copyright©helimyusiv2006
contact
veger
veger

DOSEYA (MEHA SÊZDEHAN)

Culturname

Helîm Yûsif dibêje “Ez ê yekî bikujim” ji çîrokeke min hatiye girtin û Cewerî dibêje tiştekê wilo nebûye Jan
Helîm Yûsif di nivîseka xwe ya îro ya di malpera Diyarnameyê de belavbûye îdia dike ku Firat Cewerî hizra romana xwe »Ez ê yekî bikujim« û kesê sereke yê wê û navê romanê bi xwe jî, ji kurteçîrokeka wî »Meha sêzdehan« wergirtiye.

Helîm di pêşgotina vê nivîsa xwe de weha dibêje:

»Berî ku romana Firat Cewerî ya bi navê “Ez ê yekî bikujim” têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê “Meha sêzdehan” dihate bîra min. Lê ji ber ku ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya her du berheman dûr dixist. Piştî ku min roman xwend, min dît ku ramana bingehîn ya çîrokê bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin. Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka “Meha sêzdehan” bi xwe bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin. Ango kesê serek e yê çîrokê, ji xew vediciniqe û biryara kuştina hinekan dide. Her carê di kuştina hinekan de difikire û wisa tevna çîrokê tê ristin û ber bi dawiyê de diçe. çîrok wisa bi dawî dibe ku ew kesekî nakuje, lê xwîna mirovan li wê navê heye.Tevna romanê bi heman metodê hatiye ristin û bi heman tiştî bi dawî dibe. Lê di nav wan de, bi sedan bûyer û qewimîn û tiştên ku têkiliya wan bi çîrokê re tuneye re, hene. Ji ber ku yek çîrokek e ku ji yazde rûpelan pêk tê û ya din romanek e ku ji sed û pêncî û yek rûpelî pêk tê.
çîroka “Meha sêzdehan” r.73-83, di pirtûka “Memê bê Zîn” de ye ku di sala 2003′yan de ji nav Weşanên Avestayê derketiye.
Romana “Ez ê yekî bikujim”, di sala 2008′an de jî ji nav Weşanên Avestayê derketiye.«

Helîm naveroka çîroka xwe û romana Firatî di vê nivîsa xwe de hevberî yekûdu dike û hinek alî û perçeyên herduyan yên bi dîtina wî wek hev in berçav dike. Ji bo xwendina nivîsa Helîm Yûsifî li vir bitikîne: Romana “Ez ê yekî bikujim” ji çîrokeke min hatiye girtin.

Me peywendî bi Firat Cewerî kir û pirsiyara dîtina wî li ser van îdiayên Helîm Yûsifî kir. Firat Cewerî diyar kir ku haya wî bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tune ye. Wî di bersiva xwe de ev got:

»Haya min bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tuneye

Ez ji sedî sed ji xwe bawer im û ewle me ku min ev çîroka ku camêr behs dike nexwendiye, haya min bi qasî serê derziyê ji naverok û awayê hûnandina çîrokê tuneye û tu kesî bi tu awayî ji min re behsa vê çîrokê nekiriye.

Lê tiştek heye, ez dizanim ku biserketin û navdarî bela seriyan e, hin kesan kêfxweş bike jî, hin kes jî pê aciz dibin. Di dema Nûdemê de jî welê bû. Gava Nûdem bi awayekî xurt derdiket û bûbû navnîşana nivîskarên hemû beşên Kurdistanê, çend neyar jî ji min re peyda kiribûn ku dev ji hemû karên xwe berdabûn û bi navên dizî û sexte li dijî min dinivîsandin. Lê ez bi wan re neketim polemîkan û heta ji min hat min xwest ez Nûdemeke layiqî kurdan derxim.

Piştî tecrubeyên zêdeyî sih salî û nivîskariyeke ewçend dirêj, ez aniha jî konsantreyî nivîsandina romanê me û çi astengî derkevin pêşiya min jî, dîsa ez ê dawiya jiyana xwe ya maye bi nivîsandina vî şaxê edebiyatê bibuhurînim.

Ji ber ku edebiyat jiyana min e, ez jî jiyanan dinivîsînim; jiyanên mirovan ên derveyîn û hundirîn, xewn û xeyalên wan, êş û azarên wan, kêfxweşî û dilşahiyên wan, têkçûn û biserketinên wan, tirs û mêrxasiyên wan, hezkirin û xapandinên wan… Ev hemû mişterek in, tiştên mirovîn in, ji bo hemû mirovan derbas dibe, li her derê dinyayê yek in. Gelek caran, min çîrokek nivîsandiye, an romanek nivîsandiye û hinin din di jiyana rastî de pêrgî karakterên welê hatine. Ne zû de, hê doh, dostekî got ku wî ji yekî re tercimanî kiriye û ew kesê ku jê re tercimanî kiriye çîroka wî eynî mîna serpêhatiya karakterê min ê “Ez ê yekî bikujim” bûye. Dîsa berî bi salan dostekî min got ku wî li dadgehê ji yekî re tercimanî kiriye ku bûyer pir nêzîkî çîroka min ya bi navê “Kevoka spî” bûye. Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ku aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ku haya me jê nîne.

Lê heke rexnegirên kurd “Gava ku masî tî dibin” bidin ber romana Orhan Pamuk “Navê min sor” e (Wergera kurdî: Mustafa Aydogan), wê bibînin bê skelet, struktur û awayê nivîsandina romanê ji ku hatiye. Gotineke kurdî heye, dibêje; Guriyo, navê min li te, kumê min li serê te. Ev jî, ev mesele ye.

Ez wekî din her tiştî dispêrim xwendevanan. Xwendevanên kurd ewçend jîr in ku dikarin rastî û çewtiyê ji hev derxin û dizanin bê çi edebiyat e, çi jî dexs û zikreşî ye.


________________________________________________________

Lİ SER MESELA KERDİZ Û GURÎTÎYÊ

Hesenê  Dewrêş / Netkurd
20/1/2009

“Roman nivîsandin dişibe weke ku mirov bi şev erebê bajo. Hew bi qeysa ku lembê we rohnî dikin hûn dikarin bibînin lê wê rêwîtî hemû jî di wê rêyê de derbast bibe.” (E.L.Doctorow)

Berî ya niha bi çend roja nivîskar Helîm Yûsiv îdîayek avêt holê û li pey îdaya wî bersiva Firat Cewerî jî dereng nema. Îdîa ewe ku: romana Firat Cewerî ya bi navê "Ez ê yekî bikujim" ji çiroka Helîm Yûsiv a bi navê "Meha sêzdehan" de hatîye girtin. Helîm Yûsiv dibê: “Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin. Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka "Meha sêzdehan" bi xwe bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin.”

Belê; çîroka Helîm Yûsiv bi van hevokan dest pê dike: “Di saet bîst û çar de, di nav bêdengiya nîvê şevê de, ji nişka ve Cemîlo ji xew veciniqî û biryarek e bê veger da:
- Divê ez bibim kujer (qatil)….. Dibe ku şiyar be jî, ji ber ku şev û rojên xwe di nav xewnerojkan re derbas dikirin.....”

Û romana Firat Cewerî jî bi van hevokan dest pê dike: “Gava ez sibehê zû, saet di şeş û sêzdeh deqîqeyan de ji xewneke kabûsî şiyar bûm, laşê min giran bû; her derê min diêşiya û dijeniya....Ez nizanim û ji hev dernaxim bê ya min dîtiye xewn e an xeyal e...gava dîsa bi nermî xilmaş dibim, dengek dikeve guhê min, dengekî bi zingînî, ji min re dibêje;"Tu ê îro yekî bikujî….”

 

Bi rastî ez nizanim bê xewnê berê sibê û ê nîvê şevê dişibin hev yan naşibin hev, yan xewnê ku di van taximan têne dîtin ramandina kujertîyê li mirov çê dikin yan nakin,ez berî li ser vê meselê pirr ne fikirîme.

Belê; lehengê her du nivîskaran jî ne zanin di xewnekêdene ne zanin li ser heşin. Lehengê Cewerî Temo; dema ku îlacên xwe naxwe, nebaş dibe û rastî û xeyalan ji hev dernaxe,ê Yûsiv Cemîlo jî lehengekî bê “vexwarîn serxweşe”. Digel ku gellek nîşan hene ku Temo şîzofrene jî, ez dikarim bibêjim hema hema afirîndarê Temo “ji xwe jî” veşartîye ku Temo şîzofrene. Çawa ku Cemîlo bi herhawê xwe xûyaye ku lehengekî Helîm Yûsiv e, wisa jî xûyaye ku Temo lehengekî Cewerî ye.

Belê her du leheng jî gava şîyar dibin bi dîya xwe di axivin. Belê her du leheng jî derin ber mirêkê û li xwe dinêrin,weke bi mîlyar mirovan ku gava ser çav şuştinê li xwe dinêrin. Li hemberî mirêkê bi hina ceynikê wan dirêj bûyî tê, bi hina rîha wan dirêj bûyî tê,bi hina çavê wan bê ronahî û bi şîlaq tê,bi hina ruwê wan ne xûyayî tê, hin xwîna li bin bişkoka çakêtê xwe dibînin,hin aşiqî xwe dibin,hin îmana wan ji wan diçe hwd.

Belê her du leheng jî bi biryara kuştinê şîyar dibin. Temo bawerîya min tîne ku wê yekî bikuje,lê biryar dayîna Cemîlo (ku biryar be) weke hevokek acizîyê bi min hat û bawerîya min ne anî ku wê yekî bikuje.

 

Belê dawîya her du metna jî bi xûne û ne eşkereye kû kuştî kîye,her çiqes kuştîya Cewerî nîşana ku Dîana be, di xwe de himêz bike jî.

 

Belê di her du metna de jî tablo hene. Cemîlo resma çêdike û xewn û xeyala di tabloya de dibîne. Temo tabloya çênake, lê gava şîyar dibe li tablo ya Salvador Dalî a seatên helîyayî dinêre û destê xwe tavêjê, destê wî di şevite ,ku ev tablo di romana Cewerî de ne eşyayekî ji rêzêye,bi min şahdamara romanêye. Di 151 rûpelî de hew derbekê qala vê tabloyê tê kirin û zemanê romanê jî ji me re îzah dike ku zemane kî helîyayî û bê herikandin e û destpêka romana xwe, wê kite kita “saet di şeş û sêzdeh deqîqeyan de” ji me re bi wate dike.
 
Ku Cewerî  skeletê vê romanê ji çîrokek ku “bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin” girtibe û ev çîrok viqesî bi hostayî û estetîkî berfireh kiribe ez wî tebrîk dikim û bi libergerîn nivîskarên me yî din jî davetî vê rêyê dikim.

Firat cewerî dibê: “Lê heke rexnegirên kurd “Gava ku masî tî dibin” bidin ber romana Orhan Pamuk “Navê min sor” e (Wergera kurdî: Mustafa Aydogan), wê bibînin bê skelet, struktur û awayê nivîsandina romanê ji ku hatiye.” Ez dixwazim ku meselê hebekî din li nav hev xim û Mîrname ya Jan Dost jî bînim holê.

Belê,  her sê roman jî ji alîyê vebêjeran pirr dengîne(û em dikarin nivîskarini din jî daxilî vê mijarê bikin). Tiştê ku min bi xwe eleqedar dike ne magazîne ne jî dedektîftî ye hew meşrûîyet e. Ku Helîm Yûsiv atmosferek çêkiribe bo kevir,xwîn,mar,şûtik,nivişt,kûçik bipeyivin yan Jan Dost atmosferek çêkiribe bo vegotina xwe bi 21 vebêjerî bajo, yan jî ku Orhan Pamuk atmosferek çêkiribe ku pirpironek,zeytûn,legleg,dar, sorek,şeytanek bipeyive  ji bo min ti mehsûr tine, ku di mêjî yê min jî derbasbibe ezê bi ziman nekim ku kê ji kê girtiye ev şikil vegotin. Û di çavê min de jî tiştek ne ji qîmetê Mîrname yê,ne ji ê  Gava ku masî tî dibin ne jî ji ê Navê min sor e qet danakeve.

 

Di Mîrname yê de sê çîrokê ku Selîm di çîroka xwe dibêje,çîroka  bi navê Nalbend û Gundî (r.175-176) min di biçûkanîya xwe de di fîlmê Cüneyt Arkınî ê bi navê “Köroğlu” de dîtibû/bihîstibû. Lê ez hîn nizanim ku Jan Dost bi tirkî zane yan nizane,ku ev çîrok ji hina yan ji cîyekî bihîstîye yan wî bixwe li hev anîye,ezê çima rabim romanek gellek hêja bikim qurbana rûpelekî û navê dizîyê bi dû wî xim. Tiştê ku ezê lê binêrim bê ev çîrok di nav tevgera Selîmê nalbent cîyekî meşrû digire yan na.

Gava min romana Orhan Pamukî a bi navê Kar(Berf) xwend bi gellek mijar û çend lehengê xwe  weke “Biraderên Karamazov” (berhema Dostoyevskî) bi min hat. Ez hebekî fikirandim. Lê gava strana Şivan Perwer a bi navê Pêşmerge min ji devê Îbrahîm Tatlises bihîst ku navê wê kiribû “Zurnacı İbo Dayı” (xalê Îboyê zirnevan) û li bin stranê jî gotin û mûzîk: Îbrahîm Tatlises nivîsandibû ez gellekî hêrs kirim. Herkes dikare fêm bike bê çi dizîye çi ne dizîye. 

Kî dibê çi bila bibê,dîroka nîvêsê û a nivîskara bi hev girêdayî ye. Ku bi hev ne girêdayî bûna îro wê însan ne ev însan bûna.

Me go roman nivîsandin dişibe ajotina tirimpêlekê ye di şevê de ye. Di be ku gellek şofêrê di şevê de hebin. Tiştê ku emê lê binêrin; merqa tirimpêlê ye(şikil,pevxistin), bê ka lembê wî heta kuderê rohnî dikin (naverok), bê rîayetî qayda dike nake (meşrûtî), bê rêwîya aciz dike nake (ahengxweşî), bê me di gihêne cê ku emê herinê yan na (encam,belên di despêkê de bê tîne cî yan na,ku bi naverokê ve girêdayî ye),cîyê ku lembê wî rohnî dikin bê rêwîya kêfxweş dike yan bala wan nakişîne (estetîk) hwd nin.

Di wê rêwîtîya bi her du şofêran de jî  merqê tirimpêla,konfora wan bi min cûda hatin,her wiha xalên din jî. Belê di her du tirimpêlan de jî koltix hebûn û ez li ser wan rûniştî bûm û ez şîyar bûm û ji sohbetên wan û ajotinên wan min dizanibû ku kî Helîm Yûsiv e kî Firat Cewerî ye. 

 

Rojekê nivîskarekî me yî hêja maîlek ji min re şand. Di maîla xwede di got:

“Tu bi vê uslûp û şêweyê xwe di heft avan de jî dakî,  ez ê te nas bikim ku tu Alî Fikî yî û ne ev tenê, "Nameyê Ji Gewrê re" (Aylin Unek) jî yên te ne,  lê bawer bike ku ez kesî re nabêjim.”

Min dikaribû çi bikirana, bi wî wilo hatibû, û bawerîya wî mezin bû. Ez xemgînî bibûma yan kêfxweş? Ez bi xwe kêfxweş bûm.

Belkî ne heddê min be lê ezê dîsa çend tişta bînim bîra her du nivîskarên hêja, xwendevanên we nivîsên we yî li ser vê mijarê dixwînin û wê her û her bê bîra wan. İslûba hevokên xwe biwezinînin,niqaşa edebî û a şexsî û heqeretê, ji hev cûda bikin. Û ji bîrnekin ku bi qeysa nivîsên we hal-hereket,runiştin û rabûna we jî me eleqedar dike.
_________________________________________________________________

Meha sêzdehan û Ez ê yekî bikujim

27 Çile 2009 Sêşem Saat 14:44
Ebdulhemîdê Bamerrnî / Avestakurd

Piştî gengeşiya li ser van her du berheman, ez vegeriyam her du pirtûkan " Memê bê Zîn" - 2003- ya Helîm Yûsiv û " Ez ê yekî bikujim" - 2008 - ya Firat Cewerî û min her du ji nû ve xwendin. Vê xwendinê, di hizra min de, rê li ber çend têbîniyên hêjayî gotinê vekirin.

 

Şilxedana "Meha sêzdehan"

 

Peyva şilexdan, weke mirov bêjît welidandin an berfirehkirin, li hêla me bi vê wateyê tê bikaranîn;"Dema mêşên hingiv yên nûçêbûyî bi firê dikevin û ji kewara dê û bavên xwe cihê dibin. Berî ku di kewareke dî de  bi cî bibin, ji wan re şilxe tê gotin". Di vê derbarê de, min ji vê peyvê çêtir nedît.

Di roman a Cewerî de, pelewanê wî dixwaze, yan jî lê digere ku bibe kujek. Di çîroka Yûsivî de pelewanê wê divêt bibîte kujek an jî mirovkuj.

Di çîroka Yûsivî de, pelewanê wî çêkirî yara xwe di evînê de, dema birayê hevalê wî di hête bi ser wan ve, dikujît. Ev jî kuştinek e manewî ye ji jinê re.

Belê hêjayê Cewerî li şerrgehê kuştin a yara Cemîloyî, ku pelewanê "Meha sêzdehan"e li bin navê Diyanayê di kesê Temoyî, pelewanê xwe de, dihavête nav civakê û Temo yê hêja jî dixwazît vê kiryarê ji dayik a xwe dest pê biket.

Xweşî ya xwe di jinek e kuştî de dibînît û dîsa ve beredayî li nav civakê dihêlît û dihere pişikdariyê di kuştina mêrekî jî de, dike.

 Ev e jî xwe vedizîne ji "Meha sêzdehan" û Cemîloy jî dixapînît.

 

Nivîsa Hesen Dewrêş:

 

 Hêjayê Hesenê Dewrêşî jî, bi fer û giring zanî, netkurd-20.01.09,  ku xwe bikete dadker û berevaniyê biket, belê pa li pey dîtina min, di dadîkirina xwe de bo rexê Cewerî ê alîseng bû. Bi gotineke din pişta Cewerî a girtî, çunkî hêjay fîşek ê bi wê tivingê ê havêtîne Yûsivî ewa ji Cewerî wergirtî, tinê ez dikarim bibêjim Tehem,-mixabin- dadkarî (qeza`i) tu carî li nik me serbixwe nabe. Hek e destên nexşkirin a jiyanê welê bin.

   Hêjayê Dewrêş navê pirtûka Cewerî "Ez ê yekî bikujim" ew kirase ê çêkerê pehlewanê "Meha sêzdehan" kerkirî, fesilandî, li pelewanê xwe cemîloy kirî.

Qesta Dewrêş ew e ku nivîserê "Meha sêzdehan" saeta bîstûçarê jê negirtîye û ev e xala wergeryan a rojê ye û wergeryan jî tiştekê nihyay, musteqir, nîne, çûn û hatin herdukin. Ew jî gêleşutk û kulmoza kiryar û rûdana ne, di demî û hinavan de.

Pelewanê Yûsivî dibêje: "Divê ez  bibim kujer". Husa jî ew xwe sexlet dike "Dibe ku şiyar be jî, ji ber ku şev û rojên xwe di nav xewnerojkan re derbas dikirin".

Xewnerojk çawa çêdibin?

 Helbete ji lehiya hizr û xeyalaye ya li ser mejî yê mirovî û dibîte kabîs li ser dilî, vêca an Teb"nexweşiya Sere,"dihênê an jî dînîyek a vejenînê jê çêbît û li gor peyvên pêşiyan ( Dîn hemî ew nîn in yên diçine çiyê). Temo yê Cewerî jî li şûnpê Cemîloyê Yûsivî diçe.

Seydayê Cewerî bi pelewanî û zîrekî ji bo "Xewnerojk" ê ji şirovekirinê pêve tu tiştekî dî nekiriye. Heke em mînaka Quranê û şiroveyên wê bînin bîra xwe. Tu carî jî şirove ya Quranê ji dervey ayetê nîn e. Quran sedûçarde ayete û şiroveyên wê bê hejmarin û heyanê hinkî cara ji rastî ya ayetên Quranê derketîne û  pir afirandin têde hatiye kirin. Lê hemî şirove li dora ramana ayetê dizîvirin. Bi rastî ev e jî zîrekî ye ya ku şirovekar dikin û dikare destxweşî ya wan jî bihête kirin, lêbelê her şirove ji bingeha xwe na derkevît. Ev e jî mesela şirovekirina Cewerî ji çîroka Yûsivî re.

 Cewerî dibêje: "Gava ez sibehê zû, saet di şeş û sêzdeh deqîqeyan de ji xewneka kabusî şiyarbûm, laşê min giranbû, her derê min di êşya û di jenya… ez nizanim û ji hev dernaxim bê a min dîtîye xewne an xeyale.. gava dîsa bi nermî xilmaş dibim,dengek dikeve gohê min,dengekî bi zingînî, ji minre dibêje, tu yê îro yekî bikujî".

 Seydayê Cewerî bahra pêtirê jiyana pelewanê xwe sipartiye xewnerojkan. Dema mirov xewn û xeyalê jêk ne vavêrît, ji hev cihê neke, ê di xewnerojkê de be. Ev e bi xwe ye halê pelewanê Yûsivî  ku kaudanê, şer û mercê, lehengê xwe ê navkirî sipartiye xilmaşbûna binermî. Husa jî ew dengê dikevîte guhê pelewanê Cewerî, ew jî sexletên xewnerojkane.

   Heke romana Cewerî a kurt baya, ewê nikaribû xwe ji çarçove ya "Meha sêzdehan" vedize. Husa jî çêkerê Temoy-Cewerî- li vira hinkî serxoranê, tevlihevî, pêre çêbûye, çunkî hejmarêt çêkerê cemîloy-Yûsiv- jî bikaranîne û li vira ketiye telhê, ketiye xefkê. Ji bilî "Meha sêzdehan", dema Cewerî Diyanayê di gugirrînît, xweş û xweşik dike û dilê mirovî dibetê, dîmenên jinên Ûris di romana (Tirsa bê didan) ya Helîmê Yûsivî vedigêrrît.

Ji bo hinekî dî dîtina min ji Dewrêş re zelal bibe, mirov dikare pirseke husa jê bike: - Heke tu bibêjî: Min xewnek dît. Ez bibêjim: Dema ez di xew de bûm, lepitî bûm, li ser nivîna razayî bûm û hay ji xwe ne bû, min dît min sêv dixwarin. Tu dê ji min re bêjî: Bira dê hema bibêje; min di xewnê de sêv dixwarin...çiye hinde tu têyî û diçî? Ma ev e hindê naguhîne ku min hwîrdê, an detayên xewnê li ber te danîbin yan jî dananîbin?. Bûyer ew e ku yek di xew de sêvê dixwe.

Mixabin û bê xiş, bê şek, binyatê Helîmê Yûsivî çêkirî, Firatê Cewerî xaniyê xwe ê li ser avakirî û ew xanî ê malik malik kirî û helaşe kirî. Tu yê hêja jî ê lê mikur hatî dema tu diziyê, di toreyê, wêjeyê, de şer`î û rewa dikî û hêj pêtir pîrozbahiya Cewerî li ser diziyê dikî û berîv pêtir dizînê pal didî.

 Jêkwergirtin gunehek e mezin nîn e. Belê, heke bêt û heqê nivîserê jê hatiye wergirtin bidenê û ev e di nav torey(edebiyatê) de a belave û mişeye. Hêjayê Cewerî jî li dizî ya xwe mikur hatiye û pejirandiye û xwe jêre berhev û amade kiriye. Ji bo  wê çendê tu-Dewrêş- yê hêja diçî cejna dizî yê û berrevaniyê ji genîkirin (Îfsad) a edebî, toreyî, dikî. Vêca li dîv vê nexweşiya di çanda kurdî de, tinê ez dîsa dixwazim gotineke pêşiyan bi bîr bînim û dişêm bibêjim ( Dema mirov nexweş dikevît dihere ser Mermendanî, erê heke Mermendan bixwe nexweş ket wê bi ku de here?).

 

Bersiva Cewerî:

 

Dema Cewerî bersiva Yûsivî dide, kulturname18.1.09, hinde gotina bikar tîne, ew gotin ên mirovê lawaz û li ser hêza êkî dijît. Wekî gunehbarkirina Yûsivî û ya dî gotina (ciwamêr), mirov vê gotinê bo hîvîjêkirinê û xwe li ber şêrînkirinê û hêwirkirin a mirovê têkiliyek pêre heye, bikartîne. Bahra pêtirê evê, li nik me, pîrek li nav civaka kurdewarî de dibêjin, çunkî serê werîsê wan ê zirave, ji layê aborî ve. Dibe ev gotina min şaş bête têgehiştin, belê bi bistehî û bawerî ve ez pêxemetî û ji bo kêmkirinê nabêjim. Heke wesa hate têgehiştin, daxwaza lênegirtinê dikim. Li vira tinê ez dixwazim bibêjim; Gotin rastî a mirovî diyar dikin.

Piştî wê, Cewerî dihêt û kêm û kasiya li roman û çîrokêt Yûsivî de peyda dike û dibet bi hindek ên dî ve girêdidet: Ev e jî pejirandina wê rastiyê ye ewa Yûsivî şarandî. Wekî hindê ye heku mirov bikevîte gencekê, xezîneyekê û tivingê bikete di serê xelkê re û bibêjîtê; devê xwe bigirin. Ev kiryare çi bihay bo bersiva Cewerî nahêle. Heke dirust wesa baya, çima berî hîngê seydayê Cewerî ew nedinivîsî û da nuke tiştekê din hebît.

 Dewrêş domê didete şûnpêçûna kekê Cewerî, dihêt evro û piştî meh û sal di ser çapkirina hindek romanêt Helîmê Yûsivî ve çûyîn û di nav vê qerrisukan û (ehbab çawîşiya) toreyî de û bo girtina devê wî, herwesa da tola xwe jî veken verrêja wî, anku berhemên wî digel ên Orhan Pamukî hevber dikin. Helbete ev e tiştekî saxlem nîne û rengekê mikurhatinê a diziyê ye. Başe, ma heke Helîmê Yûsivî hindek hizir ji Orhanê Pamukî wergirtibin, kiryareka nedirust kiribe, ma ev e pêdivî çareseryê ye, yan kimbaxtir lêkirinêye?

Wê gelekî dilê xwendevanî ê xweş bît, heke ev nivîsîne berî vê arêşê ji hewe zanîbane. Nuke û di vî kaudanî de, ev e hindê digehînît ku hewe divêt ku rexne û berrevanî herdu bêne kuştin. Ev e jî rengê jiyara nijdevan û rêbirra ye, heke ne, başe çima dizî dihête pîrozkirin?.Her çende xwedî ê diziyê hergav ê paşdakêş e.

 Ji ber van egeran, ez  roman û dîmenêt romana ( Ez ê yekî bikujim), şilxedana çîrok û dîmenêt çîroka ( Meha sêzdehan) dihejmêrim.
________________________________________________________________

 

Me dev ji diz berdaye, îca ew nema dev ji me berdide

Kerdizê Mêrdînî-01/02/09
Lotikxane

Yaho welleh her ku ez dibêjim ez ê dev ji Mêrdîniyên xwe berdim, laşê yekî ji wan dixure û bela xwe di min dide û dîsa min li xwe sor dikin. Vê carê Hesenê Dewrêş, siwarê hespa boz, zend û bendên xwe hildane û doza kuştina hinekan dike. Nivîsek dirêj di Lotikxanê de nivîsandiye ku mero serê nivîsê ji teriya wê nas nake.

 

 Berî wî jî di Avestakurd de Mêrdîniyekî me yî din Ciya Mazî gotibû her du nivîskar başin û ev nîqaş jî baş e. Tenê qalûbehsa Mêrdînê ew aciz kiribû. Min jî got tu jî beşî û hema bera xebera te be jî.

 

 Neyse, ka em bên ser Hesenê xwe, bê maene, bê çawa careke din li tirimpêla hemşeriyê xwe yê romannivîs siwar dibe û dixwaze berê xwe bide Siwêdê.

 

Di vê nivîsa xwe de, weku nivîsa wî ya din, tiştan li bin guhê hevdu dixîne û dike tirşikek ku mero di nav taema wê û taema şorba nîskê de şaş dibe.

 

Welhasil, ez dixwazim bi xêra xwe şîretekê li Hesenê me û li hemû Mêrdîniyan bikim.

 

Lawo eger we tiştek nivîsand, yan ji çîrok û romanê xelkê nebin yan jî bera mero tiştekî ji we fêm bike. Ê, hema bi serê hemû şêx û ûcaxên mizgeft û dêrên Lotikxanê, ji îca pê ve her ku min ji we re tiştek xwend û min jê fêm kir, naxwe we çirvîtkek daye xwe û we ew fikir ji derekê anîye û her ku min ji we fêm nekir naxwe ew nivîs ya we ye.

 

Îca, bi Xwedê rastiya nivîsên Mêrdîniyên me wiloye xwarzê, hûn dixeyidin, hûn haş dibin, kêfa we ye û hew.

 

Tirimpêl, roman û  şofêrtiya Cewerî

Lotikxane

Kerdizê Mêrdînî- 21/01/09- Yaho ev mêrdîniyên me  çi jêhatî ne ha. Piştî ku nigê Firat Cewerî yê me kete solek teng û me naskir bê ew qatilê xwe yê kiribû şofêrê romana xwe ji ku aniye, li ser bextê ewan û fesadên cade û kolanên Lotikxanê be, dibêjin: Firatê me yekser xwe avêtibû tor û bextê du hemşeriyên xwe, ji bo ku bi hewara wî de bên. Yek jê hemşeriyê wî yê Mêrdînî Hesen Dewrêş e û yê din jî hemşeriyê wî yê Swêdî Mûrad Ciwan e. Ji kurê Dewrêş re wilo gotibû:
- Lawo welleh van binxetiyan hetka me birine. Berî  çend salan di kovara xwe ya Dugir de ku wî Ehmed Huseynî wan derdixist lo, du caran, du  çîrokên min kiribûn yên Torgenîf Morgenêf ê Ûris û niha jî yek rabûye romana min dike ya nizanim kê.

 

Hesen Dewrê ş got: "Ma ez  çi bikim ezbenî?"

 

Firatê me nav tê da û jê re got: "Tu binîvisîn û vaye ez ê jî sûretekî xwe ku min destê xwe daye ber rûyê xwe û difikirim, li jora dikana Netkurdê, dikana hemşeriyê min ê Swêdî ye lo, daleqînim û ji we re dengê Aramê Tîgran bilind bikim."

 

Rabû, Hesenê me jî nivîsand û ji dêvla ku  çavan derman bike, kor kirin û got: "Ku Cewerî  skeletê vê romanê ji çîrokek ku “bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin” girtibe û ev çîrok viqesî bi hostayî û estetîkî berfireh kiribe ez wî tebrîk dikim û filan û fistan."

 

Ê malneketo, ma ev  çi tebrîkkirine îcar lo! Welleh wilo be, ezê jî soza xwe bi cî bînim û bibim romannivîs û bera yek ji kuflet nemîne. Sibe ez  çîroka hinekan dixwînim û du sibe ez dest bi romana xwe dikim. Eger te û yên wek te kurê Dewrêş, bi wê Kurmanciya xwe ya xerabe, ji min re li  çepikan nexistin ezê ketina Mêrdînê li te û rexnegirên wek te heram bikim, ihiii!

 

Ya jê xweştir jî ku, Hesenê me nivîsandina romanê kiriye wek ajotina tirimpêlê û bi şev. De werin û kirasê xwe neqetînin. Wellehî ku nivîskarî jî wek şofêriyê be û ajotina romannivîsên me jî wilo be, wê  nivîskarekî Kurd û ne bêrîkqetiyayî li vî welatî nemîne û wê rojê deh qeza û yazde tirimpêl li ser rê ya Mêrdînê tenê li bin guhê hev bikevin û ya sitar.

 

Lawo me bistirînin û destên xwe ji bêrîkên xelkê derxînin cigerim. De ji ser pişta me dakevin qardaşim, wîîî!

 

 

Ezê jî bibim romannivîs

Kerdizê Mêrdînî-18/01/09

Lotikxane

Ji roja ku min romana Firat Cewerî "Ez ê yekî bikujim" xwendiye û heta îro ez li kuç û kolanên Stenbola xopan li yekî digerim ku ez wî bikujim. Rojê min cirra xwe li yekî xweş dikir û min tewkeliya xwe bi Xwedê tanî ku ez wî bikujim, lê ez di cî de paş de vedigeriyam. Hetanî îro min nivîsa Helîm Yûsiv di diyarname.com de xwend nû bêhna min derket.

Min naskir ku gerra wî ciwamêrê ku li hinekan digere ji bo wan bikuje hîna di çîrokeke Yûsiv de hebû. Ji îro de min biryar da ku êdî ez yekî bidizim. Ma qey ez kêmî nivîskar û rewşenbîrên Kurd im birê min! Wey..Xwe ji ber min bidin alî, ez hatim!

 

 Wey xwelî li serê min be. Min evqas çîrok xwendine û ez rojekê nefikirîme ku ji xwe re romanekê binîvisînim. Welle mesele rehete bavê min. Fikr û ramana çîrokê hazire û mero jî hema ji xwe re li ser ava bike û hew.

Ma ev kar ji karê minî diziya keran ne çêtire gelo?


_________________________________________________________________

 
 Helîm YUSİV – Firat CEWERî

Çiya Mazî
27 Çile 2009 Sêşem Saat 00:19
Avestakurd

     Belê, we gelekan bihîstiye nîqaşa li ser romenekê û çîrokekê. Çîrok ya Helîm Yusiv e “Meha Sêzdehan” û roman jî ya firat Cewerî “Ezê Yekî Bukujim”.

      Pêşî ez vê yekê bibêjim; bi rastî ez kêfxweş bûm ji vê nîqaşê. Ne ji ber mafdarî û nemafdariya ji nivîskaran yekî. Ji nîqaşa wêjeyî û li ser wêjeyê. Her çiqas hinek wekî peyvên ji rêzê û herêmî dibêjin  “em dîsa bi hev ketin” jî ez ne li alî wê fikrê me. Tiştekî baş e û pêşketina nivîskarên Kurd û wêjeya kurdî xuya dike. Çima Kurd wê nîqaşan li ser berhemên xwe nekin. Çima wê hinek li ser berhemên kurdî nirxandinên balkêş û tûj nekin. Çima? Gelo Kurd ji asîmanan hatine. Gelo Kurd mirovên ku ji nava şîr derketine. Gelo kurd ji netewên din pir cûda ne an pêşketîne ku pirsgirêkên wan nemane. Na pirsgirêk pir in û gelek ji wan nayên nîqaşkirin. Hinekî ji gûmana fortên siyasetmedaran, ji tirsa peyvmezinan. Bicîhbûn û nepejirandina entellektuelî ya di nava civakêde jî valahiyê çêdike. Hinekî ji wê fikra feodalî ku “eyb” tê de heye û hinekî jî nezaniya rexneyê û çanda wê û nezanî û neşopandina civakê an wêjeyê û tunebûna berhemên ku mirov li ser nîqaş bike. Ev tunebûna berheman hinekî li paş maye û berhemên ku nivîskar ji bo wê hevdû biêşînin jî derketine holê. Ev serbilindiyek e.

     Brêz Helîm Yusiv nivîskarekî hêja ye, pêşewayekî ji wêjeya kurdî ye. Ne hewceyî ku ez pesnê wî bidim. Ji bo pesndayînê divê mirov li berhemên wî binêre. Ji ku hatiya ku û wêjeya kurdî ji ku aniye ku an alîkariya wî çiqasî bi wêjeya kurd re çê bûye. Mirov li berheman binêre bes e. Yên ku çenikekî haya wî ji nivîsa kurdî hebe vê yekê zanin.

      Brêz Firat Cewerî jî wisa ye. Hema yekser mirov dikara ji Nûdemê destpê bike û heta wergerên wî bê. Nivîskarekî hêja û tekerekî ji wêje û nivîsa  kurdî ye. Ji bo mirov wî jî nas bike divê mirov salên 80 û 90 î bine bîra xwe, divê mirov nûdem û rewşa wê demê bîne berçav. Divê mirov çîrok, werger û berhemên wî bine berçav.

    Du nivîskarên qedirbilind li himberî me ye ku divê em ji bo wan her û her bextiyar bibin.

     Nîqaşa li ser pirtûkê û çîrokê jî ne bi awayekî feodalî û herêmiya gundan bê nirxandin an dîtin. Ez vê yekê wekî pêşpirkekê dibînim û ev nivîskar dixwazin bidin fêmkirin ku em berhemên pîroz û hêja diafirînin.

   Ev nîqaş di wêjeya hemû welatan de çêdibe û wê her û her çêbibe. Hêmanekî ji pêşketinê ye.

   Li gor ku min şopandiye; Helîm Yusiv bi hin hevokan diselmîne ku skêleta romana “Ezê Yekî Bukujim” ji çîroka wî “ meha sêzdehan” hatiye girtin. Li ba min pir hat qalkirin û min şîrove li ser xwendine, çîroka helîm yusiv jî min xwendiye û tê bîra min. Ne hewceye ku bi awayekî lêkolînî bahs bikim. Ji xwe Helîm Yusiv jî ta bi derziyê vekiriye. Ji vê yekê û ji nîqaşan tiştê ku  ez jî dibînim, herdu mijar hinekî dişibin hevdu. Tevlî vê yekê jî ez bawer nakim ku Frat Cewerî gotibe “ hah ev çîrok xweş e û ezê vêya bikim roman”. Ji xwe firat Cewerî ne yakî wisa ye ku hewcedariya vî tiştî bike û dibêje min nexwendiye jî. Dibe ku xwendibe jî , dibe ku di bin bandora wê de jî maye û dibe ku ew mijar di hinek berhmên din de jî dîtibe. Li welatê kurdan pir kesên ku bi dehsalan xebat kirine, di hevsan de riziyane û bi xeyalên bilind derketine derve. Lê dema ku derketine di bîrên bêbinî de werbûne û xeyalên wan têk çûne. Teqez her nivîskar li yekî wisa rast hatiye û dibe ku nivîskar bi xwe jî jiyaye. Ma mijara “Gava ku Masî tîdibin” jî hinekî ne wisa ye?  Di çîroka Selahattin Bulut de jî ji vê mijarê bandor tune ye gelo? Belê, heye û mînakên wêjevanê dinyayê jî wisa, çima Kafka di dawiyê de dibêje “ wekî kuçikekî ez têm kuştin” ? 

     Raskolnîkovê Dostoyewskî çima  poşman dibe û jiyana xwe î derûnî di girtîgehê de diguherîne?  Bi ya min romanên derûnî hinekî jî li ser dawiya xeyalên bilind in, li ser têkçûna xeyalan in. Hinekî jî newekhevbûna dîtina civakê û ya mirovên ku pir xeyalan dike û bi wan xeyalan jî hişê wî î pêşketî ye. Çima mirov hişê xwe vinda dikin? Ma ne ew hişê pêşketî nakokiyê di bedena mirovan de çêdike û hiş winda dibe ? Heke ev mijarana li her deverê hebin û gelek kes pê zanibin bi ya min wê ne mumkun be ku mijar neşibin hevdû. Carinan mirov nizane ku mirov di bin bandora kîjan nivîskarî de maye jî . Heta mirov ji bîr jî dike ku çîrokek wisa xwendiye an nexwendiye. Lê di bin hiş de maye û bûye berhemeke nû. Wekî tê zanîn nivîskar û wêjevanên alemê bi zanayî jî ev tişt kirine û li ser mijarekê an çîroka mirovekî çend heb nivîskaran nivîsandine.

       Ev tiştekî ji derî kopya û diziya berhemê ye. Ev rasterast di bin bandorê de mayîn û jiyina nivîskar bi xwe ye. Dibe ku ya Brêz Firat Cewerî kiribe jî ev be. Ev jî bi ya min ne tiştekî eletewş e. Romanên wekî ya Firat Cewerî û çîroka Helîm Yusiv ji wêjeya kurdî re pir û pir pêwist in. Di nava vê civaka ku mirovan 25 salan şer dîtiye de em dijîn. Em bi halanan û qêrînan re radikevin û radibin. Hiş û derûniya civakê bi çend caran serobin bûye. Tunebûna berhemên wisa kêmaniyek pir mezin bû lê êdî derdikevin holê. Ev kêfeke mezin dide min.

           Tiştê ku di vê nîqaşê de divê neyê kirin jî bi ya min ev e; heqaret. Heger dema hinek derkevin û bi kêmdîtina xwe bibêjin “Firat Ceweriyê Mêrdînî”. Ev heqaretek e û heta dîtina Feodalî an herêmparêzî ye jî. Eyb jî ji wê derê destpê dike.  “Mêrdînîtî” di vî karî de tune ye û divê tunebe jî. Herwiha “Amûdîtî” û “Amûdparêzî” û “Mêrdînparêzî” jî di vî karî de tune ye. Wêjevanê Kurd heye an wêjevanê kurdî heye li navê. An jî tenê wêje û wêjevan heye di vê navê de. Hilbet wê mîzah jî ji vî karî sûdê werbigire lê hinekî bi zaneyî û bê heqaret. 

           Bi ya min ev nîqaşeke medenî ye û hêvî dikim wê sûdeya wê jî pir be. Di her hêlên civakî jî divê niqaş hebe.
________________________________________________________________

Nameyên ji Gewrê re (9)

Aylîn UNEK
3/2/2009 / Netkurd
 
Dema ku min nivisand; ’ êdî ez mirina wî dixwazim’ ez bêdeng bûm. Hertiştê ku dê bihata gotin bêdeng bibû, kulîlkan serî tewandibû, guliyan hêza xwe wenda kiribû, roj li ruçikan ne dixist. Deng wenda bû. Min wêneyê kulîlkekê ber bi ekranê bo çavên bêken piff kir. Carek di ekranêde xuya kir, paşê wenda bû, bû mirina rastî, mirin bêdeng hat, ew jî bêdeng bû. Serê min diteqiya, madê min bi bêhna kufikê lihev diket. Ez ketibûm xewê.

Wexta min çend roj berê gotibû; ez dixwazim bimrim, gelo ew çi fikirî bû? Di demek ku her xeyalek bi bêwate diçe, gelo karibû hema weha destê xwe bide kêleka xwe, li cîhek dûr binêre û raweste ?  Divê ez mirinê binivsînim. Bawerim her nivisakrê di dewsa min de ê weha bifikiriya; wexta ez jiyanê serûbin dikim, divê ez binivsînim. Ez jî weha fikirîm. Kêliya mirinê jî weka jiyanê ye. Tu heyî û yê din. Yek bi zorê hilma xwe dide û distîne, yek bêhilm.

Devera mirin lê dibare, bi rewa ye, tu çermê bikaribe rewayê bimije nîne. Destdana te ya şiliya ziwa te ditirsîne. Min got; divê ez mirinê binivsînim. Dil jî weka mûmekê diheje, Gewrê !... Çi nexweş e ! Mirin; jiyan e, jiyan; mirin û ev gelek nexweş e. ya di navbênê de maye jiyan e. Kes jî ne di wê têgehê de ye bê çi dibe. Divê ev bên nivisandin. Minê ne nivisanda, min dil nedikir ez têkildar jî bibim. Çewa be min bi tirkî nexwendibû. Bi tenê min gohdar kiribû. Min tezên Yusivî jî bersîva Cewerîyî jî bi gohê xwe bihîst. Û ez difikirîm ku ev têr nake ku mirov tiştek binivsîne. Herduyan jî di metnên xwe yên cuda de heman mijar nivisandibûn. Lehengên herdu niviskaran jî dixwast yekî bikujin. Herdu metn jî bi uslûbên cuda, gihaştina kûrayiya lehengê xwe, heta zaroktiya wan û berbiçav dikin bê daxwaza kuştina yekî tiştek çewa ye.

Bi qasî min bihîst, Yusiv, Ceweriyî tawanbar dike ku wî ji çîroka wî çirpandiye. Min ne çîrok û ne jî roman xwendiye. Min biryar dabû ku ez di vê derbarê de bêdeng bimînim, êvara bohirî, reşayiyekê avêt ser ekrana spî. Êdî nikaribûm nenivisîm. Ev ne tesaduf bû. Diviya min binivsanda. Gotina; ‘êdî dixwazim bimre’ êdî tenê ne girtiyek di nava rûpelan de ye. Biruh û xwîn heya ku deng jê dertê diqîre …Ev daxwaz ne ya lehengek romanê ye, ne ya psîkolojiya çi û çima ye. Bi goşt û hestiyên xwe, însanek ji nava me. Serda jî însanek ku ez wê ji nêz ve nas dikim. Zaroktiya wê weka ya heryekî ji me ji rêzê bû. Dayika wê dayikek laz û heja. Bavê wê însanek camêr, hal û wextê wî di cîh de, bi ser malbata xwe de dimir. Çar xwuşk û bira bûn, heryek ji wan ji yê din cudatir û di rêyên cuda de diçûn. Weka yên me hemûyan. Niha zewici ye, du jî zarokên wê hene. Heta vira hertişt ji rêzê ye lê ew dixwaze mêrê wê bimre. Û bawer bike ev daxwazek gelek bihêz e. Rê ? Rêyek revê nîne. Derî miftekiriî ne. Heger weha be, ev anatomiya civakê ye. Di serda jî bersîvên berbiçav dide pirsa bê edebiyat çi ye. Têgeha edebiyatê weka mefûnek estetîk, hewldana ji edebiyatê afirandina fenemoniyê, karek hosteyî divê.

Herçi kapasîteya bikaranîna aqil berfireh dibe, di nava mêjiyeme de hijmara noron û protonan bi qevzekê ji nû de bar dibe, metodek goşandina zextê. Dema ez vanan dinivînim, ez behsa bêqaîdeyetiyekê nakim. Bawer bike li gel ez li hemebrî hemû qaîdeya me jî, mebesta min ne ev e. Ez bi tenê di nava wê hewldanê de me ku bêjim edebiyat ji jiyanê ye. Derdê men ev e ku ez berbiçav bikim bê edebiyat çewa ji ilm, huner û zanistiya jiyanê parçe dikin, cuda ye.

 

Têgihiaştina bê em çi dikin, ji tiştên em di jiyanê de dikin, hîn muhîmtir û bi rûmettir e. Belkî ew pirsa klasîk divê careka dinê bê rojevê: Gelo huner bo huner e? Yan huner bo civakê ye?

‘Êdî ez mirina wî dixwazim’ pirsgirêkek pirr kûr ya civakî ye. Ne dengek hundir yê ku em fêrî wî bû ne. Em weha nehatin terbiyekirin, ramanên neqenc hatin qedexekirin, lê rastiya li holê weha nabêje. Ev him mirov aciz dike, him jî tiştek travmatîk û xerabker e. Ji aliyê kesê mirina wî tê xwestin jî ji aliyê kesê mirinê dixwaze jî weha ye. Dixuyê ku pîskozek ji însanan heta niha dihate veşartin, lê jiber demê ji kurayiyê dide der, heye. Ji bilî hemû beşên zanistiyê ku bi însan ve mijûl dibin, pêwist e ku edebiyat jî pirr caran bi vê mijarê re eleqedar bibe. Bi qasî ku gelek niviskar di heman demê de karibin li serê rawestin, mijarek dewlemend û pirrali ye. Me dizanibû ku jiyan û mirin bi xetek zirav ji hev vediqetin, ne werê Gewrê! Ne weha bû ye, di navahev de bû ne.

Bi a min edebiyat rastî ye. Tiştên min di jiyanê de dîtin, vê qenaeta min rastdêrîn dikin. Weka ku rastî bi uslûbek zarîf bibe efsûnî. Zanyarî û rêwîtiyek estetîk. Niviskarek çi dinivisîne? Di nameya min ya bohirî de min ev yek ji te re nivisandibû. Kesê dinivisîne, tiştek tune nanivisîne. Hemû mijar li ser can e. Can(ruh) jî tenê dikare canên ber sînyalên berbiçav, dil û mejî dikevin binivsîne. Difikire û dinivisîne. Têgeha xwendevan jî li vir dikeve dewrê û ev pirr girîng e. Gihaştin û destdana mêjiyê însanan bi rêya edebiyatê gelek girîng e Gewrê ! Di edebiyatê de çirpandin tiştek din e. Wergirtin û kopiya hevokan bi tevayî ye. Çavkaniya fikirandinê tiştek dinê ye. Ji xwe divê her niviskar bibe çavkaniyek ji bo fikrandina yekî dinê. Weka ku hevok bibe toxum û erdê biruh bike, bibe hilma yekemîn ya buharê. Ez ji aliyekî difikirim ku xwendevan muhîm e û ji aliyekî ji bo niviskar jî bejndana berhemên wî.

Jiber ku min ne xwenndiye nikarim behsa çirpandinê bikim. Lê tiştên şeva dinê hatin serê min, rastiya hat ber çavê min, ez mecbur kirim. Herçi Yusiv ji rastiyê wêdetir dinivisîne jî ji bo min berbiçavkir bê ew bi rastî jî niviskarek e. Min berê jî behs kiribû; tiştên di kurahiya niviskar de pêk tên, zorê dide xwendevan. Cewerî jî tam di vê noqtê de Yusivî qefaltiye. Al jê wergirtiye û bi rêyek din radigihîne xwendevan. Heger rasterast wergirtina hevokan nîn be, herdu niviskar jî bi zanyariyek gerdûnî derketine rê. Hêz dane hev. Nivsandinên min yê ser MSN-ê û ji edebiyatê dûr, vêya nîşanî min didin. Ji bo vê qenaetê pêwistî bi bingehk dinê re nîne. Herkes dixwaze hev bikuje; naveroka şer hatiye jibîrkirin. Tiştên ji aliyê hevokan hatine afirandin jî gelo şerek hemberî hev in? Ez wê nizanim, divê weha nebe. Rêya me hê dûr e.
__________________________________________________________________

 

"Naverok" û "Teşe"ya "Ezê yekî bikujim" ji "Meha Sêzdehan" hatiye girtin

Şengul Ogur / Qaqibo
Diyarname

Pirsgirêk ne ew e ku di du berheman de xisletekî ku dixwaze yekî bikuje hebe. Dibe ku di gelek berhemên wêjeyî de kesek hebe ku bixwaze yekî bikuje. Ev "mijar" ne aîdî tu kesekî/ê ye.

Lê ku di du berhemên wêjeyî de "naverok" bişibin hev wê çaxê mirov dikare guman bike ku berhem "naverok"a xwe ji berhema ku berî wê hatiye weşandin wergirtiye. Lewma her çendî "mijar" ne aîdî nivîskêr be jî "navarok"a berhemê aîdê nivîskêr e. Naverok bi destê nivîskêr dirûv digire û "naverok" tiştekî xweser e. Nabe ku di du berhemên cuda de beyî ku haya nivîskaran ji hev hebe "naverok" bişibin hev. Ger tiştekî bi vî rengî hebe; yanî di du berhemên wêjeyî de "naverok" mîna hev bin, mirov raste rast dikare bibêje ku, berhemek ji van di biniya bandora "naverok"a berhema din de maye.

Ji xeynî "naverok"ê jî ya ku ispat dike ku berhem tiştekî xweser e, "diruv/teşe/şikl"e. Teşe, pergala ku bi hemî hêmanên ku di berhemêkê de cî digirin bi hev girêdan û honandinê tê pê ye*. Vêca di vir de jî ne pêkan e ku berhemek bêyî ku di biniya bandora "teşe"ya berhemeke din de bimîne, bi rasthatinî "teşe"yên wan bişbin hev. Ev tişt dûrî aqilan e.

Dema ku mirov bala xwe dide "Naverok" û "Teşe"ya romana "Ezê yekî bikujim" mirov rasterast digihîje wê bîr û baweriyê ku romana Cewerî hem ji hêla "naverok"ê ve hem jî ji hêla "teşe"yê ve di biniya bandora çîroka Helîm Yusiv a bi navê "Meha Sêzdehan" de maye.

"Naverok"a "Ezê yekî bikujim" de psîkolojî û tevgerên karekterê sereke pir dişibin psîkolojî û tevgerên karekterê çîroka ‘Meha sêzdehan’. Ji destpêkê  hetanî dawiyê jî têkiliya hêmanan a bi hev re û honandina wan a di romana Cewerî de pir dişibin girêdan û honandina çîroka "Meha sêzdehan"

Cewerî bi gotina "min ew çîrok nexwendiye" nikare tu kesî qanî bike û rastiyê di ser guhê xwe re bavêje.

Di deh xalên ku Helîm Yusiv di nivîsa xwe ya bi navê "Ramana 'Ezê yekî bikujim' ji çîroka min hatiye girtin." de  diyar kirin, her tiştî li ber çavan radixe. Diviyabû Cewerî li xwe mikurhata, a ku bi wî diket ev li xwe mikurhatin bû.

 

Nîşe: Min ne ew çîrok ne jî romana navborî xwendiye. Ez ji rexneyên ku di der heqê vê mijarê de hatiye nivîsin de gihîştim vê encamê.

*Berna Moran (Edebiyat kuramlari ve eleştiri)
_____________________________________________________________