Ta peyveke nexweş hebû axaftin nebirîn dema peyvên nexweş û bêbextî neman bê deng bûn, Tu zane ew axaftin li ser çi bû? Li ser rola Haco û zaroyên wî li nav tevgera Kurdî li Başûr-Rojava bû. Îro çi siyasetmedar û nivîskarê bixwaze navdar bibe- Bi taybetî li Başûrê-Rojava- bila xwe bike rexnevan û li ser Haco û zaroyên wî binivîsînin û biaxivin ku ew xayin in, Hingê wê navdar bibin! Lê yên rastiya wan weke ku bûye binîvîsînin wê bibin şabaşvanê wan û bi sed pêlekanan dakevin binê erdê!!! Wisa rastî dadikeve binî û derew hildikişe jor!!! Lê ji vê têgîn û zagonê qet bawer nekin ji ber rastî herdem bilinde û ti caran ew danakeve.

Îro, Te xwestiye rastiyeke wan binivîsîne, ku ji hevberdana jin û mêran derketiye. Lê mixabin ku ev gava Te avêt bi rê de kulibî, ji ber rexneyên Te pesendaneke ku ne kêmî şabaşiyê ye ji xerabîyê re.

Kekê Helîm Yûsiv, ezê bi tenê wê malka helbestê Ku Mihemed Teleb Hilal li ser Haco û zaroyên wî gotiye bînim bîra Te ew dostên Te:

Teriya mar jêneke û neşîneKu tu comerd bî serî jêke û li pey teriyê bişîne

Bijî, ji me Kurdên binxetê re, dema em destê Mihemed Teleb Hilal digrin û wî himbêz dikin, dema em bi destê xwe serê Mar ji wan re jê dikin, datînin ser sifreya zêrîn û dibin ber dijmin, bijî ji me Kurdên binxetê re dema em rim û xinceran di pişta sembolên xwe de diçikilînin û em kêfa dijminan li xwe tînin. Nanê Haco û zaroyên wî di zikê me de kore û bêxwêye, lê qehwa Daxuyaniya Şamê li ser zimanê me dibe çemê hunguv û meya buhuştê.

Kekê Helîm Yûsiv, nivîsandina dîrokî nabe wek nivîsandina erotîkî.

Dîrok dixwaze nivîskarê wê şiyar û hişmend be. Lê erotîk, ku nivîskarê wê serxweş be jî, ti ziyanê nagihîne rastiyê. Vajî wê, ez bawerim wê mijar xweştir û afrenertir bê.

Wek min li jor got: Ez serfirazim ku pesnê pirtûkeke Kurdî bidim, lê li xwe veger bê ka Te pesnê çi daye? Tu pesnê dostên xwe didî ku bûne: wek berwa ku ji qaqilê xwe dere. Ew dostên Te ku Heznî Haco bi gelekî ji wan nivîskartir û zanatir e.

Na û bilyon carî naa. Ne nivîskarê ku rexneyên wisa binîvisîne navdar û maldar dibe; û ne yê ku rastiyê binîvîsîne bi sed pêlekanan dadikeve binê erdê û çendî rastî dakeve ew her li jor e.

Hestê sexte û hêsrên Timsahan:

Kekê Helîm Yûsiv, mixabin ku gumana Te çewt derket. Ji ber min xuşka Mukrîme Haco dîtiye û min pirtûka( Bêbextî) xwendiye û xwest ez wergerînim ser zimanê Erebî, lê min wijdanê xwe weke Te û dostê Te nefirot.

Weke jin, ne bi xuşka Mukrîme tenê re, lê bi her jinekê re ji vê cihanê naxwazim ku hêsrek li ser rûyê yek jinê bibare û ev yek bêguman dewrebariye.

Heger Te bala xwe baş dabe naveroka pirtûka Bêbextî û tiliyên li pişt kewalîsên wê. Tê xweş têbighe ku ne xuşka Mukrîme ev pirtûk nivîsandiye, weke ez serwextim xuşka Mukrîme nizane, nebixwîne û nebinivîsîne ne bi Kurdî û ne bi Erebî, heger zanibe jî wê ne bi vê asta bilind be ji şîrovekirina bûyerên siyasî li ser dema şoreşa Barzaniyê nemir. Bi dîdevaniya biraziyê wê bi xwe, ku ji min re got hevmalê wê Betê ev pirtûk nivîsandiye. Bitenê ew diaxivî û wê nizanîbû bê hevmalê wê çi dinîvîsîne û çi nanivîsîne.

Min dixwest zanibim, gelo dostê Te çi daye Te li himberî vê wijdanfirotina Te?

Tu dixwazî ji xwendevanan re diyar bike ku dilê Te bi jina Kurd dişewite û Tu weke palpişt û kelehekê ye li pişta vê jina bindest û hejar?

Kekê Helîm Yûsiv, Tu mirovê herî dawiye ku li ser mafê jinan biaxivî û dilê xwe bi wan bişewitîne. ji xwe ez nebawerim heger Tu zanibe bê jin çiye? Ez naxwazim deftera têkiliyên Te yên taybet bi jinan re vekim. Di salên rabirdû de malpera Avesta Kurd bi cegerdarî peyamek derbarî vê yekê ji Te re şiyandibû. lê ez ne weke Te me, ji ber ev dimîne azdiya kesane û ne ji mafê ti kesiye ku li taybetiyên jiyanên rojane bikole û bi navê rexneyê wan taybetiyan belav bikin.

Kekê Helîm Yûsiv Tu dibêjî: "Ez bi xwendina vê pirtûkê du caran êşiyam. Cara yekem serpêhatiya vê jina kurd ku mîna gelek jinên din, bêbextî lê dibe û ji ber ku zarokan nayne, mêrê wê, pismamê wê ku wî weke Dektor bi nav dike, ku ew bi xwe Heznî Hacoye bi dizî û bêyî ku wê agahdar bike keçapa wê ya din tîne ser û wê berdide". Min nizanîbû û min nebihîstiye ku hevberdana di navbera jin û mêr de li ti deveran ji cihanê bûye bêxbextî? Qey xwedê jî şaşe yan bêbexte ku sûretek bi navê (Berdan)ê di Qurana pîroz de daxistiye? Û tevahiya civak û rêxistinên sivêl li rojavayê cihanê ku li dijî kenîsê rawestiyan ji bo bidestxistina zagona hevberdanê di navbera jin û mêran de? Naxwe gerek em ya xuşka Mukrîme bi xwe jî bikin tewan û bêbextî, ku piştî hevberdanê çû bi kurmamê xwe yî din re zewicî û bavê 6 zarokan ji wan stand? Tu çima rastiyê vedişêrî? Rastiya ku du mirov ji hev hez nekin nikarin bi hev re bijîn; ew salên ku bi hev re berdewam bûn jî, ji bo xatirê çavê malbatê bû. Ku nebe du bendî û dilmanî nekeve navbera ap û pisaman de. Lê Tu û kesên weke Te, bi taybetî ew dostên Te yên ku Tu û ez em xweş wan nas dikin, bi vê tevliheviya bêwate, bi vê dilreşiya weke jehra zeya-marên reş; hûn dixwazin jihevçirandin û dubendiyê bixin navbera malbetekê ku tevahiya jiyana xwe kirin cangoriya xaka xwe û welatê xwe. Dixwazim vê bipirsim: Çima Tu dixwazî devê vê birîna taybet ku saxlembûye dîsa veke û bikole? Xwediyên vê mijarê bûne kal û pîrik, nevîyên wan çêbûne, ji berjewendiyên kê re Tu dixwazî agirê ji dehên salan vemiriye dîsa di nav vê malbatê de gur bikî? Ev mijara taybet ku xuşka Mukrîme bi nivîsandina wê, ziyan negihand ti kesî jiblî xwe û malbata xwe pêve. Tu kare ji nîvê Almanya bipirse ji ber piraniya wan mala Haco ne, ku kekê Heznî sal û nîvekê li benda erêkirina dotmama xwe Gulşa ma ku bi hev re bizewicin. Lê ta piraniya malbatê erê nekirin ew bi hev re nezewicîn û ez bawerim ahenga ku li Almnya ji wan re hate çêkirin bi helkeftina hevkirina wan- ku ne bi dizî zewicîn- di pirtûka xwe de aniye ziman. Lê çavê Te naxwazin rastiyê bixwîne. Ez weke keç, bi hemû hêza xwe mafê jinan diparêzim, lê nayê wê watê ku em ji bo ezeziya xwe mafdariyê binpê bikin. Xuşka Mukrîme mafdare ku hizr û dîtinên xwe derbirîn bike, lê gerek ev hizir û dîtin objektîv û babetî bin. Dema min pirtûka( Bêbextî) xwend, di destpêkê de ez ji edrêsa wê veciniqîm, bê ka çi bêbextî li vê jinê hatiye kirin? Piştî ji xwendina wê xelas bûm, ez tê giham ku ne wê ev pirtûk nivîsandiye.

Ezê vegerim û bêjim: Ez dixwazim zanibim, gelo, çima dostê Te, ku piştî van salên dirêj nû xwe dilêş dît û riya pirtûka( Bêbextî) şanî dilêriya rexneya Te kir? Û xwest pênûsa Te bike rim ji xwe re û bixe pişta kekê Heznî Haco de. Mixabin, ku nerînên Te tev pûç derketin û gava Te ya siyemîn kulibî. Heger bi rastî wisa dilê Te li ser birînên jinan diêşe, Te çima pênûsa xwe li ser kojerên jinan so nekir. Di sala 2007 an de 276 jin li Duhokê tenê hatine kujtin; qey me rojekê peyvek ji pênûsa Te nedît , ji bo piştigirtina van jinan???

Jin, ne hewcedarî giriyê sexte ne ji çavên derewîn. Vî hestê xwe yê sexte û van hêsrên xwe yên weke hêsrên Timsahan ji xwe û dostên xwe re hilîne, ewên ku Tu û ez em xweş wan nasdikin, ku ta niha dengên wan di guhê min de wek zingl lêdide. Dema xwe wek dîkê Elokan dinepixanidin- Weke niha Tu xwe dinepixîne- û digotin: Vaye ( Bêbextî) di bin destê me deye, emê mala Haco û bi taybetî kekê Heznî ji "wicûdê inqîrad bikin".

Ma hûn nizanin dema ku ava çeman dighe nav ava deryayan ew çem winda dibin?.

Em werin ser derewke mezintir û bêbextiyeke kambaxtir:

"Xwendevanê vê pirtûkê nas dike ku ev jin, hîna di pêçekê de ye, li gor urfûadetên kevin, wê ji bo (Dektor) xelat dikin, wisa jî dora bîst salan hem li benda wî dimîne û hem jî duwazde salan jê re dibe jin..." Dawî bi vî awayê (bêbextî) "tê berdan û digihêje wê radeya ku berê wê didin nexweşxana dînan..."

Heger hinekî wijdanê Te heba, Te bahsa nexweşxaneya hişmendiyê nedikir.

Ez nebawerim, mirovê ku Heznî Haco ji dûr yan ji nêzîk ve nas bike, vê derewê li ser bawer bike? Mirovahiya wî nahêle ku dilê zarokekî bişkîne, vêce wê çawa bighe wê pileya nemirovahiyê ku dotmama xwe bavêje nexweşxaneya hişmendiyê? Lê diyare derdê nezaniyê daye dilê Te. Ne bi çavê romannivîsekî Te qonaxek ji jiyana kekê Heznî Haco nas kir? ku bi zîrekî xwe di ser re çemkiriye bê ku xwendevan wî bibînin . Heger dostê Te, Te agahdar nekiriba Te jî ev çemkirina wî ne didît.

Ji mafê her kesî ye tiştê ku ew bixwaze bibêje eşkera bike. Wekî din di baweriya min de, wê nedengkirin bi gelekî ji derewan çêtir û qenctir be. Heznî Haco di ser vê qonaxê re xwe çemkir ji bo ew hevgirtina di nav malbata wî de ji nû ve neyê çirandin û devê birînên kevin venebin. Lê em Kurd, em nizanin wan deverên di jiyana me de çiryayî pîne bikin, em her bêhtir diçirînin. Ji dêvla ku îro em xêrhatina mala Haco bikin ku vedigerin welatê xwe û di şahî û behîdariyan de li kêleka miletê xwe ne, em radibin bi serê xincerên so devê birînên reş vedikin û kêfa Mihemd Teleb Hilalên kevin û nûjen li xwe tînin.

Kekê Helîm Yûsiv, Tu wisa li pirtûkên windayî digere? Ne pirtûkek, lê Pirtûkxaneyek windayî heye lê mixabin nenivîsandiye, heger Tu birastî Kurdperwer û welat hez be, Tu wisa dilêşê peydakirina pirtûkên windayî ye, ez berê Te didim vê pirtûxaneya ku di mejiyê kekê Zinawerê Haco de kom bûye. Tu kare ji dêvla yek( Bêbextî) bi dehên bêbextiyan peyda bike. Lê ne wek( Bêbextî) ya kekê Mêvan yan jî xuşka Mukrîme. Bêbextiyên ku ez bahsa wan ji Te re dikim ku di serê mirovekî 70 salî de civyane, tev ji destê dijminên me ne, ji destên Tirk, ereb û Farisa ne.

Kekê Helîm Yûsiv, heger min pesnê (Tê bîra min) da be, bi kêmanî min bêbextî li ti kesî nekiriye, wek bêbextiyên Te li Heznî Haco û bêwijdaniya Te pê re. Ez nebawerim ku bi mana 7 salan li Almaniya Te dab û nerîtên welatê Rojhilat ji bîr kirine?

Pirsa min ew e: Gelo, jina ku zarok jê re çênebin û hevmalê wê piştî 12 salan ji jiyaneke nexweş ku nikarîbûn bikevin kirasê hev, bihev re derbas bikin û sedema neanîna zarokan ji vê jinê be û dema ku hevberdan çêbibe, ji mafê wê ye ku ji hevmalê xwe re bibêje (Bêbext)? Em her roj bi çavê xwe dibînin bê çawa jina ku zarok jê re çênabe, bi destê xwe dire jineke din ji hevmalê xwe re dixwaze. Lê îro pirtûka( Bêbextî) ketiye destê Te û dostên Te de. Di hizra we de, ku we bûqa roja qiyametê ji xwe re dîtiye û bitenê maye li ser fîkandinê ku hûn ji misilmanan re bibêjin: Berê xwe bidin buhuştê û ji gawiran re bibêjin berê xwe bidin dojehê.

Kê pesin ji kê re daye kekê H.Yûsiv? Pesnê min ji pirtûkekê bi nirx û hêja re, ku xwediyê wê navê xwe û paşnavê xwe eşkere nivîsandiye û çapxaneyekê xwedî rêz û hirmet di qada rewşenbîriya Kurdî de ev pirtûk çapkiriye ku piraniya pirtûkên Te çapkirine? Yan pesnê Te yê bêsînor û bêaso ji pirtûkekê re ku tîplêdana wê tev li ser dektîlo ye, bi tenê navê wê (Bêbextiye) û navê nivîserê wê Mêvan e û pelên wê bê nimre ne. Û ya ku Te jibîrkiriye, ku kekê Mêvan wêneyê xwe li ser qapa dawîn xistiye û navê çapxaneyê tew li ser nîne lê Tu dibêjî:(ev pirtûk, li gor agahiyên ku min ji xwediya wê bidest xistine, di sala 1980 î de li Tirbesipiyê hatiye nivîsandin û di sala 1986 an de li Swêdê hatiye çapkirin. Navê xwediya pirtûkê Mukrîme Haco ye.)

Xaleke din heye, gelo xuşka Mukrîme ji sala 1986 an ve û ta dema ku pirtûka wê giha destê Te. Di ku de bû? Çima me bi navê wê nebihîstiye? Çima ne pirtûkeke din, ne helbestek û ne gotarek dernexstiye. Ne bi navê wê û ne bi navê Mêvan, me tiştek nexwend û nebihîst ji xwe dema îro bûye dema Internet?

Roj bi bêjingan nayê binperdekirin:

Kekê Helîm Yûsiv, diyare Te pirtûka (Tê bîra min) bê dilî xwe xwendiye? Heger Te bi hizreke objektîv xwendiba. Tê bê westan gihaba wan rexneyên ku kekê Heznî Haco nivîsandine. Ji bav, ap, bira û pismanên wî bigre ta bi endam û kesayetîyên tevgera rizagarîxwaza Kurdistanê ji her çar aliyan. Derbarî mijarên evînî, diyare Te bê berçavk ev pirtûk xwendiye û di ser hevdîtina wî bi keçeke Alman re xwe çemkiriye? Ku heftiyek di ser hevdîtina wan re derbas ne bibû, ew keç bû gêrlfirênda wî û bi saya wê hînî zimanê Almanî bû. Diyare ku Te gotara min qet nexwendiye? Heger Te xwendiba bi kêmanî wê ev çend xêz di ber çavê Te re derbasbûbana. Min di gotara xwe de ev yek aniye ziman:

( Di beşê erotîk de, xwe dike qurban, ji xwendevanan re eşkere dike, ku ew bê hampa ji xwe re li hevalekê digeriya, ne ji bo ku wî hînî zimanê Almanî bike, lê ji bo tenêtî û hewcedariya wî ji jinê re bikuje /R.99/.).

Kekê Helîm Yûsiv, dev ji bêbextiyên xwe-ez nabêjim tev- lê piraniya derw û bêbextiyên pirtûka( Bêbextî) berde. Wijdan-firotina xwe bifroşe bazirganên ku li bazarên qaçaqçiyan kar dikin. Di vê bazarê de Tê serketîbe û Tû poşman nabî.

Bejna rastiyê li her dem û li her deveran berz û bilinde, tola xwe ji kesekî re nahêle. Min kekê Heznî Haco dîtiye, min hevmala wî Gulşa dîtiye û min xûşka Mukrîme dîtiye. Min herdu pirtûk ne carekê û didwan xwendiye. Ev Te çawa evqas bêwijdanî û derwe bi hev şêrêz kirine ez nizanim? Tayên (Tirsa bê diran) ji destê Te derketin û Te nema rê bir ser nivîsandina wê, serê wan tayan ji ber Te winda bûn, vêce Tu dixwazî nîgaş û xewnên xwe li ser milên camêran ava bikî û bejna xwe ya kin bi hilkişandina ser pişta wan bilind bikî?

Kekê Helîm Yûsiv, dema xelk birinca xwe li ser sifreya rastiyê dineqînin, zuxuran û libên şikestî davêjin binê heftsed avan û libên paqij û sipî şo dikin. Lê em qirêja birinca xwe şo dikin û libên paqij û sipî davêjin binê heftsed hezar avî. Tu û kesên weke Te, porê ji tiliyên we re berdayî be li ber dilê we hevirmêş e, lê porê ku destê we negihê, di çavê we de dibe çermê Jojî. Îro xerabî û bêwijdanî li nav tiliyên we porekî nerme weke hevrmêş e. Lê ji vê rojê xweş bawer bin ku ev hevrmêş wê di gerdena we de bibe werîsê daliqandinê û kesek li ser hawar û fîxana we nazîvire, Tu zanî çima? Ji ber hingê wê çavê her dilî bi rastiyê ve daliqandî bimîne, rastiya ku ji kulubandina xeraban re qet nabêje: Hella. Tu berpirsê(Gava siyemîne) vêce ha ji xwe hebe û baş li ber xwe temaşe bike, çêtire Tu bikulibe û kesek ji Te re nabêje hella.


24.06.2008