copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

Tirsa Bê Diran/Tirsa Bi Diran

Cîhan Roj
Diyarname 17.4.2007

“Tirsa bê diran” navê romana Helîm Yûsiv a dawî ye. Navê berhem û sernavê beşên berhemên Helîm balkêş in. Nivîskar carna bi derbirînek mîtî yan jî sernavek evsaneyî, folklorîk dil û mejiyê we ji tiştekê re ya rast ji bo şêweya xwe, derbirîna xwe amade dike.

Ew derbirîn di heman demê de mîna kilît in da hûn bikaribin vebikin wê bi tena serê xwe bibin berhem. Na, li ser we ferz nake. Lê we niyet hebe jidil û can bixwînin bi îhtimalek mezin carna hûn dê ji bo wan kilît û sernavan bi rojan bifikirin, lêbikolin. Van derbirînên helbestî di heman demê de epîgraf in. Çawa li ser deriyên berhemên dîrokî wêne yan jî sembol hene bi wî awayî ev derbirîn û sernav jî sembol û wêneyên beşên berhemê ne. Mînak:
‘Çavê sêyem
Gava ku tirs dibe bav, dê dibe tûtin
Dem dibe agir, pê re jî hezkirin dibe arî. (rp101)’’
Bi vî awayî nivîskar têkiliyek bi dostanî bi xwendevan re datîne. Bin hişê xwendevan bi awayek vedikole. Ne bi girî bi ser xwendevan de diçe ne jî bi coşeke bê wate, bi temkîn aveke şîregerm bi ser xwendevan wer dike.

Helîm her ku navê romana xwe tirsa bê diran lê kiribe jî wekî xwendevanekî kurd piştî min pirtûk xwend û tirsên di atmosfera jiyana me de careke dî bûn ewrên reşetarî, navê berhemê wekî tirsa bi diran di dil û hişê min de xwe da der; “Tirsa bi diran.”! Hem jî tirs li welatê me mîna diranê marê kor bû/e! Bi jahr e tirs.

Ji sedemên van nîşeyan jê yek jî ev e; xwendevanên Yûsiv bi “Sobarto”* û bi dengê di “Sobarto” de, bi hawar û  bangewaziyên di “Sobarto” de warek bi dest xistibûn. Tirsa bê diran bû sedem tevliheviyek jî di wî warê di hişê xwendevan de pêk were. Li vir bar hinek dikeve ser milê xwendevan. Gere xwendevan jî bikaribe hinekî bi nivîskar re bimeşe. Gere xwendevan jî amadeyî guherîn û veguherînan be. Li gorî min ji bo berhemên Yûsiv ev ne meseleya asta berhemên wî ne bê kîjan bêtir serkeftî ye. Sedemên dî hene. Mesela Helîm çend sal in li Ewropa ye. Bivê nevê ji giraniya hest bêhtir wê êdî têkiliya sedem-encam xwe di berhemên wî de xwe bide der. Bivê nevê bandora zimanê mîtî li gorî berhemên pêşî kêm be. Bi vî awayî gelek sedemên dî jî dibe ku hebin. Lê ev jî rasterast ne sedem in ji bo Tirsa bê diran. Taybetiyek Tirsa bê diran heye. Ew jî sedema van nîşeyan a bingehîn e.

Her nivîskar dawiya dawî xwe deyndarê zarokatiya xwe, rabirdûya xwe û civaka xwe dibîne. Di hin civakan de ku civaka me jî ji wan civakan yek e, her kêlî, her êş, her jan, her şahî, (ji ber ku şahî kêm in wekî nimûne dimînin) her tirs, her gotinên sêwî mohra xwe li rihê însanan dide. Di pêvajoya nivîsandinê de her mohr jan dide dilê nivîskaran. Di her kêliya nivîsînê de ew mohr li deriyê nivîskar didin da nivîskar wan jî binivîse! Her carî mîna taviyên biharê bi ser nivîskaran de dibarin.

Ew şaxên jiyanê her ku wekî malzeme carna bê binavkirin jî di rastiyê de carna ew malzeme rihê nivîskar zeft dikin, rê li azadiya rihê nivîskar dibirin. Dev ji nivîskar bernadin. Nivîskar jî bi awayek li kêliyekê asê dimînin. Rojek tê û nivîskar bi berhema xwe diteqe û rihê xwe ji bo berhemên nû bedewtir dike, wî barî ji ser rih dide alî.

Wexta hûn berhema Gabrîel Garcîa Marquez ya bi navê “Jiyîna ji bo vegotinê” dixwînin hûn girîngiya vegotinê careke dî bi bîr tînin. Vegotina geliyê di rihê civakan de. Vegotina dîroka bê dîrok. Vegotina hişê bê “hiş”dima. Vegotina dîktatoriyên êdî bûbûn erd û asîman. Ezê gotina Berken Bereh bi bîr bixim: “Em nikarin bibin mêrê jina xwe. Em nikarin bibin xwedî gotinekê. Em tune ne”! Ew qas zelal û kûr. Em ew kes bûn ew qas azadî û vîna me nemabû di dest me de.

Taybetiya vê berhemê ev e! Yûsiv balîfa me danî ber serê me lê ne ji bo ku em serî daynin ser û kawîsan bibînin ji bo em jî hewl bidin rihê xwe ji wan mohrên reş bişon.

Gotina dawî wê bi pirsekê biwede. Em wexta berhemên bi kurmancî dixwînin kêm zêde xwe dide der bê ji alî derbirîn û şêweyê ve çiqas di bin bandora tirkî de maye. Lê mereqek bi min re heye. Gelo bandora zimanê erebî dîsa ji alî şêwe û derbirînê ve çiqas li ser kesên wekî Ehmed Huseynî, Jan Dost an jî Helîm Yûsiv… heye?

*Sobarto romana yekemîn a Helîm Yûsiv e.