Tirs û tirs Dewlet Elî Berî heyamekî min hindek ji romana (Tirsa bê didan) ya nivîskar Helîm yusif dixwand, lê berî ku ez xandina wê bi dwîmahî bînim, wê romanê û dîmenêt wê hizra min azirand û hindek bîrhatin û rastî û serhatiyêt tirsê înane bîra min, ne ji merema hindê ku ez xwe ji rêza nivîskarekê hêja wekî kekê Helîm bibînim, ne jî ji melevanya min di deryayê nivîsînê da, lê ji heza hindê ku ez jî hindek ji van dîmenêt ku milletê me têda jiyay, bideme ber çav, min ev rêzkêt xarê nivîsîn. Destêt nivîskarê hêja xweş bin û her yê serkeftî bît di xizmeta peyva kurdî da. Eve jî rêzkêt minin Tirs, ev peyva di gel me da bûy û mezin bûy û bûye hevjîna me, bûye sîtavk û li dwîv me dizivrît û hemî pêngavêt me bi rêve dibet, bûye bingehê biryarêt me, her wexte, ew ya bûye rêveber bo sistemê jiyana me , hemî karê xwe em li bin ferman û îşaretêt wê dikeyn, em dikarîn bêjîn ,ku çi kar nînin, berî ku em pê rabibîn, heke em vê peyvê bikar neînîn, her karekê me divêt bikeyn, em destwîrya wê werdigirîn. Dê bêjîn: ez ditirsim filan şolî bikem, neke filan tişt biqewmît, ez ditirsim derkrvim, neke xelk behsê min biken, ez ditirsim baxvim, neke ez tiştekê xelet bêjim, yan jî ez ditirsim baxvim, ji ber ku dîwar bi guhin: ez ditirsim vî cilkî bikeme ber xwe, neke şerim bît, û heku mezina gotî: ((Şerma dinyayê ji ezaba gura (qebra) xirabtire)). Ez ditirsim, ditirsim. Di her pêngaveka ez tavêjim, tirs xwe nîşa min didet. Em bi hêvênê tirsê yêt hatîne hevîrkirin û di qalibê tirsê da hatîne darêtin, tirsê qeyd û bendêt xwe yê li dûr me rapêçayn, mukum em yêt girêdayn, bê bawerî ya di kesatiyêt me da çandî, reng û ruyê tişta yê li ber çavê me şêlî kirî, em yêt kirîne gurî û qurban bo hindekêt dî, da ku ew bi kar û bizav û livînêt me nekevine tayê şermê û şehmizariyê, bila em çend di dirust bîn û xudan hizir û bîr û bawer û şiyan bîn, gel gava ev tişte hindî serê derzîkê bibîte egera nexweşiya mirovêt dewruberêt me, em neşêyn xwe pavêjîne wê meydanê, neke bideyne ser perjanêt wan û bibîne cihê serçemandin û nexweşya wan. Tirs ya bûye kuntrul di jiyana me da û em yê di bin rehma wê kuntrulê ve, dijîn. Dîroka tirsê wek me gotî ya kevne, ya di gel me da, her ji dema hêşta em di malbiçwîkê dayka xwe da peydanebûyn, ji ber ku dayka me jî wek min û te û hemyêt dî, her ji gava bûy û ji ber nifşê xwe wek mê, ji bilî tirsa taybet ya mal û tirsa giştî ya rijêma li ser milletî, ya bi tirs rabûy û li bin çwîvê tirsê û şermê jiyay û şwîkirî û em yêt jê peyda bûyn, em yê bi şîrê tirsê şîrvijje kirîn û li bin sîbera tirsê şîrvekirîn. Perjanê tirsê yê daye ber me, daku me ji nexweşî û zulm û zurdariyê biparêzît, lê wê nedizanî ku dê çîxin û kelemêt wî perjanî çine di leşê me ra û dê gemara xwe di nav xwîna me da belav ket. Ji bilî vê, ez wekî te û tu wekî yêt dî û em hemî wekî hev, yê ji wî çarguşey hatîn yê ku kekê Helîm di romana xwe (tirsa bê didan) nîşan lê day, li wî çarguşey, ji bilî tirsa mezin ya wî diyar kirî, gelek tiştêt dî bûne binasêt xwelîserya me kurda û çandina tirsê di hinavêt meda Êk ji wan tiştêt ku tirs di nefsa me da çandî, tirsa olî û xudê ya ku her dem û di hemî delîva da zengla xwe di mejyê mirovî da lêdida, kêşan û pîvan û ciza bitinê ji layê selbî ve didane ber çav, layê îcabî di jiyanê da yê kêm bû, bitinê xudê wek sazdarek dida ber çav û dilovanî û rehma wî jibîr dikir, ji pêş hindê ve ku bêjne mirovî, heke tu vê başyê bikey dê xudê te bete beheştê, dê xêrêt mezin bo te nivîsît, da bêjin, heke tu filan tiştî bikey, heke tu nivêja nekey û rojya negirî û taetê nekey, dê xudê xezeba xwe li te barînît û dê te bete cehnemê, dê te danîte ser sêlka agirî û te bi agirê cehnemê sojît. Evî rengê taşandina olî, tirseka mezin û bêbawerî di nefsa mirovî da di çand, rengê taeta xudê jî şêlî dikir, hindek cara taet bitinê ji ber hindê bû daku xwe ji xezeba xudê biparêzin, pêwpaşî li dev mirovî peyda dibû, nedizanî ku ew xudêyekê dilovan û bi rehme, nedizanî bi duristî têbigehin û xwe nêzîkî rehm û dilovaniya wî biken. Lewra her dem ji mirnê û ezaba qebrî di tirsiyan, nexasme heku di nav emir da diçûn, anku pîr dibûn û ji ber hindê gelek cara twîşî nexweşiyêt nefsî û giyanî dibûn. Gelek pîremêr û pîrejin heta nîv şev da rwînin û nivêja û taetê ken û kene girî û du'a ji xudê ken ku wan ji ezaba gura (qebra) biparêzît Tiştekê dî yê fer û yê ku bûye egerê çandina tirsê di nefsa meda, hindek rêkêt xelet yêt taşandinê bûn, bo nimûne tenakirn û mijwîlkirna zaroka bi vegêrana çîrok û çîvanoka, her çende mifa û bihayê wan çirok û çîvanoka nahête saloxdan, lê pa gelek ji wan bi tirs bûn û ne yêt hindê bûn ku bo zaroka bihêne gotin û vegêran, her çende û bi xerîza biçwîkatiyê bo heza zanîna hemî tişta, bo biçwîkî xweşbû dema guhê xwe didayê, lê piştî hîngî û dema ew dima bi tinê, ew serhatî hemî di mejyê wî da dizivirîn û dubare dibûn û dibûne egerê tirs û nerihetiya wî, ne zarokî dizanî bo xwe çîrokêt li dwîv taqeta mejyê xwe yê sade û jiyê xwe yê sava helbijêrît, ne jî çîrok û çîvanokbêja ev tişte dizanî, wan ne dizanî ku, qunaxa zarokatiyê ji hemî qunaxêt jiyanê naziktire û ew tiştê di zarokatiyê da di kevîte mejiyê zarokî, nexş û nîgarêt xwe di kesatiya wî da diket û heta heta dimînît û gelek ji wan bîrhatina, xîçkêt reş di deftera jiyana wan ya paşerojê da, di nexşînin Tenakirna zaroka bi wan çîroka bû, nivandina wan li bin çwîvê tirsandinê bû, da bêjinê: binive heke dê nuke ezmansork hên û dê te ben. An jî binive heke dê serkirînk hêne te û dê serê te kirrînin. Êkî bo me behsê biçwîkatiya xwe dikir û digot: '' zarokekê gundî ji mal derkeft û piştî bo xwe yarîk di gel hevalêt xwe kirîn, wesa diyarbû ku westiyabû û li cihekî di xew çûbû, dinya bû şev û hêşta ew nevegeryayî, îna dayk û bab û xelkê gundî rabûn lêgeryan, ez yê di pencera meda rwîniştî bûm dema hindek di ber mala me ra bûrîn, êkî ji wan got: serkirînka ew yê xarî, yê dî got: erê bi xudê gava dî min gulêbû di vêrê ra bûrîn û kirre kirra wan bû û serek di kirrand. Îna ew hizir kete di serê min da û ew tirs ma di dilê min da heta ku ez mezin bûym, dema êkî digot, binve heke serkirrînk hatin, hema di gavêda ez ji tirsa di çûme di nav nivîna da''. Eve bû êk ji rêkêt taşandinê û hosa zarokê me (zarokê kurd) di hate tenakirin û nivandin, û ji pêş hindê ve ku ew jî dema wekî zarokêt dinyayê serê xwe didanîte ser balîfka xwe, bikevîte di hizrêt xweş û ciwan da, hizra yarîka biket, şevêt gêjn û sersala, di hizra hindê da binivît ku mirovekê wekî nîkulaws (babanuêl) dê hêt û diyariyêt ciwan bo înît, ji pêş van tişta ve, zarokê me serê xwe didana ser balgihê tirsê û hizrêt nexweş, dengê ezmansork û serkirrînka dikete guha û serê wî tijî di kir, hizrêt kabîs û jimebûştira xeyala wî ya sava û ciwan û bê gunneh, şêlî dikir û dibû çeqe çeqa didanêt wî ji ber tirsê, gelek cara heta spêdê ne dinivist, û heke nivistiba jî, gelek cara da di xew da nivindî vê kevin û da ji xew rabît. Lê her dîsa, xwezî sed xwezî li tirsa çîrok û çîvanok û tarî şeva, neku li jiyana di bin çwîvê gef û reva, xwezî zarokê me bi wê xewa bi tirsa çîrokêt bê tixwîb jî şahî biba, hêşku da germatiya kerkincir û nivînêt wî û germatiya sîngê dapîrê, hindek xewn û kabîsêt nexweş lê sivik ken, lê cugrafî û ciyulociya welatê me, bûne egerekê dî yê çandina tirsê, her çende wê ciyugrafiyê (bi wan çel û çiya) ve, bi sal û zemanan em ji dujminan parastîn, lê ji layekî em ji pêşkeftinê û dinyayê û zanînê û teknulociyê dwîrêxistîn û ji layekê dî ve em kirîne armanc bo teme'iya dewletêt dewruber û hêrişêt wan û em kirîne nêçîra tirs û revê. Dema dengê tup û teyara dihat, kunêt mişka li mezin û biçwîka dibûne qeyserî, daku xwe têda veşêrin, dema tup wekî gurzê kurey biserda dibarîn, hey hat û hey çû, kî mir û kî ma, kî revî û kî vi reva xwe ra negehişt, kî ma bi xudan û kî ma bê xudan, dema lê dibû roja heşrê û enfala, bab vi kurî ne diket, day vi zarokî nediket, her êk bo xwe diçû, geleka zarokêt xwe dihêlan, ne dizanî bi çi ser û şwîn çûn, iha ew bû tirsa bê tixwîb. Tirs ewbû dema ku daykê devê zarokê xwe yê sava bi sîngê xwevedina daku dengê giryê wî neserkevît heta ku ji dujmna dibûrin û dema derbas dibûn û serê wî ji sîngê xwe vedikir, didît ku yê sar bûy û heta heta yê bêdeng bûy, iha ewbû tirs û cerg sotin û ez wek daykek, çend bîra min ji wî dîmenê ku min gulêbûy, têt, xwînav ji dilê min dirişît bo dilê wê dayka malxirab û wî zarokê hatî bê gunneh û çûy bê gunneh, bitinê gunneha wî ewbû ku wî jî diviya wekî hemî zaroka bêjît eve ez jî mirovim, eve jî dengê mine. Tirs ewbû dema, di wê revê da, li wan çel û berçelêt sar janûbirî di hatine jinka û di keftine ber biçwîkbûnê, hindeka bi rêve û di ronahiya rojê da, bitinê jinkek û berberek da lê bine xudan heta biçwîkê xwe dibû û diviyaba her di gavê da û bi wan êş û jana ve rabiba ser xwe û daba rêkê daku vi karwanê revê ra bigehît. An jî di şevtariyêt şevêt zozanêt semedarî da, bê ronahî, bê derduderman, bê agir, bê nivîn, li bin pirteka naylonî, yê ku bûye cihê vehewandina pênç şeş mala û parastina wan ji baranêt dijwar, li rexekê wî naylonî, diviyaba xwe li ber wan jana girtiba, bê deng, di bin tirs û şerm û sermayê ve, zarokê xwe peyda kirba, daku êkê dî yê bê zar û ezman bihêt û bikevîte di karwanê tirs û revê da. Hosa tirs di nav cerg û hinavêt mirovê kurd da dihate çandin û eve bûn hindek ji dîmenêt tirsa me, tirsa bê didan, belkî ya bê zar û ezman û bi hizara dîmenêt dî hene, heke ez hemya bêjim, heke ez tirs û serma şevekê bitinê ji şevêt revê wesif bikem, ne min ew şiyan hene, ne jî çi berperr têra diken. Eve çend sale min hindek serqelemk yê li ser nivîsîn, lê pa xeyla min û peyvêt min yêt belengaz di derheqî darêtina wan dernakevin. Gelek cara min digot: xwezî ez nexşkêşek bam û ez şiyabam min ew tirsa bê zarûezman kirba kevalek, lê pa ez ne ew nexşkêş bûm ku bişêm ramana wê titsa mezin li ser pera vejînim. An jî min digot: xwezî ez nivîsevaneka zîrek û çeleng û pirr xeyal bam, da min kirba romanek û darêtiba ser berpera, lê dîsa ez ji wan şiyana kêmtirbûm. Ya ez dişêm bêjim ewe ku, her êkî ji me ji tasa vê tirsê vexariye, her êk ji me, bitinê di nefsa xwe da dikarît wê tirsê biduristî vegêrît, lê bitinê hindeka xudê û xweristê ew kerem ya di gel kirî ku bişên bi rengekî van tişta bînne ziman û bidene ber çava. |