Serpêhatiya min û “Mêrê Avis” Çiya Mazî / Gername Ez bawer dikim sal 1997 bû berhema Helîm Yusuf “Mêrê Avis” nû derketibû. Em jî li Mêrdînê û xwedêgiravî me Nivîskariya Kurdî dikir. Ne berhem, ne ferheng û ne pirtûkên rêziman. Lê hêdî hêdî weşanxaneyên kurdî berhem derdixistin û êdî çîrok, helbest di refên pirtûkan de cih digirtin. Lê belê nedihatin welêt an bi destan dihatin belavkirin. Haya pirê mirovan jî ji çîrok mîrokan tunebû. Ku mirov digot “ez çîrokan dinivîsim”, ne digotin “ka tu çawa dinivîsîne” digot yek li ba min jî heye” yan jî digot “aha vêya jî pir xweş e, wê jî binivîsîne”. Bi ya wan (hê jî gelek mirov wisa zanin) çîrok, meselok bûn an çîrçîrok bûn. Ji bo berhema Helîm Yusif “Mêrê Avis” bi dest bixim, min rabû telefonî weşanxaneyê kir û ji birêz Abdullah KESKîN ew pirtûk xwest. Hê wê demê min û Abdullah Keskîn pir hevdû nasnedikir. Pir kêfa wî hatibû û tew ku min xwe pê da naskirin û min got ez filankes im û di Azadiya Welat de çîrokên min jî hatine weşandin û dinivîsim hê pir kêfa wî hat. Got “tu aniha li ku yî?” Min got “li Mêrdîn”. Hinekî keniya û got “ma ne min hinek pirtûk şandine mala bavê xwe û mala bavê min jî li Mêrdînê ye.” Îjar kêfa min hat: “Gelo li ku derê Mêrdînê rûdine” “Li Taxa tabiyê (Saracoğlu) ne. “Îjar, ez wan nas nakim, gelo ezê çawa wan bibînim.” “Tiştek nabe ezê telefon bikim û hûnê hev du li cihekî bibînin” “Ji bilî wê tu karibî telefona wan jî bidî min wê baş e” “Baş e, bila” Telefon da min û piştî saetekê min jî telefonî mala wan kir. Ez bawer dikim xwişka wî bû û bawer dikim navê wê jî Fatma bû. Min got “Gelo Abdullah telefon kir an na û pirtûk li ba we hene?” . Got “Belê hene, lê ka ezê çawa û li ku te bibînim” “Niha ezê bêm ser Rêya nû, Yenîyol, mala we nêzî wê derê ye ji xwe” “Ê baş e” Min telefon girt. Lê pê re tasewas û bêbiryarek bi min re çêbû. Ka ezê çawa wê pirtûkê ji keçikê bixwazim. Gelo min çima ji Abdullah Keskîn re negot “Bila ‘Mêrê Avis’ têxe poşetekî û ji min re bîne ser rê. Gelo çima min ji Fatma re negot ‘hema çi pirtûk hebe bîne’.” Ez ji mal derketim û min berê xwe da rêya nû. Wekî me gotibû li bin pira rêwiyan sekinîm û li bendî Fatmayê mam. Îjar ka ewê çawa min nas bike? Ezê çawa wê nas bikim, gelo ji ecêban re ez gulekê têxim bêrîka sakoyê xwe, ez çi bikim? Û ka ezê çawa jê re bibêjim? Bi wî awayî û di ber xwe de jî hey dipeyivim: “Law ma Helîm Yusiv ne te navê wê berhemê bikira ‘Mêrê Avis’ nedibû? Qey tu çîrok nemabû ku te ew binivîsanda”. Min qedexetî medexetî û tirsa polîsan ji bîr kiribû. Ji bilî qedexeya ziman û pirtûkan îjar diviyabû me telafûz û diyalog jî çareser bikira. Hê ez wisa difikirîm, min dît keçek 12- 13 salî ji taxê ber bi rê de tê. Hinekî li dora xwe dinêre û hêdî hêdî jî ber bi pirê ve dihat. Min fêm kir ku wê ji sedî 80’yî ew be û ez jî hinekî biken (ji bo min nas bike) ber bi wê ve çûm. Bawer bikin xwîna nivîsa kurdî em ber bi hev du birin. Keçik jî ber bi min ve hat û got: “Xalo ma ne tu bû te telefon kir” “Belê weleh ez bûm, ka tu çawa yî, qey mala we li vir e?” “Erê” “Abdullah ‘got pirtûk li mal in’ nizanim kîjan pirtûk li ba we ne?” “Pir hene xalo, tu kîjanê dixwazî?”. Bi rehetî min karîbû navê pirtûkê ji keçikê re bigota. Lê min digot ewê fedî bike û wisa jî bû. “ iii yek heye, ya Helîm Yûsif” “Kîjan?” “Mêrê Avis” Fatma hinekî sekinîbû û hinekî jî bişirînê girtibû ser rûyê wê. “ihihi, erê heye” “Ê te karîbûya bianiya baş bû.” “Heke tu bêhnekê biseknî ezê bînim vê derê” Xatir ji min xwest û çû. Heta bêhnekê, min dît pirtûk di poşetekî de û hat. Me ew alvêra jî bê qeza û bela wisa qedandibû. Lê îro? Pirtûk pir bûne, pirtûkxane pir bûne û ne hewceye ku em li kuçan ji bo em pirtûkfiroşan nas bikin gulên sor jî di destê xwe xin. Nivîskar hê jî pirtûk di dest de li kolanên Mêrdînê digerin lê eşkere û bê tirs. (Kes nakire ew jî meseleyeke din e, nepirsin) Lê ez vê bibêjim, kekê Helîm Yûsiv ew nav lê nekiribûya baş bû (ma mêr avis dibin Xwedê ji te razî). Ne sûcê wî ye jî, ma çizanîbû ku wê alvêrek wisa çêbibe. … Û min bihîst ku Helîm Yûsiv romanek nû daye weşanê. Ser xêrê û pîroz be. (Lê Xwedê bike navê wê ne ecêb be)
|